Di van çend rojên dawîyê de li Rojhilata Navîn sîyaset, hevdîtin, ger, uhwd. weke tava roja vê herêmê, her diçe bi tîn û germtir dibe, germ dibe, dibe dikele. Sîyasetvanên cîhanê yên herî binav û deng tên vê herêmê û diçin, daxûyanîyan li ser daxwanîyan didin. Behsa duh, îro û sibe dikin.
Carina gefan li hin dewletan dixwun, carinan hin kesan û welatan dipesinînin. Meriv êdî nizane kî dostê kê ye û kî jî dijminê kê ye. Kî bi kê re ye, kî ne bikê re ye. Tevlihevîyek e, serê xwe girtî ye û diçe. Kîjan sîyasetmedar devê xwe vedike, dike bûre bûr. Meriv dibêje ev dewlet û merivên wê çiqasî xurt in û tu ji kesekî jî natirsin ji alîyê din ve jî ez bawer dikim ku bi rastî jî herkes ji herkesî ditirse. Ev gef û zext û xwe pesinandin jî ji bo wê ye.
Lê belê her tirs ne weke hev in. Tirs heye ku meriv wê bi salan ji bîr nake. Ji ber wê dikeve tayê û tirawma derbas dike. Lê hin caran jî meriv pîştî tirsê baweriya xwe bi xwe tîne û xwe zîz dike, xwe dipesinîne.
Weke ku meriv diçe nêçirê û bi carekê ve li hember berezekî yan jî li hember hurç û heywanekî hov dimîne û ew dema xetere ya tirsê derbas dibe û meriv tu zerarekê jê nabîne.
Gava însan xwe ji tirsên wisa xelas dike û tê nava heval û hogirên xwe, nabêje ew çiqas tirsîya, dibêje ew çiqas xurt bû û yên dij wî ji wî tirsiyan.
Mesela navbera Îran û Amerîkayê jî bûye bi vî rengî. Serokkomarê Îranê wexta diaxêfe, tu dibêjî qey di serî de Amerîqa, Îsrail û her dewletên din ji Îranê ditirsin. Lê belê rewş ne wisa ye. Her çiqas Îran bibêje çekêm me yên atomî hene, raketên me yên modern hene, em ne Îraq in jî, ketîye tirsa mirinê.
Demekê dewleta Îraqê û serokê wê Saddam Huseyîn weke Îrana îro dikir. Pi tî ku Amerikayê êriş bir ser Îraqê û Îraqê berxwe neda û di demake kurt de teslîma hêzên dewletên peymandar bûn û serokkomarê dewleta Îraqê ji binê erdê derxistin û xistin hepsê, berpirsîyarekî emerîqî jî ji bo demeke dirêj bi wî re di hepsê dimîne.
Ew gelek pirsan li ser jîyan û sazîyên Îraqê ji Saddam Huseyîn deke. Piştî ku ew karê xwe diqedîne ji hepsê derdikeve û pirtûkekê li ser jîyana xwe di hepsê de bi Saddam Huseyîn re dinivîse û çap dike.
Di vê kitêbê de pirsên li ser çekên kîmyewî û atomî jî ji Saddam Huseyîn tên kirin. Saddam dibêje çekên me yên atomî tune bûn, yên kîmyewî jî piştî şerê bi Îranê re êdî di destên me de ew jî neman.
Lê belê me xwe bi dinyayê wisa da nasandi û got di destê me de hîn gelek çek û tiştin din hene ku em bixwazin, em dikarin bi wana dinyayê xerab bikin.
Nivîskarê kitêbê yê emerîqî ji Saddam re dibêje ji bo çê we xwe wisa nîşan da? Saddam dibêje, ji bo ku Îran û hin dewletên din ji me bitirsin û êrişê neynin ser me û welatê me dagir nekin.
Erê, ne zilma Saddam Huseyin, ne fên û fîtên wî û ne jî derew û rastîyên wî ew ji tirs û mirinê xelas nekirin. Ew ji çi tirsîya ew jî hate serê wî.
Vê gavê jî dora Îranê û ya serokkomarê wê Ahmdedî Necat e. Feyda tirsê ji mirinê re nabe. Zor û zordarî carna jî vedigere bi serê merivan bi xwe de tê. Ehmedî Necat ji tirsan dicirife û trawma derbas dike.
Gelê Kurd! Dijminên me çi Tirk, Ereb û Îran, tirsa me êdî kete dilê wan.
Ew ji tirsan dibêjin yan îro yan sibe?
Em jî ji wan re û yên weke wan re ango ji dijminên gelê Kurde dibêjin: yan îro yan sibe, Kurdistanê çêbe. Kesk û sor û zer jî wê ala wê be.
Temmuz 2008 |