Petrol benzîna destbişerkirinê ye.
Dewletên ku tê de petol heye, li wan deran yan şerê navxwe yan dîktator yan jî herdu bi hev re hene. Meriv dikare vê weke têzekê qebûl bike. Lê belê ev têza sedî sed ne rast be jî, çi mixabe ku li pir ciyan û pir caran jî rast e.
Li welatên Ereban petrol navgîna bindestkirina gel e. Li Sudanê, Niegeriyayê û li Kongoyê hatina petrolê bidestxistin bûye sebeba şerê nav xwe.
Pir kêm dewlet hene yên ku petrolê ixrac dikin û ev pirsgirêkên ku me li jor behsa wan kir li wan dera tunebin. Ez nabêjim ku tenê petrol faktora şer e. Sedemên şer piralîy e: Netewî, olî, şerê li ser avê, uhw.
Rejîmên ku ji aliyê petrolê de dewlemendin, hewce nabînin ku ji hemwelatiyên xwe bacê (vêrgîyê) berhev bikin. Ji ber ku perên wan ji firotina petrolê tê.
Dewleta ku peran ji gelê xwe bixwaze, divê mavê wî gelê yê axaftinê jî bide wî. Ji bo ku xwendeyên van dewletan bêdeng bimînin, dewlet îmkanê dide wan ku bibin memûrê dewletê. Bi vî awayî ew jî dibin şirîgê dewleta zordar.
Dewleta zordar çawa dilare li ser hukum bisekine?
Meriv dikare bi kurtayî sê xalan nîşan bide:
- Ev dewletana dewletên ku bi rantê xwedî dibin. Ango pere tên dikevin bêrika dewletê. Dewlet vî pereyê bi xebateke aborî qezenc nake. Petrolê difroşe, perê hazir bera bêrîka xwe dide. Vî pereyî di navbera merivên nêzîka xwe de parve dike
- Zordest in: Ev dewlet bi gelê xwe bawer nakin. Ji ber ku serokên van dewletan ji alê gel ve ne hatine hilbêjartinê. Ji bo wê jî dijî gelê xwe û dijî daxwazîyên wan yên demokratik hêzên zordestîyê ava dike û dide jîyandin. Ev hêza him ji bo li ser text mayîna wan û him jî dijî hêrişên ji derve werin lazime.
- Dijî modernîzmê ne. Li Rojhilata Navîn hebûna petrolê ji bo gel bû asteng ku gel bi aborîyê ve mijûl bibe.Ne tenê li Rojhilata Navîn, li Endonezya, Malezya, Meksîka û Nigeriyayê ji wisa ye. Gelên ku bi aborîyê serûbin nebin ne afirînin û ava nekin, nikarin xwe jî nûh bikin.
Ji bo me Kurdan ev mesela ne tiştekî nû ye. Hebûna zêrê reş (Petrolê) li welatê me bû ye, sedemên şeran û dagerkeririna welatê me. Ev şerê navnetewî hîn jî berdewam e.
Mesela Iraqê û Kerkukê va ye li ber çavan e. Şerê Amerîka, Tirkiyê, Iran û Suriyê jî ne ji bo Tirkmen yan Şîî yan jî sunîyan e.
Eger wisa bûya, bira her dewletên herêmê şî, sûnî kêmneteweyên nav xwe de qebûl bike.
Ne hewxeye dest bavêje yên nav dewlata cîran. ŞerJi bo bidestxistina herêmen dewlemendin.
06.02.2007 |