Kek îkram min nivîsa te ya di roja 27’ê Îlonê 2007 de bi navê ‚Destpêka dawîyê... ‚ bi kêf xwend. Nivîsa te her çiqas li ser faraziya hatiye nivîsîn jî beriya herkesî ez jê tirsiyam. Ji bo ku emrê min êdî bi ser 50 salî ketiye. Te qiyamet aniye welatê me û ew jî ne bese te ew aniye ber deriyê me jî. Eger birastî jî însanetî li Mezopotamyayê li ser rûyê erdê belavbûbe jî, lê di roja îro de tu xêra wê negihîştiye me. Wê çi xêra qiyametê bigêhêje me?
Gotineke me Kurdan e, dibêje, “Eger tîna roja sibê negihêje me ya êvarê qet nagêhêje me.”
Ez li ser vê nivîsa te hinekî fikirîm û min biryar da ku ez xwe û welatê xwe ji vê roja ku dinya wê bi ser û bin be, hinekî biparêzim. Ango ez dixwazim bibêjim qiyamet yanî ciyê roja mehşerê xwedê dizane ku ne Mezopotamya yan jî Mezra Botan e.
Ya duduyan jî ewê ku tu dıbêjî wê ji ezmanan were jêr jî, gor ola îslamê ne Hezretî Îsa ye, Mehdi ye. Mehdî û Hezretî Îsa jî ne yek in. Ez hêvîya min ew e ku te Mehdî û Îsa tevlihev kiribe.
Ez dixwayim ji bo ku xwendevan zanibin em behsa çi dikin yan jî yên nivîsa te ne xwendibin, ji bo wan beşekî ji nivîsa te ango ya ku tu me bi wê ditirsînî, li jêr bi cî bikim.
Werin em bi hev re faraziya sisiyan bixwînin:
‘‘Farazîya sisîyan jî farazîyek olî ye.
Tê gotin ku jîyana mirovatîyê li Mezopotamyayê destpêkirîye, li wir jî diqede.
Gor vê farazîyê; li ser erdê Mezopotamyayê şerek mezin derdikeve...
Li alîkî misilman û Uris, alîyê din jî qewmek ji misilmanan bi kafiran va dibe yek...
Şer çend salan didome, lê kes bisernakeve...
Dawîya şer da Mehdî yanê Hz. Isa ji jor tê xarê...
Dewletek cîhanî ava dike û bi xwe jî dibe hukukdarê wê dewletê.
Di bin hukumdarîya wî da iaderyek bi edlayî û wekhevî tê sazkirin...
Hemû hemwelatîyên wê dewletê, reng, netew û ola wan çi dibe bila bibe, wek xuçk û bira bi hevra dijîn û bê hesudî û bê cudayetî jîyana xwe didomînin...
Lê ew dem jî ne dur û dirêj e...
Piştî wê roja qiyametê ye...‘‘
……
Ji wan ya herî nêzîk tê xuyakirin, ew jî ya sisîya ne...
Rastîya wî jî ji bo min tenê ne xem e...
Lê xema min ewe ku heger ev rast be, ji bo me kurdan Kurdistanek serbixwe, dîsa xewn û xeyal e...“
Ev faraziya kîjan olê ye? Ya ola Îsalmê yan jî ya ola Xiristiyanan e?
Qasî ku ez dizanim gorî ola Îslamê Mehdî hukumdarekî ku di riya rast de ye û beriya qiyametê were dinyayê, dinyaya ku tê de xerabî bê hed û bê hûd bûye, wê bi rêk û pêk bike. Gorî bîr û baweriya Misilmanên Şiiyan jî ew îmamê 12 dan yê bi navê Muhamed Abu’l Qasim e û ew jî hatiye dinyayê û wî xwe li ciyekî nenas (xeyib) veşartiye. Ewê berîya qiyametê derkeve holê. Ango gorî bîr û baweriya Sunniyan Mehdi hîna nehatiye rûyê erdê. Gorî şîîyan ew li rûyê erdê di xeybê de ye.
Lê belê di dîroka îslamê de heta roja îro gelek kesan xwe wekî Mehdî îlan kirine û nikaribûne çerxa dinyayê bi awayekî din bizivirînin û Mehdîbûna xwe bi însanan bidin qebûl kirinê.
Gorî rîvayeteka Sunniyan Hz. Muhamed di derheqa Mehdî de bi kêm û zêde tiştekî wisa gotiye. Berî ku dinya xirab bibe merivek ji qewmê min û bi navê min wê hukumdarê Erebîstanê be. Mehdî wê ji qewmê min be. Her çiqas li rûyê erdê ne başî, zordarî, bindestî hebe jî, ewê heft salan dinyayê bi edlayî îdare bike. Dûre merivek wê ji ezmanan li Medîneyê were jêr û derbazî Mekeyê be. Gelê Mekeyê wê wî ji xwe re bikin îmam.
Hukumdarê Sûriyê wê leşkerên xwe bişîne ser vî îmamî. Ev leşkeran wê di navbera Medine û Mekeyê de bi erdhêjîyê (zelzelê) qir bibe. Piştî vê bûyerê wê ji qewmê Qureyşiyan dijminekî Mehdî derkeve û leşkeran bişîne ser wî.
Mehdî wê gorî peyxember ola Îslamê bi quwet û bi hêz bike. Ewê heft salan hukum bike û bimire.
Gorî rîvayeteke Şîîyan jî Hz. Muhamed gotiye ku, ez peyxember im, Elî wekîlê min e. Mehdî jî wê ji qewmê min be. Ewê îmamê herî dawiyê be. Ewê hemî olan zeft bike, tolê ji xeraban hilde. Ewê kelan hilweşîne û qewmên pûtperastan qir bike. Ewê bibe qehremanê riya rast û olê û her wekî din.
Piştî ku ez li ser çend verziyonên Mehdî sekinîm, dixwazim niha jî li ser Mesîh ki ye, bisekinim.
Gotina Mesîh heft caran di Kuranê de derbaz dibe. Ew weke ji navekî ji navên Îsa yên yê bi Erebî ye. Gorî hinek gotinan gotina Mesîh bi zimanê Îbrani ye. Lê diwaze bira bi erebî yan jî îbranî be, yan Îsa yan jî Mesîh be yan jî Mehdî be. Daxwaza min ew ku bira ew gelê me û welatê me rehet bihêlin.
30.09.2007 |