Ev sernivîsara jorin ji gotinên mezinên Kurdan, ango ji gotinên bav û kalan, yên pêşîyan hatîye girtin. Dibêjin, gotinên pêşîyan ne tên guhartin û ne jî meriv dikare li ser wan zêde bike. Ew çawa hatine gotin divên wisa jî bimînin. Hem di warê gotin û hem jî di waremana û fêmkirinê de. Ev qayde û şerta her çiqas her dem derbas nebe jî, di vê mijara ko em li jêr li ser bisekinin de ji erdê heta ezmên rastiya wê çi mixabin derbas dibe.
Berî çend heftan, ango di destpêka vê heyvê de 3 çiyagerên Alman li ser çiyayê Agirî, Araratê hatin revandin. Di demeke kurt de PKK ê daxuyaniyek da û got, me ew revandin û ew mêvanin me ne û wê di demeke kurte werin berdan. Pir wext di ser vê re ne çû, di daxuyaniyek din de, gotin, heta dewleta Alman dev ji politikaya xwe ya dijmintiya Kurdan bernede û politikaya xwe ya diji PKK neguhêre, em van mêvanan bernadin. Çend rojên din navenda PKKê got ku, biryara vê bûyera revandina 3 Almanan ji aliyê serokatiya navenda PKK ve ne hatiye girtin. Ev ji aliyê kumandarê wê herêmê ve hatiye organîze kirin.
Lê belê PKKê ne got ku ew vê bûyerê mavdar dibîne û wê heta dawîyê vê bûyerê biparêze. Û ne jî got ku ew vê bûyerê şermezar dike û wê hewl bide ku ev 3 kesên ku hatine revandin wê bi lez werin berdan. Daxuyanîyê PKKê her ku roj derbas bûn ew jî ne zelal bûn. Ango weke gotina:“çîya bi mêj û dûman e, gerîlayên me di nav de ma ne.“ Lê belê mesele di dawiya divê bûyerê de kî berx e, kî beran e?
Bi revandinan 3 Elmanan PKKê weke berê careke din nav û dengê xwe gîhande çapemenîya netewî û ya navnetewî. Lê ne bi awayekî baş, bi awayekî ne baş. Ji bo ku, dive mesela Kurdan çiqas navdar be, bila navdar be. Tu mavê Kurdan tu ne ku însanên bê suc û guneh ji bo armancên xwe bi kar bîne, jîyanan wan têxe xeterê. Bi zorê pirsgirika Kurdan çareser ne bû û na be jî.
Ji bo ku em şaş neyên fêm kirin, dive li vê derê were gotin ku, sedemên hebûna PKKê û hebûna şaşiyên wê ne Kurd, lê belê dewleta Tirk e. Siyaseta wê ya ne naskirina Kurdan ya ne çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye. Dewleta Tirk di bin siyaseta Kemalîst û nasyonalîstan de, tu mecal ne da Kurdan ku bi awayekî azad rewsa xwe û ya gelê xwe bînin ziman. Jib o vê jî tu hêzeke Kurdan ya bi awayekî azad û demokratîk nehate avakirin.
Li Tirkîyê astengên li ber çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ne tenê Kemalîst û nasyonalîstin. Yan jî Leşker û giranîya Leşkeran li ser sîyasetê ye. Li aliyên din jî astengeke herî girîng li alîyê Kurdan, polîtika PKKê ya bê aqil û ya dare zorê ye. Darê zorê kêşan çareser nake û rê jibo çareserkirinan jî venekir û wê ve jî neke. Divê hêzên Kurdan çareserkirina mesela xwe bi awayekî medenî bi aqil bişopînin. Her gava ku davêjin, ji alîyê wê çi bibe û wê çi bîne de biwezînin.
Li alîyên din dive dewleta Tirk û hin dewletên ku li vê herêmê xwedî gotin û giranîyê ne ji bo rêvekirina çareserîya mesela Kurd û Kurdistanê xwe hinekî biêşînin. PKK e jî di nav de, bi hemû rêxistin, partî û sazîyên Kurdan re tikevin têkilîyê ku karibin wana bikşînin nava xebateke serbixwe û demokratîk. Hêza PKKê, tesîra wê li ser Kurdan, dezgeh û sazîyên wê û yên nezî wê nikarin werin înkarkirin. Lê belê dive hewl were dayîn, alîkariya wan were kirin ku ew jî karibin dînên xwe xebata xwe biguhurin.
Eger xebateke wisa hevbeş û sivîl re rê neyê vekirin û piştgiriya wan neyê kirin, di aliyê çareserkirina Kurd û Kurdistanê de wê tu gavên erênî nikaribin werin avêtin.
Eger PKK bi sere xwe be û ji dil û can bixwaze vê pirsê bi awayekî hevdem û demokratîk çareser bike, divê ji bo pirkirina dostên gelê Kurd bixebite û dijminên gelên Kurd zêde neke. Dijmin qezenckirin hêsane, dost qezenckirin dijware.
PKKê bi revandina 3 Almanan û bi daxwazên jib o berdanan wan, destên dijminên gelên Kurd xurt kir. Zimanê gelê Kurd û yên dostên wan him welêt û him jî li dervayê welêt kin kir.
Bi vî awayî û bi vê bûyerê PKK ji bo xelkê masî ji bo gelê Kurd kûsî girt. |