Serokwezîra Almanya Mîrze Angela Merkel ev çend rojin li Rojhilata Navîn serdanên xwe yên bi berpirsîyarên Ereban û yên bi gelek sîyasetmedarên herêmên yên din re didomîne. Ev cara yekemîne ku Merkel di bin serokwezîrtîya xwe de ji du rojan dirêjtire ku derketiye gereke dûr û dirêj.
Merkel hemû perpirsiyarên Rojhilata Navîn re dibêje gere hûn xwedanê armanceke demdirêj bin. Gorî dîtina Merkel divê nakokîyên navbera Israîl û Filîstinê de bi hebûna du dewletan werin çareserkirin.
Divê ji bo dewlet û gelê Israil ewlekarî û ji bo Filîstînê jî warê aborîyê de gavên pêşverû werin avêtin.
Merkel dibêje, ez bi xwe ji Almanya Rojhilat im. Ev tiştên ku me di yekbûna herdu Almanyada dît, ne dikete xewnên me. Lê belê di rastîyê de me pêkhatina wê dît. Divê tiştekî wusa li Rojhilata Navîn jî pêk were.
Em dikarên bêjin ku Merkel ji dil û can tiştekî were ji bo Rojhilata Nêzîk dixwaze. Lê belê ev daxwaza Merkelê wê li wî warî neyê cîh. Ew der Erebîstan e û însanên wê derê jî Ereb in. Li vî warî herhes dijminê herkesî ye.
Eger hûn destûrê bidin min ez dixwazim ji we re mesela beqê û dûpişkê bêjim. Beq li alîyê Misirê li ber behra sor duxwaze were aliyê Rojhilata Navîn. Dupişk ji re dibêje, va ye du ji xwe diçî wê derê, min jî bi xwe re bibe. Beqa reben difikire û ji dupêşk re dibêje dibe. Dupişk li pista beqê suwar dibe û bi hev re dikevên rê. Bi kêv û henek tên nizîka vî aliyê behrê. Beqa feqîr ferq dike ku canê wê êşîya û baskê wê hêdî hêdî sist dibin û ditevisin. Ji dupişk dipirse: „birayê dûpêşk te ji bo çê li min waha kir û te jehra xwe bera nava canê min da?“ dûpêşk jê re dibêje va ye em hatin nava welatên Ereban. Ev der Erebistan e û li vir her tişt wisa ye“.
Di van rojan de, ev gelek dewletên navnetewî û hêzên navnetewî dixwazin pêvajoya aşitiyê li Rojhilata Navîn cereke din jîndar bikin. Ji vana redibêjin hêzên çarekîn. Ango ji çar aliyan pêk tê. Amerika, Yekitiya Miletan, Yekitiya Awrûpa û Rusya.
Merkel dibêje di aliyê yekbûn û aşitiyê de em biserketine, em dikarên ji we re jî bibin alîkar. Yekitiya Awrûpa jî divê rola xwe bilîze. Ez bawer dikim ku Ereb jî ji vê gotina Merkelê re dibêjin Înşallah û maşellah. Lê belê ev kar û xebatên wisa girîng bi îşallah û maşallahan ve nameşin. Di dîroka Ereban de Ereban tu pirsgirêkên nava xwe bi serê çareser nekirine û nikarin jî. Ji bo vê însanetî aqil, mantiq û gelek tiştên din lazimin, ku ev jî li vî warî hîn bi cîh nebûne.
Va ye Serokên Ereban banga serokê El Fetihî û yê Hamasêl kirin ku li mekê hevûdin bibînin. Her du serî jî banga însanên xwe dikin ku êdî hevûdin nekujin û yekitiyeke netewî çêbikin.
Bi rastî jî em Kurd berî herkesî dixwazin ku pirsgirêkên Rojhilata Navên werin çareserkirin û li vê herêma cîhanê jî aşitî hebe. Ango her netewe xwedanê welatê xwe û dewlata xwe be. Ne tenê Israil û Filistîn.
06.02.2007 |