Serokê dewleta Amerika Yekbûyî (AY) birêz Gerorg Bush beriya ccend rojan li Rojhilata Navîn geriya û serdana ccend dewletên vê herêmê kir. Lê gera serok Bush pêvajoya assitîyê li Rojhilata Navîn gaveke biccûk be jî pêss ve nebir. Berajovê wê dubendî xiste nava ereb û cihûyan.
Dema meriv bi ccavên Îsraîl û bi ccavên dewletên ereban li vê gerê dimêhêzîne, bi rastî jî serok Bush jî giranîya xwe dide ser dewleta Îsraîl û jê razîbûna xwe jê vê dewletê re esskere dike.
Lê belê ew di vê mijarê de jî bi heqe, mavdar e. Ji ber ku di nava ewqas dewletên ereban de di vê erdnasîyê de yek dewleta demokratîk heye, ew jî dewleta cuhûya, ango dewleta Îsraîl e.
Lê dema ku meriv weke serokê dewleta herî mezin û bihêz ya Amerîka derkeve gereke ji bo assitîyê, divê her dû serî jî weke hev werin berbiccav kirin. Kêmasî, kêmbûn û zêdebûnê wan her dû aliyan bîne ziman.
Lê serok Bush razîbûna xwe ji dewleta Îsraîl re esskere kir û ji dewletên ereban û Filîstîniyan re jî got ku divê ew rewssên demokratîk biafirînin, ji bo gelên xwe rêz bigrên. Ji ber ku demokrasî mavê van gelan e.
Dewleta Îsraîl û serokê wê Ehud Olmert jî hewcedarên serokekî weke Bush in. Lê cci mixabe, ku rojên serok Bush jî pir nemane. Dîtinên Serok Bush û yên Ehud Olmert bi ratî jî di vî warî de weke hev in.
Ango hemfikra wan bi kurtayî ev e; Ereb û Filîstînî yê xirab in û dijî wan divê Îsraîl were parastin. Ji bo vê jî dewleta Amerîka tu rexna li dewleta Îsraîl nake.
Eger di hilbijartinên li Amerîka Barak Obama biserkeve, dema serok Bush wê biqede û demeke, di hin xalan de, ya nû wê dest pê bike.
Eger Barak Obama li ser gotinên xwe yên ku ew di van rojan de dike bisekine, guman heye ku ew navbera xwe û ya Îranê basstir bike. Ji bo ku ew dibêje ezê amade bim, bi Îranê re hevdîtinan ccê bikim.
Îsraîl jî dibîne ku enîya dijî Îranê her dicce ji hev dikeve. Va ye Fransayê têkilîyên xwe bi Hamasê re venassêre. Îsraîl û Erebên Hamasê yan ji Fetahê û dewleta Sûrîyê hevdîtina ccê dikin. Ji ber ku Îsraîl ji dizane hevdîtinên bi Hamas û el fetehê re nagêhêjin tu encameke erênî. Ji ber ku alîkarê wan, dewleta Îranê û ya Sûrîyê ye.
Eger Îsraîl bi dewleta Sûrîyê re li hev were, wê alîkarîya hamasê, ssîîyan û hin hêzên din li Filîstin û Lubnanê kêm bibe. Ji bo vê ji dêvê Dewleta Îsraîl di serî de bi alîkarên van hêzan re li hev were.
Ev rêxistin û hêz ne biserê xwe ne. Divê meriv bi serê wan re li hev were.
Di rojhilata navîn de gotineke me pêssîyan heye dibêje: zor dizane, zêr dizane, devê tifinga sor dizane.
Ji ber vê ji Îsraîl li alîkî hevdîtinên li hev hatinê dimessîne lê belê li alîyê din ji ji zordarîya xwe nayê xwarê. Ango gefan li Filîstînîyan dike, wan tehdît dike.
Eger bi rastî ji dewleta Îsraîl û dewleta Sûrîyê li hev werên wê bandûra Îranê ji li ser erebên Filîstînê û yên Lubnanê ji kêm bibe.
Ehd û cehdên Tirkîyê û bi razîbûna Amerîkayê ku dixwaze Îsraîl û Filistînîyan li hev bîne ji ji bo vê ye.
Ango bi vî awayî meriv karibe pêssêyê ji pêssveccûna dewleta Îranê li rojhilata navîn bigre.
27. Gulanê 2008 |