|
Gelê
Kurd di nav rojên giring de derbaz dibe. Kevir û berdên ku dorberê
Kurdistanê girtîbûn û Kurdistan kirîbûn zindan, ev çend salin ku
li parçeyekî ji cihê xwe liviyan. Êdî kes nikare kevir û berdên ku
ji cihê xwe liviyane, duwarê ku rûxaye, rast bike û têxe şûna
xwe ya berê.
Dîroka gelê Kurd, di destpêka sedsala 21an de niha li başûrê
Kurdistanê de tê nivîsandin. Dijminên gelê me, neyarên gelê Kurd
hewl didin, dicivin, berxwedidin ku çerxa dîrokê şunda bigerînin.
Ev hewl, ev berxwedanên neyar û dijminên gelê me êdî bê feyde ne.
Ji Mehebad û Kermanşan heta Sêwas û Rûhayê, ji Agirî
û Dêrsim heta Qamişlo û Barzanê, ji Xaniqîn û Silêmanî heta
Amed û Gencê, Kurdistan ev 200 salin bi seranser wêran bû. Kurd
bi sedhezaran şehid dan, bi milyonan însanên me ji warên bav
û kalan hatin dûrxistin. Bi sedhezaran, bi milyonan zarok û mindal
sêwî man, bi sedhezaran dayîkên me reş girêdan û şîngirtin.
Qewlên bi dehhezeran keç û xortên Kurd ne gîhîştin cîh.
Lê ewqas êş û azab, cefa û êşkence wala neçûn.
Ala Kurd û Kurdistan niha li seranserê başûrê Kurdistanê li
her derê, ji parlamenê heta parêzgehên bajaran, ji nehiyan heta
gundan li dar e.
Pêwiste
gelê Kurd bi tevayî spasdariya xwe bo Kek Mesud Barzanî, bo Mam
Celal Talabanî, bo her du hukumetên Kurdistanê, bo peşmergeyên
dilsoz û qehreman û bo bi deh hezeran şehîdên Kurdistan nîşan
bidin. Pewîste hemû Kurd bı hevra ev destkevtiyên dîrokî wek
çavên xwe biparêzin û nehêlin ku dijmin û neyar destên xwe dirêjî
wan bikin.
Kurdistan dewletek e
Sed sal berê dijmînên Kurdan, ji Kurdan jîrtir bûn, Kurd
ne li ser hev bûn, belav û sistbûn. Li ser de jî dewletên mezin
wek Britanya û Fransa aliyê dagirkeran girtin û dewletên peyk, wek
Irak û Suriye avakırın. Ji ber wan sedeman Kurd windakirin
û Kurdistan bû çar beş, çar perçe.
Niha sed sal şunda, 2 ji dijminên Kurdan, Saddam bi
dagirkirina Kuweytê û karbidestên Tirk bi rêgirtina hêzên Amerikî
şaşiyek gelek mezin kirin. Ji ber şaşiyên Saddam
û Tirkan Kurd bi qezenc derketin.
"Yan Kurdistan, yan Neman" bû şiar, nîşan û parolaya
Kurdên başûr. Di destpêka salên 90î de Kurd, di nav çeperên
dijminan da pencereyek vekirin; deng û hawara xwe gihandin cîhan.
Îro, deh-panzdeh sal şunda cîranên Kurdan êdî ne tenê rejîmên
dagirker û neyar in, her ûsa Amerika û raya giştî ya cîhanê
ye jî.
Kurd êdî şunda ne mecbur in ku li payîtextên karbidestan,
li Enqerê, li Tehran û Şamê meqerên xwe vekin, bona ku ji cudayetiya
dijminan sûd û feyde bigirin û rêyek bo derve vekin. Ev guhertinên
dawî rê didin Kurdan ku têkiliyên xwe di nav xwe de baştir
bikin û dijayetiya hevûdu nekin.
Kek Mesud Barzanî û Mam Celal Talabanî hemû plan û dekûdolabên
neyaran pûç kirin û di dîroka Kurdistanê ji niha de cîhên xwe yên
pîroz girtin. Alians û yekgirtina hilbijartin û referandûmê, civînên
serkirdayetiya her 2 partiyan, civînên parlamena yekgirtî, bîryara
hukumeteka hevbeş, bîryar û kiryarên pîroz in. Pêwîste her
Kurdek piştgiriya vê prosesê, vê pêvajoyê bike.
Kurdistana Başûr, bi parlamento û hukumet, bi sîstema
aborî, dadî û îdarî, bi dezgehên asayîş, bi polîs û leşger,
bi sistema perwerdekirin û tendûristiyê kî çi dibê bila bibê, bi
xwe de facto dewletek e, dewletek bê îlan kirî ye.
Ger Efganistan, Tirkmenistan û Ozbekistan; ger Gurcistan
û Azerbeycan; ger Kongo, Ruwanda û Nîjerya; ger Filipîn, Malezya
û Endonezya dewlet in, Kurdistana me, Kurdistana Başûr ji wan
ne kêmtir e, ji wan dewlettir e.
"Xetên sor" ya dewleta Tirk pûç bûn
Siyaseta dewleta Tirk li beramberî
Kurdan pûç bû. Tirkiyê,
bona ku Kurd jê sûdê negirin, riya hêzên Amerikî girt û nehîşt
ku ev derbazî Kurdistana Başûr bin. Ev jî bo Kurdan baş
bû. Ev cara yekan e ku Tirk şaşiyek baş û bi qezenca
Kurdan dikin. Ev şaşîyê Tirkan bo gelê Kurd pîroz û bimbarek
be û xwedê Tirkan bê şaşiyên wilo nehelê!
Tirk bi tevayî, bê problem, bê
mişgûle piştgiriya Filistin, Çeçenistan, Arnavutên Kosova
dikin, bi dilûcan dewletbûna wan dixwazin. Lê dema ku dor tê Kurdan
hemû bi hevra, çi kemalist û sosyalist, çi islamî û laik, dijî Kurdan
dibin yek, dibin şovenîst, nîjadperest û rasistên bê numûne.
Ev ne tenê dijî daxwazên gelê me yê bakûr derdikevin, her ûsa dijî
daxwazên Kurdên Kurdistana Başûr jî derdikevin, dev davêjin
wan jî. Hemû bi yekgirtî dibêjin mafê Kurdan nîn e ku, dewletek
avabikin; mafê Kurdan tûne ku bi şeweyek federalî di nav Iraqek
demokratik û pirdengî da bijîn. Gora raya wan tenê rêyek pêş
Kurdan de heye: Ev jî nîrê koletî ye, çi yê Ereb, çi yê Faris û
Tirkan.
Derbarê Kurdan de terminolojiya
militarist û kemalist, islamist û sosyalistên Tirkan ji hevûdu ne
gelek cûda ne. Ferqa wan tenê di nuansan de ye, di fiiliyat û pratikê
da ferqek mezin nîn e.
Tirkên ku heta ber çend mehan
qala "xetên sor" dikirin û damezrandina dewletek Kurdî, Iraqek federalî,
Kerkûk û berjewendiyên Turkmenan li beramberî Kurdan wek sedemên
şer û dagirkirina Kurdistana Başûr bi navdikirin, niha
qet qala "xetên sor" nakin. Ev jî nîşan dide ku "xetên sor"
ya dewleta Tirk li beramberî Kurdan pûç bûn, ber ku Kurd siyasetek
baş meşandin.
Tirkiye, İran û Suriyê mecbûr
in siyasetên xwe yên qirêj li hemberî Kurdan bigûhêrînin. Yên ku
naxwazin xwe bigûhêrin, tên gûhertin. Ber ku dem û wext hatin guhertin,
ber ku dinya û cihan ne ya berê ye.
Dinya, dem û wext hatin gûhertin
Bi rûxandina duwarên Berlinê
ne tenê şerê sar çû dawî û sistema sosyalist hilweşiya.
Her ûsa nexşeya siyasî ya cihanê
jî hat guhertin.
Kî dikarîbû 15-20 sal berê texminbikira ku li Ewropayê dora
10 dewletên nû wê bên avakirin?
Kî dikarîbû 15-20 sal berê texminbikira ku reşik li
Efrika Başûr wê bibin desthilatdar û Timora Rojhilat azad be?
Kî dikarîbû 15-20 sal berê texminbikira ku tekoşinên
çekdar li İrlanda, li Aceh û Endonezya biçin dawî û reyên aşitiyane
vebin?
Û kî dikarîbû 15-20 sal berê bigota ku riya serxwebûna Filistînê
wê vebe?
Ev hemû guhertinên dawî jî nîşan didin ku, dinyaya me,
dinyaya îro, ne ya duhîni ye, dem û wext, pîvan û nêrîn hatine guhertin.
....lê Kurdistan hên
jî sêwî ye
Dema meriv nexşeya siyasî ya cihanê binêre, dibîne ku
îro dora 200 dewletên serbixwe hene. Ger mîrov hêjmara Kurdan wek
35 milyon berbiçav bigre, dibîne ku ji wan 200 devletan, ku nifûsa
wan, ehlê wan ji ya Kurdan zêdetirin, tenê 32 dewlet in. Nifûsa
168 dewletan, ji ya Kurdan kêmtir in. Ji wan 200 dewletên ku niha
endamên UN, netewên yekbûyi ne, 37 heb nifûsa wan ji 1 milyonê kêmtir
in.
Kî wan dewletan nasdike? Sao Tome û Prinsip, Seyselen, Antigua
û Barbuda, Aruba, Bahamas, Barbados, Belize, Dominica, Grenada,
Antilyaya Hollanda, St. Kitts û Nevis, St. Lucia, St. Vincent, Virgin İsland, Andora, Kanalinsel, Grönland, Samoya
Ameriki, Polonezyayê Fransa,
Guama Amerika, Kiribati, Marshallinsel, Mikronesien, Neuekaledonien,
Palau, Samoa, Tonga û Vanuatu.
Nifûsa van dewletan ji 200.000 kêmtir e. Her yek ji van 28
dewletan, qasî Zaxo nakin, lê ew wek dewletên serbixwe û soverên
tên naskirin û 35 milyon Kurd ji vê mafê bêpar in? Ma ev adalet e?
Ger mîrov wek pîvan, wek kriter
mezinbûna welat û erdê bigire jî, tabloyek wek ya jorîn dibîne.
Erda Kurdan ji 500.000 kîlometrekare (km2) mezintir e. Ji van 200
dewlatan, tenê erdê 22an ji Kurdistanê mezintir in. Gi gotinek din 180 dewletên cihanê ji Kurdistanê biçûktir
in.
Ger kriter û pîvan dewlemendiya binerd û sererd be, ji Kurdistanê
dewlementir çend welat hene? Ma Kurdistan ne deryaya ava şîrîn
û neftê ye?
Kurd li ser erda xwe, li ser warê bavûkalên xwe dijîn. Teritoriuma
wan li ser hev e, yekgirtî ye, ne belav belav e. Zimanek Kurdan
heye û ev jî ji ya rejimên koledar cuda ye. Navbera Kurdan de ji
ali çand û kulturî de, ji alî dîrokî û historî de pêwendî û bingehên
xurttirîn hene.
Dema ku qala Kurdan dibe, hinek dibên, mesele gelek girift
e, tevlihev e û dema avakirina dewletên netewî bihûriye. Ev hêz
û ev kes derevan û durûtiyê dikin.
Raste, di sedsala bûhuri de, sedsala 20an de bi dehan dewletên
netewî sazbûn û ev proses bi gelemperî çû dawî. Lê hin gel hene,
ku tekoşina wan hên jî berdewam in. Ji van gelan yek ji
Kurd in.
Ger dema dewletên netewî derbazbuyî be, ev dewletên ku ev
deh salin li Ewropayê avabûne çi nin?
Hirvatistan, Slovenya, Bosna û Hersek, Estonya, Litvanya,
Letonya, Slovekya kîngê û li ku avabûn?
Riya devletbûna Filistînê, kîngê vebû? Timora
Rojhilat ne li vê dinyayê ye? Rêya dewletbûna Albanên, Arnavutên
Kosova, kîjan hêz vedikin? Ma ev ne dezgehên wek UN, NATO, OSZE
(AGİT), Konseya Ewropa û Yekitiya Ewropa (EU) nin?
"Kes
nikare gelekî, xelkekî di nav rejimek zordar da bigire"
Mirov qebûl bike an neke, îro Irak 3 beş e, ev fakt
û rastiyek e. Kurd ne Ereb in, û Ereb jî ne wek hev in, di nav Şii
û Sunniyan da bi sedan salin mişgule û pirsgirekên mezin hene.
Kurd bi dilsozî piştgiriya
Irakek Federal dikin û hemû hêza xwe bo vê armancê pêşkeş
û amade dikin. Di hilbijartina meha Yekan da, di referanduma meha
dehan (2005) de bi hemû hêza xwe beşdarbûn.
Di 80 saliya dewleta Irakê de
cara pêşîn hilbijartinek demokratik û adil pêk hat û Kurd 77
Parlamenter şandin Parlamenta hevbeş ya Bexdayê û Kurdek,
Birêz Mam Celal Talabanî bû serokê Komara Irak a Federal. Û Kurd
di nav hukumeta hevbeş da bi xurtî cih digirin.
Îro ne, lê sibê, şerek di
navbera Sunni û Şiiyên Ereb derkeve û Irak bibe gola xwînê,
pêwiste Kurd çi bikin?
Îro ne, lê sibê, aliyek ji Ereban,
an jî bi tevayî bêjin, em Irakek Federal naxwazin û dest bavêjin
destkevtiyên Kurdan, pêwiste helwesta Kurdan çi be û ji Kurdan çi
tê xwestin?
Dema ku Serokê Kurdistan, birêz
Mesud Barzanî dibê, "eme heta dawiyê xwe biparêzin", bê heq e?
Gotina sefîrê berê ya Amerika
li Hirvatistanê, Peter W. Galbraith, ku li pişt hilbijartina
meha yekan û referanduma ku li Kurdistanê pêk hat û ji sedî 98%
Kurd bo serxwebûna Kurdistanê deng dan, gotiye ne rast e? Galbraith
dibêje; "Dersên ku Amerika ji Yugoslavya'yê vergirtiye ev e: Kes
nikare gelekî, xelkekî di nav rejimek zordar de bigire".
Piraniya dewletên Ewropî dijî
avakirina dewletek Kurd derdikevin. Ma dikarin ev bêjin, dema sibê
erişek li ser Kurdistana Azad destpêbike tewr û helwesta wan
çi dibe? Kurd
çi bikin? Stûyê xwe dirêjî celladan bikin?
Ev dewletên mezin yên Ewropa,
ev dezgehên navnetewî, ku dibên em li ser hîmên demokrasi û mafên
mîrovî pek hatine, dema Saddamê xwînxar bi êrişekî de 182.000
Kurdên Barzan birin û kuştin, qet dengên wan derket? An ji
dema Kurd wek li Halebçe bi hezaran bi gazên kimyevî hatin kuştin,
ev çi kirin?
Ev hêzên mezin, ev dezgehên navnetewî,
ku li beramberi kuştina sedhezaran Kurd, wêrankirina tevayîya
Kurdistanê dengê xwe dernexistine, ma heqê wan heye li ser duweroja
Kurdan gotinek bêjin? 98% Kurd bo serxwebûnê derdikevin û deng didin,
maneya vê, giraniya vê qet nîne?
Bo van sedeman ji Kurd dibejin
"garantiya jiyana me, em bi xwe ne". Ev jî, rê û imkanên hevbeş
a demokratik li Irakê nebe, li ser dewletek serbixwe derbaz dibe.
Wek her millet, heqê Kurdan ji heye, ku keştiya xwe bikşinin
benderek aram.
Yekitiya
Ewropa û Kurd
Belê dinya hat guhertin, lê pîvan,
kriter û standartên wê li beramberî Kurdan yên berê ne, ji dema
şerê sar mane û hên nehatine guhertin. Bona vê jî, yên ku pêwiste
xwe biguhêrînin ne Kurd in, yên ku ji Kurdan jiyanek di bin nîrê
koledariyê de dixwazin in.
Yekitiya
Ewropa (YE),
· ku bo aşitiya Endonezya û Aceh bi sedan pispor û imkanên
mezin pêşkeş dike,
· ku piştgiriya dewleta Filistin dike û her sal bi sedan
milyonan Euro li alî teknikî, personalî û aborî alikariya hukumeta
Filistinê dike,
· ku bo parastina Albanên Kosova, leşger û timên taybet
rêdike û riya serxwebûna Kosovayê vedike,
dikare, bo parastina Kurdistanê
jî rolek biçûk bigre ser milên xwe.
Yekitiya Ewropa dikare, bo avakirina
dezgehek parastinê wek OSZE (AGİT) li Rojhilata Navîn dest
bi kar bike, ber ku Rojhilata Navîn goristana kêmnetewe û gelên
bindest e, ber ku wek minak mesela Kurd çar dewletan alakadar dike,
ber ku istikrara herêmê bi demokratisekirina dewletên Rojhilata
Navîn û çareseriya pirsên gelên bindest derbaz dibe ûhwd.
Yekitiya Ewropa dikare, bo avakirina
dezgehek abori û siyasi ya heremê û navdewletî dest bi kar bike.
Ereb, Faris, Tirk û Kurd dikarin bi hevre pêvajoyek, prosesek nûjen
û modern destpêbikin.
YE dikare li Hewlêrê Bûroyek,
Officek veke û bo xurtkirina civaka sivil, bo piştgiriya dezgeh
û rêxistinên sivil dest bi xebatê bike. Her ûsa emdamên Yekitiya
Ewropa dikarin balyozxane û konsolosxaneyên xwe li Hewlêrê vekin.
YE dikare bi riya konferans û
sempozyuman modela YE, ku li ser hîmên federalî pêk tê, hêzên heremê
ronî û wana agahdar bike.
YE dikare şirket û firmeyên
Ewropî bo maslahata xwe teşvîkî heremê bike, daku ji ali aborî
de pêwendi destpêbikin.
Û dinya û cihan, dezgehên navtenewî,
ku li ser kuştina Refik Hariri, koşka Beşar Esad
dilerizînin, nikarin çavên xwe li hemberî tekoşina Tibetiyan,
Çeçenan û Kurdan bigirin.
Mafê
her neteweyan heye ku, di nav bexçeya xwe da bijîn
Min ev mînakên, nûmûneyên jorîn,
ev mûqeseya mesela Kurd û yên din bo armanca baş fêmkirina
Kurdan dan. Ez, wek şexs ne li dijî dewletên biçûk im, ku mın
navê wan dan. Mafê her millet û neteweyan heye ku, di nav bexçeya
xwe de li gora dilê xwe bijîn. Dîsa, ez ne li dijî alikariya hêzên
navnetewî bo çareserkirina hinek pirsên netewî me ku, îro li Filistîn,
li Aceh, li Kosovayê tên meşandin. Lê ez dijî pîvan, kriter
û standartên du alî me û dibêm ev durûtiye. Pêwiste li qada navnetewî
de pîvan û standart yek bin.
Rêberên gelê Kurd, Birêz Mesud
Barzanî û Birêz Celal Talabanî gelek caran diyar kirin ku Kurd,
di nav Irakek demokratik û federal da dixwazin bijîn. Lê dema ku
riyek ûsa bê girtin, bernameyek, programek hêzên navnetewî heye,
ku Kurdan li hemberî êrişan biparêzin? Wexta ku Kurd bexçeya
xwe dijî êrişkeran biparêzin, ev sucdar dibin?
Erkên
Kurdên Ewropayê
Îro li Ewropayê milyon heta milyonûnîv
Kurd dijîn. Bi sedan, bi hezaran insanên me yên têgîhiştî
hene. Lê dîsa jî, piştgiriya Kurdistana Başûr gelek sist
e. Di nav Kurdan de, di nav gelên Ewropî de bêdengiyek mezin heye
û mesela Irakê îro jî, sibê jî naqete û hal nabe. Û piştgiriya
Kurdistanê tenê bi daxuyaniyên internetê jî nagêhêje armancê. Pêwiste
li her welatê Ewropayê komiteyên piştgiriya Kurdistanê bên
sazkirin û lobî û gihandina raya gelemperî bi xurtî bê meşandin.
Dema ku komite û dezgehên me
hebin û di nav de dostên Ewropî, çi siyasetmedar, ji rojnamevan
û çi pispor, cih bigrin, dikarin tesîrek baş li ser hukumetên
wan dewletan bikin. Ber ku em hemû jî dizanin vijdana dewletan nîn
e, dewlet di riya maslahetên xwe dimeşin. Lê meriv dikare tesîrê
li ser van bike.
Dîsa pewiste hukumeta Kurdistanê,
ji her dewletên Ewropa heyetên ku ji siyasetmedar, rojnemevan, pispor
û ji dostên Kurdan pêktên, dawetê Kurdistanê bike, daku ev Kurdistan
baş nasbikin û bo lobiya Kurdistanê bikaribin bixebitin.
November
'05
|