Cîhanê de îro bi milyaran insan xizan în, birçî ne. Nan nabînin ku bixwin, av nîn e ku vexwin, kinc tûne ku li xwe kin, rût û tazî ne.
Di her demê de xizanî hebû. Hinek devlemend û hinek jî feqîr bûn. Le ew rewş ne wek îro bû. Hinek însan û herem xizan bûn, feqîr bûn, lê dîsa jî dikarîbûn zikê xwe têr kin. Lê bi pêşveçûna teknîkê, sanayîyê ferqa navbera heremên feqîr û xizan, û dewlemend, zengîn zêde bû.
Evên ku xwedî keştiyên mezin bûn, xwedî çek û silahên, tifingên modern bûn, ji Ewropa derketin û çûn Efrikayê, çûn Asya û Hindistanê, Emerikayê. Mesela dibên Christopf Colomb Emerika kifşkiriye. Derevek bi duv e, derevek mezin e. Ber ku berî Christopf Colomb jî li Amerîkayê însan dijiyan û xwedî medeniyek pêşketî bûn. Lê çi bû, evên ku xwedîyê çekên modern bûn, serketin û ev welat jî dagirkirin. Gotin niha şûnda em in xwediyê ev hereman, ev welatan.
Mesela, filfil, îsota reş, ev biharat li Ewropayê tûne bû. Ewrupî çûn ev ji Hindistanê, ji Asyayê anîn û li Ewropa bi bihayê zêr firotin. Yanê kilok îsot bi kîlok zêr firotin. An jî hewreşîm û kumaşên keşmîr. An jî kevirên bi qîmet, wek dimant, madanên ku bo sanayiya Ewropayê hewce bûn ji heremên din, ji Efrikayê, ji Asyayê û ji Amarika Latîn anîn û her û her dewlemend bûn.
Ne tenê heyiyên, dewelemendiyên bin erd û ser erd, her ûsa însan jî kirin kole, dîl kirin û anîn li Ewropa, li Rojhilata navîn û li Emerika firotin.
Bi vê pêvajoyê, bi vê prosesê ferqa Ewropa û welatên din her çû zêde bû û îro gihîşt wê merhelê ku, êdî hinek însan nan nabînin, nikarin pêyda bikin ku bixwin. Mesela ferqa heremên dewlemend û zengin û yên feqîr û xizan sed sal berê 1 û 4 bû (1:4) Bi gotinek din di despêka sedsala 20an, ango 1900î Ewropa 4 car ji herem û welatên fekîr dewelemend bû. Ev ferq sed sal şûnda, yanê îro 30 car zêde bûye. Bi gotinek din, Ewropî û Emerikî îro 30 car ji Efrikiyan, ji Asyayîyan dewlemendtir in. Ev ferq, hal û merc her diçe zêde dibe.
Rewşa cîhanê
Niha jî em bên tabloya îro. Îro dinyaya me, cîhana me 2 beş e. Yên dewlemend û yên feqîr û xizan. Yên dewlemend bi awayek giştî li Bakurê dinyayê dijîn, yên xizan û feqîr jî li Başûrê dinyayê. Mirov dikare bi awayek din bêje ku welatên ku li ser xeta Ekvator in dewlemend in. Lê dîsa jî ferq di navbera heremên li Bakurê dinyayê de jî heye. Welatên rojhilat û rojava ne wek hev in. Yên rojava, yanê Ewropa û Emerika dewelemend in, yên rojhilat, yanê Asya xizan û pêrişan e.
Îro li dinyayê dora 6 milyar însan dijîn.
- Ji van 6 milyar însanan, 2 milyar însan di rojê de 1 Dolar jî nikarin bi dest xin. Ev 2 milyar insan birçî ne, nan nabînin ku bixwin.
- Ji van jî 1,2 milyar zêdetir qet tiştek wan nîn e. Li benda mirinê ne.
- Dîsa ji van 6 milyar însanan, 3 milyar xizan in, rojê de ji 2 Dolarî kêmtir dikeve destên wan.
Dewlemendiya dinyayê, cihanê ji 100î 90, yanê 90 prosent li Bakurê dinyayê ye. Pereyên, dewlemendiyên ku li cihanê hene îro ji 100î 90 di destên Ewropî, Emerikî, Japonî û Avustralîyan de ne. Nufûsa wan hemûyan jî ji 1 milyarî kêm e. Yanê 5 milyar insan ji 100î 10 prosent bi kar tînin.
Mirov dikare vê ûsa jî şirove bike: Em bêjin, em 10 heval in, deh însan in û nanek me heye. Em vî nanî bikin 10 perçe, 10 beş. Yek ji me 9 perçe nan dixwe û yên mayîn jî, 9 kes jî yek perçe nan, di nav xwe de parva dikin û dixwin. Diyar e ku ev ne adalet e, ev ne însaniyet e.
Dewlemendiya dinyayê di destê 500 însan, an jî şîrketan de ye
Dîsa, li cîhanê de dora 40 milyon insan wek dewlemend tên hesibandin. Yanê serveta wan, pereyê ku di destê wan in, ne kêmtirîn 500.000 Dolar e. Hêjmara însanên ku meriv wan bi milyonerê Dolaran bi nav bike li dinyayê hemû bi hevra, 1,3 milyon in. Hêjmara însanên ku meriv wan wek milyarderê Dolaran bike, li hemû cihanê de 500 heb in. Dîsa, dewlemendiya 3 însanan, ji ya 48 dewletan zêdetir e. Bill Gates, Paul Allen û Warren Buffet, ev her 3 însan xwedî servetek 156 milyar Dolar in.
· Însanek ku li Luxembûrgê dijî, sale de 42.000 Dolar dikeve para wî. Ev li Swisra û Noveçê 38.000, li Almanya û Belçîka 25.000 Dolar e. Bi gotinek gelemperî, tevayî li welatên pêşketî (OECD) de para her însanekî dora 21.000 Dolar e, lê ev nayê wê maneyê ku her insanek ku li welatên wek Luxembûrg an jî Almanya dijîn, her sal dora 40.000 an jî 25.000 Dolar dikeve destê wan. Na. Hin însan hene salê de milyon û milyar Dolar dikeve destên wan, hin însan jî hene ku bi alikariya sosyalî, abgo bi 350 Ewro mehekî jiyana xwe dajon.
· Însanek ku li Etopya, li Burundî, li Kongo dijî sale de 100 Dolar nabînî.
Niha jî em werin tabloyek din:
· Li Efrikayê ji her 5 zarokan 1 nikarin 5 saliya xwe bibînin; hên nebûne 5 salî dimirin.
· Her sal 11 milyon zarok, ber ku ava pak nîn e, nan nine ku bixwin, ji ber nexweşiyan dimirin.
· Ji ber xizanîyê her hefte 300.000 kes dimirin, bi gotinek din her roj dora 40.000 însan jiyana xwe ji dest didin. Ev salê de digêhêje 15 milyon însanan.
· 1,4 milyar insan av peyda nakin ku vexwin, yan jî ava ne pak vedixwin û nexweş dikevin.
· Tuvaleta, destşoya 2,6 milyar însanan nîn e.
· Li cih û malên ku 2 milyar însan dijîn elektrik, karûba tune ye.
· Xanîyê 1 Milyar insanan nîn e û ev li derva dijîn.
· Û xwendin û nivîsandina 900 milyon însanan nîn e, 900 milyon insan nikarin bixwînin û binivîsînin.
· Her roj ji ber nexweşiya AIDSê 8.000 însan dimirin.
Sedemên xizanî û birçitiyê
Sedemên xizanî û birçitiyê gelek in û li jor hinek behsa wan hat kirin. Sedem ji hene ku girêdayî aboriya heremên dewlemend in. Ev dewletên, welatên dewlemend û zengîn, bona ku dewlemendiya xwe biparêzin û hên jî zêde bikin, qeyd û mercan datînin. Bo vê armancê jî teşkilatek, rexistinek, rêkxiravek drûst kirine. Navê vê jî rêxistina, an jî „Teşkîlata Bazarganiya Cihanê“ ye. (WTO)
Dewletên girêdayî vê rêxistinê ne, bac û gûmrikan datînin, kote û şert û şûrtan datînin pêşiya welatên şûndamayî. Ev welatên şûndamayî ku dixwazin tişt bifiroşin, nikarin bifiroşin, ber ku bac û gûmrik giran in.
Wekî din dewletên pêşketî ziraatê subwanse dikin, alikariya cotgarên xwe dikin. Wê çaxê, mehsûlên wan, ji ya gundiyên Efrikî erzantir dibe. Ard, şekir, rûn, hemû erzaqên ziraatê li Ewopa ji Tirkiye û Efrikayê erzantir e, ber ku dewlet alikariya gundiyan dike.
Ev çend sal in ku hinek dewletên Efrikî dixwazin fêkî, mêve, sewze, an jî tekstîl, ango cil û berg bifiroşin dewletên dewlemend yên Ewropî û Emerikî, nikarin wana bifiroşin, ber ku gûmrik zêde ne, ber ku li ber hinek berhem û mehsûlan, tiştan jî kota danîne. Dema ev nikaribin tiştan bifiroşin, nikarin Dolar, an jî Ewro bi destxin ku mekine, dezgehên teknikî, febrike bikirin û bi kar bînin. Bona ku mekine, dezgehên teknikî û febrike bikirin Dolar, an jî Ewro hewcene. Ber ku Dolar û Ewroyên wan nîn e, ji derva, ji bankayan deyn digirin û di bin faiza wan deynan nikarin xwe rizgar bikin û her diçe deynê wan zêde dibin.
Welatek Efrikî hebû, gundiyên wî welatî 3 sal berê bi alikariya Projeya Dewletên Yekbûyi (UNDP) genim û garis çandîbûn û berhemek, mehsûlek baş jî girtîbûn, lê nekarîbûn bifiroşin derwa, ber ku gûmrik giran bûn û genim li Ewropayê hên erzan bû. Ev welat piştî salekê dîsa ber bi birçîbûnê ve ma.
Sedemek din jî dijberiya navbera dewletên Efrikî ye. Ev 40-50 sale ku li her mintiqe, herem û deverên Efrikayê şer heye. Bona ku şer jî bimeşînin heweceyê çek û sîlehan in. Ev jî ji derva dikirin û Dolar û Ewro didin.
Dîsa ji şerên navxweyî de bi milyonan Efrikî ji welatên bav û kalên xwe hatin dûrxistin, sûrgin kirin. Dîsa bi deh milyonan Efrikî ji ber şer gûnd û bajarên xwe terk kirin, çûn hemerêmên din.
Ger gund nebin, zevî, pêz û dewar nebin, ger kar û xebat nebin, însan çawa bikarin jiyana xwe berdewam kin? Ev xizan dikevin, feqîr dibin û birçî dimînin.
Em werin ser nexweşiyan: Dermanên AIDSê, malariya, vîrik/vijik (emel) û veremê hene. Lê bûhayê wan gelek giran e. Ev derman dikarin li Efrikayê jî bên çêkirin. Lê şîrketên dermanan, ku li Ewropa û Emerika ne, patent standine û nahêlin ku ev derman li Efrikayê bên çêkirin û erzan bên firotin.
Eşkere ye ku, ev siyaset, siyasetek bi du rûye, sextekar e. Bi pêştaketina sanayî û endûstriyê li Ewropa û Emerika, rewşa însanên ku li heremên feqîr dijîn, hên jî xirab bû. Rewşa tabiyetê, hawayê hat guhertin. Sedemê vê çi ye û kî ne? Ne dewletên Ewropî ne? Yên ku hawayê qirêj dikin ev in, yên ku ji 100î 90 enerjiya dinyayê xerc dikin ev in. Lê fature kî dide? Welatên şundamayî û xizan.
Ger baran nebare, ger zivistan û havîn, bihar û payîz tevlihev bin, wê çawa rençber û cotgar bikaribin biçînin û mehsûlê ji ber bigrin?
Di sala 2000î di bin pêşengiya Dewletên Yekbûyî (UN) 191 dewlet bîryar dan ku xizanî û birçîbûnê heya sala 2015an nivî bikin. Lê nebû. 2005an tabloyek ûsa hat pêş ku, bona ku encamên biryarên xwe bi dest xin, pêwiste 2 qat zêde pere amade bikin. Lê naxwazin bikin. Dema ev bibe jî, dîsa qet tiştek nîn e, pêşiya xizanî û birçibûnê nayê girtin.
Rewşa Bakurê Kurdistanê
Kurdistan berê ne ûsa bû. Welatê me, cîh û warê kal û bavên me, dapîrên me dewlemend bû. Av hebû, bax û bexçe, zevî, dewar û pez hebûn. Salên heftî de, yanê 30 sal berê Bakurê Kurdistanê depoya, sîloya genim û goşt bû. Têra rojhilata navîn dikir. Lê niha însanên me nan peyda nakin ku bixwin.
80 sal berê, sala 1927an Amed, Diyarbekir li Tirkiyê 3. (sêyemin) bajarê pêşketî bû. Istanbûl, Bursa û Amed dewlementirîn bajar bûn. Lê îro, 80 sal şunda Amed ketiye rêza 63an, yên mayîn jî hemû li Kurdistanê ne.
Li gor istatîstikên dewleta Tirk, 18 bajarên şûndamayî û xizan hene û ev hemû li Kurdistanê ne. Ev şundamayîn û xizanî bi siyaseta dewleta Tirk girêdayî ye. Maden ji Kurdistanê derdikevin, lê ev li mintika Tirkan tê bi kar anîn.
Li Tirkiye betalî û bêkarî ji sedî 11-12 ye. Ev li Kurdistanê digêhêje ji sedî 70.
Bona tekstîlê çi hewceye, çi lazim e? Hirî û pembû. Ji sedî 43 hirî û pembû ji Kurdistanê derdikeve, lê fabrikayek tekstîlê tune. Ev pembû û hirî ku ji Kurdistanê derdikeve dibin Istanbûl, Bursa û Çukurovayê û li wan deran bi kar tînin.
Tirk dibên me heta niha gelek pere bo Kurdistanê serfkiriye, xerckiriye. Ev derevek mezin e. Heta niha dewleta Tirk 18 milyar Dolar bo projeya GAPê serfkiriye. Ev sed û santralên elektrikê li Kurdistanê ne. Dewleta Tirk, tenê ji elektrikê 20 milyar Dolar qezenckiriye û biriye mintika Tirkan.
Erdên herî baş bo çandiniyê li Kurdistanê ne. Lê erdên ku 33 qat ji Kibrisê mezin in, hatine mayîn kirîn. Bo çandiniyê nayên bikaranîn.
Şer rewşa însanên me hên jî xirabtir kir
Di nav ev 20 salên dawî de, dora 3.600 gundên Kurdan hatin şewitandin û wêran kirin. Li wan gundan de insan dijîyan, heywan dijîyan, zarok dilêystin, diçûn dibistanan. Kurd têr bûn û hewceyê alikariya tu kesekî nebûn.
Lê 3 milyon însanên me ku ji gundan hatin derxistin, pêwendiya wan bi jiyanê jî qut bû. Zevî, bax û bexçeyên wan li gundan man û wêran bûn. Pez û dewarên ku li dest wan de bûn, yan ji dest wan hatin girtin, yan jî erzan firotin û çûn li qeraxên bajaran de jiyanek xizan dajon.
Di wan gundan de, li wan herem û mintiqan de 2.200 dibistan hatin girtin, zarok bê dibistan man.
Di wan gundan de, li wan herem û mintiqan de 500 saxlik ocaxi, muaxaneyên tendurustiyê hebûn û hatin girtin.
Niha li Kurdistanê de hejmara pez û dewaran gelek kêm bûye, ber ku gund nema ne, ber ku nahêlin ku Kurd biçin zozanan.
Ev însan hatin bajaran betal û bêkar man. Pere nîn e ku, evarê nanek bibin mal. Man pêrişan, birçî û tazî.
- Dewleta Tirk û dezgehên istatîstikan dibêjin li Tirkiyê 18 milyon însan xizan in, 1 milyon însan jî birçî ne. Piraniya wan însanan Kurd in. Ji 100î 95 Kurd in û piraniya wan li Kurdistanê dijîn. Yanê di nav sînorên Tirkiyê de ji çar kesan yek xizan e, feqîr e, birçî ye.
- Milyonek însan jiyane xwe ya rojane bi 66 kûrişê Tirkan, bi 30 Centê Ewropiyan dimeşînin.
- Ev 18 milyonên ku xizan tên hesibandin rojê 3 Lirayên Tirkan, bi 1,5 Ewro jiyana xwe ya rojane dimeşînin.
Ma însan dikare bi 30 Cent, an jî bi 1,5 Ewro rojekê bijî; bixwe, vexwe, kirêyê xanî bide, heri dibistanan, derman bikire?
Yasar Kemal li Konferansa Aşitiyê li Ankarê bo rayedar û berpirsiyarên dewleta Tirk re ûsa digot: „Her tiştî bikin, lê bi rûmeta însan û gelan melizîn“.
Belê Tirk bi rûmeta Kurdan dilîzîn, Kurd di nav xizaniyek rût û tazî de ne û bav ji zarokên xwe şerm dikin, ber ku nikarin nanek tisî jî bibin mal. Ma li cîhanê ji vê mezintir zilm heye?
Ev rewş çareser dibe?
- Pêwiste şer bê rawestin û aşitîyek edlayi bi heq û hukuk çêbe,
- Rêyên gundan vebin û gundî bikaribin wegerin gundên xwe,
- Alikariya wan bê kirin, zerar û ziyanên wan werin tezmin kirin,
- Li seranserê Kurdistanê seferberiyek aborî bê meşandin û pêşvaçûna aboriya Kurdistanê bê teşwiqkirin,
- Ev pereyên ku Tirk li Kurdistanê qezenc dikin û dibin mintiqa Tirkan, pêwiste li Kurdistanê bimîne û bo dûristkirine febrike û dezgehên kar bên bikaranîn..
Niha li Tirkiyê bûye mode. Dibên zarok û xortên Kurdan dizitiyê dikin. Ev ne rast e. Dizitî li her derê cîhanê heye û li Kurdistanê jî dibe. Dermana, pêşî girtina dizitiyê heye.
Ger însan têr bin, însan tazî û xizan nebîn, ger kar hebe, ger mektep û dibistan hebin, çima însan dizîtiyê bike, xwe bifiroşe?
Çima 10-20 sal berê zarokên Kurd li kuçe û kolanan destmal, qelem û benîşt ne difirotin, lê niha wan karan dikin. Sedem malûm e. Sedem ev şerê gemar e û çareserî jî heye. Ev jî bi naskirina hemû maf û heqên Kurdan û seferberiyek aborî çareser dibe.
Rewşa Başûrê Kurdistanê
Rewşa Kurdistanê her roj ber bi başiyê diçe. 15 Sal berê gund tûne bûn, keriyek pez tune bû. Şîr peyda nedibû. Her der wêran bû û rewşa însanên me jî pir xirab bû.
Ev 15 salin ku Kurd bi destên xwe dewletek avadikin. Ji tûnebûnê, niha heremek, dewletek dewlemend û rêk û pêk didamêzrinîn.
Parlamentoyek hilbijartin, hukumetek çêkirin û hîmên dewletbûnê danîn. Ev 15 salin ku nifşek, neslek nû bejn de ku bi erebî nizane, bi Kurdî perwerde dibe. Jîyan, karê rojê bi Kurdî tê meşandin. Sistem û awahiyên dadgehî, aborî, tendûristî, asayîş, perwerdehî her diçe cih digre û qeyîm dibe.
Ev 3-4 sal in -piştî 2003an, piştî rûxandina rejîma Saddam- Kurd berxwedibînin û aboriya Kurdistanê peşda dibin. Kurdistan bi tewayî bûye şantiye.
Li Başûrê Kurdistanê de birçîbûn tûne ye, nîn e. Erzaq tê belav kirin. Lê xizanî heye. Ferq di nav hereman de heye.
Tiştek din jî heye, ku pêwiste nebe. Ev jî peydabûna tebeqeyek, çînek dewlemendên nû ye. Ev tebeke, ev grub ne ji deûbavan dewlemend in. Heta 3-4 sal berê rût û tazî bûn, lê niha xwedî serwet in û milyonerê Dolaran in. Salên wan navbera 30-50an de ye. Bo dewlemendiyê her tişt bo wan mubah e. Şerm li ba wan nîn e, neditî û çav birçî ne. Ev grub li Rusyayê, li Ukraynê, li Romanya û li welatên rojhilata Ewropayê jî hene. Bona dewlemendbûnê her rê mûbah e û her tiştî jî dikin.
Hinek însan hene ku heta 2 sal berê birçî bûn, hinek ji wan li Ewropayê peneber bûn, mehê de bi 350 Ewro jiyana xwe berdewam dikirin. Lê niha xwedî villa û koşkên milyon Dolar in. 300-400 xanî û mal çêdikin, lê qet neçûne ser karê xwe, navnîşana înşaatên „xwe“ nasnakin. Hinek heres in, saik û şofor in. Lê dema ku derdikevin pîyasê heres û parêzkarên wan hene, ber ku xwediyê şîrket û fîrmayên gelek mezin in. Piraniya wan çente û cûzdan in, çente û cûzdanên berpirsiyarên siyasî ne.
Hêjmara ev gruba dewlemendên nû gelek kêm e. Herin li Kurdistanê pirskin, herkes dikare navên wan bihêjmêre û bêje. Îhale, inşaat, avayî di bin destên wan de ne. Karên ku bên kirin, di nav xwe de parva dikin û mudexeleya hevûdu nakin. Ji alî siyasî jî bi hêz in, bi qûwet in. Destên wan digêhêje her derê, her deriyan vedikin. Ger wer herê oligarşiyek çavsor pêyda dibe û navbera gel û ev oligarşîyê de kendalên kûr û mezin çêdibin. Ev tişt di Newroza par li Halepçe rû da.
Rast e, bo pêştaçûna dewletekî, welatekî bejndana bûrjuvaziya netewî pêwiste, lê ûsa nabe. Ev şaşîyên ku 50 sal berê neteweyên Efrikî, Latîn Emerikî, Asyayî kirine, pêwîste em nekin û ji wan ders û sûdan bigrin.
Ev hal, ev rewş jî heta hetayê naçe. Ber ku çar aliyê Kurdistanê dagirkiriye, ber ku cîranên Kurdan naxwazin ku Kurd xwedî dewlet bin, niha hemû partiyên siyasî di nav hukumetê de cih digrin. Muxelefet tune ye. Ger muxelefet, opozisyon nebe, kontrol jî nabe. Ger kontrol nebe, her cûre xirabî tên kirin, dizî, sextekarî, alîgirtin û parastina diz û sextekaran.
Lê çend sal şûnda parlamentoyek xûrt û gelek alî pêkwere û hukumetek û muxalefetek çebe, wê çaxê kontrol jî dibe û pêşiya hinek xirabiyan jî tê girtin. |