|
Îro
li Tûrkîye, mûsîq u hûnerê Kurdî, ji ber derbên xenceran, di nav
cîyê xwe de dinalê. Asîmîlasyon u pişaftina dewletê li alîyek,
li alîyê din jî, derb u
zerbên kesên ku nasyarê vê mûsîqê nin in, lê, li ser dixebitin.
Ya xiraptir jî, ewe ku, tu Kurdêk xîretkêş , ranabe nabêje:
Lawo hun dawa çî dikin, çima hun destê xwe ji pêsîra mûsîk u hûnere
Kurdî venakin.!
Dîyare dem u dezgeyên kurdî
tune nin. Dewletê ne hiştîye ku çê bin. Her niha jî, gelek
berhemên folklora Kurdî, di arşîvên dewletê de qefil kirî ne.
Bi hezaran sitran u leylan u dîrok u çîrokên Kurdî hatine talan
kirin u esl u astarên xwe dur ketin e. Bi salan xelk daketine nav
baxçeyê sitranên Kûrdî u gûlen wî çinîne. Jîyana Kurdewarî, xal
u rengên Kurdî her tim qedexe buye. Di gel pênasa Kurda, her weha
pênasa hûner u folklora Kurda jî, hatîye înkar kirin u veşartin.
Dema ku ne karibin veşêrin, vê carê jî, xirab dane nîşan.
Wehşî u hov, nezan u bê medenîyet dane nîşandan.
Zankoyên hûnerî, qet behsa vê mûsîqê nakin. Dîyare
ne wêrin. Lewra hê, ji xew
ranebune, pê ne hisîyane ku stran u kilamên Kurdî
êdî ne qedexe ne. Kurda ji pîyê xwe li dîwarê wan nedaye u nanîye
xwarê ku di bin enkazê de bimînin. Televîzyona dewletê nîv saet
jî be, baş xirab, bi Kurdî bernameyek çê dike. Lê Tv'yên şexsî
ên milli, her niha jî, bernameyên Kurdî na weşînin. Wisan xuya
dike ku ewan bi yek carî Kurdan ji deftera xwe xera kirine.

Rojda Solista Koma Gulên Xerza ye.
Rêya
hişê rewşenbîrên Tûrkîyê jî, ez bêjm ku, serhevraz e.
Ew pîştî hemu kesî, derheqê Kurda de, şîroveyan dikin.
Piranîya wan, bi îcazet dixebitin. Hetanî ji qonaxên bilind îşaret
neyê, ne qabile ku ew ji sipî re bêjin sipî, ji reş re bêjin
reş. Hunermendên Tûrk jî, ketine derde xwe. Nabêjin ka gelo
ev Kurdên şirîk u cînarên me, di çî halî de ne, hunermendên
wan saxin yan mirîne. Ew jî, bi hevre ketine berberî u reqabetê.
Kirine adet, her yek ji xwe re kilamên kurdî, di dize u lefzê Tûrkî
li ser dike u dibêje ev awazamin a tazeye, gûfte u beste aîde min
e. Bê ehlaqî li çokê e.
Kurd, xwedî dewlet jî nînin ku dewleta wan xwedî li
hiner u hinermendên wan bike. Dîbistan u sazuman u kom u komelên
Kurdî jî, tune nin ku sebebî li musîq u hinerê Kurdî bikin. Sermîyanek
milliyê mezin jî çênebuye di nav Kurda de ku, sponsorîyê bike u
dest bavêje vî warî ji nav dest u pîya rizgar bike. Kurd bi xwe
jî, li berjewendîyên xwe xwedî dernakevin. Beledîye u dezgeyên dewletê,
huner u hunermendên Kurdî di xewna xwe de jî nabînîn. Wekî Hunermenda
Kurd ROJDA dibêje : "Beledyeyên Kurd, gazî hunermendên Tirk dikin
bi barê hespa pera didine wan lê ku em diçin gelek caran heqê rêya
me ji bi zor didine me. Her tim heqê hunermendên Turk peşîn
dane wan paşî ew çune mîhrîcanên beledyeyên Kurd."
Hemu rê u banî li pêşîya Hunermendên Kurd hatine
girtin. Hûnermend sêwî mane li dîrokê. Komel u rêxistinek jî ne
gotîye ka gelo, hûnermendno, hale we çîye, pirs u kêşeyên we
çî ne. Hûn têr in yan birçî ne? Lê wexta ku lazim bune, gotine "filankes
here filan cî, şeva me heye yan jî, şevborka me. U paşî
jî, gotine pera mestine bila arîkarîya te bî ji bo rêxistina me."
Yanî eger carîna şev u şadumanîyên wan jî
ne bin, belkî hunermend neyêne bîra wan jî. Ew rêxistinên ku qedr
u qîmet nede hûnermend u rewşenbrên xwe çiqas dikare beje ku
ez nûjen im netewî me. ?
Hunermenda
Kurd Mizgîn
Hunermend oksîjena gel in. Wexta ku mirov hewayê nestine
wê bi fetise. Nîha Kurd kêm, hewa distinin lewra li ber fetsanê
ne u can dişînin. Lewra xwedî li hûnermendên xwe dernakevîn.
Hunermend digrîn, di kenin, nikarin derdê dilê xwe ji tu kesî re
bêjin. Emeg didin kasetan çê dikin kes nakire, diçin festîval u
şev u şadûmanîyan, Kurd pere u heqê wan nadine wan. Tu
kes konser u bernameyan ji wan re amade nake ku herin pere qezenc
bikin. Dewleta wan jî tune ye ku wan xwedî bike. Lê ev jî insanin
u benî ademîne. Gelo çawa xwe wedî dikin, çi dixwin u vedixwin.?
Gelekê wan ji dewamkirina mûsîqa Kurdî dilsar bune.
Lewra dibînin ku emegê wan li haşê diçe. Bê çare dikevin nav
dest u lepên produktorên Tûrk u ew j îçî bername bidne pêşîya
wan, neçar tînin cî. Paşî gelek rewşenbîr dest bi gilî
u gazina dikin. Nîlufer çîma weha kir, Aynur çima wisa dike, Rojîn
niheqîyê dike yan Kazo wehaye, Firat ji rê derketîye, Burhan xirabîyê
kiriye, Agirê Jîyan ji tamê derxistîye, Rojda xwe ji bîr kiriye
u êdî.. Başe heqê kî heye ku gazina bike. ? Ji piçûkan u hetanî
mezinan.. Derdê girantir, şîrketa jî dest danîye ser heqê wan
u di wextê xwe de nedaye wan. Wan xapandîye, bey wana kasetên wan
bi korsanî zêde kiriye u di bin dest de firotîye ku haya hûnermenda
jê nebî u telîfa zêde ne xwezin. Yanî dizîyê kirine.
Bi
kûrtî, rewşa mûsîq u hûnera Kurdî çen xirabe; ya mûzîsyen u
hunermendên Kurd xiraptire jî.. Tu çareyek jî, xûya nake li aso.
Gelo çî bikin ev sêwîyên dîrokê. ? Tene yek rê heye: Divê sere xwe
bi deste xwe bixurînin. Kûme xwe danin ber xwe u ji nu ve , ji xwe
re rêç u rêza deynin pêşîya xwe. Ji xwe re çekek baş çêkin,
yanî rêxistinek, tevgirêdanek çebikin u tê da yekîtîyek baş
pêk bînin ku bi karibin heq u hiquqên xwe bi parêzin.
latifepozdemir@hotmail.com
|