|
Cara
yekem bu ku min dît ka gelo kurdên başur çawa pêşewazîyê
li sere salê, ango li sala taze dikin. Min wer dizanî ku kurdistan
ji perçeyek ji Rojhilata Navîn e, u motîfên dîndarîyê, di hemu warên
jîyanê de, xwe didin nîşan. Wekî dîbêjin,ev cejin, ya Xiristîyana ye ku lewra roja zayîna İsa
ye. Musliman vê cejnê piroz nakin.
Her weha, ev roja taze bo
Xiristîyana, rojek pîroz e u wê rojê, hemu bawermend, şa dibin,
dilşa dibin, her kes kêfxweş dibe, dilxweş dibe u
serxweş dibe. Dîyare heqê wane jî. Lewra Misliman jî, roja
ji dayikbuna Muhammed pîroz dikin u ew jî, vê rojê, rojeke (bimbarek) pîroz qebul
dikin Xencî vê rojê, çend dem o rojên din jî, hene ku Musliman,
wan jî pîroz dikin. Her weha di salêk de, nêzîkî şeş rojên
pîroz yên alema İslamî henin.
Silêmanîyê: Bajarê Berxwedan
û Qurbanîyê
Sîlêmaniyê, bajarekî kevnê
kurda ye. Di hinek deverên jîyanê de, ji hemu şûn u warên Kurdistana
azad, pêşdatir e. Çar alîye bajêr bi peyker u teswîr u resman
hatîye xemlandin. Gelek rewşenbîrên kevin yên kurd, hatine
bi bîr anîn u li ser gelek sikanên bajêr, peykerên wan hene. Ez
dikarim bêjim ku, kes ne hatîye jibîr kirin. (tenê, peykerê Leyla
Qasim, min li tu cîyî nedît. Heta yê Zekîye Alkan jî çêkirine li
taxa SERÇÎNAR) Bê cîyawazî, ji hemu parçeyên Kurdistanê, kesen bîrewer
têkoşer, niha li Sîlêmanîyê, mêhvanin. (helbete, peyker u resim
u wêneyên wan)
 |
Her sê Şairên
Baban: Salim u Nali u Kurdî, pişta xwe dane Kitêbxaneya Silêmanîyê. Ji alıyé din ve jı, park bi peykera hatıye xemlandın. |
Lewra em dikarin bêjin ku,
ev bajêr, navenda çand u huner u dîrokê ye. Çend mûzexane u kitêbxaneyên
gelek mezin u bijare (Wekî, kitêbxaneya Sîlêmanîyê ku îsal, beşê Kurdîya latînî jî, hate vekirin, Mûzeya Şer
(emne sûr), mûzexaneya Gîştî a Silêmanîyê, abîdeya Helebçe
u pêşangaha herdemî ya vê navçeyê u her weha gelek cî u warên
dîrokî, u konevanî.) li vî bajarîne u bi başî têne xwedî kirin
Neslên ayende ku werin u mezin bibin, ne mumkune ku bab u kalên
xwe u mezin u navdarên xwe, ji bîr bikin.
Wexta
mirov bêje Silêmanîyê, gere mirov pêş hemu tiştî behsa
PARKA AZADİ bike. Bî rastî jî, hemu xal u haletên Azadîyê di
vê parke de hene. Di dema berxwedana gîştî de, Sedam ku nekarîye
li himberê pêşmergeyên qehreman serkevtî bibe, di yek şevekde
87 rewşenbîrên bajêr gîrtîye u paşî jî, wan bi xwînxwarî
kuştîye. Li ser yada van kesan li parka azadî mabed u heykelek
hatîye çêkirin.Her weha sikanê azad yan jî kursîyê azad li parka
azadî a Suleymenîyê jî heye (mina ya li Îngilîstanê)
Her sê kenarê bajêr, bi
rêyek leşkerî hatîye pêçan di wextê Saddam de. Bajêr gelek
caran maye di nav muhaserê de. Lê, Beasîyan qet wextekî ne karîne
li hember Kurdan serkevtî bin. Lewra xelkê bajêr bi mal u canê xwe
ve, her tim di kêleka
pêşmergade şer kiriye u şarê xwe parastîye. Bi hezaran
hatîye kuştin u birindar kirin, lê, dîsan jî, li bin zilma
dijmin sitarê nekirîye.
Gola Benda (baraj) Duhkan,
Serçinar, Aşur otel, Sîlemanî Palas, Aştî Otel, Qereçolan,
Ezmun u Parka Azadî, rengek gelek xweş didin bajêr. Nûjenî
di hemu warên jîyanê de xwe zu dide nîşan li Sîlêmanîye. Xelkê
bajêr jî Şarê xwe gelek hez dikin. Ji bona wan Sîlêmanîyê,
hêjaye hemu dûnyayê. Ev deşta berîn u rengîn, di rêya azadîyê
de gelek cana bi qurbana xwe kiriye. Gelek kesen navdar perwerde
kiriye. Niha çavê gelek dewletên dûnyayê li bajêr e.
Seroké herémé Omer Fetah pasté birı.
DYE u gele bajêr bi hevra
xîmê Zankoyek taze avêtin. Zankoya Silemanîyê, bi zankoyên Alman
u İngîlîsîre destebîratîyê dikin. Bajêr, ji alîye dewleta merkezîya
İraqê ve, ''Bajarê Kare Azad '' hate îlan kirin. Dîyare, wê,
di rojên pêş de bajêr xweştir jî, bibe. Gelek cîyên melevanî
u seyran kirinê li nav u dere bajêr henin. Restorant u xwaringehên
gelek bijare tene xuya kirin.Bajêr, li gor navçe temîz u paqijtire.Nêzîkî
deh radyo u televîzyonên bajêr hene. Her weha jimara kovar u rojnameyên
bajêr, ji bîstan zêdetirin. Jin, di hemu warên jîyanê de dikarin
bi rihetî bi xebitin u xizmet bikin. Qedr u qîmeta jinan gelek başe.
Cîl u berg u wergirtina
însana nujen e u rihet e. Her kes bê gûman bi Kurdî qise dike. Jin
u mêr, gelek caran bi hevre rudinin, di xwin u vedixwin. Di rojên
tehtîlê de qabil nîne ku yek xortek bimîne di malê de. Hemu derdikevîn
derve u diçin geşt u seyranê. Alkol u meşruba ku li vî
bajêrî tê vexwarin, belku li mezintirîn bajêrê Evrupa jî,nayê vexwarin.
Sîlêmanîye,100 km. dûre
Kerkûkê ye. Ji çar wîlayetên herêmê, yek e. Li du Hewlêr, mezintirîn
bajêrê Kurdistana Başur e. Nifusê bajêr nêzîkî milyonek e.
Hewlêr, Silêmanîye, Kerkuk u Dihok, çar wîlayetên Kurdistanê ne.
Ranya, Duhkan, Qereçolan, Helepçe u çömçemal. Lazime ku mirov van
qezayên Silêmanîyê bibîne u bi gere.
Şevkî Kurdistanî
ku ji her çar parçeyan beşdar
hebun
İsal, di serê salê
de, li Silêmanîyê, bi arîkarîya Hevalê hêja Mihemed Hemo u
çend mirovên amadekar di
sere sala nu de, bernameyek li Hêlîn Restaurant bernameyek hate
çêkirin. Pasteya sersalê Berêz Omer Fetah (serekê herême) birî.
Di şevê de zêdetir Kurdên bin xetê u yên ser xetê
beşdar bibun. Bi Kurmancî u Soranî hunermendên Kurd
gelek sitran u goranîyan gotin hetanî derengê şeve.
Li aliyek soran li alıyé dıné jı,kurmanc dı
şevé de bi dilé xwe govend girtin.
Li derva ji cejnek gelek
xweş hebu. Hemu xîyaban u cade, goşe u kolan bi xortan
xemilîbun. Trafîk rawestabu. Hemu kes ji malan hatibun derva u li
şeqaman ketibun kêf u seyranê. Bajêr seranser bi gul u çîçeken
hatibu xemlandin. Xîyaban bi tevayî bi lampên rengîn hatibun xemlandin.
Noelê sersalê jî, ne hatibu jibîr kirin. Dema ku saetan 12 nîşan
da, bi fişekên hewayî u awazên xort u genca, Sîlêmanîyê, ev
bajêrê İslam ê Rojhilatê ,bi dilşahî pêşewazî li
sala taze dikir.
latifepozdemir@hotmail.com
|