Ez, dema ku bîçûk bum, ji mîn wer e ku, xelkên di bajaran Tûrk u yên di gûndan de jî, Kurd in.Ev xewn u zanebuna min, hetanî emré mîne é 14-15 salan jî, her weha ma.
Zaroktîya me gelekan bê gûman, bî xeşîmî u nezanî, derbas buye.Lewra, ew dem, dema zanîyarî u têgehîştinê nebu . Mebesta mîn, salén 60 an e. Bê şik, ji wan salan u wêdatîr, jîyan yekser zehmettîr jî buye. Ez wisan texmîn dîkîm.
Gûnd…. Ew gûndê şahîdê zaroktîya mîn, ew gûndê şîrîn u delal ku ez her nîha jî berîya wî dikim. Çay dermanê nexweş u nesazan, Şêx Zîmrê, ebe u pîrika me hemuyan. Ne doktor u ne xestexane, ne îlac u ne derman.. Lê, bi bar u piştîyan, kul u derdên dinyayê lî ser pol u milan. Xem u keser mînabun heval li gel jîyanê.
Xalê Cemîl ku, wexta rastî qolçî u cendirmeyan dîhat, jî tirsa qutîya xwe ya tîtûnê vala dikire erdé, ku xwe jî destê wan, xilas bîke.
“Bîzîm koyde, nîzam var întîza Qereqol var îkî dûkan.”
Ne tené Xalê Cemîl, lê piranîya gûndîya, hebuna qereqol u dîkanan, wek nîşana şarezahî u şarîstanîyê dizanîyan. Yanî, ji wan wer e ku, cîyê qereqol lî wê bî,medenîyet jî li wê heye. Dûkan jî, wargehek şaristanî bu li gora gundîyan.. Lewra, van her du tiştan nîzam u întîzamê jî, di anîyan. Ew cîyê ku nîzam u întîzam jî, li wê hebî, ne qabîle ku bê dadî u niheqî u şaşî li wê çê bin.Wîha bu raya gûndîyan.
Lê dema ku qolçî u cendîrme, yan jî, tehsîldar u memurén dewletê, pêşna wan ne dîhat, Xalê Cemîl, xwe davet seré banê xwe ê ber mizgeftê u qutîya xwe a tîtûnê jî cîyê xef kirinê, der dixist u cixareyek pê dixist. Pére jî digot:
“Wextê seher / Tîtûna zer/ Qelûn li ber / Agir li ser / Her nefesek / Pênsed keser.”
Xalê Cemîl, qelemê nas nekir di jîyana xwe de, lê ew, Mîrê kelaman bu. Roh u hesta wî, wekî şair u hozana bu. Eger nasîyar u şarezayê qelemê jî buya, xwedê dizane ka wê,çî alimek jê derketa. Bi hostayî kelîmeyan radikir govendê u mebesta xwe bi wan kelîmeyên reqqas dîdara der. Pê ken u henekçîyê her gundekî hene. Yê gûnde me jî, Xalê Cemîl bu.
Belê..Şarezabuna qelemê u hostayên zîman.
Zîman, ku,nîştiman u wargehê dil e,zîman ku mala ramanê ye, zîman ku,hevwelatîyê bîr u bawerîyan, hevrêyê, eşq u evînîyan e. Mîrov xewnên here baş bi zimané u raman u xeyalên xwe dibîne. Eşq u evînîyên bijare ewîn ku, bî zîmanê dayîkan hatîne hîmatê. Pêş hemu tîştî, bî zîmanê mîrov tîşt téne bîra mîrov. Paşî ew kelîme u axaftînên me pêra dî seré me de, téne wergerandin u axaftîna bi zîmanê bîyanî, wisan tê pêş.
Şarezabuna qelemê,di gel zîmanê mîrov tamek şîrîn u delal, li xwe dî pêçe. Her çend jîr u zana jî bî, dema ku te, zîmanê xwe, jîbîr kir, bizane ku tu, nîv mîrovî. Lewraye ku dîbêjin her lîsanek însanek. Yanî pîştî zîmanê xwe, mîrov çikas zîmana bîzanibe u bi kar bîne, ewqas baş e. Dema ku mîrov xwe bi bedewîya qelemê bîde naskirin u ji qelemê hez bike, wî wextî qonaxek nu dest pê dike di jîyana mîrov de.
Dî jîyana mîletan de, gelek caran, şûr u qelem ji hev cûda ketîne. Xasima jîyana kurda, bi van xalan, bî van deman pir u tije ye. Wexta ku qelem nebî, şûr dîkeve şûna wî. Lê ku qelem gavek péştir bî jî şûr u mertelan, jîyana Mîlet hêsatir u azatir e. Wê demé, jana gel jî, kêmtir e.
Qelem.. Erê, erê qelem, yanî bî devoka nûjen: Pênûs. Gelo di desté kîde be ,şareza ewe, tu béjî.? Na. nexêr na. Kes henin ku ji qelema wan derman dîbare. Kes henin ku ji qelema wan, jehrî dibare. Qelema baş, pergaleke dî rêya azadbuyînê de. Ew dîl u êsîrê mejî u her weha şagirtê destan e. Qelema şaş, şêt u evdaleke, li ser rêya serfirazîyê..
Mejî.. Fermanderê kiryaran,hikimdarê bedena mirov, serdarê jîyanê.
Dema ku fikir u helwesta mirov xîrap be u çavê mîrov lî xîrapkarîyek be, pére mejî fermanê dide ku mîrov xîrabîyê bike, zirarê bide dor u tirafê xwe. Eger tiştek di dilê mîrov de ne gere u mejîyê mîrov qerarê encama wî tiştî ne de, tu qewmînek nayê holé. Fermanderê hemu kiryaran, yên baş u yên ne baş,bé guman, mejîyê insan e.
Şarezabun.. ew taca zérîn a bê emsal..
Mezîntîrîn çeké dûnyayê ye zanebun………. “ aqil, tacek zêrîn e, lê , li serê her kesek nîne. “ gotine peşîyan. Şarezayî, yanî aqilmendî, zanatî u bîrewerî. Eger mirov şareza nebe, ne qabîle ku mirov buyer u pirsîyeran şirove bike. Kesén aqilmend, şêwirmendê civatê ne, pêşengên jîyanê ne.
Zanabun, yanî şarezayî,kîlîda astengan e. Kéşeyên mezin, bî aqilê gîran, çareser dibin.Lewra dîbêjin : “aqilê sivik, barê giran. “ Ew kevîrên ku şêt u dîn, davêjine binê bîré, bi aqil dertînin ji birê.Nezanîn u cehalet malbata hemu êş u zehmetan e.Nezanîn,sebebe bîndestî u rebenîyê ye. Zanîne ku rêya jîyanê xweş dike, mîrov dilşa dike.
Kelam, yan peyvik, gotin, béje, we her kîjan bîvê,çek u sîlahê desté kesén şareza ne.Çekên, di daw u delingê mirovên zana de, kelam in.Gotinek ku bi pîvan u mîzan, wergere u here cîyê xwe bigre, hinek caran héjaye sed berik u gulleyan.Kelameke cîyê xwe girtî, dewletan hildıweşîne. Mîrovên şareza bi kelamên xwe ên bîjartî, raqîbên xwe binketî dixin.Ew bi soz u kelaman, li wan didin, wan şerpeze dikin. Kesén nezan ku, di turê wan de kelîmeyên bargirtî tune nin, reben u qelsin li hîmberê gengeşî u muqaşeyên jîyanê.
Lewraye ku dibêjin : “birîna xencerê tê girtin, lê, ya xeberê nayê girtin. “Mirovên şareza, bi peyvik u kelaman, hinêk caran fermana nevanên xwe radikin. Kelamên ku ji alîye kesen şareza ve tene xerc kirin mînanî top u tifengan e” Ne esil tuncik u terêz e, esil erkan u rêz e. “
Kesén ku şarezane, serwet u samana wan, kelîme u aqil in. Kelîme, çek u hacetên axaftinê ne. Kesên ku lefezanîyê u berbezeytîyê dikin, kesén geveze u bi guftugo, bê guman, ew jî, xwedîyê xezîneya kelîman e. Lê, gotinên wan ku ji wan kelîmeyan peyda bune, pûç u belaş in.Kelam u kelîmeyên mîrovê şareza jî,hevrîşîm u qumaş in. “ ne bi rengé titûnê u ne jî, bi qerefetê mirovan, ne xape. “
Mîré kelaman ew kes in, ku,di gotar u qiseyên xwe de, bi camêrî, kelîmeyên xwe rêz dikin u di nivîsarên xwe de,kelamên wan, her tim sererastkirî ne. Hest, ji kanîya dilan, kelîme, jî xezîneya mejîyan der dibin. Mirovê şareza guh didin dilê xwe u paşî, xerc dikin kelamê xwe. Beredahî u ne li cî, kelamên xwe navêje kesé şareza. Her kelîmeyek wî, minaye singek, yan jî, dîwarek. Kesê lefezan u geveze, ne wisan, mînanî kesén şareza, bi hizir u sebat e. Ew bê hisab e, her çî were ser zimanê wî, dibêje. Şareza di axaftina xwe de, bi kelamên xwe, xanîya çê dike, bi gotinên xwe qesra, ava dike. Şareza, péşrevé aşîtî u hezê ye. Dilê wî,teng nîne, kulzik u bi xerez nîne. Şareza, diltenik e. Bi ujdan u merhemet e. Tu carî ji kesé zana u bîrewer xîrapî peyda nabe. Lewra ew bê zirar e.
Helbete şarezayê qelemê, mîrê kelaman e.
Kesê şareza, qelema xwe li gel kelamên jîr u lewend dike heval. “Hûr dibêje, lê kûr dibêje.” Şûrê kesé şareza qelem e bê gûman. Tifenga wî, qelem , berikên wî kelam in. Ew mînanî serdarek yan jî Mîrek, kelam u kelîmeyên xwe îdare dike u wan diparêze. Mîrê kelaman,xanîyê xwe li ser kelîmeyan ava dikin. Şarezayê qelemê jî, jîyanê bi qelema xwe îdare dikin. Lê, her şarezayek, nikare mîrayetîyê bike. Her mîrek, jê re, şarezayî divê. Mîrîtî, ne karê nezana ye.Kesên ku ji zayînê ve, şareza téne dûnyayê, ji wan re dibêjîn: Mîrza. Ev kelîme, remza sîyanet u berketin u rêz girtinê ye jî. Mîrza..Ew peyva bedew ew kelîmeya bîjarte..
Şarezayê qelemê, Hizir dike, ramyar e, difikire u paşî fikarên xwe, dîtîn u ramanên xwe, bi hostayî radixe ser meyzerê. Lê, jê re, kelamên xurt u bedew lazimin. Sedem ku ew, bi lef u gefan na xweze serê tu kesî bi êşîne dixwaze ku bi kurtî mebesta xwe bîne ziman u zêde kelamên xwe, bêyhûde xerc neke. Sermîyanê xwe, ku ew jî, kelîme u kelamin, badilhewa navêje. Şarezayê qelemê, meram u mebesta xwe, bi usulek “ hindik, rindik “ tîne ziman. Ew baş dizane ku, kûrtê kelamê, xurtê kelamê ye.
“Hûr u kûr u dûr.” Ev e, xasyetê şarezayê qelemê.
Kesên kelamfiroş, nehiz u nevîn in. Mirovê şareza, kelamfiroş nîne. Ew zêde na peyîve, lê, kelam u qalên pûç u vala jî nake. Gale gal u nale nal, ne karé kesén zanaye. Zirt u fort , li ba şareza peyda nabin. Ew xwe dernaxe mezac u bazaran, bi aqilê xwe fir nade. Nefis biçuk u xweşbîn e şareza. Zar şîrînî u rukenî tu carî ji rû u devé mîrovê şareza kêm nabe. Ew dizane ka qelema xwe li ser çî buyerî bi leyzîne. Qelem, kevana wî, kelam, tîre wî ne.
Şarezayê qelemê, di bin barek gîran daye. Lewra, karê wî, nivsandine. Ew her tim, bi qelema xwe mebesta xwe dike bergek dîrokî. Gotin difre, lê nivsandin dimîne. Ew di her rûpelek de, xîmê dîrokeke windayî datîne. Şarezayê qelemé, baş dizane ka gelo ev bela ji kûve tê. Lewra ,bi hewar u fîxan e. “Ne nan e, ne dan e, ne şîv u ne taştê. / wey rebîyo hevqas derd u bela ji kûve tê. ? “Ev e, sitran u nalîna gelê wî.
Ew bi xwe baş dîzane, sedemê derd u kûlan. Gelek caran bi ronahîya xwe mal u menzelê jîyané, ronî dike. Lê, dawî li tengasî u çetnahîyan ku neyé, barê şarezayê qelemê, girantir dibe. Ew kelîme u kelamên xwe, bi rekbarî li pey hev davêje, bi şev u roj dikşîne heyf u wax, ku nexweş nemre u bibe sax. Mîrê kelaman e ew, bi kelamên xwe, dax dike dilê neyara.
Şarezayê qelemê, dujminê derd u elemê.. |