Şelmo… gundê qedîm, cî warê bab u kalan. Ez nizanim ka ev çî qeder e, ev çî şens u bexte.? Eger ne ji ber xatir u yada bab u kala bûya, ma kî vê rezîlî u perîşanîya te dikşand? Ev nan u danê ku tû bi sed kûl u derda didî me, hinek caran mînaye jehra marê reş..Berf u tozana te, salik dûwazde meh, ji ser sere me, kêm nabe.
Çendik u çend sale, gelo kî ji te, xêr u bereketê dîtîye? Her u daîm, darê izraîl li ser qefesa sîngê me bûye.Ne Liqman u ne hekîm, bi ser me ve nehatine.Te, rê nedaye ku em jî, mîna xelkê xêr u xweşîyê bibînin.Nizanim,ka tu dawa çî dikî, derdê te çîye?Sar u seqema te, berf u barana te, êş u jana te;tu carî mefer neda ku em jî, wekî kesên dinya bextewer,şa u dilşa u kêfxweş bijîn.Ez bêjim tu wêran bî, ne baş e, ez bêjim tu bişewitî, xirabe.Ma hetanî kengê emê cewr u cefaya te bikşînin?
Rihan, her tim wiha bi gazin u gilî bu.Wê digot qey ev derd u azarên jîyanê ji gudê wan der dibî.Lewra bere xwe dida qûntara çîyê u gûnd xetabar dikir.Hatibu ser hewîyê.Bavê wê,qalanek baş sitendibu u wê dabu Baro.Jina peşin a Baro, zarûkan ne anîbu.Zaruk serwet u samana malê bûn.Ma bê zarûk,bê dûnda;qet dibu?Lewra Baro, çû Rihan li xwe mar kir. Ew, ji jina xwe ya taze, sî sal mezintir bu.Lê dîsa jî, her sal zarukêk wan çê bibu.Heyf u mixabe ku her pênç keçên ku Rihanê anîbu dunyayê, li ba Baro tu qimetek wan tune bu.Ew her li benda kûrek bu, ku esl u asasê wî, bî domîne,malbata wî, bi meşîne.
Baro, tam xwe ji jina taze ji bêzar kiribu ku emrê xwedê, kûrek wan çêbu.Rojekî şilî u baran bu.Şîqêna ewrên ezman bu.Tofan wisan bu ku, mêrê misilman nedkarî derkeve devre..Pîrika gûnd, edî, wekî berê, li ser xwe ne bu.Lewra zayîna Rihan zehmet qedîya.
Baro, gelek kêfxweş bu.Şûr simbêlê wî, ne dibirîya.Hez u evîna wî,taze geş bibu.Dilsarî u bêzarîya wî, bi buyîna kûre wî, kûta bibu.Sedem ku kûrik, bi baranê re hatibu dinê, navê wî danîbun Baran.Piştî pênç keçan kûrek…Êdî,Rihan, bi qimet bibu li ba Baro.Yek a wê; ne dibû didû.Baro, ne dihişt ku destê xwe, ji ava germ bixe ava sar.Lewra kûrek jêre anî bu,wî, ji hesreta salan, xilas kiribu. Çawa qedrê wê negirta.?
Rihan jî,bi vê yekê dizaniya,ewê jî, dest bi minet u nazîya kiribu, sergiranîya li Baro dikir.Rengek nu,tamek xweş hatibu jiyana wan,mal, awadan u şen bibu.Wekî din, cansaxî..Kûrik,xêr u berekete anîbu bi xwe re.Wî li ser serê xwe digirtin.Hemu keçan jê re kiribun qerwaş.Malbat hemî, mîna mazîya nava lengerîyê, li dora kurik, diçûn u dihatin.
Sal li pey hev derbaz bun, Baran zû mezin bu.Nazik u nazdar bu.Yê ku dixwast li ber, yê ku ne dixwast li piştê bu.Hemu kes jêre mîna perwane bun.Di zarokatîya xwe de, tu êş u êzayek ne dît Baran.Baro,her roj, wî dibir gundê hember, datanî mektebê u êvarê diçû wî dianî malê.Mekteba peşîn, wisan derbas bu.Paşî,li bajêr,li ba meta xwe Sosin, mekteba navîn jî,kûta kir.Êdi kûrek ezeb u balix bu.Bibu mêr.Babê wî, her tim, pê difiriya u pesnê wî dida.Qenc u xirap, bi hemu xasyetên Baran, kûbarîyê dikirin.Baro,didît ku kûrê wî,şareza u serwext e, her dawe lê dikir ku, bixwîne u bibe doxtor.Jibo vê mexsedê, hazir bu ku, çî lazime, bike.
Carek qerarê xwe dabu.Tu tişt, wî, ji rêya wî, venedigerand. Bi çî kûl u umuri buya, wê Baran bidara xwendin, ta ku bibe doxtor.Doxtorî, kûlek mezin xistibu nava wî.Lewra babê wî, eger geyîştibuya ser doxtor,belkî, ne dimra.Jêre wisan salix dabun çend kesa, berî çend sala.Ewî, bi xwe, rûyê mektebê ne dîbu.Xwendina wî, her feqîtîya mela bu.Di alema rûhanî de, melevanîyê dikir.Çî biqewmîya, şikir dikir, jî xwedayê xwe re…
Baran,hisreta babê xwe baş dizanîya.Ewî jî, cehd dikir ku, babê xwe dilşa bike.Ji bo xatirê wî jî buya,wê bivê nevê, mekteba doxtorîyê, qezenc bikira.Şens u bextê wî , sipî derket u bi mexseda dilê xwe şa bu.Feleka wî, hetanî wê deme, jêre yar bu.Baran, rojek bi bez hate malê u mizgînîyê da babê xwe.Baran, fakûlteya doxtorîyê qezenc kiribu u rêya Stenbolê, li ber vebibu.Bi vê mizgînîyê; mal, bu cîyê dawet u dîlanê.Nidr u qurbana dan ku Baran bibe toxtor u were gundê xwe hekîmîyê bike.
Baro, bi dilek fireh,rêz u bernameyên rojên pêş, çê dikir. Radibu rudinişt, ji xwedê re, dua dikir ku wî, bi mexseda dilê wî şa kiribu.Ewil, ewladek kûr dabuyê, paşî jî, mekteba doxtorîyê bi kûre wî,dabu qezenc kirin.Hazir bu, ku, hemu tiştê xwe, fedayê vê armancê bike.Çî bikra, ne bes bu.Lewra Xwedayê mezin, şûxlê wî, mîna xwestina dilê wî, li hev anî bu.Yek tiştekî dixwest ji xwedê, ew jî, ew bu ku, hêj ku nemirîye, doxtorîya Baran, bi çavê xwe bibîne.Wekî din,tu tiştek ne lazim bu.Tenê, ser u canê wî u Baran jê re sax be, bes e..
Baro, ji kûre xwe re,li Sitenbolê,malek kirê kir,çî jêre lazim bu, kirî, mala wî, rêk u pêk kir, paşî, vegerîya gûndê xwe.Baran, dest bi mektebê kir, lê çî bike feqîro, ji gûnd hatibû u ne şarezayê jîyana bajaran bu.Hetanî, hînî vê jîyana xerib, bibuya, wext jê re lazim bu.Lê Baran, zû xwe nû kir u bu xwendevanek berçev u bijare.Kûrek zana u jêhati bu.Lewra çavê hemu kesa lê bu.Wekî hempa, heval u hogiran,ne di gerîya,wextê xwe, berhewa nedikir.Hevalên wî, sedem vê eke,pê henek u tinazan dikirin.Jîyana taybetî, li xwe, qedexe kiribu Baran.Hiş u aqilê xwe dabu ser dersan u mektebê.
Di wan salan de,li welat rojên gelek dijwar hebun.Li hemu derê welat, livîn u lebatek mezin hebu.Tiştên gelek ecêb di qewîmîn.Her kesek,bibu terafek u li dijî hev, mîna neyaran hêrîşber bûn.Lê Baran,gûh ne dida van gengeşî u miqaşeyên nav civatê.Serê wî, ji ser kitêb u defteran, ranedibu.Wî, di wê rewşa dijwar de,karî xwe demek dirêj biparêze,hetanî nîvê sala xwendina dawiyê,yanî, heta sala pênca. Salek ma bu ku bibe doxtor u bi gêje mirazê dilê xwe.
Li welat, insan bibun du par.Yan tereftarên dewletê, yan jî, tereftarên çekdarên çîyê bûn.Her du alî jî,dijwar bun,pirs u kêşeyên xwe, dixwastin ku, bi darê zorê, çareser bikin.Rêya sisîyan, nema bu.Yan vî alî, yan jî, wî alî.Herdu rê jî,şer u xwîn u xwêdanê dabun ber xwe.Bira bira dikuşt,ji zilm u teda u zordestîyê,dê weledê xwe di avêt.Yên ku behsa aştî u li hev anînê dikirin,dibun nevanê herdu aliyan jî.Yanî, him ji dêrê dibun, him jî, ji mizgeftê.Aştîxwaz, ref bi ref dihatin ,girtin,heps, zindan, lêdan u îşkence, para wan bu.Lazim bu ku, tu,yan mîna papaxanê helwest u gotinên dewletê, dubare bikî,yan jî,yên hêza çekdar.Bê terafî, wekî xiyanetîya welat, dihat hesibandin.Lewra ne qabil bu, ku tu, bêjî ez bê teraf im.
Rewşenbîr,xwenda u zanîyaran ne dikariyan ku dengê aştîxwazîyê, bilind bikin u şer rawestînin.Dengê,aştîyê,ne dikarî ku, bi ser dengê çekan ve, bikeve u were bîhîstin.Toz u duman, tekli hev bibu,ji mij u moranê, tu kesî, ber xwe ne didît. Ewrê reş bi ser asîmanê welat ve, dagirtibu
Ew salên dijwar bun ku, qenc u xirab,hişk u ziwa, bi hevre dişewityan. Civat, yekser bibu du bend u berberîyek mezin peyda bibu.Êdi, avê, ne dikarîya ku, xwinê, paqij bike.Her roj bi sedan, tabut dihatin ber destê dê u baban. Gelek xortên ciwan, bê kefen, diman li teht u zinaran,laşê wan, dibu şiv u taştêya teyr u tûran.Mirin dibarîya bi ser rûyê erdê ve
Gelek kesên aştixwaz u camêr,li kûç u kolanan,dihatin kûştin,revandin u telef kirin,her weha, diçûn ji kîsê babên xwe. Ev rewş, bê gûman, ne qeder bu, lê wiha dihate nîşan kirin.Li ber mirovên aştixwaz, zêde rê, nema bun.Yan, papaxanîya dewletê;ku tê dikir hedefê, çekdarên çîyê; yan, mîna Şamî u Alokan, diva ku tu, her tiştî, bi qûrtînî,bikî nava xwe;yan jî,wekî teyrê bazî, derkevî meydanê u bikî, qirên u gazî; ku, wê demê jî, heps u zindan , lêdan u îşkence, li benda te bun.Wekî din, tu çare u mecal ,tune bun.
Şîlan, keçek Kurd bu u di mekteba Baran de dixwend.Babê Şîlan, karmendek bilind ê dewletê bu.Malbatek dewlemend bun.Piştî çar salan, ev cara yekem bu ku, wê, nîzîkayî, li Baran kiribu.Lê paşî, roj bi roj, dostaniya wan ,xûrt bibu.Şîlan, gelek caran, dihata mala Baran u sihbetê dikirin.Ew, terefdarê çekdarên çîyê bû. Dixwast ku ,Baran jî, bine ser raya xwe.Her tim li ser pirsên rojê, gengeşî u miqaşê dikirin.Baran jî, dilxwaz bu lê, xwendina wî,armanc u hedefên wî, peşî lê digirtin.Hinek caran şîreta li Şilan jî, dikir, lê, bê feyde bu.Ewê qerarê xwe, ji zûda dabu
Roj bi roj germanîya wan, zêde dibu.dema Baran wê,rojek nedîta, wê dikir.Ev tişt, ji, hînbuyinê wêdetir tiştek bu.Lê, Baran ya dilê xwe, ne digot ji hevala xwe Şîlan re.Her weha, keçik jî,dilketîyê kûrik bu,lê wext, ne ew wext bu ku ,bi eşkere, vîn evîna dilê hev, bidin der,eşkere bikin. Di dilê her duyan de ji, evinek xef,aj dabû, şîn bibu, u bejin avêtibu.Lê, Şîlan, bi raya xwe re,Baran jî,bi mekteba xwe re, yar bu.Di çaxê dildariyê de bun,lê mixabe ku, çax, ne ew çax bu, ku, di derya hez u dildarîyê de,avjênîyê bikin,kêf u seyranê bikin.
Şevek, nîvê şevê, derîyê Baran, bi zingazing lê xist, Baran, bi dengê derî, hilpekîya; paşî, rabu, derî vekir. Polêzan, dora xanî girtibun. Baran, tu maneyek neda vê operasyonê. Lewra, ewî, tu carî, tekilîya tu karên sîyasî, ne kiribu.Ma şaş.Paşi,bi dengek metelmayî,pirs kir: ‘’Ev çî ye,Çî qewimî ye? Hun li çî, lı kî digerin.? Paşî, fêm kir ku ew, li Şilanê digerin. Salix dabun ku goya, Şîlan, li mala wî, xwe diveşêre. Malê, se u bin kirin, lê Şîlanê, neditin. Lewra, demek dirêj bu ku , Şîlan, ne hatibu mala Baran.
Gava ji malê derketin, Baran jî ,bi xwe re birin u çûn.Pirsa hevala wî, jê kirin.Lê di rastiyê de jî, wî, ne dizanî, ka gelo, Şîlan ,li kûye, yan jî, çi kiriye ku weha polêz bi hêrs, lê digerin. Polêzan tedahîyek gelek mezin, li Baran, kirin. Lê, sedem ku wî, ne dizanî ka, Şîlan li kuye, lê, avêtin hepsê.Baran, bê suc u bê tawan bu.Bê teraf u bê layan bu.Lê, dîsa jî, xwe, ji xezeba dewletê, xilas nekiribu.
Hemu xewn u xeyalên wî,mîna filmek, li ber çavên wî de, diçûn u dihatin.Bê çare bu,bê kes bu.Babê wî yê kal u feqîr; hate bîra wî,leşê wî, lerizî, bedena wî, sar bu.Dilê wi pê şewitî, heyfa wî, pê hat.Lê, çî bike? Tiştek ji destê wî, ne dihat,rehm u dilovanî u merhemet tune bu bi polêzên dewletê re.Çî bikira, bê feyde bu.Baran, şeş meh u nîv, ma di hepsê de, paşî, rubarî hakim bu.Mehkemê, Baran bê suc dît u lê berda.
Baran çû mektebê, ku dewamê xwendina xwe bike, lê dît ku, heqê xwendinê jê sitandine, jiber ku, ji şeş meha zêdetir maye di hundir de.Naçar, vegeriya hate malê.Wê niha bi çî rûyî, bi çûwa hafa babê xwe ku ewqas pê dilşa u serbilind bu? Gelo, wê çî bersivek bidara wî? Babê feqir, ku bi sed êş u zehmetan, wî, wekî gûl xwedî dikir u tû kêmasîyek li du wî ne dihişt,wê bi çî aweyî, pêşewazîya wî, bikra?
Dinya, lê tari bibu,rohê wî, hatibu serê pozê wî.Bûhayê dilnermîya wî, barek giran dabu pişta wî.Yan em bêjin, bextê wî, reşîyê bi serê wî ve, barandibu.Tu çareyek li ber tunebu, xêncî vegerîna gund.
Xirabo gundo..Ew gundê ku, li benda wî bu ku, ji niştevanê wî re, dermanê derda peyda bike u bîne.Mala felekê xira be ku çawa lê qûlibî bu.
Baran,mala xwe bar kir u berê xwe da rêya bi toz u çamur a gundê xwe.Di rêde Şîlan anî bira xwe.Dema ku Şîlan kete bîra wî,dîsa dilê wî, germ bu,derdê xwe, ji bîr kir,kete kûla Şîlanê.Gelo ew niha li kû bu?Çî dikir u çawa bu?Ev pirs di serê Baran de, wekî babelîsk dihatin u diçûn.Di rê de, Şîlan, qet ji bîra wî derneket. Paşi geyişte gundê xw, sebebê hatina xwe,rast ne got.Derewa kir ji dê u babê xwe re u got ku, ders qedîyane u wî, jî, bêrîya malê kirîye, lewra hatiye gund.Dê u babê wî, jî, pê gelek kêfxweş bun,mîna her caran, qedr u qîmeta wî, girtin.
Roj li pey rojan, derbas dibun u di çûn. Babê Baran, têda deranî, ku derdek wî, heye.Her çend, jê pirs kir jî, Baran, rastîyê, ji wan re, ne got, ji ber ku, şabuna wan, têk neçe.
Babê wî, jêre behsa çekdarên çîyê dikir u ji bona çekdaran di got ‘’zarwên me’’yan jî, ‘hevalan’.Baran, du dil mabu.Tiştek ne digot u ne dikir.Şaş u metel,wekî dîna, di nav gund de, diçû u dihat.Lê ,dê u babê wî, li Baran, ketibun şikê ku, derdek wî heye.Lêvîyê bun, ku, ew, ji wan re,derdê xwe, bibêje.Baran, wekî, qifla girtî, lêva xwe, ji ser hev, hilnetanî u xeber nedida.Ne dizanîya ka gelo, vê meselê bi çî aweyî, ji wan re, bêje, dilê wan bikre,mirazê wan di çavê wan de nehêle.Lê, dît ku, ev tişt, heta hetayê, nayê veşartin.
Bi roj, qerarê xwe da, ku, hemu tiştî, rast u rast, ji dê u babê xwe re, bêje u xwe, ji vê êşa giran, xilas bike.Roj bu êvar,Baran, berê xwe da malê,şîv, xwarin.Tam, Baran xwe hazir kir, ku, meselê, veke,çend gundî, ji bona şevborkê, hatne mala wan u hetanî derengê şevê, runiştin.Piştî ku, mêvan, rabun,dê u babê wî, jî, hingî, ku reht bun, ewan jî, berê xwe dan, nav nivînê xwe.Baran, nekarî, ku, ji wanre, tiştek beje.Ew jî, kete nava cîya u raza.
Derengê şevê, pêşna mirovan hat.Baran rabu li nav odê runişt,lê babê wî, berîya wî,çû ber derî, u derî vekir.Baro, carekî ji kûrê xwe re gotibu ku vaye keçek heye ji ‘Hevala’ u wî, nas dike,lewra tên u diçine mala wan u ew jî, sedem vê yekê, qedrê wan, digre,arîkarîya wan, dike.Lê Baran, ne ketibu wê fikrê, ku ew keç, hevala wî a bedew be
Wexta ku derî vebu , sê mêr u du keç dane jorê,Baran, rabu çirayê nîvpêxistî kir u runişt, dêna xwe da, mêvana ku çî ,vaye Şîlan, di nav wan daye u sax e, li heyatê ye.Bi vê dî darê, kûl u xem u mereqên Baran, wekî bayê, belav bun,dilê wî, germ bu.
Lê Şîlan, li ber hevalên xwe,zêde berê xwe neda Baran.Ew jî, bê guman gelek kêfxweş bibu bi dîtina Baran, lê, xwe lê dananî.Baran vê rewşa wê, fêm kir u zanî ,ka çima wiha dike.Çekdar runiştin,ji wan re xwarin hat, nanê xwe, xwarin, paşî, bi dizî, çend tiştek ji Baro re gotin u çar kes razan, lê Şîlan, ji hevalên xwe re, got ku: ‘hûn razên,nobeta ewil ezê bigrim.’’ Paşî, hemu kes, raza. Şîlan jî, çû,derveyê derî u nobetê girt,lê çavê wê li hatina Baran bu; ku demek dirêj bu, i hisreta dîdara wî de, ma bu u gelek bêrîya wî, kiribu.
Baran jî, dît ku, herkes ketîyê xewê, hêdîka rabu, bi dizî, çû derva, ba Şîlan.Wexta ku çav bi hev ketin,destên wan,dirêjê hev bu,destê hev girtin u ketne xeberdanê, hetanî ku, wextê çûyînê hat,yanî, fecera sibê lê da.Baran,çî bi serê wî ve,hatibu,yek bi yek qal kir ji Şîlanê re.Paşî ,her duyan qerar dan ku Baran,jî, divê derkeve çîyê.Lewra êdî,ev erd u aqar,jê re jî,heram bibu.
Şîlan deng li hevalên xwe kir u wan şîyar kir, bê deng ketne rê u ji gund dûr bun. Pênç kes hatibûn, lê şeş kes vedigerîyan, lewra Baran jî, giştibu wan u bi wan re, ketibu rê. Baran, êdî, wekî Şîlan u hevalên wê; şervanek bu, u rêyek nu, li berî bu. Ji bo wî, baştirîn mecal, ev bu.
Qefîla şervana, nîvro bu, ku, giştibun binkê xwe. Baran, bi her kesî, dane nasîn, cil u bergên taze, li ber kirin, çekek jî, teslîmî wî kirin u piştî çend agadarîyên leşkerî u nîzamî, pîrozbayî lê kirin.Şîlan, ji berpirsê binke re gotibu ku, Baran tib xwendîye u doxtoriyê dizane.Pêra navê wî, danin Doktor Baran u wisan jî, ma.
Baran, dest bi jîyanek nûû kiribu. Her tişt, mîna xewnek bu. Hetanî berya çendek jî, ew xortek xwendekar bu, ku, gelek xeyalên wî hebun. Lê, niha, destê wî, li ser namluyek sar bu; do, mirova sax dikir, lê niha mecbure ku mirova bikûje.Eger ew ne kûje, wê, were kûştin.
Kûştin, yan jî,mirin..Wekî din, tu rêyek li ber Baran nema bu. Dema xwendevan jî bu, du rê dabun ber wî: yan dewlet, yan jî, refên şervana. Baran, vî tiştî merheze kir u xwast ku di navbera van herdu rewşan de, pêwendîyek dayne, lê, nekarî ku ji binî derkeve.Baran, ne dixwast ku wan rojên bere bîne bîra xwe.Lewra, dema ku, ew roj dihatin bîra wî, xemgîn dibu, heyfa wî, li emegê wî, dihat, zêdetir hêrs dibu. Ya baş ew bu ku, wan tişta qet neyne bîra xwe, xwe hînî jîyana xwe ya taze bike.Lê, kêfxweş bu ku, qet nebe, Şîlan, li ba wî ye, rojê, du sê caran, rûyê wê dibîne, dengê wê, seh dike.
Herdû rê…Mîrata jîyanê, çawa dibe, wiha bê rehm u dijwar, xeyalên mirov, di avê de,dibe.Jîyan..Ew çîroka serê çîyan, mîna awrê tarî, ku bêhna mirinê jê dîbare.Mîrov, çiqas zû, dikeve nav sînorê mirinê.Niha her dû rê,li ser rêya he vin.Yan wê jîyan ji mirinê binisle, yan jî, wê mirin jîyanê aj bide.Bê gûman, Baran, dixwast ku jîyanê aj bide.Hate bîra wî, ku, Şîlan çendîn cara jêre gotibu rojên xweş, li pêş in.Xwezîya ev xewn rast derketa u tu carî, li tu kesî, nebuya xeyal.Xetera mirinê, ne buya mêvanê tu kesî..Her kes bi mirazê xwe şa bibuya, xwedê canê saxî bidara u ew jî, mîna hemu kesî bi geyîşta armanc u mexsedên dilê xwe.Gelo çî dibuya ku mirinê, destê xwe, ji, pêsîra jîyanê vekra? Kurtehelbestek hate bîra wî.’’ Şev u roj/ di fikirim / dikşînim hey wax / nexweş çima dimre / mirî nabe sax.
Baran, hêj hefteyek bu ku hatibu vî binke yî, lê, her kes pê bawer bu. Xeşîmîya wî nemabu.Êdî ew li ba fermandera, leşkerek baş bu.Him leşker u him jî,doktorek ( bijişk ) baş bu Baran.Çî ji destê wî dihat, dikir.Hevalên wî, yên taze jî, jê gelek, memnûn bun, ew jî, ji wan. Roj, wiha derbas dibun u diçûn.Baran, êdî, neferek baş bu ji enîya şerê çekdarî. Çî bi ber diket, ne digot na, dikir. Di demek kin de, bu şervanek bijare u berçev. Êdî, tu tişt, mîna bere nebu, her tişt, guherî bu.Baran, di van mercên taze de jî, cehd dikir ku ji heval u hogiran, bi başde nemîne.
Rojek, herîşek mezin qewimî bu. Hemu kesen binke, çûbun enîya şer u li navenda binke çend kes ma bun.Berpirsê wir, Baran, Şîlan ( ku ew roj, hinek nesaz bu, lewra ne çûbu. ), Aşpêz ( kebanî ), çend kesên birîndar u kalemêr u pîrejinên mêvan.Evarê, ji bona pasvanîyê (nobetê ), nav hatin dîyar kirin.Ji bo nîvê şeve, pasvanîyê, dana Baran u Şîlan. Dema ku , vê xeberê bîhîstin, herduk xwezgînî jî, kêfxweş bun, li çavên hev nêrîn u qebul kirin.Bedena Baran reçfek girt,germîyek ji ser hetanî pîyê wî lê peyda bu.Demek dirêj bu ku, li gel Şîlanê, tene nemabu. Şîlan, ew keça çavgeş a ku di dilê Baran de textek danîbu, u li ser wî textî, wekî siltana runiştîbu. Ew keça sedemê jîyana wî ya taze ku êdî, li çol u çîya derbaz dibu…
Roj dereng bu. Saet, ne diborîyan. Zeman, bi rêça Kîsoyê, di meşîya. Rebîyo, wê kengê bihata wexta nobetê…Baran rabu pê, xwe girêda,çek u rext jî, çiqas lê hatibun, vê yeke, ewî ne dizanîya, lê , li ber çavê Şîlan’ê ew, mînabu çîyayek asê, mîna patrewan u qehremanek dinê. Şerên li dijî bindestîyê hatin bîra Baran. Angola, Mozambîk, Gîne u Wîetnam. Paşî, Che u Hoşîmîn, ew gernasên ku bibun babeta efsaneyan, ew şervanen ku xeyalên hemu kesen azadîxwaz di xemlandin. Cara yekem bu ku Baran, çek u rexta li xwe girê dida.Nîha êdî zêde bawerîya wî pê dihat. Lewra çek, cesaret u bawerîya mirov xurt dikirin. Baran, hazir bu. Barpirs jêre got ‘’Kekê Baran niha hinekî razê ku di nobetê de xewna te neyé. ‘’ Lê, xewa Baran nedihat.Ewî, mîna werîsek dirêj, zeman bi herduk destan girtibu u ber bi pêş ve dikişand.
Şîlan jî, rabu xwe girêda. Baran, bi çevên xweşvîn li bejn u bala wê dinêrîya. Mîna bu taya şîtlê rîhanê. Gûrçikên rûyê wê, renge seven sor didan kumirov dikarî sax biqûrtîne u bixwe. Ew bejna zirav, te digot qey, dara bîye ye. Ew çavên belek, mîna bun hîva şeve ku di tarîtîyê de erde ronî dikirin. Şîlan… Ew keça bedew u delal ku niha li çîye, li bandewa sibê de,çek bi destan, li benda parastina welat bu. Heval u hogîrên wê, li gelek cîyê Dinyayê, di lecne u misebeqayên helbijartina delalîyê de bun.Eger niha, ne dibin van şertan de buya, gelek xort hebun ku ji bona wê, hiş u aqilê xwe bi avêtan.Li ber çavê Baran, ew delaltirîn keça Cîhanê bu. Dema ku baran lê dinêrîya, jêre wekî şema dihelîya. Lê, ev bextek u siuda mîrat, wan di enîya şer de, li sere çîyê, ji hevre nêzîktir kiribu.Feleka wan, vê yeke nîşanî wan kiribu.
Wext hatibu.Saet temam bu. Ew çavên kul i benda şeve westabun, xwe carekdin zelal kirin.Hêza bedene, ji nuve xwe aj da. Li du hev derketin derva. Her yek ji wan bere xwe dane alîyek şîkeftê u xwe dane pîşt sengerekî, wisa bêdeng, rawestîyan. Hetanî qederekî, di cîyê xwe de man. Paşî Baran, ji cîyê xwe rabu, ber bi Şîlan’ê ve çû. Her duk hezkirî, hatin ba hev.Herduk jî, ji heyecanê, nekarîn ku biaxfin, wisan li hev temaşe kirin, bêdeng li tenişta hev sekinîn.destên wan ji xwe ve geyiştin hev. Paşî, nezîktir bun. Baran destêkê xwe avête navtenga Şîlan’ê u wê himbêz kir, xwest ku wê maçê bike, lê, cesaret nekir, xwe hinek da bi paşve. Lê deste yara xwe berneda, çav bi çav, demek wisan man. Baran, pora wê bi deste xwe, hêdî hêdî mizda, sere xwe danî ser pora Şîlan u ji mihiba dilê xwe re hinekî bên kir.Şîlan jî, zêdetir nekarî xwe ragre. Ewê jî, sere Baran da bersingê xwe, bi dilînî, bi sîngê xwe vw şidant.Herdu xwezgînî, bi hevre ketîn derya xeyala u dil ji wan çû, geyîşte bilindîya asîman. Bî wî şiklî, xwe jibîr kirin u wisa bi hev girêdayî, li pê man.
Pîştî demek dirêj, nêzîkê kûtahîya nobetê bu ku berpirsê binke şîyarbu u derkete derve ku serek li nobedara bide.Berpirs, derkete devre, li dora binke, vî alî wî alî, nêrî, lê kes ne dîyar bu.Kete gumana ka gelo nabedar li kune.Hinekî din gerîya, dît kul i kuncek Baran u Şîlan xwe li hev pêçane u wisan bêdeng li pê rawestahî ne.Çû nêzîkayî li wan kir, bi denge pîyê wî herduk xwezgînî bi xwe ve hatin, ji hev qetîyan u du gav paşve kişîyan.Lê çî feyde berpirs carek wan bi çavê xwe dîbu ku vaye hev himbêz kirine.
Tirsek herduk xwezgînîyan girt. Germahîya dilê wan bi zûyî sist bu cîyê xwe da honikîyek tevzênek. Dizanîyan ku ev tişt qedexe u qisurek mezine. Lewra baş dizanîyan kul li çîyê, yasa u qanunên cûda henin.Bêbextîyê qebul nakin, bê nîzamî, rêya xeterê dide pêşîya mirov.
Lê çî bikran, herdukan jî vê yeke baş dizanî, lê nekarîbun ku xwe ragrin. Niha kûr kûr ketibun derdê xwe. Her tişt mabu lêvîya wijdan u bextê berpirs.Ewî dikarîya vî tiştî li wan bibore u çawa ku ne dîtibe, îfşa neke.Lê, êwî jî, wezîfe u berpirsîyarîyên wî hebun. Ne qabil bu ku tiştê wiha bibore ku di ayende de jî, bibin hînkarî u edet.Berpirs, gote wan . ‘’ hevalno, ev rewşa ku mi didî, li gor qanunên çîya, qisurek mezin e u ne qabile ku ez veşêrim, niha çeken xwe bidne min u hetanî dadgekirinê, hun herduk jî, girtîyê dadgeha şoreşê ne. ‘’ Paşî çekên wan ji wan sitend u beré wan da kuncekê binke u rageyand ku ev herduk kes sûc u qebehetek mezin kirine, lewra girtîne, lazime miamela hepsîyan li wan were kirin.
Baran, carek din kete wê hizrê ku, êdî tu tişt wekî bere nabe u nameşe. Dilê wî bi wan êşîya. Carek in qedera xwe tifubaran kir. Şense wî tunebu.Sûcê wî ew bu ku ji dil u can, dil berda bu Şîlan’ê. Sedemê bextreşîya wî, ji sera ewil hetanî wê demê, ev yek bu. Dizanîya ku tu tişt çare nake. Êdî, ew u xwezgînîya xwe girtî bun, u wê bihatan cezakirin. Mecbur bun ku bi qedera xwe qayil bin. Xemgînî, mejîyê herdukan jî, ji kûrve, dikola u dilê wan, di şewitand.Tu tişt mîna berê ne dimara. Deverên jîyanê, wisan zû di gûherîyan ku sere mirov, gêj dibu bi vê zivrînê. Belê…êdî tu tişt mîna bere ne dibu. İro êdî, ji vê satê u pêve, qonaxek nu bu ku bi pêş wan ketibu.
Ji bona dadgehê berpirs, li benda fermandera bu. Ew çûbun ênîya şer. Hetanî nehatan, rewşa Baran u Şîlan kifş nedibu. Berpirsê binke,lazim bu ku raportê xwe, amade bikra hetanî ku fermander were. Lewra îfada herduyan jî girt. Ewan ji, çî bibu hemî qebul kiribun. Ji bo bexşandinê, dawa tiştekî li berpirs nekirin, her weha li qedera xwe razî bun.Tiştê ku bibu sedemê hepiskirina wan, li ênîya şer belkî qedexe u kebehet bu, lê li ba wan, tiştek xweza u tebiî bu. Ev dadge, bê guman dadge kirinek dîrokî bu ku ne tenê ew herduk wê bihatan dadge kirin, belkî mentiqê şer u rewşên dijwar, wê bihata mehkeme kirin. Tiştek ji dest ne dihat. Ev mesele êdî, ne ya wan tenê bu. Bibu meseleyek gîştî.salên dijwarîyê malweranîyê jî li gel xwe dianîya. Çare nebû.
Qerarê mehkemê jî,ji bo jîyana şervanîyê, wê, bibuya emsalek, ango qanun u nîzamek nu. Hemu kesên binke, ketibun şêwr u mereq u gumanên kûr. Pîrejinek, guneha xwe bi wan anîbu.Cesareta xwe berhev kiribu u çûbu cem berpirs ka gelo hinek sucê wan sivik nake, lê bê feyde bu.Tu tişt, ji mecreya xwe dernediket, qanunên şer u salên dijwarîyê çîbun, wê ew bihatan encam kirin.
Sibehek zû bu. Teyr u tûr tenê ji xew rabibun. Vê sibehê gelek jesa mereq dikirin ka gelo wê çî netîce derkeve. Lewra ev qerar hemu kesî qebul dikir ku qerarek dîrokî ye u ji îro pê de wê bibe emsal u rênîşander ji hemu buyerên wekî vê buyera bê talih u bê şens.Herdûk dilketîîyên bextreş hetanî şeveqê xew bi çavê wan ne ketibu. Baş dizani ku wê mirazê wan di dilê wan de bimîne u ew bi mirazê xwe şa nabin. Lewra qerar çî be bila ew be, veqetan nizîke u dema dijmêre.Baran ji Şîlanê re digot: Şîlê.. Yanjîî hinek caran digot : Şitla min..Ev herduk peyvik jî nişanderê heza Baran bun. Dilketîî u bextbireş bun herdu jî. Bê çare u bê kes. Doza wan, wiha li wan, hatibu xezebê.Feleka wan, xaîn bu vê serê sibê....
Berpirsê binke gazî komîteya dadmendîyê kir u got ku bi zutirîn wext dage bê danîb u ev mesele çareser bibe. Lewra Berpirs dizanîya ku ev tişt çiqas dirêj bibe ewqas ne başe. Li ser fermana berpirsê binke komîte bi zûyî civîya u di nava xwe de kae dabeş kirin. Yek bu Sawci u yek bu Hakim u ê din jî bu Evûqat. Li ber derîyê binke, gazî hemu runiştvanên cîwar kirin, hemu sempatîzan u partîzan jî hatin li seyrangehê ketne temaşa dadige kirina Şîlan u Baran. Netîca vê dadgehê ji roja ewil ve kivş bu. Ya ku niha dihate kirin, formalîte bu. Wekî din jî, dihat xwestin ku ev sûc u tawan jî, ev seza u ceza jî, bibe îbretê alemê ku temaşevan u hawîr jê dersek werbigrinj. Bi vê buyerê, peyam u biruskeyek jî, ji hevalbendên şer u şervanîyê re dihat şîyandin.Yanî bi kurtasî ev dawe ji bo hemu kesî pir giring bu.Di jîyana serê çîya de jî, li gor îmkan u mecalan dibû bê hereket kirin. Heyeta mehkemeyê, bê gûman xeşîm bu. Di salên dijwarîyê de ma kî dikarîya çaverêya karu barên têkus be ?
Sawci, di jiyana xwe de carekî der ketibu hizur o dîwana sawcîyan. Ew jî, ji şahidîyek derketibu mehkemê. Hakim jî her wisan tu daweyek nehatibu bi serê wî ve. Lê mirovak zana u xwenda bu. Mihendis bu. Wvuqat ji, kevnemamostayek bu. Bi vî şiklî mehkeme runişt u dest bî îfade u mehkemekirinê bu. Sawci suc u tawanê wan xwend : '' Hevalan we herdûkan bi delîl u îspat dîtine ku we hev himbêz kirîye u hun hev maçê dikin. Gelo raste yan na. '' Herduk dildar çav bihev ketin u Baran serê xwe rakir : '' Belê heval raste. '' Sawcî : '' Başe hun di van mercan de dizanin kea gelo cezayê vê yekê çîye Baran beg u Şîlan xanim.? '' Şîlan : '' Belê bîra ez dizanim u ez bi qedera xwe qaîlim. '' Bê gûman Baran jî bi qedera xwe razî bu. Di rastîyê de jî, ewan zu de xwe hazir kiribun ji qerarê mehkemeyê re. Sawci , lewra zêde dirêj nekir u got : '' Berêz hakimê mehkemê, ez ji bo tawanbara dawa gûlebaran kirinê dikim u vê qewetê ji disiplîna rêxistina me distinim. ''
Dîyare ev qirar li jorê, yanî li dem u deszgeyên rêxistinê yên desthilatdar de berê hatibu sitendin. Sawci tenê pêşkêş dikir. Hakim, berê xwe da herduk evîndaran, hinekî dilê wî bi wan şewiti lê neda der.Ji Evuqat pirsîyar kir : '' Tu çî dibêjî hevalo. Vaye sawcîyê şoreşê ya xwe got. Hizra te çîye. Tu jî, ji me re bibêje.'' Evûqat, hinek sekinî, hizir kir, di nava xwe de qiyas kir u de serê xwe ku gelo ew buya wê bikarîya tiştek weha qebul bikra. ? Lewra pêre destgirtîya wî hate bîrawî ku çend car xeber şandibu ku keçik jî, ango hezkirya wî jî bê çîyê, ba wî u bi hevre şerê azadî u serfirazîyê bikin. Bayek honik di nava wî de gerîya. Li xwe dananî lê qebul kir ku eger ew buya hergîz bi vê yekê qayil nedibu. Lê salên dijwarîyê bu.Ew niha ne dikarîya dengê xwe bide dilê xwe. Roj ne ew roj bu ku li gor his u seha xwe hereket bike. Vegerî Hakim u got : '' Hevalê hêja wekî Evuqatek rasteqin u şoreşger u azadîxwaz ez ji li ser fikra Sawcî me. ''
Hakim, carekdin berê xwe da Baran u Şîlan u ji wanre got. '' Hun poşmanin yan na. '' Lê tu bersîvek negirt. Pîştî jî, ji wan re got : '' Daxwazîya we ya dawî çîye .? '' Baran '' heval eger destur hebî em dixwazin pênc deqîqe destê hev bigrin u li hev mêze bikin. '' Dîyare ev xwestina wan hate qebul kirin u ewan ji di jîyana xwe de cara yekcar bi azadî u bêy tirs destê xwe dane destê hev u çavên xwe kirne yek u wisan rawestîyan li himberê hev..Ev demek bê emsal bu u xweştirîn dema jîyana wan a hetanî niha bu.Wekî din ev axirîn nefesa wan jî bu ku li ser singê wan bi sewrfirazî belav dibu... Salên dijwarîyê, şensê xirab....M kî dizanîya ku ev herduk tayê rîhanê , wê, bi vê yekê bikevine ser erdê u laşê wan sar bi ser evîna wan ve bi qûlibê...
Hakim temaşa demjimêra xwe kir u awrek da Baran. Baran zanî ku wext tije buye. Rabu ser xwe u berê xwe da Şîla dilê xwe u jê re got : '' Rabe zu bike Şîla dilê min. Wextê me tevav bu evîna me ewqas bu. Belkî wekî Mem u Zînê, em li wê dinyayê bigêjin hev. Derenge. Heval karê wan ên dî jî hene bê gûman,. Rabe ku heval karê xwe bikin, ew dixwazin ku me gûlebaran bikin, wan ne xeyîdinin baştir e. '' Şîlan rabu ser pîya u destê xwe carêke din avête situyê Baran u jê re weha got : '' Me tirse. Baro, sebebê man u nemana min. Qet metirse, me ne de şermé. Hezkirin ne şermu eybe..Serê xwe bilind bigre. Ji bîr neke. Me jibo gelê xwe şer kir lê em jibona hev têne kuştin. Qedrê evîné ma bi me re. Rojbaş Baran, rojbaş barana ser dilê min. Rojbaş.....''
Çekdarê ku wan gûlebaran kir ji alîyêk ve digirîya u ji alîyê din ve jî, bedena wan raxistibu erdê u wan kuştibu jî bi zûyî..Paşî kesên navçe hatin termê wan birin li tenişta darekî veşartin. Darêke hinarê ku bi sorgûlan di xemîlya. Dê u babê wan hatin agadar kirin ku vaye ewladên wan şehît ketine.
|