| Qiyas u nefis, şehîn u mêzêna mirovan e. Tiştên ku têne serê cînarên mirov yan însanên cîhanê, dema bêne şirovekirin, divê mirov wan çawa ku bi serê mirov ve hatibin, wisan qebul bike, paşî şirove bike. Wî çaxî rêya nirxandina mejî zelaltir dibe. Şehîna heqî u neheqîyê, baştir xûya dibe. Qiyas u nefis ji bona ku mirov xwe ji xirapîyan dÛr bigre, xasyetek başe bi mirov re. Dema ku mirov bîne bîra xwe ku, tu kesek ji kiryarên xirap, tu carî, feydeyek ne dîtîye, heye ku, mirov xwe ji xirabî u xirapkaran baştir bi parêze.
Lê divê, di gel qîyas u nefsê, wûjdan jî hebe, merhemet u dilovanî jî hebe. Eger ew tune bin, mirov her tim, di bin bandura xirabkarîyê de ye u her wiha her tim xeter li ber derê mirov sekinî dimîne. Helbete heq u hiquq, dadî u dadmendî, edlahî u edalet jî, dîvê her tim niştevanê dilê mirov bin. Qet xem nekin, dema ku ev mezyet bi we re hebin, tu carî hun çewtî u şaşîyan nakin, xîyanet nayê bîra we û, hun nabin hevalê zilm u zorê, rêya we nakeve ser xirabîyê, hun cîrantîya kes u komên qirêj u kiret nakin, hun nabine dostê bêdad u zaliman.
Dema ku hun terafdarê wûjdan u merhamet u edaletê bin, ne qabile ku hun zordestîyê qebul bikin. Çî li we u çi li hevalê we. Kes nikare we ji rêya rast vegerîne u berê we bide hevraz u berwaran. Tu kes nikare we bike hevkarê xirabî u bêbextî u bêwÛjdanîyê. Kes nikare rêyek bêdad bide ber we. Eger bide jî, hun di wê rêyê de, hergîz naçin. Li himberê xirabîyan u xirabîyê, Qîyas u nefsa we, destur nade, wûjdana we tehamûl nake, dilê we belênî nake, mejîyê we ji bo parastina maf u heq u hiqûq u edlahîyê erênî nakê u îcaze nade we, ku hun bêdeng bimînin, yan jî, temaşe bikin. Bibin bînerê bêdadî u niheqîyê. Bibin temaşevanê niheqî u zilmê.
Lewraye ku ew kesên bi wûjdan u merhamet, kesên heqnas u bi edalet, mirovên dilovan u mêrîvan, îş ji wan naşihite, neyartî u nevanî, bexudî u dijminayetî bi wan nabî, ev tişt ji destê wan nayê. Ew, tu carî ji rêya heqî u edaletê dernakevin. Dema ku mirov ji vê rê derneketibe, bêguman xirabî bi mirov nabin. Mirov mêruyan jî, naperçiqîne. Kesên dilovan, her wiha dil tenik in jî. Eger bi xwazin jî, nikarin xesarê bidne doru berê xwe..
Edalet, wûjdan u merhamet.. Qiyas u nefis, însaf u insanîyet. Evin di jîyana komelayetî de ku mirov bi cînarên mirov re aşt u aza dihêlin. Mirov birêz u bi sîyanet dikin, serê mirov bilind, rûyê mirov sîpî, rumet u qîmet u xîreta mirov zêde dikin. Tenê ji ber vê yekê ye ku cmêrtî u xîret peyda dibe. Egerd rêya xirabîyan u zilmê girtî be, insan nakevîn xema tengasî u çetnahîyan. Her kes rugeş u dilşa, her kes kêfxweş u serxweş e bê gÛman. KÛbarî, bi mezyet u xasyetên mirovatîyê dibe. Ne ku mirov bi şovenî u nîjatperestîyê, yan bi sitemkarî u zordestîyê, yan bi zilm u zêrandinê kÛbarîyê bike.
Kesên qedirbilind u xatirnas,kesên qenc, miroven bilind u lewend, bi van xasyetan ji yên din têne bijartin u cûda kirin. Belê.... Tenê dû rê, li ber me henin. Yan alîkarîya niheqîyê, yan jî, alîgirîya heq u edaletê. Yan camêrî, yan bêbextî u necamêrî. We kîjan divê? Helbete her kes camêrîyê dixwaze ji xwe re. Wisane ew çî aqile ku mirov berba dike u li himber zilmê bêdeng u bêzar dike.?
Kurd, bedbextên jîyanê, sêwîyên dîrokê... Ew milet ê ku ji pêncî milyona zêdetire nifusa wan u hê jî, bindest u reben in. Ew qewmê wek kewê. Neyarê qewmê xwe... Ew belengaz u şerpezeyên qurnê bîst u yekan.. Ew miletê ku serfirazî u azahîyê tu carî ne hebandîye, ne dîtîye.. Kurd. Miletê Kurd... Xwedîyê welatek parçebuyî. Bindest u reben, jibîr kirî u nenas.. Xwedîyê bi dehan neyar u nevan u dijminên hêzên derve u hundir. Mêhvandar, camêr, bi rehm u dilovan, bi edalet u merhamet.. Lê, di welatê xwe de kole u xêzan, bêkes u nezan..
Heq e u bêgÛman bicîye jî, ku mirov ji hiş u aqilê dijminên Kurda şikê bike. Li wan bikeve fikaran.. Ne zêde dûr, nêzîk, li vir, li Tûrkîyê, ew zilimkarên Turkîyê.. Ev gazîn u gilî ji bo we ye.. Hey bê merhamet u bê rehm u bê însafan. Ma ne Kurdin ku jîyana we ya manewî u rûhanî di xemlînin.? Ma damezrênerên wan tarîqatên ku hun bi serê wan sondê dixwin, bîyad u qinyadê dikin, gelo ne kurd in? Şêx Evdilkadirê Gêlanî, Beduzzeman Seîdê Kurdî, Şêxê Menzîlê, Kadirî u Şahênexşebend.. Ev kes u terîqet ma ne Kurd in?
Gotinek heye dibêjin “Tifke seyî, şermke ji xwehî“ Hun qet şermê nakin ey dîndar u olperest u îslamperestên Tûrk. Ma qey Filîstîn mislimane lê Kurdistan kafir u gawire bi qisê we? Hun îslamperwerin, yan Tûrkayetî u nijatperestî u şovenîya we çavê we kor kirîye.? Hunê sibê çî bersuya xwe bidne Beduzzeman Seîdê Kurdî, yê xelkê Norsa gundê Hizanê? Ma cenet u behişt wê çawa bibe mekanê we.?
Bêguman Kurd jîyana Tûrkan a sîyasî oldarî (dînî) u hûnerî di xemlînîn u xurt dikin. Lê, mixabin ku Kurd, li Turkîyê hê jî, ji heq u mafên xwe yên însanî bê parin. Pirsa Kurda di rastîyê de pirsek hiquqî u edalet u heqdarîyê ye. Ev pirs di destpêkê de, ne sîyasîye. Lê heyf u mixabe ku Kurd dewa çî bikin wek sîyaset tê nirxandin. Lê ka wujdan u merhameta we.?
Ew tiştên ku di vî warî de hatîye serê Kurda, were serê we hunê, çî bikin ez mereqê dikim. Yanî çî..? Minak: Zimanê we were qedexekirin u hun nikaribin bi dilê xwe li zarokên xwe nava daynin..? Gelo hûn tû carî qîyas u nefis nakin..? Mesela, welatê we bibe çar perçe u zimanê we were qedexe kirin, hun nikaribin siranên xwe bibêjin. Ev hestek çawa ye gelo..? Hêjaye ku mirov çek u sîlahê xwe rake u derkeve serê çîya, yan na? Dîsa jî dijwarî u şidet tiştek baş nîne. Ez şîreta li we dikim, dest navêjine tiştek weha.. Lewra ya ku me dîye, lê, ez na xwazim ku neyarê me jî, bibîne. Xwîn rêtin tiştek xirabe, sedem çî be, bila bibe... Xwînê nerêjin, lê, li himber xwînrêtinê jî, bêdeng nemînin...
Başe hun dadmend u dadgerên Tûrk, hun çima bê deng in? Ma hun nizanin ku wê, ropjêk bê ku edalet u wekhevî u demokrasî, ji we re jî, lazim bibe? Ma edalet li gor irk u nijad u miletan hatîye payê kirin? Yan edalaet u hiquq tenê para serdestane. Bindest ji edaletê bê parin gelo? Yan hun li TÛrkîyê bê cerg u tirsonekin. Ka xîret u mêranîya we? Ka şoreşgerî u mafê mirovan u heqparêzî? Yan hiquq yan tu tişt... Hun hazirin şîarek weha bilind bikin yan na? Heq u edalet li ba we, yanî çî..?
Reweşenbîr... Ronakbîrên Tûrk... Dûrbin ji ber çavê min.. Besê edî ku we min u gelê min xapand u li dû xwe kaşkir. Bi çî rûyî hun dertêne ber çavê min. Dûr... Dûr, ez we nebînim.. Mala we xiranebe, ma ne bese ew koletîya ku me ji we re kirîye? Hun ê hetanî kengê miletê me bixapînin.?. Gelê Wîrtnam, Angola, Filîstin, Kamboçya u Nîkaragûya bindest u heqperestin, başe, lê gelê Kurd nayê bîra we? Gelo tu xedrek tuneye li ser Kurdan? Hun çima wiha tirsonek u bêdengin? Ma xîret u sîyanet u xasyetê rewşenbîrîyê tu carî nayê bîra we.. ?
Destê bi xwe daynin ser wûjdana xwe u bêjin. Ew tiştê ku bi serê me Kurda ve hatîye, ger bi serê we, yan bi serê gelê we ve hatibuya, wê, we çî kiribÛya? El însaf u qîyas u nefis.. Şoven nebin, rewşenbîr bîn, rewşenbîîr....li gora terîfa rewşenbîrîyê rabin u rûnin....
Lê hun, hun tîcarên di Tûrkîyê..? Derdê we çî ye? Ma hun şerm nakin, ji babê xw, fêdî nakin ji xwe .? Ew mal u serwet u samana ku we bi dest xistîye ma, piranî ne jî erd u axa Kurdistanê ye? Çîma zimanê Kurda li wan qedexeye, we ji dewlet u desthilata xwe pirs kir yan na. ? Hun ji dewleta xwe re na bêjin ku vaye Kurd jî, insanin u wekî me heqdarin? Ma qîyas u nefs u wujdan u merhamet li be we jî nemaye.? Yan bê eslîbunê, we jî, ji xwe re kiriye kar u emel?
Wûjdan, merhamet, qiyas u nefis, edalet u edlahî.. Kanê ew mezyetên bi esil. Lewraye ku heqê tu kesî tuneye ku gazina ji Kurdan bike. Tu kes heqê wî nîne ku bêje ka Kurd çima wiha dikin yan wisan dikin. Çî heq çî sebeb..? Ma kî destê biratîyê dirêjî Kurda kirîye u Kurda qebul nekirîye.? Kengê destabirayetî u dostanîyê Kurda red u inkar kirîye.? Eger biratîbe wek hev, eger neyratîbe hek hev. Ma EV TANQ U TOP BO ÇİNE.? Ka wûjdan u merhamet, ka edalet u qiyas u nefis.?
Edalet, merhamet, wûjdan u qiyas u nefis, insanîyet u cameerî... Bi dest xistina van tiştan, ne ewqas hêsan e. Esil u esalet u camêrî lazime ji bone van tiştan.. Başe, ma tu kes heqê xwe heye ku di van merc u zirufan de, ji Kurdan gazîna u gilîyan bike? Ma Kurdên bedbext u bêserwer çî bikin. Kî tiştek rast nîşanî wan bike, li dû wî dibezin. Xêncî mirîdên şêx u melayan. Yên kevin u yên tazê.
Tûrkno, bê wûjdanno.. we tu carê sedem ku navê zarokên we ji zimanê we ye, ceza wergirtîye yan na? Eger sedem vê yekê ceza bidne we, hunê çî bikin? Yan, zimanê we, li we, were qedexe kirin u zarokên we di dibistanande bi zimaneke bîyani, bêne perewerde kirin u bi we re bi zimanê dayîkî nekaribin bi peyvîn, wê li we xweş were yan ya.? Dem u dezge, kom u kûflet, komel u cemêt, dewlet u desthilat, hemu bi hevre dema behsa ve vebe, bibne yekdeng u tev bi hevre hêrîşê ser we bikin çawane gelo.? Hunê çî bikin li himberê van êrîşan?
Çep u rast u demokrat u lîberal u nîjatperest, dema ku gengeşîyek li ser kêşeya Kurd vedibe, nakokîya di navbera xwede didin kenarek, hemu bi hevre, dibin hevdeng u yekreng. Goya ji bo selametîya Tûrkîyê, dibindestebirayê hev. Başe ev tişt ji were heq e, lê ji mere qebehet e gelo..? Ma çî zû ji bîr kir ku ger ne Kurd buyana li Melezgirê Romen Dîyojen, li Çaldiranê jî Şah İsmaîl wê, qira we bianîya. Her weha li Çeneqeleyê u li gelek ciyên din ê Tûrkîya îro, fêdekarî u mêrxasîya Kurda, we çî zu ji bîr kir? Ka edalet u wûjdan u merhameta we.? Tiştê ku tînin serê Kurda, mesela Yûnan bînin serê we, ka gelo çawa ne. Hun çima qiyas u nefis nakin. Çima destê xwe danaynin ser wûjdana xwe u dengê xwe dernaynin. Ma bê deng man, ne cûreyêkê erê kirinê ye. ?
Wûjdan, merhamet, edalet.. Ya ku kême eve bi neyarên miletê Kurd re.. Neyarên bê însaf u bê merhamet, bê wûjdan u bê dad. Neyarên bêbext u keysperest. Neyar u nevanê biratî u hez u aştîyê. Bi van tawanan, hunê çî bêjin ji nevîyên xwew re.. Hunê pesnê xwe bi çî bidin. Ma wê, nevîyê we, we, tifûbaran u riswa nekin gelo. Ya bi xêr. Lê, heye ku rojekî hun jî hewceyê van tişta bibin. Dinya ne ewqas mezin e. Yanî, we hew dî ku wûjdan u merhamet u edalet ji were jî lazim bu. Edalet u merhametê her tim di bîra xwe de bi hêlin. Wê rojek lazim bibe.
latifepozdemir@yahoo.com |