Ya rast, zûda min qerar da bu ku ez raya xwe li ser Romana têkûs a Rêzdar FIRAT CEWERÎ, PAYÎZA DERENG binivsînim. Lewra roja ku kîtêb çap bu derkete firotinê, min ji wê rojê ve, kitêbê kirîbu u pêre jî, bi yek nefesek xwendibu. Lê, mecal peyda ne bibu ku ez raya xwe binivsînim.. Ta ku wergera Romanê bi Tûrkî çê bu u ev Romana xweşik, wekî perûyek gîranbiha geyîşte destê xwendevanên Tûrk. Min dît ku, êdî , ez nikarim zêdetir xwe ragrim, min cehd kir, da ku , derheqê Romanê de, raya xwe binivsînim.
Dema ku min dest bi xwendina vê Romanê kiribu, min dîtibu ku Roman di tehma Romanên Dostoyewskîde ye. Ez gelek dilşa bibum ku êdî nivîskarên me yên wisa hene ku wê di rojên ayende de, li Cîhanê, bi karibin deng bidin.
Lewra bê henek u bê pesindayînê,bi zen amin, FIRAT CEWERÎ, kêmî Dostoyewskî nîne. Kesên ku bawer nekin, bila kerem kin, ewil Dostoyewskî bixwînin, paşî jî, FIRAT CEWERÎ, yanî PAYİZA DERENG.
PAYÎZA DERENG, Romanek ji Romanên me yên bîyanîstanê, yanî xerîbî u sirgûnîyê ye. Edebîyata Kurdên Bakûr di van dehsalên dawî de, xasima li xerîbîstanê, bi gelek berhemên bi nirx u giranbiha xemilîye. CEWERÎ yek ji wan edebîyatvanê Kurde ku li derveyê welat gelek tiştên baş kirîye u berhemên balkêş afirandîye. Ne hewceye ku mirov pesnê CEWERÎ bide. Lewra , hemu tişt di dehsalîya NÛDEM ê de bî eşkere hatîye raxistin. Ew kovara têrbar, yek ji baştirîn kovara huner u edebîyata Kurdî bu. Serwerê kovarê jî, FIRAT CEWERÎbu.
Lewraye ku mirov divê bi kar u barê dû xwe bê şîrove kirin. Ez ne bawerim ku kesek hebe bêje NÛDEM kovarek “ ne baş “ bu. Sedem vê yekê ye ku dibêjim FIRAT CEWERÎ, nîvîskarek baş e.
Helbete nivîskarên baş, tiştên baş dinivsînîn. CEWERÎ berê di warê çîrokên Kurdî de, gelek tiştên baş kiribu. Her wiha wergeren wî ên ji kilasîkên Cîhanê hêjayê pesindarîyê ne. Çend dîwanên ku wergerandîye zimanê me, li ber çav in. Wekî ên MEWLANA u HAFİZ..
PAYİZA DERENG, berhema dehsalîya dawî a jîyana xerîbîyê ye ku FIRAT CEWERÎbi cesaretek mezin tê de wêneyek baş dikşîne. Ev wêne, ya welatê xêr u bereketê, wêneya welatê agir u avê, resmê cîwarê bereket u tavê ye. Ku dema Ferda ji welat derket u çû welatê xerîb u xerîbîstanê, di emre 20 tan de bu, çaxa ku cara yekem vegerîya di ser hisreta wî a welat de, 28 sal derbas bibu , êdî Ferda geyîştibu 50 salîya emrê xwe. Emrê ciwan u rewan li bîyanîstanê derbas bibu.
Ferda gotibu : “ bes ji xerîbîyê re” u berê xwe dabu welatê bab u kalan, cîyê ku li wê hatibu dinyayê, li wê mezin bibu. Ew cîyê ku cara yekem dilê wî, li wê germ bibu bi evînê. . Roman ji vê serborî u seruwenê pêk hatîye.
PAYİZA DERENG, sê beş e. Beşê yekem, li ser xerîbîyê u dûrîyê ye. Li ser hestên firar u hisreta vegerînê ye. Li ser tengasî u kêşeyên Kurdên nefîkirî ye.
Beşê sisîyan li dû beşê diduyan tê. Êdî Roman xwe berfireh dike u digêje astêk here bilind. Di vira de, Roman rûken e. Dilê xwendevan nerm dike u jêre di kene. Roman mirov dûr dibe , di navsalên piçûkaytî u zarûtîyê de di gerîne, dema borî u dema niha rûbarî hev dike , paşî wê firqeta ( ferqa) di navbera herduk zemanan de, dide nîşan u xwendevanê xwe, dike şarezayê guherîn u pêşveçune.
Roman dersek baş dide xwendevan. Wêneya salên 70 ku bî çî xeşîmî u amatorî derbas bibun, nîşanê nesla îro dide. Roman careke din dide nîşan ku Kurd bedbextên dîrokê ne. Yanî, sêwîyê zemanin.
Nîşandana êş u azara jî, di Romanê de beşek giring digre. Lê, CEWERÎ, dema behsa êş u janê jî dike, wê di xemlîne paşî qala wê dike. Hostahî di virade veşartîye. Tehlî, dijwarî, astengî, kanbaxî, malwêranî, jan u derd u azar, ev tişt ji bo gelek Romanan babet u mijarên balkêşin. Hosta ew kese ku di Romana xwe de, dema ku behsa van buyeran dike, canê xwendevan bixûrîne lê xûrandinek şîrîn u xweş be. Yanî, wan buyeran bi xwendevan bide qûrtandin lê gerûya wî bîrîndar neke,ne şewitîne u ne êşîne. FIRAT CEWERÎbi hostayî vê yekê dike di Romana xwe de.
Roman, li ser xwe windakirin u xwe dîtina kesên xerîbîyê disekine u bi xal u rengên bijarte, filmek jîyana bîyanîstanê dikşîne.
Tê zanîn ku Roman destpêka miletperwerîyê ne. Ew seha niştimanperwerîyê aj dide. Roman di jîyana miletan de, cîyek giring digre. Hişyarîya millî bi rêya Romanê pêk tê. Ew miletên ku ne karîne Romana xwe binivsînin, mixabe ku dema miletbuna wan dirêjtir buye.
PAYİZA DERENG, gelek bi başî dide nîşan ku, berevacê gef u gûrên nîjadperest u şovenîstan, hemu warê jîyanê bi zimanê Kurdî tênê qal kirin. Zîmanê Kurdî têra qal u qiseyên hemu warê jîyanê dike.Edebîyat bi nasîna zimanê Kurdî, kêfxweş e.
Bê gûman ji bona ristina Romanê jî, hostahîyek baş lazime. Eger lehengê Romanê ne ji jîyaneke pirreng u xûrt hatibe bijartîn Roman xwe nade xwendin.
Qehremanê PAYİZA DERENG, Ferda ye. Ferda, wek lehengê Romanê, şexsîyetek pir alî ye.
Roman, di serborî u xewn u xeyalên Ferda de, jîyana rengîn u pirdeng a welatê Kurdistanê jî, mîna xalîçeyek rengîn radixe ber çevan.
Gelek caran di Romanê de, xemgînîya xûrbetê u dûrîtîyê di Romanê de xwe dide pêş. Dîyare, xerîbî u sirgûnî, ji bo rewşenbîrên Kurda bûye wekî talih u qederek.
FİRATCEWERÎ dide zanîn ku Roman ne karê nezan u xeşîman e. Romannivîs, lazime hayê wî ji tarîxa gel hebe u buyerên gelerî baş bizanibe, tûrê wî bi kelîmeyên bijare dagirtîbe. Lewraye ku dibêjin, ji Romanê re hotsa lazim in. Jı hostayan re jî, cesaret u tebat lazim e.
Wekî din jî, bi ya min Roman pîşesazîyek bi esle. Lewra Roman li ser rewşa welat bivê nevê, disekine u meyildarê azadîyê u delalîyane. Azadî u delalî jî, tenê, bi serxwebunek qaîm bi dest dikevin. CEWERÎ bi mêrxasî, di Romanê de behsa mijar u bûyerên welat dike
PAYİZA DERENG, ew mereqa Ferda ye ka gelo ew navçeyê ku berî 28 sala jê cûda bibu, wekî xwe ye, yan na. ?
PAYİZA DERENG şikestina xeyalên Ferda ye ku tu tişt wekî berê namîne, her tişt di guhire u hostayê Romanê, CEWERÎ, van guherîna bi başi di honê.
Romannivsîn mîna çêkirina diwarên xanîyan e. Hostayên diwara hebun wextêkî li gundan. Ewan xanîya çê dikirin, bala wan li ser têkûzîyê bu, qaîmîyê bu, rast dayîna berd u keviran bu, pîvana derge u pencereyan bu, bala wan her tim li ser çiqasî u qederê çamur u herîyê bu. Hostayê xanîçêkirinê van hemu tiştan di gel hev sererast dikirin. Li dawîyê ew dîwar dibu mal u sitareke xweşik. Hostayê dîwar dema temaşa dîwar dikir ku vayê rast u dirûste, bi qeda xwe serbilind dibu, kubarîyê dikir. Lewra xelkê dest xweşî u malavahîyê dida hotsa.
Nîvîskarê hotsa ji her wekî wî hostayê dîwaran e. Navê wê mala ku nîvîskar çê dike , Roman e.
Ji alîyek din ve jî, PAYİZA DERENG xwe rexne kirina serborîyan e. Çepgerîya salên berî 80 yan e. Şaşî u xeletî u çewtîya şoreşgerên wî zemanîye di şexsê qehremanên Romanê de.
Wekî din jî, Roman, nimuneyek başe ji nîşandana guhertîna mîrovan. Du hevalê Ferda ku berê, herduk jî, şoreşger bun u dîjê zordarî u dijwarîyê bun; ku dem guherî yek bu cirdevan, yanî cehş u korucî, yê dîn jî, bibu fermanderê hêza çekdar yanî gerîlayên Kurd. Selîm : cirdevan e, Reşît : fermenderê gerîllayan e.
Lê , Roman li ser tedahîya herdu hêzan disekine. Dewlet u PKK. Roman bi başî bêzarîya milet tîne ziman u vê nerazîbunê, bi başî dide nîşan. Xelik di navbera herduk hêzên çekdar de maye asê u zehmet dikşîne. Rehm u dilovanî, bi herduk alîyan re jî, tunene. Nalîna xelkê herêmê, ax u zara wan , di Romana CEWERÎ de, bi eşkerehî xuya dike.
Evîndarî jî, nehatîye jibîr kirin di Romanê de. Evîna Ferda ya vegerînê. Ev evînek gel u welat nîne. Evîna di Romanê de, servekirî, ya dilînî ye, ku babeta wê keçek bedew e. Lewraye ku Roman kelecan u balkêş e. Hinek caran ev evîna mehzûn mirov kelegirîn jî dike, lê qedera piranîya destanên evînê, her weha ye. Roman di vê derê de, xwe, baştir dide xwendîn u mirov li dû xwe kaş dike.
Dîmenên evîndarîya di Romanê de hinek caran mirov dixin nav wê şikê ka gelo Roman ber bi pornografyayê ve diçe. ? Yan di cehda barkirina wê erotîzmê deye ku lazime di çîrok u serborîyên evîndarîyê de her hebin. ?
Bê gûman, Roman bê estetîk u delalîyan, bêy xemil u xêzên rengîn, di gerîya mirov de naçe xwarê. Di Romana CEWERÎ de, Pêwendîyên cinsî yan jî zayendî jî, bi hostayî tênê rader kirin.
Qala serborîyên di Romanê bi şîweyek helbestî hatîye rêz kirin. Ev bi xwe dide nîşan ku CEWERÎ him nîvîskare u him jî, şair e.
Cewerî gelek bi camêrî rastîne u heqîqetên jîyana civakî, a Kurdayetî jî, di Romanê de cîbecî dike. Wekî hest u raman u ziman, wekî xwarin u vexwarin u wekî dan u sitandin u pêwendîyên di nav civatê de. Yanî bi hostayî gelek xasyetên netewî ên Kurd di Romanê de xwe didin nîşan. Xalên folklorîk u oryantalîst, di hemu beşên Romanê de, xûya dikin.
Helbete, CEWERÎ, serwexte u baş dizane ku eger ew xal u neqiş nebîn Roman nabe Romanek baş. Xwendevanek bîyanî ku Kurda nas dike dema vê Romanê bi xwîne- ne hewceye ku navê Kurd u Kurdistanê tê de bıbore- wê bizane ku ev Roman ya miletê Kurd e. Lewra Roman bi xalxalên Kurdî hatine xemilandin.
Ziman di Romanê de cîhek mezîn digre. Eger Roman bi devok u lehçeyek herêmî bê nivsandin- ku nimuneyên wiha hene- xwe bi destê xwe dixe girtîgehek. Lê ku ziman gelêrî u seranserî be, rê li ber vedibe u sînorê Romanê firehtir dibin.
FİRATCEWERÎ hinek caran xwe jibîr dike u ber bi devoka Nisêbînîyê ve, bi rê dikeve; lê zû bi xwe dihse u ji wê rêyê vedigere. Hişê xwe baş dide ser karê xwe. Di halêk de ku Ferîd u Ferda u Reşît u Selîm, her çar navdêrên Romanê xelkê herêma Nisêbînê ne, dîyaloga di navbera wan de bivê nevê xwe bi ser zaravê herêmê ve dikşîne, lê, nameyên ku ji welat têne nivsandin ber bi Swedê, bi zimanek zelal u delal in.
PAYÎZA DERENG, di Romannivsandinê de, ceribandina yekem a CEWERÎ ye.
Lazime ku ez bêjim, yek jî lehengên Romanê , bi ya min, Firat bi xwe ye. Vaye ez ji were bipişkêfim ku CEWERÎ xwe yan jî xeyalên xwe nivsandîye di PAYİZA DERENG de. . Lê, bê şik, Payîza Dereng, dereng jî maye. Xwezî zûtir derketa pêşberê xwendevanên Kurd.
FİRATCEWERÎ: Mala te ava, siheta te xweş…
PAYİZA DERENG, mirov di veceniqîne u bi pêsîra jîyana tehil a Kurda ve, di zeliqîne.
|