Birayê hêja Mıhemed,
Ew dema ku mın bihîst, ew nexweşiya kambax û bêkeys vê carê jî dev avêtiye pêsîra te, bi rastî ez gelek xemgîn bibûm. Lewra ku êdî em gelek bi başî dizanin, xerîbî malxerabî ye, xerîbî malwêranî ye. Her çend te û bi dehan ronakbîrên wekî te, li welatê xerîb û xurbetê, gelek berhemên bijare amade kiribin jî, xûya kir ku xerîbî, ji tendurîstîya we, ji laş û bedena we, gelek tiştan bir û carek din bi paşve neanî.
Xerîbî, bi me re, bêbextiyê kir. Erê, raste, xerîbî bû sebeb ku hûn berhemên bijare biafirînîn, lê wekî bedel jî, ji wé, omrê we, jiyanê we, canê we xwest...Bextreşî u bé sıûdî ev e, ez béjim..
Keser, runiştîye li ser tevné,
Şeh dike hiryé, dihoné
Bi emegé destan u nura çevan,
Kulavé reş té meydané,
Jîyan bi hemu bar u piştîya
Şîrîne dîsa, lé
Ömré çûyî, venagere ,paşda nayé
Serborî, li ber çevan
Diçin u tén, ku
Hîn ji wan şérîn bun u hin jî tal,
Dil dikeve xeman
Ziman dibe lal,
Heyfa min té li rojén borî
Kul bi ser min ve dıgrin,
dibin zal,
ku ez nexweşim édi
nemaye ıro tu mecal,
ez li alîyek, li yé din serborî
mame dı mabeyné,
rojén xweşbor, min dikin dilşa
yén zehmet u zor, min dixin éza,
bexté bireş, séwîye
pışta xwe daye dîwér
li beroj runiştîye,
di pé derbazîya roja,
feleka xaîn, ji dur ve
ji mın re bi çav dike
dibéje, bes e édî, were
omré te temam bu, qedîya…’’
Bêgûman, tiştên ku hatin bi seré we ve, we bi dilê xwe hilbijart; kesek tu tişt bi zorê bi we neda kirin û nekarin bidin kirin jî. We, nexwest ku hûn yek demek jî, vî gelê bextreş û belengaz, bê deng bihêlin yan jî, pişta xwe biguhêzin dawe û doza milet. Bê guman, we jî -mîna gelekan-, dikarî bûn dakevîn derya kêf û seyranê. Wê gavê êş û jan, ewqas bi hêsanî, nedikaribûn bi pêsîra we ve, bigrin.
We, rêya xwe bijart û we mil da milê gelê Kurd. Ya rast û ya ku li we ji dixuya, ew bû. Camêrî û mêrxasî ew e ku mirov di rojên teng de miletê xwe bi tenê nehêle.
Lê mala zordariyê xera bibe, ne hişt ku rojeke şahî û dilşahî para me bikeve. Hemû rojan derd û êş û jan, hemu rojan kul û xem û keser... Mîrata xerîbiyê jî, da ser wan derd û keseran û bû derdê ser derda. Kela zilmé were xwaré, ne hişt ku em tu tam u lizetek bibînin ji jîyané..
Sirgûniyê, gelek tişta da me, lê heyf û mixabin ku, ji wan zêdetir jî, ji me sitend. Mîrata hisretê, dilê me yê polayîn, roj bi roj heland. Ew dilê ku di dehan îşkence û lêdan û tedayiyan de binketî nebû û hêviya xwe neşikand, anî hetanî van rojan.
İro, di vê dema xweş de ku va ye êdî beşek ji welatê me yê şirîn azad e, na.. na.. ne bi qîma me ye ,em qaîl nabin, na, ku hûn, terka me bidin, lewra hê gelek karê me maye.
Ey ronakbîrên Kurd.! Tikaye êdî ji îro pê ve, neçin welatê xerîbîstanê û me di hisret û mereqê de nehêlin. Kurdistan li benda we ye, çavê wê li rêya we ye. Werîn êdî…
Hevalê bi qedr û rumet, Kekê delal Mıhemed,
Ez bi yek carî, mame mhtelmayî, ku ew bedena zexim û ew canê qayim, çawa li himber vê nexweşîya kanbax zêdetir li ber xwe neda.
Tu ê her sax û jîndar bimînî bira. Bizane ku yên ji te hez dikin gelek in û yê ku bi te re neyartiyê dikin, kêmin; nevan, ew minane derd u kul u kesera. Ez bawerim ku tu, di bin axa sarde bî jî, ez dizanim ku dengê wan tê guhê te. Yê wefadaran jî u yê rîyakaran jî..
Vêca te diva ku, kî dilşa bi?
Roj li me dereng bu. Xwezîya te Romana xwe ya nîvişkan temam kiribuya. Lewra, xwendevan li benda te bun.
İro, vaye di salyada te de, dengbéjén te, li ber derî, civîyane, di turé her yekî de, deh çîrok u kilam u lawje hene ..Dikin hewar u gazî, dibéjin ‘’ lo bira tu çima nanivsînî van buyeran, çima me ji, bar u pîştîyé me xelas nakî.. ? ‘’ |