Em hemu wekî mirovan hatin dûnyayê. Lê hinek ji me, piştî wexta bune mirîd.
Mîrîd, bê umudê cîvatê ne. Karger u xembar u zehmetkêşê dor u tirafê xwe ye. Zêdetir mîrîd jî wan kesan re tê gotin ku dî emîr u xîzmeta “ mezînê “ xwedene. Jî bo mîrîdan, “ mezin “ ew kese ku zanaye, pisporê karê xwe ye. Şêx e, melaye, sofîye yan ulimdar u serok u rêber e.
Ev wasfê mîrovayetîyê zêdetir xwe lî welatên paşdemayî de; yan jî, li wan welatên ku li ser rêya pêşveçûyînê de ne , xwe dîde nîşandan.
Kesê ku mirîdîtîyê dike, jî xwe ne bawere, tengezar u bê hêvîye. Ew tu carî serê xwe na êşîne, lewra “ mezîn “ ê wî, ji, bona wî ji difikire. Sedem vê yekê ne hewceye ew bifikre yan jî serê xwe bi êşîne. Şêxê wî, yan serok u rêberê wî, ji xwe her tiştî merheze dike, hizra hemu kar u xebatan dike.
Serokê wî him ji ber xwe ve u him jî ji ber wî ve difikire u li himberê kêşe u pirsgirekan her tim hazir u amadeye, xwedî çare u mecalan e.
Mîrîd, bê armanc u bê mebest e. Ne hewceye ku ser u dilê xwe bi eşîne. Hevsarê mirîdan di destê serok u axa u mezinên wan de ye. Ew lê bi kûve bikşînin naçar bi wî alîve diçe.
Mirîd kesên ruhkolene. Ew na xwezîn tu carî bibin desthilatdar. Her dixwazin ku kesên din wan îdare bikin. Qîma xw bi vê yekê anîne. Şûkûrdar u qaîl u razîne.
Bawerîya wan bi wan tune. Her wiha kes bi wan bawer nake. İşê wan, kare wan nale nal u gale gal e. Mirîd, derheqê paşeroja welat de xwedîyê tu proje u îdealekî nînin. Xwe qet na westînin. Her tim xwe dixapînin. Ji bo xwe tiştekî nînin. Heyîna wan u mana wan fedayê “ mezînê wan e”
Lê mirov ji xwe hez dikin. Ger ku insan bi xwe ji xwe hez neke, kes jî jê hez nake. Ma ji mirovre, jê zêdetir nêzîk tu kes heye gelo. ? Na. Kesê here nêzîkê mirov pêş her kesî mirov bi xwe ye. Her weha ku mirov sîyanet u rêz u hirmeta xwe negre, dive çaverê nebe ku kesên din jî hirmeta mirov bigrin.
Qedrê mirov di nav destê mirov daye.
Eger tu, ji xwe hez biki heqê te heye ku tu çaverê bî ku xelk jî, ji te hez bike.
Eger tu sîyaneta xwe bogrî, qedir u qîmeta xwe baş bizanibî, wê xelk jî hirmeta te bike, qîmeta te bizane.
Eger mirov xwe bêkêr u eware hisab bike, wê deme her kes jî mirov wisan hisab dike. Lê her kes bê gûman xwedî merîfet u hinerek e. Yê hinêkan zêde be jî, her kes xwedî dest nîşaneke bê şik. Kesên bê zar u hîvîşikestî, qedir u qîmeta tu kesî nizanin, ji tu kesî hez nakin.
Ku mirov bi şexsê xwe re îxanetê bike mirov hazire bi her kesî re îxanetê bike. Lewra Mirovên bi van xasyetan gelek xeterin. Kesên bawerpêkirî nînin. Lazime mirov xwe ji wan bi parêze. Lewra ew bêbext u bê keysin. Çikas ji wan dûr bî hewqas baş e.
Mirov divê xwedî armanc u îdealek be. Yanî xizmeta tiştekî bike u hîvîya xwe di wî warî de biparêze. Kesên ku xwe ji tevger u tekoşîna dûr dixin ew ne kesên doz u deweyanin. Eger rojek tiştekî li wan bi qewime hergîz serketî nabin. Hêz u taqet u dermanê wan tuneye jibona çareserkirina pirsgirekan. Li himberê pirsgirek u kêşeyên di jîyana xwe de zû dikevine asteng u alaozîyan. Xwe bêçare u bê zar dibînin. Çavê wan lê ye ku yek were jiber wan ve kêşeyên wan çareser bike, safî bike.
Mirîd, li xwe bi şik in. Fikara ji her kesî dikin. Bawwerrîya wan bik esî tuneye.Her tim di mejîyê wan de pirsên bê bersîv hene.Ew pirsên bê bersîvên di mejîyê wan de hestîyê wan dikoje. Her tim şikdar u gûmankar in.
Mirîdî, nexweşanîyek psîkolojîk e. Xwe kêmbînî u bîyanîperestî du xasyetên mirîdanin. Tiştê ku ew u pismamên xwe dikin nayê ber çavê wan. Lê wekî misqalek jî serketîn u bi destxistinên bîyanîyan li wan mezin xûya dikin. Xwe biçûk u bîyanîyan mezin dibînin. Lewra xwe sivik hisab dikin.Hez u heyranbuna wan her ji bo kesên bîyanî ye. Ne mirovê rojên tengin. Sebir u tebata wan tuneye.
Mirîd, zêdetir di nav hûrgelande xûya dikin. Yan jî di nav gelen bindest u paşdemayîde cîh digrin. Dîyare dema ku welat u jîyana mirov serbest u azad nebî, mejîyê mirov jî, serbest u azad nîne. Ku cehdek mirov jî tunebî jibo mejîyek serbixwe u ramanek aza, bê gûman mirov ber bi pêş nakeve u perwerde nabe.
Helbete kesên zana u aza jî pirin di nav hûrgelan de. Gelên bindest bi rênîşanderîya kes u komên wirya u hişyar u bîrewer, serketî dibin rizgar dibin.
Rêya jîyana xweş rewşenbîr u bîrewererên civatê rast dikin. Bê gûman kesên bîrewer bi eslin u mexrûrin. Hestên xwe u mebestên xwe tu carî dûr naxin. Beramber bi xwe u gele xwe, xwedî sehên berpirsîyarîyê ne.
Yan mirovî yan jî mirîdî. Wekî din nabî tiştekî. Mirovî u mîrîdî bi xwendîn u mekteb u dibistana nayê pîvan. Ew hale rohê însan e. Gelek kes hene ku bune pirofesor jî, lê ruh kole u xulamokin. Bune pispor u lêzan, lê nebune mirov.
Pêş hemu tiştî divê bîbî mirov, paşî bibî filan yan bêvan. Lazime di destpêka jîyana xwe de qerarê xwe bidî. Yan mîrovî yan mirîdîyê, ji van her dukan yekî bibjêrî ji xwe re. Lewra şîret her wihaye.
Tenê mirov dikarin bi kêrî xwe u derdorê xwe bên. Bibne dermanek ji birînek re. Yan bi karin bi destê jar u rebenek bigrin u wî rakin.
Yan mirov î, yan jî, mirîd. Bele. Her duk rê jî, aramin u derîye wan hetanî dawîyê ji bo her kesî vekirîye.
Derîye mirovbunê jî, yê mirîdbune jî heta taqê pişte vekirîye.
Te kîjan bivê , wê, têda herî jorê u jîyana te bi wî şiklî bi kemile.
Eger te bi vê ku tu bibî kesek xêrxwaz u baş, ji bo te mirovbun başe.
Eger te nevê ku pêwendîyate bi buyerên jîyanê ve hebîn, wisane bibe mirîd, çî hate ber te bike u bixwe. Hayê te ji heq u berjewendîyan tunebî. Jîyana xwe bi nokerî u xulamî yan jî qerwaşî derbas bike.
Fermo rêya xwe bibjêre.
Eger mirov bî, bi camêrî li himberê şaşî u xirabîyan, li himberê îxanet u zordarîyê rabiweste, şer bike.
Eger mirov bî u hirmeta te ji te re hebî, nebe terefdarê zalim u derewker u xwefiroşan. Bibe alîgirê kesên bindest.
Bibe arîkarê ava kirina jîyanek serbilind u azad.
Rê li ber tene. Te kîjan bivê, bibjêre. Te kîjan rê bijart tê bi wê yekê beyî nas kirin. Keremke dora teye.
Yan mirov be, yan jî mirîd.
|