Her kom u kûfletek, her êl u eşîretek, her dem u dewletek, her gel u miletek, her nefer u kesek hikimdar u serkêşek xwe heye.Hikimdarê min jî, mix u mejîyê min e. Bi vî rengî ez ne bi tenê me. Hene gelek kes wekî min.Ez di gel wanê mîna min, em êsîr u dîlê mix u mejîyê xwe ne. Tiştê ku bi serê me nekeve hergîz em nakin u ne qabile ku em qebul bikin.Lewraye ku dibêjim, mejîyê min hikimdarê min e.
Dema ku di nav derya xirabî u çewtîya de digerim, dîsan jî, qencî u xirabîya ji hev zû cûda dikim. Lewra hevîrê min, bi havêna delalîyan hatîye hevîrkirin u ez wisan bume nan u geyiştime destê însanan. Ez ne nane destê xirabîyan im. Ez ne nane hevîrê tirşim. Ez ne nanê şewitî u bi xwelî me. Lê ez ew lewaşa pehn u berîn in. Ez ew nanê kade me ku di gerûyade bi nermî diborim.Hikimdarê min mejîyê min e.
Çaxa ku ez çav bi belengaza dikevim, şûşa dilê min jan dide. Qamê min sist dibin.Çavê min tarî dikin renc u xêzanîya wan.Pêre ez ji xwe zêdetir hez dikim ku ez paldar u piştevanê bê kes u neçar u nedara me.Dilşa dibim ku ez dengê hejara me u çîroka wan dinivsînim. U ez sipasdarê wanim ku ew dibine mijar u babeta romana min. Ez xwe dewlemend u kubar hisab dikim ku gelek hacet u babet u pergal u haletên min hene ji bona nivsandinê. Lewra li dora min gelek kes hene ku jîyana wan ne bextewer eu ez li ser wê jîyanê bume nivîskar. Lê ew, ew di çî halî de ne. ? Gelo haya wan ji min heye yan na. ? Ma ev tiştê ku ez dikim tiştek baş e yan na ?.Qerar u biryaraên min mejîyê min dide. Hikimdarê min mejîyê m in e.
Belê..Mijar u babeta nîvîsên min, ew jîyana şerpeze u bextreş a xîzana ye. Lê ew xîzan, camêr u mêrxas in. Gernas u patrewan in.Bêbextî u bêkeysî li ba wan tuneye. Kî xwe hewceyî wan bike jê re nabê jin na. Eger îmkan u mecala wan hebe, zû bi zû ji tû kesî re, nabêjin na.Geza nanê destê xwe bi mirovan re payê dikin.Kûlavê bin xwe ji bo mêvanan radixin. Ez kêfxweşim ku mijara romana min ew kesin.Hez u nehizîya min mejîyê min kivşe dike. Mejîyê min hikimdarê min e.
Hinek caran ku ez ji mijara nivîsarên xwe dûr dikevîm, çawa ku min tişteke xwe winda kiribe, wisan di şewiş im.Wexta ku ez ji vê mijarê dûr dikevîm, serê min di êşe, canê min tu tiştekî naxweze. Belkî ku ev yek ez ezî yan jî, xweperestîye. Lê çî bikim hevîrê min wihaye.Ez bivêm jî, nikarim ji vî qalikî bême der.Lê seyre ku ez gelek xemgîn dibim di nav insanên hejar u nedar de, di nav feqîr u belengazan de. Bê çima.? Gelo heye ku ez xwe dixapînim. ? Ger ne wisan be, başe çima min navê ku ez di nav wan de bijîm. ? Belê, min navê ku ez wekî wan bijîm lê ger ew nebîn ji bo nivsînê, mijar u babeta min namînê.Ez di vê yeke de bê tawanim, bê suc u bê gûnehim. Eger tawanbar u sûcdarek hebe ew jî bê gûman mejîyê min e. Lewra, hikimdarê min mejîyê min e.
Belengaz jî, însanin bê gûman u xwedî şan u şerefek baş in.Lê sedem ku bedbext u şerpezene, sedem ku feqîr u hejarin, xwe kêma u bindest dibînin.Wa dizanin ku li vê dunyayê ji bona wan tu hêsayî u rihet tuneye. Raya wan wisan xemilîye. Ewan lewraye ku berê xwe dane alema rûhanî u qinyata xwe bi qederê anîne. Ger ne, nezan buyan belkî hejar paşketî ne dimaran. Ger ne nezan buyana, belkî ewqas hêvî u umuda xwe ne dispartana xwedê u felekê. Ev yek xeyalê wan di xemlîne. Lê ez bi xeyalên wan re mijul nabîm. Karê min jîyana wan e. Lewra xeyalên wan min hêrs dikin. Gelo heye ku ez di derheqê wan de jî xwe di xapînim. ? Eger wiha jî be ev yek ne qisûra min e. Qisûra mejîyê min e.Bê gûman, hikimdarê min mejîyê min e.
Ewin , yên ku min kirin e dil bixwîn u azar. Li ser wan e ku gelek kes dikin ax u zar.Lê, min navê ku wekî wan bijîm. Hebuna wan mijara min e, lê dîsan jî min navê ku hebuna min, jîyana min bibe babet u mijara nîvîskarên mîna min. Yanî ez feqîrperstîyê qebul dikim lê feqîrtîyê, hergîz na..Destana wan u evînên wan min eleqedar dikin.Xewn u xeyalên wan, bila ji wan re bin.Ez mereqdarê rewşa jîyana wan im. Ne ku evîndarê wan im.Ew destanên wan, min dîn u har dikin hiş u aqil ji serê min di revînin.Vî tiştî mejîyé min bi min dide gotin. Méjîyé min e hikimdaré min.
Lê min navê ku behsa xeyalên wan bête kirin jî.Lewra di wan xeyalan de cîhanek berfireh, asoyek berîn heye ku tu wextî ne qabile ew bi vê rêçê bigêjine wan xeyalan. Dema ku ew bigêjine wan xeyalên xwe, dawî tê li mijara nîvîsarên min. Dema ku dawî li mijara nîvîsarên min hat, ez di kevîm ezabê mirinê.Ez vê yekê naxwazim. Lê mejîyê min wiha dibêje. Ez jî, jê bawer dikim. Lewra mejîyê min e hikimdarê min.
Tu îş u karê min bi xeyal u bawerî u aqîdeya wan tuneye. İtîqad u aqîde u bawerîya wan, qedera wan, felek u xwedayê wan, bila ji wan re pîroz be. Min navê. Xwezî ewan jî ne vîyabuya. Bê gûman wê jîyana wan baştir bibuya. Lê wê demê, wê demê min ê çî bikra. Belkî wê demê ez jî bibuma cotyarekî baş, neku nivîskarek xirab. Başe nivîskarî baş e yan cotyarî.? Helbete nivîskarî baştir e ji cotyarîyê...Lê xwezîya ew ne wisa buna bila ez bimarama bê kar u bê îş. Min nekaribuya ku ez tu tiştekî edebî binivsînim. Bila qelema min bimara betal. Mejîyê min bimara bêkar. Ev ne fikra min e. Mejîyê min wiha dibêje. Ez, ji devê wî dipeyîvim. Çûnkî fermander u hikimdarê min , mejîyê min e.
Ez gehiştîme qonaxeke wisan ku êdî, ez , ne ezim.Ez hinek caran xwe jibîr dikim. Gelek caran xwe nas nakim.Dil ji min dibin ew jîyanên balkêş ên belengaz. Ew dimenên hejar, ew nêrînên efsûnkar u dilber, ew ewrên ji xwe qaîl u bi biryar...Rastîyê bêjîm ji we re.Ewin ku min kirine dildar u merezdar. Ez li ser wan nêrînan dîn u harim.Mal u milkê min nayê bîra min dema ku ez qelemê didime destê xwe u7 dinivsînim li ser nedar u hejaran. Çî bikim tiştek di destê min de tuneye. Çî bi min dike ew e. Çî tê serê min di rûyê wî de ye. Ewe serwewre min. Mejîyê min e hikimdarê min.
Ezim. Ezê feqîr. Barkêşê derd u kûl u xema.. Ezim zehmetkêşê bîr u raya xwe. Ezim ew belengazê fikra xwe, feqîrê aqlê xwe, dildarê mijarên xwe. Ezim ku jîyana min, ji ya wan, cûdatir nîne. Lê navê min ne wek wan e. Ez im ew kes ê bê talih u bê şens ku xweşî para wî neketîye. Her reşî u nexweşî buye mebest u babeta wî. Yanî nîvîskar. Nivîskar, bilbilê dîl u rebena.. Yê jar u belengaza.Hevaldostê feqîran, dildarê doza wan, bengîyê nivsînê, dîl u êsîrê qelemê. Nivîskar.Cotyarê zevîya civatê.Ev ne fikra min e. Mejîyê min wiha di ferme. Hikimdarê min mejîyê min e.
Gelek caran min aciz dike rewşa jîyana wan. Ez bi kiryar u hereqetên wan hêrs dibim, dîn u har dibim. Çî tê ser zimanê min, wê gavê ez ji wan re dibêjim.Bi kiryarên xwe sosreta tînine serê xwe. Ez ne niheq im ku ji wan re hêrs dibim.Lewra ew di hemu jîyana xwe de ji ber kiryarên xwe ên tewş cezayê dikşînin. Reben in. Bi gale-gala her kesî di xapin.Bê payan li dû her kesekî dibezin.Kiryar u kirinên wan ne bi mafê wan e.Lewra ez hêrs dibim. Mejîyê min ji wan di cemide. Çî bikim ku hikimdarê min mejîyê min e.
Hinek caran ew jî, ji min di xeyîdin u aciz dibin.ji wan we re ku ez serê wan dixme belayê. Her wiha ew wisa dizanin ku ez fikra wan xira dikim wan ji ser rêya rastî u heqîyê didme alî.Wer dizanin ku ez bi fikrê xwe yên şênî u ronî, jîyana wan tarî dikim. Helbete ew min baş fêm nakin. Eger min baş fêr kiribuyan wê ji min hez bikrana. Lê ka ew fêm u fereset. Ka aqil.? Hinek caran ez dikim ku dev ji dawe u doza wan berdim. Qeyde nake bila romanamin jî bimîne sêwî. Lê dîsa dilê min tehmûl nake u ez fikra xwe di gûhrînim.Qencî jî u xirabî jî ne di destê min de ye. Her tişt bi fermana mejîyê min encam dide.Lewra Mejîyê min e hikimdarê min.
Ez jî,nayê me rayê u hidayet nabim. Hetanî îro çendîn care ku li ser zimanê min qeza u bela hatine serê min, lê disa min îbret negirtîye. Tiştên ku hatine bîra min, min anîye ser zimanê xwe u qal kirîye. Yan jî, min wan raxistîye ser kaxiz u nivsandîye. Paşî sedemê wan nivîsa çendîn car min êş u azara dîtiye , hepis u zîndan, gîrtîgeh u bendexane bune warê min.Lê disa ez ji ya xwe nehatime xwarê.Ewqas min teda u zor u zordestî jî dîtiye, lê dîsa min raya xwe ne veşartîye.Lera mejîyê min destûr u îcaze ne daye min ku ez rastîyan veşêrim. Dîyare, mejîyê min e hikimdarê min.
Min şerm u fêdî jî ne kirîye. Lewra ew tiştên ku min dikir ne tiştên şermezarîyê bune. Ew rewşe-jîyana hejara u belengazan buye ku ji min re buye babet u mijara nivsînê, her wiha sebebê girtin u azara min jî, her ev yek buye.Lê min zanîyê ku ewên ku min u bi milyona yên mînw min li ser bîr u rayên xwe ceza dikin ew bê şerm u bê rehim in. Ne ez bila ew fedî bikin ji kiryarên xwe u dev ji vê rûreşîyê berdin. Her u daîm min weha merheze kirîye.Bi raya min ya rast jî, ev e. Ev ne bawerîya min e. Lê mejîyê min wiha dibêje. Lewra hikimdarê min mejîyê min e.
Li ser gezek nan, yan jî ji bona serîyek pîvaz gelek caran ez hatime firotin. Bila be.Min gelek caran xwe avêtîye tor u bextê wan u min gotiye min bi hewînin. Mal u malbata wan ji min we re ku sitare ji bo min. Min xwe di rojên teng de avêtîye ber derê wan. Ji min re ne gotine na. Lê dema ku tozek menfîetek dîtine min dane dest .Ne gotine ka ev zehmetkêşê doza meye. Dost u yarê meye.Paşî neyar u nevana tena wan dane rûyê min.Gotine ku tu li ser wan jiyana xwe heder dikî lê temaşe ew te didine dest u îxbara te dikin.Ev qise gelek caran rast jî derketîye. Lê disa min dilê xwe li wan negirtîye u min ber dilîya daye ber dilê xwe. Min gotîye ew nezanin, ji bêçarehîyê wisa kirine. Min ne xwestîye ku ez ji wan sar bibim. Majîyê min ji rojeva xwe wan ne avêtîye.Wî çî emir kiribî min jî wisan kirîye. Lewra mejîyê min e hikimdarê min.
Di rojên fireh te bi dîtina min kêfxweş bune u bi min kubarîyê kirine. Gelek caran pesnê min jî dane bê gûman.Lê, min tu carî ne xwestîye ku ez li ser rêya wan bibim asteng. Bi zanîn u zanîyarî min ne xwestîye ku bela bê serê wan.Min xwe ji jîyana wan u xeyalên wan parastîye, lê min ne karîye ku ez li dûrê wan bi mînim.Lewra dûrbuyîna ji wan, kûtahîya romana min buye.Yanî xela, yanî alozî u nakokîya min buye.Min ne zanîye ka gelo ev çî derd u belaye.Yan dermanê vê nexweşîye çîye, min pirs nekiriye u yek sietek jî, min xwe ji xemxwarîya wan cûda nekirîye. Ez di jîyana xwe de zêdetir bo serfirazîya wan xebîtîme u min ezyet kîşandîye.Ev yek jîyanek helbijartîye li ba min. Ez bî kêrî xwe ne hatime lê bi kêrî wan hatime. Ewan xeyalên min yên ayende xemilandine.Di xewnên min de her ew hebune.Lê yê ku li min hikim kirye helbete mejîyê min buye. Ango hikimdarê min her tim mejîyê min e.
Min ji wan tu tiştekî beramber bi xizmetên xwe, ne xwestîye. Yanî vîna min, daxwazîya min her serfirazîya wan buye. Lê romana min ne li ser jîyanên serfiraz hatîye nivsandin.Eger ew serfiraz buyan, çî karê min bi wan hebu.? Ya ku min dike romannivîs ew rewşa wan e bê gûman.Min bê bedel xizmeta wan kiriye. Ez çaverêyê tu tiştêkê wan ne bume.Her wiha min di tu hal u mercek de, neyartî u nevanîya wan nekirîye.Ez ne rêçenasê wan bume. Lê min gelek caran rêçe wan şopandîye u min lê temaşe kiriye. Ez gelek baş dizanim ku rêya wan ne rêyek rst u dirûste jî. Ew kî ji wanre çî bibêje wî dikin.Lê ez bi xeberê mejîyê xwe dikim. Lewra mejîyê min e hikimdarê min.
Ez li ser wan bume şarezayê nivsîn u qelemê. Mala wan ava. Eger ne ew buna ez ne dibuma nivîskar. Lê kûl bi mala wan nekeve ewan min kire nivîskar lewraye ku ez mame tazî u birçî li meydanê.Mame xwas u pêxwas.Min eger kargerîjî kiribuya wê rewşa min ji ya wan baştir bibuya. Lewra min gelek caran dît ku piranîya wan tûrîkê xwe dagirtine. Her yek ji wan tevdîra xwe bi başî dîtine. Tenê ez mame perîşan li ser derd u kûlên wan.Bi şîn u gîryan u hewar u gazî, ewan pir caran mexseda xwe birye serî. Her kesek ku dewran zivirye li ser wan hesabek kiriye u tiştekî xistîye payê wan. Lê ez mame bê par u perîşan. Ewan jî her tim gotine “ kî wefa ye ew bab u biraye “ Qencîyên ku min di rojên teng de, bi hezar derd u azar u mûşkilan bi wan re kirîye, zû ji bîr kirine.Min vê yekê zanîye jî. Lê dîsanjî, min dilê xwe ji wan ne gûhastîye. Hikimdarê min mejîyê min e.
Ez. Ezê reben..Canfedayê belengazan.Xêr nedîtîyê jîyanê. Ma çîma min rêyek wiha da berxwe. Gelo qet rêyek din tunebu ji bo min.? Ez xwenda bum. Min eger bivara dikarîyam bibim karmendek baş yan jî,berpirsek şaxêke aborîyê. Her niha jî eger ez li ser borîya xwe poşman bibim, kes hene ku qonaxên baş pêşkêşî min bikin.Her wiha eger îro jî ez bivêm, wê jîyana min xweştir u serfiraztir bibe. Lê ka ev yek ji destê min tê.? Ma ez dikarim dev ji vî emegê xwe yê çendîn Salî berdim u dest bi jîyaneke taze bikim.? Na . Na qet nabe. Ez bi xwazim ji serê min, mejîyê min navê. Mejîyê min qebul nake. Hal ku wisan tiştek ji destê min jî nayê. Ez nikarimli himber mejîyê xwe serî rakim. Lewra ewqas jêhatî u çeleng nînim hêj. Tu carî ji bîra min naçe ku mejîyê min hikimdarê min e.
19.03.2007
latifepozdemir@yahoo.com |