İro li Tûrkîye, mûsîq u hûnerê Kurdî, ji ber derbên xenceran, di nav nivînê xwe de dinalê. Asîmîlasyon u pişaftina dewletê li alîyek, li alîyê din jî, derb u zerbên kesên ku ne nasyarê vê mûsîqê ne, lê, li ser dixebitin. Ya xiraptir jî, ewe ku, tu Kurdêk xîretkêş , ranabe nabêje: Lawo hun dawa çî dikin, çima hun destê xwe ji pêsîra mûsîk u hûnere Kurdî venakin
Nilüfer Akbal Metin Kahraman
Dîyare dem u dezgeyên kurdî tune nin. Dewletê ne hiştîye ku çê bin. Her niha jî, gelek berhemên folklora Kurdî, di arşîvên dewletê de qefil kirî ne. Bi hezaran sitran u leylan u dîrok u çîrokên Kurdî hatine talan kirin u esl u astarên xwe dur ketin e. Bi salan xelk daketine nav baxçeyê sitranên Kûrdî u gûlen wî çinîne. Jîyana Kurdewarî, xal u rengên Kurdî her tim qedexe buye. Di gel pênasa Kurda, her weha pênasa hûner u folklora Kurda jî, hatîye înkar kirin u veşartin. Dema ku ne karibin veşêrin, vê carê jî, xirab dane nîşan. Wehşî u hov, nezan u bê medenîyet dane nîşandan. .

Rojin Ülker Firat Baskale
Zankoyên hûnerî, qet behsa vê mûsîqê nakin. Dîyare ne wêrin. Lewra hê, ji xew ranebune, pê ne hisîyane ku stran u kilamên Kurdî êdî ne qedexe ne. Kurda ji pîyê xwe li dîwarê wan nedaye u nanîye xwarê ku di bin enkazê de bimînin. Televîzyona dewletê nîv saet jî be, baş xirab, bi Kurdî bernameyek çê dike. Lê Tv'yên şexsî ên milli, her niha jî, bernameyên Kurdî na weşînin. Wisan xuya dike ku ewan bi yek carî Kurdan ji deftera xwe xera kirine
Rêya hişê rewşenbîrên Tûrkîyê jî, ez bêjm ku, serhevraz e. Ew pîştî hemu kesî, derheqê Kurda de, şîroveyan dikin. Piranîya wan, bi îcazet dixebitin. Hetanî ji qonaxên bilind îşaret neyê, ne qabile ku ew ji sipî re bêjin sipî, ji reş re bêjin reş. Hunermendên Tûrk jî, ketine derde xwe. Nabêjin ka gelo ev Kurdên şirîk u cînarên me, di çî halî de ne, hunermendên wan saxin yan mirîne. Ew jî, bi hevre ketine berberî u reqabetê. Kirine adet, her yek ji xwe re kilamên kurdî, di dize u lefzê Tûrkî li ser dike u dibêje ev awazamin a tazeye, gûfte u beste aîde min e. Bê ehlaqî li çokê e.
Kurd, xwedî dewlet jî nînin ku dewleta wan xwedî li hiner u hinermendên wan bike. Dîbistan u sazuman u kom u komelên Kurdî jî, tune nin ku sebebî li musîq u hinerê Kurdî bikin. Sermîyanek milliyê mezin jî çênebuye di nav Kurda de ku, sponsorîyê bike u dest bavêje vî warî ji nav dest u pîya rizgar bike. Kurd bi xwe jî, li berjewendîyên xwe xwedî dernakevin. Beledîye u dezgeyên dewletê, huner u hunermendên Kurdî di xewna xwe de jî nabînîn. Wekî Hunermenda Kurd ROJDA dibêje : "Beledyeyên Kurd, gazî hunermendên Tirk dikin bi barê hespa pera didine wan lê ku em diçin gelek caran heqê rêya me ji bi zor didine me. Her tim heqê hunermendên Turk peşîn dane wan paşî ew çune mîhrîcanên beledyeyên Kurd."

Reso Rojda
Hemu rê u banî li pêşîya Hunermendên Kurd hatine girtin. Hûnermend sêwî mane li dîrokê. Komel u rêxistinek jî ne gotîye ka gelo, hûnermendno, hale we çîye, pirs u kêşeyên we çî ne. Hûn têr in yan birçî ne? Lê wexta ku lazim bune, gotine "filankes here filan cî, şeva me heye yan jî, şevborka me. U paşî jî, gotine pera mestine bila arîkarîya te bî ji bo rêxistina me."
Yanî eger carîna şev u şadumanîyên wan jî ne bin, belkî hunermend neyêne bîra wan jî. Ew rêxistinên ku qedr u qîmet nede hûnermend u rewşenbrên xwe çiqas dikare beje ku ez nûjen im netewî me. ?
Aynur Dogan Hasan Saglam
Hunermend oksîjena gel in. Wexta ku mirov hewayê nestine wê bi fetise. Nîha Kurd kêm, hewa distinin lewra li ber fetsanê ne u can dişînin. Lewra xwedî li hûnermendên xwe dernakevîn. Hunermend digrîn, di kenin, nikarin derdê dilê xwe ji tu kesî re bêjin. Emeg didin kasetan çê dikin kes nakire, diçin festîval u şev u şadûmanîyan, Kurd pere u heqê wan nadine wan. Tu kes konser u bernameyan ji wan re amade nake ku herin pere qezenc bikin. Dewleta wan jî tune ye ku wan xwedî bike. Lê ev jî insanin u benî ademîne. Gelo çawa xwe wedî dikin, çi dixwin u vedixwin.?
Gelekê wan ji dewamkirina mûsîqa Kurdî dilsar bune. Lewra dibînin ku emegê wan li haşê diçe. Bê çare dikevin nav dest u lepên produktorên Tûrk u ew j îçî bername bidne pêşîya wan, neçar tînin cî. Paşî gelek rewşenbîr dest bi gilî u gazina dikin. Nîlufer çîma weha kir, Aynur çima wisa dike, Rojîn niheqîyê dike yan Kazo wehaye, Firat ji rê derketîye, Burhan xirabîyê kiriye, Agirê Jîyan ji tamê derxistîye, Rojda xwe ji bîr kiriye u êdî.. Başe heqê kî heye ku gazina bike. ? Ji piçûkan u hetanî mezinan.. Derdê girantir, şîrketa jî dest danîye ser heqê wan u di wextê xwe de nedaye wan. Wan xapandîye, bey wana kasetên wan bi korsanî zêde kiriye u di bin dest de firotîye ku haya hûnermenda jê nebî u telîfa zêde ne xwezin. Yanî dizîyê kirine.

CEM SİDAR
Bi kûrtî, rewşa mûsîq u hûnera Kurdî çend xirabe; ya mûzîsyen u hunermendên Kurd xiraptire jî.. Tu çareyek jî, xûya nake li aso. Gelo çî bikin ev sêwîyên dîrokê. ? Tené yek rê heye: Divê seré xwe bi desté xwe bi xurînin. Kûme xwe danin ber xwe u ji nu ve , ji xwe re rêç u rêza deynin pêşîya xwe. Ji xwe re çekek baş çêkin, yanî rêxistinek, tevgirêdanek çé bikin u tê da yekîtîyek baş pêk bînin ku bi karibin heq u hiquqên xwe bi parêzin.
latifepozdemir@hotmail.com |