Kenan Ewren di van rojên dawî de, li ser kêşeya kurdî çend gotinan qal kir. Ew tîştên ku wî got, bi dehan sale ez dibêjim u weî min bi hezaran kesî heta niha gotîye. Gelek kesan jî bi şerd u îspat u delîl sedem van gotin u qiseyan bi sala ceza wergirtine u di zindanan de mane. Yê ku fermana wan kesan jî daye, bê gûman Kenan Evren e. Ev jî tiştek eşkereye. Destûr a îro, ya li Tûrkîyê, hêj ew destûre ku di 12 Eylûlê de, b idestê dîktator Kenan Ewren, her weha bi reydan u dengdanek wekî %98 hatîye qebul kirin. Destûra 1982 ya her ew destûre ku hetanî îro jî, tû hikumetek nekarîye vê bi gûherînê.
Di wextê Kenan Ewren de çend qanûnên taybetî jî, hatine derxistin ku îro ne saxçî u ne jî solçîyên Tûrkîyê qet dengê xwe derheqê wande dernaxin. Hun bêjin ew çî yasa u zagon bun. Em hinekî hafiza xwe bi kolin. Qanuna Bayreqê. (Jimare: 2893. Tarîx: 22.09.1983). Qanûnên Destpêka Destûrê. Wekî Şiklê Dewletê. Her weha bi dehan qanunên taybet bi Kurdan, ango dijê pêşî lê girtina azadîya Kurdan.
Her weha dîsa wekî prçeyek ji destûra 82 yan, qerarnameyên bi nav u deng ku bi SS ê têne bi nav kirin, (430,413,424,425 ) gelo ne pêrevên dema Kenan Ewren bun?
Belê. Em dikarin bi sedan nimuneyan bidin ji wan kiryarên ku li dijî Kurdan hatine kirin ddi dema Kenan Paşa de.Kena Ewren pîştî ku bu serok komar jî, dîsa bi hêz u qeweta xwe li gelek tiştên xweza u demokratîk pêşî girt. Ev zatê şerîf pîştî ku ji serok komarîyê hate xwarê jî, disa destê xwe ji pêsîra gelê Kurd ve nekir. Ma ne ewbu ku li Kurdistanê (li Mûşê) dî got “Em wana bi darve nekin lê em wan xwedî bikin.“
Bi kurtî gelên li Tûrkîyê, xasima jî, miletê Kurd Kenan Ewren u yên wekî wî gelek baş nas dike. Ev eşkere ye.Lê ya ji vê yekê giringtir jî eve ku, sed heyf u mixabin ku Kenan Ewren jî, miletê Kûrd, ji piranîya Kemalîstên çep baştir nas dike. Do zulmê dikir. Ez bawerim ku ji bona berjewendîyên Komara Tûrkîyê, li gor bawerîya xwe xizmetek dikir. İro jî ku tişteke din, yê berevacî dibêje, bi ya min disa ji bo menfîetê dewletê dibêje.
Ma Kenan Ewren, dîn buye gelo? Yan hûn bejin xûrifye? Heye ku aqlê xwe çeliqandibe? Diktator u xwînrêjê do, çawan dibe îro, ji nedîve ewqas bi rehm u dilovan dibe. Ma ûjdan u merhamet u dîlovanî u merîvanî taze lê peyda buye hûn bêjin? Gelek kes belkî li aqil u bîr u raya Evren dibe ku mabin şaş u metel. Yan jî, gelek kesên kêmbîn u dijkurd, tehamûlê bi Kenan Ewren jî nakin. Hun bêjin çima, kengê ku behsa heq u mafên Kurda tê meydanê, karwane neyarên Kurda bi yek deng u yek awaz pêşî li gengeşî u miqaşeyên xwezayî jî, digrin, bi navê parastina dewletê.?
Nasyonalîstên Tûrk, ji bona firehî u ewlehî u serfirazîya dewlet u milletê Tûrk, ji roja ewil u hetanî îro di cehda avakirina civatek yek deng u homojen de ne. Lewra li gorî wan Kurd tunenin u ew kesên ku xwe Kurd hisab dikin, ew Tûrkên çîyayî ne. Em mebest u mexseda dilê van şovenok u nijatperestokan baş dizanin. Lê ya ku em lê dimînin asê, raya Kemalîstan u çepan e. Ma derdê wan çîye hun bejin. Carek li bismar didin carek li nel. Gelo gotinên Ewren ji wan re bawerpêkirî nayêne xûyanê, yan qima wan bi van gotina nayê? Ez mame şaş. Ev solcî u çepgerên Tûrkîyê bi rastî jî, sosret in.
Gotneke Tûrkan heye dibêjin xwar rûne lê rast bi peyive: ya rast sultanê kerr jî baş dizane ku di vê mijarê de ya ku zêde Kemalîstan hêrs dike ne ewe ku Kenan Ewren çawan dibe qala tiştek weha dike. Lê, ya ji vê yekê giringtir, ewe ku tiştê ku hatîye qalkirin li dijê raya resmî a dewletê ye. Ewren bi vê qala xwe berjewendîyê dewletê parastîye. Her kesek fêma baş dizane ku Ewren do jî dostê Kurda nebu u her wiha îro jî ne dost u yarê Kurda ye. Lê tiştek din ê balkêş ewe ku her tişt u heta her kes di gûher e, lê hergîz u qet kemalîst na guherîn. Yanî ew ji eslê dinazoranin bi zena min.Her wiha nîyeta wan tunene ku bi guherin jî.
Tiştê ku Ewren behs dike, bi mafê Tûrkane lê ger ev tişt encam bide wê bi kerî Kurdan jî were bê gûman.Wê bi vê yekê Kurd jî, nefesek bistînin u bi karibin bêhna xwe bidin. Hinek kes dibê jin ku hinek caran ujdana zordesta jî, di qete.Dilê wan jî zîz dibe. Lêez ne bawerim ku ev tişt ji bo Ewren rast be.
Ev tişt rengê kêşeya Emrîka u Îraqê dide. Her wek ku tê zanîn, Emrîka ji bona encamdana projeya xwe a Rojhilatanavîn a Mezin, xwest ku xwe bavêje vê herêmê. Lê dît ku di ve meşê de Sedam li ser rêya wî astengek e. Lê da wî anî xwarê u kete Îraqê. Kurd jî, bi ruxana Seddam u hilweşana rejima wî a zordest gelek dilşa bun u ewan jî xwest ku ji vê bûyerê îstîfade bikin. Îraq jî di vê qonaxê de, xwe mihtacê dosteyatîya Kurda dît. Lewra ku Seddam dijminê herdu alîyan jî bu, bi cî bu ku di ruxandina wî de di navbera her duk hêzan detêkilîyek hebe. Ev tiştek xwezayî bu. Divê mirov vê meselê wiha şirove bike. Lê ka çep u Kemalîst wiha dikin.? İşê wan karê wan bi hiceta dagîrkerîya Emrîkayê dijminayetîya miletê Kûrde u ev tişt wan u faşîstê wan dike ser yek tayek u yekdeng dike ku ev xeterek gelek mezin e. Welathiz ew kese ku mafê miletê xwe biparêze.İro çareserkirina kêşeya Kurd bi rêyek aştîyane tiştek here baş e u feydeyek xwe ji bo Tûrkan jî, gelek e.
Di vira de tiştek giring jî, eve ku, mixabin, kengê pirsa Kurdî tê himatê, yan Kurd dikevîne rojeva cîhane. Edlahî u heq u hiqûq u berjewendî u edalet cîyê xwe dide sîyasetê lî Tûrkîyê. Pirsa Kurda pirsek hiquqîye lê ew na xwazin ku bi vî şiklî bibînin u bidne nîşan. Yanî di pirsa kurdî de heq u hiqûq dibe tiştek sîyasî.Ger çep o ger rastên Tûrkan dema ku pirsa Kurdan tê meydana di navbera xwe de enîyek millî çê dikin u di neyartîya Kurda de, bi hevra dikevîn rekabetê. Ka gelo wê kî ji kî zêdetir dijminayetîya Kurda bike!!!
Rojnameyên dûrû yên Tûrkîyê ku piranîya wan wekî organên MGK yê dixebitin (MGK jî, her tim li wan bi şik u fikar e) bi yekdengî dibêjin ku Kenan Ewren li ser van gotinê xwe were dadige kirin. Lewra ev gotin li gor qanûna 301 ê sûc e. Lê ev tiştek dijê heqê mirovanîye u parêzgerên mafê mirovan dive wekî her kesî li diji dadge kirina Ewren rabiwestin. Neku ew mirovek baş e. Lê sedem ku li ser vê yekê dawe vekirin li dijê mafê mirovan e. Ewren dive li ser 12 Êlûnê were dadge kirin u heta tu bêjî ceza kirin jî.. Çima divê ew were dadige krin u ceza kirin? Fermo ji bo van sedemên jêrê. Ji kerema xwe re em bînin bîra xwe ka gelo di 12 ê Êlûnê de çî bi serê gelên Tûrkîyê ve anîbu Kenan Ewren:
Di 12 yê İlona sala 1980 e yan de, 1 milyon u 680 hezar kes, hatin kivşe kirin ku xeternak in. 650 hezar kes hatin girtin u hepiskirin. Derheqê van girtîyan de li dagehên eskerî de, 210 hezar dawe hatine vekirin u di van daweyan de, 230 hezar kes hatine mehkeme kirin.Ji wan, 71 hezar, bi şika komînistîyê,9500 kes bi tawanên dûrî sîyasetê, 99 hezar kes bi şika endametîya rêxistinên nehînî, hatine dadige kirin u ji van 99 hezara 22 hezar kes bi bawerîya endametîya rêxistinî, tawanbar bune u ketine zîndana
Gelek kes ji ber xetara dewletê terka welat kirine. Lewra vê dewleta ceberud baş nas dikirin u dizanîyan ku çî xedare. Ji wan , ji 30 heazarên wî, wekî xetarnak hatin hisab kirin u rejîmê bangî wan kir ku bên xwe teslîm bikin. Yên ku bi xeberê cuntayê nekirin u nehatin, 14 hezar kes bun, cunta wan ji hevwelatîbunê dûr xist. 390 hezar kes nekarîn ku pasaport werbigrîn u di wê demê de derkevine derveyê welat. 23 hezar komelên sîyasî u civakî hatin daxistin u girtin. Ji wan 650 komel hatin dage kirin. Derheqê 7 hezar kesî de, cezayê îdam kirinê hat dayîn. Di zîndanan de ji ber şert u zirûfên xirab bi ecelê xwe, 230 kes mirin. 150 kes mirina wan bi şik bun. 14 kes di grevên xwe birçîhiştinê de mirin. 16 kes di dema firar kirinê de hatin kuştinê. 75 kes di şer u miqabele kirinê de hatin kuştin. 73 kes bi emrê xwede mirin. 43 kesan jî, ji ber şertên dijwar, xwe kuştin. 170 kes jî, sedem îşkence kirinê, jîyana xwe ji dest dan u yan jî, bi îşkenceyê hatin kuştin..
Di 12 ê İlonê de, îşkence u xirabmiemeleyek hov hate kirin. Pîştî wexta sedem îşkenceyan, (pîştî rejîma leşkerî, di navbera 1983 u 90 an de), 550 kes ji karmendên cuntayê bi zena îşkence kirinê, hatin dawe kirin. Lê 1000 kes jî, ji alîyê rejimê ve, hatine xelatkirin. Ji hemuyan giringtir ewe ku, 18.500 memur u karmendên dewletê, bune hedef u armanca sazumana leşkerî u ji kar u şixulên xwe bûn. Jimara Memurên ku hatine dawe kirin, 7250, mamosta u dersdaran 3850, ya memurên ewlekarîyê 980, ya dersdarên xwendîna bilind 120, amîrên îdareyê 35, hakim u sawcî 45, yên ku hatine nefî kirin u şandin sirgûnîyê 7500 kes bun u her weha 4900 kes jî, ji karên xwe dûr ketin bi fermana sazumana leşkerî..
Di demên nêzik de ez ne bawerim ku ew îşkence u zordarîya ku li îşkencexane u zîndanên Tûrkîyê de dihat kirin li tu cîyê dinyayê hatibî dîtin. Nemaze (bi taybetî) zîndana Mamak (Ankara) u ya Dîyarbekir. Her du zîndanên her du paytexta.. Mamak u Dîyarbekir. Navnîşana wehşeta hevdemî ku mirovayetî li wan deran têkçubu di wan salan de.. Dîyarbekir.. Jimare çar... Esat Oktay Yildiran. Ax u fixan u hewar u berxwedan.. İsyan u berxwedanên qehremanîyê, nimune jîyanên bijare u ser dest. Dîyarbekir şan u şerefa Kurda u Kurdayetîyê. Zîndana Dîyarbekir, cîyê berxwedan u gernasîyê.. Ew canên qedirbilind ku navê xwe bi xwînê kolan li wan bircan, li wan bircên ku bibun nîşana mêrxasîyê ji sal u zemana hetanî îro.. Surên Dîyarbekir... Ew sûrên ku sirrên xwe di veşêrin vaye çend sale di temarên xwe de.. Zîndana Dîyarbekir jî, berxwedana Dîyarbekir jî, tu carî nayê ji bîr kirin... Qonaxê 12 ê îlonê, li tûrkîyê tarixek nuye, destpêka gelek buyerane.
Di navbera salên 1980 u hetanî 1985 an de rewşa rejima sazumana leşkerî çawa bu, em dêna xwe bidnê bizanin ka gelo amar u reqam u jimare çî dibêjin ji mera. Yen ku bi salek ceza xwarin u tawanbarbun 23 hezar kesin. Yên ku di navbera salek u pênç salan de cezayê hepsê xwarin 10.750 kesin. Di ve demê de yên ku ji 5 salan heta 10 salan ceza wergirtin 6200 kesin, yên ku ji 10 sal hetanî 20 salan ceza wergirtine, jimara wan jî 23 hezar kesin.Yên ku ji 20 sala zêdetir ceza dîtine ji 900 kesî zêdetir in. Her weha 630 kes jî, cezayê muebetê wergirtine ku heta jiyana wan kuta bibî di zîndanê de bimînin.
Di dema desthilata sazumana leşkerî de, derheqê 420 kesan de ferman u qerarê îdamê (kuştinê) hatîye dayin u ji wan 50 kes bi destê van hovan hatine idamkirin, ango kuştin. Ji bo rojnamevanan cezayê ku hate xwestin ji 400 sala zêdetir bu. Ji wan, yên ku ceza wergirtin gelek bu u tomara cezayê wan li ser hev gehîşte 3300 sala. 31 kes her niha jî, di hepsê de ne. 13 kes, hêj jî, di nebuna wan de destê girtinê li ser ewane. 3 kes bi hêrîşên gulebaranan hatin kuştin. 40 ton kovar u rojname hatin tomarkirin u paşî jî, hatin şewitandin. 40 hezar kilo çapemenî niha jî di depoyan de li benda şewatê ne. 980 rojname u kovar hatine qedexe kirin. 190 filmên sînemayê hatine qedexekirin.
Di wan deman de, pêş sazumana leşkerî u pîştî sazumanê rewş jîyana civakî ya aborî jî gelek balkêş e. Wekî, pêş vê sazumanê 5 milyon u 700 hezar kes xwedî sendîka bun, endamê sazumnên meslegî bun. Pîştî vê cuntayê u bi 5 salan jî, hê jimara kesên xwedî sendîka ne geyîştibu 2 milyona jî, ango 1 milyonek u 700 hezar bu. Di sala 1979 an de, miaşê kargerekî rojane bi qederê 9 dolara bu. Lê, di salên 85 an de, nive- nîv kêm bu u hate dora 4 dolarî rojaneya kargeran.
latifepozdemir@hotmail.com |