Nîsana sala 1993… Li Stenbol 50 kes di bin çiyayê qirşa de mirin. Piraniya wan Kurd bûn.
Jiyana bindestê çiya, ew jiyana xembar, ew jiyana nazdar… Dema taviyê baranê tên, li hawîr xemek sar bi ser jiyané ve digre. Di şevên reş u tarî de, mirov li hevalek digere ji bo ku rê li mirov ronahî bike, yan li çirayek yan li ronahîyek dûr ku şewqek nemir bide ser deşt û beyaran. Jiyana bindestê çîya, dixwaze xwe ji qefaltinê rizgar bike. Wisan yarim ji çiya re ku, nizanim ez darekî zinara me, yan jî ,kevirek hişk li ser textê çîya. Roj, bi dert, der tê, germ dike cîhana belek, lê ez tenê bendewarê germa rojê me, ji mêjva ye min ronahiyê ji bîr kirîye. Bes tave- hîva şevê ye ku min ji xewa rojê cûda dike.
Jiyana bindestê çîya!.. Ne ewqas qail im ji unerê çîya, lê mixabin dijwar in çîya û bê rehim in. Herkesî star nakin di himbeza xwe de. Her çend dibêjin ku çiya yar in, lê dîsan jî, dizanim ku çiya ne yarê hemû kesan e. Car berf û pûs in, car mij û moran in.Ewin ku bi ser serê bextreşan ve xembariyê dibarînin. Gelek kes hêviya xwe bi çiya ve girêda ne, lê çi bêjim qedrê jiyanê carna jî, li çiya tê fêm kirin. Jîyan wekî teyrek li asîman bê derd û xem hildifire li çiya. Lê rastiyek heye ku dema tengasiyê ,ciyê spartinê ne çiya, û ne bêbext in wekî zilma li ser bindesta..
Min li çiya gelek zehmet û êş kişand. Dema şivan u gavaniyê kes tunebû bêje şev reş e, tarî ye, zivistan bê rehim e neçe çol û çiya, ne xem e bila berx û kar bimînin di hefşê de. Jiyana min, ji jiyana berxan bi rûmetir nebu gelek caran… Çi bikim zagonê belengaziyê min bi paşda hiştine û ez ne wek berxa salan jî giranbuha me li çiya.
Jiyana bindestê çiya!.. Lê dîsan jî gazînan nakim ji te. Çiya, ne ciyê qelsemêra ne, lê mekanê egîdan e. Mirov divê tu carê heqê wan winda neke, belê, berf û baran û tofan û aşit ji çiya bi ser me ve hatin, lê gelek caran, cendirme û zordar nekarin li çiya bi ser me ve zilmê bibarînin. Çiya ji me re bûne star, me cara yekem li çiya azadiyê nas kir û em bûne dildarê wê. Lê çî bêjim, bextê me her tim wiha bê ser û bê ber e. Car li çiya, car li bindestê çiya jiyana me wekî mistek şidyahî ye ku dirûşmên sondxwarî diqêrîn e.
Yekem car soritiya gulan li çiya laqî me hat û bayê hênik, hewayê azad ku mirov dikare canê xwe fêdayî bike. Em bi çetnahiya çiya ve mezin bûn, lewra dilê me wekî sermilê çiya serbilind u bê xem e. Mirov dema li bilindahiya çiya bisitire, şûr nabire simbêlan u mêraniya yeko-yek tê bîra mirov bivê-nevê… Lê ka ew cîhana ku tê de pîvana mêrxasiyê her dem li ser mêzenê be.? Ka ew dadiya zelal.?.. Ka soz u bext. .?
Jîyana bindestê çiya!.. Min gelek cara ji te gazina kirîye. Gelo ew çima tu jî wekî jîyana deşt û geliya rûken nînî.? Navê te bi terhek dijwar û xedar derbasî dîrokê dibe. Ma em ne hewceyê jiyanek xweştir in, yan bextek baştir.?.. Her tim di bin çetnahiya bûyerên dijwar de, gav bi gav çav li ré ne… Hetanî niha nebû qismet ta ku sê şevan li ser hev li yek starek bisitirin. Digotin çiya ji mirov re yar in, qedrê mirov dizanin, lê ne çay, ne qehwe, ne baliv, ne doşek, ma mêvan wiha tenê xwedî kirin.? Ma mazûvanî wiha ye camêr.?
Li derva li kûraya cîhanê de, jiyan bê asteng bi çelengî dimeşe, herkes bi dilek şa, emrê xwe kuta dike. Lê em destê me qelaştî, rû ji berfê, bi rengê çiya, bi qewez, dest û pê wekî wêneyên çîrokên çiyayê Qaf ku mirov bi xwendinê ji wan têr nabe. Avek zelal û şirîn, bayek delal û rengîn wekî bextê jiyana dehatu ku em ji bo wé li vir in. Dengê tifinga mor, kewa gozel, bilbilê dengbêj û kevoka şîn ku remza aştiyê ye wekî xeyalek di ber me de derbas dibe û diçe. Şev ne asteng e li ser rêya me, daxwazî her hîvron e, bi roj radizên, bi şev dimeşin, teht û zinar nasê me ne, her wiha av û giya jî, dosté me ku em xwegirtiyê wan in…
Jiyana bindestê çiya!... Kî bi dilxwazî te divê.?.. Eger ne mecbûr bin, bo çi şkeftê te ji xwe re bikin star.?.. Ew şkeftên sar û tarî, ew şikeftên bi mişk û mar… Tu ne mazûvanek baş î. Lewra gelek caran mêvanên te, tî û birçî radizên li şikeftan… Ji hemiyan xirabtir bîranîna destgiranan zehmet e.
Dema li ser kevirek rûniştî bî, saet çarê şevê, wisan ji pêşerojê, bê hêvî bî, ew keça delal ya porzerîn, ew keça ku bi tîrên çava dax dike dil, bi zilfan, dil dike birîn, wekî xeyalek li ber çavan diçe û tê, ne tifing, ne helbest, ne jî şîarên canpola têne bîra mirov. Lê mîrata jiyanê şirîn e, mirov, gelek caran ji xewn û xeyalan şiyar dike. Wekî dengê piyê mirovek, yan jî xuşêna avê, yan xiştîna kevokek, mirov bivê-nevê ji derya xeyalan, dikşîne rastiya jiyana bindestê çiya…
Çiyayên min dîsan jî ne ew qas xirab in. Gelek caran min xwe sparte wan û ewan bi camêrî min qebûl kirin. Ne gotin ku filankes tu çi kes î, ji ku ve tê yî, diçî ku, yan jî ,çima li vira yî..? Lewra ew nasê min in. Min ji bav û kalan ve baş nas dikin. Lewra yekem car, van çîya, pêsîra xwe ji wan re vekirî bûn, rêya wan, ji wan rojan ve her tim aram û vekirî ma ye ji me re. Çiya, çayek germ nade me, lê jiyanek aza û dilsoz her qewlê wan bûye.
Jiyana bindestê çiya!.. Herme ku derê jî, xwe ji te xelas nakim. Gund û bajêr jî, ji min re sera ewil wekî te têne ber çav. Gelek kes kena xwe bi min tînin. Nizanim ez çima ew qas ewîndara te me.? Mal ava, tu ewqas dijwar û xedar î, lê dîsan jî ez her bi te serbilind û aza me. Direvim, terka mal û milkê xwe dikim, yan jî neyar min dajo, nefî dibim, têm welatê xeribîyê, lê dîsan ji hisreta çiya zû bi zû naçe ji dilê minê birîndar. Ewqas milet ji min lome dikin, kena xwe bi min tînin, navê şikefta min dipirsin, lê dîsan jî, ez, dev ji evîna te bernadim. Feqirî, xizanî û belengazî ji min dûr nabe, lê dîsan jî, ez qedrê te winda nakim.
Jiyana bindestê çiya!.. Gelo qedera min bû ku ez hatim welatek biyan, li xeribîyê jî, dîsan tu para min ketî… Min jiyana xwe ya bindestê te jî, bi xwe re, di himbêza xwe de anî û ez hatim welatê dereke ji bo rojên xweştir, ji bo jiyanek çêtir. Lê tu xan û eywan, rê nedane min, dîsa bê çare min xwe avête tor û bextê te û tenya tu geyiştî hewara min. Lê îro dibînim ku, rengê te ne ji rengê çiyayê minê berê ne. Dibînim, tu çiyayek qaîm nînî. Xuya ye, hinek cara, mirov, bi bînahiya çavan jî, dixape. Lê çavê bêkesî û feqîrtiyê kor be, tu kesê me nîne ku li welatê xeribîyê li me bibe xweyî. Me bike mêvan û wekî mirovan bi hewîne.
Jiyana bindestê çiya… Ev dildariya te gelek bûyeran bi serê me ve tîne. Lê dîsan jî, evîna te pir şîrîn e. Dema ji warê bav û kalan derketim hatim, min ne dizanî ku çiyayên dereke ne wekî çiyayên welatê min in. Bibore, xeşîmî û nezanî tiştek xirab e. Ezê feqîr çi bizanim ku ew çiyayên ku ez li bin wan li starê digerim, li ber xedr û teqînê ne.
Çiyayên min dijwar bûn, lê ne bêbext bûn. Tu carî bi min re qelsemêrî û qelaşiyê ne di kirin. Lê mixabe ku ez îro dibînim çiyayê ku ez niha li bindestê wan im, ji qirş û qal pêk hatine. Bilindahiya wan, wekî berfa havînê ye. Çi bêjim, hetanî îro min xema dijwariya çiya ne kişandibû. Belê rast e, gelek caran çiya bi ser min va şape û aşîtan barandin, mal û milkê min wêran kirin, lê dem ne havîn û buhar bu. Min dema zivistanan tevdîra xwe digirt, gelek caran di rojên xedar de, ji malê diçûm der û li cem cînaran min ji xwe re starek peyda dikir ta ku zivistan xezeba xwe datanî.
Ezê reben çi zanim ku mêzêna xwezayê hinek caran xirab dikşîne û çiya li mirov têne xedrê. Ji min were ku ev qedera Xweda ye, Xweda seza dide evdê xwe ku bawermendî qels nebe li ser rûyê zeminê. Aqilê berê, gotina bav û kalan.... Helbet sûcek me hebû ku bi ser me ve aşît dihatin û li me dinya dibû mij û moran, tavî û baran. Min wer dizanî ku kesên bindest her tim xetabar in û ev tişt ji, qedera wan e…
Di nav jiyana bindestê çiyan de mirov çawan dibe zanyar û aqilmend.?.. Ma kesî bihîstiye ku çiya zanyariyê dane nîşanî mirov.? Ki di çiya de bûye ulumdar hetanî bûyeran ji hev bipişkêfe û bizane aşît çima tê, berf û baran sedem çiye.? Ji şivan û gavanan kî dîtiye ku zanyar û bîrewer peydabûne.? Lê dîsan jî, her çî dibe bila bibe, ez ji jîyana xwe razî me. Belê rast e, dijwar e, bi êş û jan e, lê dîsan jî dema birçî bimînim, qet nebe dikarim kevroşkek reben bigrim, yan jî qevdek pincar hilkim, bînim, bikim şîva şevê, rûyê zar û zêçan, geş bikim,tema devé wan xweş bikim..
Bav û kalên min nasê çiyayê welat bûn, ewan jîyana xwe li bindestê çiya derbas kirin, eger xweş û eger nexweş. Piraniya wan bi qedera Xwedê mirin. Lê ez, ez bele sebeb hatim welatê xerîbiyê, bi çiyayên nenas re bûme yar, min li qontara wan mal û menzel ava kir, paşî jî, jin û zarok, mal û milk… Pişîka min û du serî pezê min digel çar mirîşk û dîkek min, qet ji min neqetiyan. Hevalên bi wefa bûn.
Çi bikim gund û bajêr ji min re ferq nakin. Ez bê wana nikarim bijîm. Pêş ku ez ji xwe re xaniyek çêkim, min ewil ji mirîşkan re qinik, ji du serî pez re axur û li ber derî zeviyek çêkir. Çawan be, Xwedê risqê evdê xwe dide, mirov ji birçiyan namire. Lê zehf neborî min dît ku zikê birçî, bê siyanetiyê tîne devê derî.
Jiyana bindestê çiya!.. Ev bextê reş, di vê dinya xweş de ma para min tenê ketiye.? Çima xencî min kesek kul û keseran nakşîne.? Gelo ber pirsê derd û kulan ma ez im.? Ji belengaziyê, ji rezîlayî û perîşaniyê reviyam, ji bo ku şeref û siyaneta xwe biparêzim hatime welatê xerîbiyê, lê li vir tu şûnekî min ne sitirand. Yan min li tu ciyekî star nekir. Ezîtiya min, axatî û lewendiya min bi cî ma. Li vira kes kesî nas nake, qedr û qîmet kêm e. Tişt nabe, hêdî hêdî emê nanê xwe derxin. Eger pars, eger xulamtî, eger olamtî, eger qerwaşî, geriya ku Xwedê qûl kiriye namîne bê liqme. Dizanim, ev jiyan, ne rewayê me ye, lê çi bikim, dîsan jî, ji bê siyanetiyê baştir e. Bila mirov bê nan bimîne, lê bê şeref nemîne.
Du hezar kîlometre dûr ketin ji welat û hatin bindestê çiyayek bê rehm û nenas. Me çi dizaniya ku çiya hene lê ne ji axê ne. Rast e, bênek ne xweş dihate pozê me, lê ji me were ku ev bên, bêna bajêrê mezin e. Me di xew de bidîta bawer nedikir ku çiya ji qirşan jî pêk tên. Hetanî ku rojek berbeyanê bi ser malan ve girtin, gişt zarokên dergûşa û jinên reben bê ruh û can hîştin. Çiya… Belê çiyayên nenas, çiyayê bêbext û xapînok, çiyayên bi qirş û qalan bilindbûyî, çiyayên ku me xwe geyandibû stara wan. Çiyayên ku me dizanî dostên roja teng in, stara mirovên merd in.
Jiyana bindestê çiya!.. Bi ser me ve hatin di berbanga sibê de rojek ji rojên buharê,em bune bindestê çiya… Mefer û mecala revê nebû ku em xwe û zarokên xwe xilas bikin ji bêbextiya çiya. Birayên me li Helepçê bi gaza siyanûrê can danbun,mirî bûn, îro em jî, bi gaza metanê canê xwe didin axê. Ne Xwedê lime xwedî derket, ne bayê hênikê çiyayên Kurdistanê…
Ma ev çi qeder e.?.. Li wir zilma cendirma, li vir xedra çiyayên ji qirşa… Hewara me nagêje tu kesî. Feryad û fîgana me her wiha bê bersiv maye.... Ev çi qederek bê eman e, ev çi jiyanek bê derman e.? Me mala xwe xira kir em hatin welatê xerîbiyê, me xwe avête ber stara çiya, lê çiya li me xain derketin. Qedera zalim, feleka xain me li vira jî dît û bi ser me ve mirinê barand. Mirin ne tiştek nenas e, lê mîrata mirinê çiqas bêjî rû sar e, di halê feqîrtî û bêkesiyê de mirin, her roj bi mirov re heval e.
Jiyana bindestê çiya!.. Gelo ji me re tu rojek xweş çê nabe.? Çi ye sezayê me, sûc û gunehê me.? Eger merdî û mêrxasî be, em kêmî tu kesî nînin. Eger şervanî û mêranî be, dinya dizane ku em mêrê roja teng in. Wekî wisan e, çima wiha em li berbanga, ji rû erdê radibin...? Ma êş û zehmeta dinyayê her tim para me ye...? Emê çi bizanin ku çiyayê xelkê jî, neyarê me ne, ji me re tu cari nabin star. Ma kiyê me heye ku rêz û rêça jiyanek serfiraz nîşanê me bide.? Gere jiyan ne hewqas erzan be.
Jiyana bindestê çiya!.. Qeda li bextê reş bikeve. Ji bo gezek nanê hêsa, em bi ser av û şeta ketin, me terka axa bav û kalan kir, em hatin bindestê çiyayê xerîbiyê. Eger aqilê iro bi me re hebûya, emê çima do ji ser av û axa xwe biçûna derê.? Wiha malmîrat û bê eman bimana li du pariyek nan, li welatê xurbetê.? Îro dibînim ku kêfa neyaran bime tê, kes nabêje ku, ev xedra giran, gelo çima tenê bi serê van ve tê.? Dayik li çokên xwe didin, bi axîn û fîgan, hawar û gazî dikin şîn û giryan û nalîn… Lê çi feyde, ma qabil e ku zarokên şîrmij bi paşve bên.?.. Çiyayên qirş û qalan, me fir kirin, ort û ocaxa me tefadin, bi ser me ve girtin qirşê seranserê bajarê xopan, îro em bê eman in, kes nîne pêşî bigre li vî bextê reş, li van rojên giran…
Çar kod cehê me li gund hebû, sal bi sal debara malê li ser bû. Em pê qaîl nebûn, me rabû mala xwe xira kir, berê xwe da welatê xerîbiyê. Feleka xaîn me li wir jî rehet nehîşt, wekî tofana axirzemanê bi ser me ve çiyayên bi qirş wergerand. Jin û zarokên me mane di bin giraniya qirşan de bê nefes, bê ruh û can, destê me li ber rûyê me hiştin, em mane bê kes û bê dûnda. Jiyana bindestê çiya ji me re bû jehriya ji mara. Keda me, du serî pez û mirîşkên me, digel jin û zarokan, mane li bin çiya, lewra îro feryada me digêje asimana…
latifepozdemir@yahoo.com
|