Berya dewr u zemana, salên xelayê, ku dexil u dan, av u nan bi jimare bun, tengasî, hejarî u nedarî, wekî marek reş xwe pêça bu li gerû u sitûya u mefer ne dida ku dil u can, roh u beden, nefesek bi rihetî bikşînê. Jîyan di tama jehrîyê de, hêdî hêdî, derbas dibu u diçû... Dijwarî li çokê bu, zordarî mirazê dayk u baban bu. Hinek caran bê hemdê xwe, bi hez u henekên biçûk, kenek xemgîn peyda dibu li ser wan ruyên zerên hejarîyê… Ku çendîn sal mabun di hisreta dilxweşîyek de. Ku rûkenî çiqas li çav u rûyên wan dixwara...
Zivistan… Zivistana reş u tari. Ew rojên dirêj ku nabin sibe. Ku dema dibe şev sebir di qede, di taritîyê de. Di derya xeyalan de xewin nayê. Derd u derman li ber çav in. Dengê dengbêjan, defê derwêşan, zinga zinga dergûşan, li ber xweşena ava çem u rubaran, sitêrk di xuricin yek bi yek li banê bilind, li asimanan. Xeyal bi çar gav di ser hev de gav didin. Êdî mirov nikare xwe ji esareta xeyalan bi felitîne…
Dengbêj u derwês, xemrevînên jîyanê... Ji kûraniya dil ve tê dengê bilurên şivana. Şivan, pez digerînin li deşt u zinara, her tim şa dibin bi berx u kara, tu carî li wan nakevin gûman u fikara… Di şevên tarî de pif dikin bilûrê, bi zarê teyr u tûra, bi sewt u awaza şalûl u bulbila. Bi dengê bilura şivana berx u kar li wan dicivin dikin guhdariyê, dûr dikevin ji xeman u xembariyê. Dengê bilurê dila ji tengasîyan dişo, avek li agirê dila dike.
Salên zor u xedar, ew salên dijwarîyê ku me ezyeta wan dixwar, niha her yek ji wan wek xeyalek li ber cava nin. Ya ku hêj jî, ji me dûr e, bê gûman azadîye. Bi bêhna fireh her kesek buye xwedî dem u dezge xwedî kon u eyal, êl u eşîret paşî jî, mal u serwet, dem u dewlet. Lê gelek cara, ber avêtîye mîya Kurda. Zû zaye mî u berx maye virnî. Bayê azadîyê ku gelek caran honkahîyek dilber anîye himatê, dirêj ne ajotîye, di himbêza tevgerê de, mirîye... Wekî du Seîd, dû patrewan dû mûmê jîyanê ku ji ronahîya hev hezidî bun u şewqa wan bu bela serê wan u ew şewq, bu sedemê mirinê, her weha kûtahî anî li jîyana wan... Yanî şîn u giryana di jîyanê... Tasek ava zelal, perçek nanê helal, serêkê bê êş, bextêkê ne bireş. Mam di hesreta dilek xweş de, ser u dilek hêsa u rihet de... Tenê ew bu daxwazî ji jîyanê..
Rû mîna bun dexl u danê zer, bext her wekî şeva reş... Rû, ew rûyên zer ên sefalet u cehaletê. Ku kenê jibîr kirine çendeke... Histêrên wan, li ser gûrçikên rûya hişk dibin. Bi tûtûka nîgehvanên şevê dihat bîra wan ku vaye ew jî, li heyatêne u dijîn. Tûtûka nobedar u rimildar u nigehvana... Tu qewl u bext nebu ji desthilatdarên dewr u zemana re... Zeman wek stêran di xurice, bê tam u bê lizet, di nav lepên zilmê de êsîre zeman, bendewarê felatê ye. Roj bi zereq e. Lewra tavê me’dê xwe kirîye, berê xwe gûhastîye ji heyatê... Heyat di tama qîr u qetranê de, mina jehrîyê, tal u tîj... Zilim bibe şîlana şekir jî, tu carî, di qirikan de naçe xwarê... Qeda bi vê qederê bikeve ku qet tam u lizetek ne daye me...
Derya neçarîyê, roj bi roj berfireh dibe. Nan di devê tajî de, însan li dû wî bi xar dibezin. Koda cehê xerîb u xerîbanan di çalê de maye. Kes nîne bê hewara belengazan. Lê tenê şerefe ku serê xwe na tewîne li himberî bêşerefîyê. Xortên Kurd yên can feda u mêrxas.. Kubariyê dıkın bı gernasıya bab u kalên xwe.. Ew kubarî ji esil u astarê wan tê. Şanazîya wan mirazeke ji bab u kalan u ku çîkas pê serbilind bin, heqê wan e.
Li qûntara çîyayên Sîpanê, Cûdî u Gebarê, dengê çivîkane xewa sibê dibrê u biruskek davêje gelîya. Deşt u zozan bi dengê bilûrê radibin dîlanê. Li du her şîtlek rîhanê ku bê riza dikeve erdê u koçebar dibe di ciwanî u bedewîya xwe de. Bi bawerîyek berz u bala, bi asoyek berfireh u dûrebîn, bi ramanek kûr u xweşbîn, di serdemên bêhnok u hinaran de, mirinê girtibu bi pêsîra wan u nehiştibu ku ji cî rabin. Mala bêbextan xira bibe digel bêkeysîyê... U kilama wan a ber mirinê u serborîya wan, rebenî u belengazîya wane ku banê bilind jî, tîne rehm u emanê... Du bira, her yek wekî nivê cîhanek. Li ser bilûra wan keser u nalîn hebu… Di destê wan de, xencerên zêrîn u, du tifengên Martîn..
Du heval, jı du bira pêştir, derketıbun serê çiya. Çiya, çav dane cendırma u sıbehek zû xezeb li wan barîya.. Sitrana wan, bîranîna wan dı gel histêrên cava hatîye lorandın. Ev kilam a jêr, ya wan e.
Şev bu, berê me ketibu ber bi asoyek şîn u gewr, me dabu rê. U ew bi dilêk pola derketibun çîyê. Li pêşîya wan çîyayek asê, mil bi mil, di kêleka hev de, ew du zilamên çê. Şev bu, bê gûman şevek çîk sayî bu... Sitêr yek bi yek di ser tarîtîyê de gav didan. Lî dü xîyaneta aşîtan Baro weha qal kir vê çîrokê: Em ketibûn rêyek dûr u dirêj. Lê, ez nizanim çima bibu nesîbê me ev şerê qirêj. Me, xwe avêt bilindahîya çîya. Ji bo sitarek ku em hewce bun, pişta xwe bıdine palê zinara... Zinar u lat şun u warên tengasîyê bun u yar bun ji me ra. Yan ji, me wıha dizanîya...
Tirs di tarîtîyê de mîna marek reş, bi serme ve dihat. Dihat bê deng u bi dizîka. Dengê avêtina dilê me, mina toqatek li rûyê zinara diket u carek din li me vedîgerîya. Aşîtên berfê, ji serê çîya werdigerîyan hetanî ku di gehîştîn gelîya, dibun mîna çîya, çîyayên ji berfê, ser gewr u asê. Dengê dilê me yê melûl dibu denganek di astengên çîya de. Zinga zinga cewhera nava singê me, minanî, dengê defê bu.. U dijwarî ji pêsîra me ne diqetîya.
Mala bêçarîyê xirabe. Tu sing u deverek tune bu ku em xwe pêve bi elqînin u nebin hedefê xezeba aşîtê çîya, di qepeçekirina cendirma de..
Şev bu, şevek sar u xedar bu. Kevroşkek belek, bi dilek tenik, di berme de borî bi çargav Kevroşkek dû canî, hilpekîya, biste u bê şik derbazbu ji bilindahîya çîya... Lê bawer bike em herdu heval teyişîn, ji dil çûn u recifî şûşa dilê me. Li ser bedena me, bayek honik, em herduk jî, bê hed tirsa bun, lê me li xwe danetanî. Mêranî, tirsê qebul nedikir lewra…. Di halek de ku mezîna gotibu rev jî nivê mêranîyê ye, lê me, mefer jî ne bu ku birevîn, xwe bavêjin şikeftek parastî... Li me bibu şev. Şev bu, şev dereng bu. Li me dabu sira zivistanê u em mabun di hesara çîyayê gewir de, vê nîvê şevê, di sir u seqema vê zivistanê.. Kes tune bu were hewara me... Xeyalên me, ma bun dı bin berfê de..
Şev bu. Şevek zivistanê. Hawîdor wek xalîça sipî. Bi berf bu her der. Mîrata xewê, di sir u seqema şevê de, çikas li can u cigerê mirov xweş tê. Lê xew, di şer de, navê mirinê ye, mirin,ew nave sar, ew navê ku li tu kesî na kemile u ewqas jî nahiz e... Ew nave ku,tu kesî na xemlîne.
Tirs dilop bi dilop, ji bê hêvîtîyê, dinisile u tê xwarê... Agirek dixe nava dil, hilm u alava wî agirî, sertapê, di şewtîne bedenê… Em du heval, mîna du bira bun ji bab u birayê eslî pêştir... Felekê me kiribu dost u yar. Min dizanî ka ew derd u bela ewqas ji ku ve tê. Ev zilm, ka gelo çima bi ser me ve dibare. Lê hevalê min, ji bona min, ji xwe re, kiribu şûnewar bilindahîya çîya... Ku gelek caran, min jê re, yad dikir Faîkê nemir u li ser lêvên min ew helbesta wî ya ku gazina ji xwedê dikir u ku weha digot: “Ne nane, ne dan e ne şîv e ne taştê, hoy Rebîyo ev qas derd u bela ji kûve tê ?’’
Rojek berê sibê, hêj ku tavê serê xwe dernexistıbu ji bin pozê çiyê. Em bi dengê çivîkan şîyar bun.
Me berê xwe da xwarê, em çûne ser kanîyê. Hevalê min destmêj girt, u berê xwe da xwedê, min jî helwestek di dilê xwe de girt u ketme dû wê. Ji nedîve, li me girtin qefleyek neyar, wekî kûlîyên bejî, koma milîs u cendirmeyan. Li me girt xezeba çîyê. Me dane ber gûlla. Dengek dibu du deng, sê deng, çar deng, ew deng tev bi hevre, li qûntarê çîyê diketin u dîsa li me vedigerîyan. Bi dengê tifingan, berf herikî, denganek çêbun u aşît rabun ji serê çîyê. Li xwe peçan çî bi ber wan ve ket u kilor bun hatin bi ser me ve... Ew bu, min zanî wê gave ku ew e, senfonîya mirinê, ew e.. Aşîtên çîya u Koma cendirma serenatek danîbun li derê me.. Ezraîl carek din ketibu pey me..
Bextê bi reş, şensê xirab.Eger em neketan xîyaneta çîya, melkemot di gel ezraîl bi hêsanî ne dikarî can ji me bistîne wiha... Xwedê kela zilmê bîne xwarê. Ma qewl u bext jê re heye? Hevalê min, mina vî çîyayî bi qedr u dilsoz bu. Berfa xopan li me qûlibî. Ji berf u pûsê, mecal nemabu. Xîyaneta gelîya dilê xwe girtibu ji rehm u ûjdanê re. Careke din feleka me li me xaın derket..
Xeyalên rengîn, mane di bin berfê de... Mirazê şîrîn ketin binê axê. Lewraye ku ez her tim zivistana dimrim, bihara car din aj didim. Sedem ku mîzgînîya newrozan bi gêjînim we, her sal, adaran, ku av digêje darê, bilbilê biharê derdike serê darê u gazî dike li biharê.Ez ew bilbilim. Yan jî ew berfîna ku ser hildide li himberê berfê u serkevtî dibe, bi mêrxasî, paşî jî, selav dide deşt u zevîya. Ez ew im. Yanî mina wê me. Ez ew berfîn im. Ew berfîna berfê ez im.. Ez jî, her sal adaran sax dibim, singê xwe dikim çeper ji ba u bagera çîya re, u dilê min sengere ji sir u seqem u aşîtan re. Lê mirata mirinê rû sar e, wîsan jî, mirina hevalan zû bi zû ji bîr na be...
Ber bi asoyê jîyanê ve dibezim. Li pişta min çîyayên erxewan. U di gazînim dibêm: Ev rev ji bona te ye ey insan...! Dêna xwe bide bayê biharê, ku gul pişkîvîn li bax u bostanan. Zedetir xweş dibe bi wan rengan ev cîhan. Bi şev u roj, kûbarîyê dike ew jîyan… Jîyan a serbilind, jîyana serê çiya.
Şev bu. Şevekî reş u derew bu. Tarîtî, li me bibu zilomat.. Kekê min dibin aşîtê berfê de, hewar li erd u asîman, sed heyf u mixab ku destebira, wê gavê, fetisîbu. Hılmek germ ji ser singê wî radibu. Lê, bedena wî, hêdî hêdî di cemidya.. Ez derketim serê çîya, min kir hewar. Dengê min, mîna asîmanek dîn u har, bi ser gelî ve girt, li hawîr bu qîrên u hewar u deng. Min go: Hey…. Xelkîno, hey gûndîno...! hewar u sed car hewar. Van aşît u şapeyan serê kekê min xwar. Bi derdorên min ve girtine disa koma nevan u ne yaran bı cebirxane u bi mitralyozan. Ez mame bê mecal. Ma kesek tuneye were hewara min...? Ma kafirsitanîye, gelo çî bûye, çî qewimîye...?
Dengê min maçêk da rûyê zinaran. Vê carê jî zinar barîyan, kirin qîrên u hewar, deng dane min u bariyan. Bi dengê zinara tên kete dilê min. Ez carek din qîrîyam. Min got hey lo... xelkîno..! kesîno, ma kes nîne pişta xwe bide pişta min, were îmdad u hewara min? Ma hun nabînin ku bi berf u aşîtan ve çû heja dilê min, ronîya çevê min, cîgerê min.
Deng sekînîn, rawestîyan awaz, u bê deng u mehtel bu dinya. Deşt u zinar aram bun.. Kûla kekê min ma bi min re. Mirazê wî ma di dil de.
Şev bu. Şevek bêdad u sitemkar bu. Kula gelî, pir dijwar bu. Şev tarî bu, ronahî situxwar ber bi mal ve, diçû. Şev wekî tîrên xizanîyê xedar bu. Ezê reben bi tenê bi serê xwe, disa berê min li çîya, ez ketim pey qedera xwe u min xwe avêt bilîndahîya çîya… Yan mêrek çê, yan jî, çîyayek asê..
Ew du hevalbun ji bab u bira pêştir. Du destebirakên rojên teng. Wan dest u qedera xwe kiribun yek u xwe avêtibun serê çîya. Yek ji bo xatirê yê din, xwe kiribu fedayê çîya.
Çîyayê Gebarê… Ez nizanim ka gelo tu, wê kengê ji xezeba xwe, werî xwarê?
Di xwestin welat rizgar bikin. Lewra ku, nan u namus, di nav lingan de digevizya. Welatê xwe rizgar bikin, ku şermezarê nevîyê xwe nemînin di rojên ayende de... Di nav xîreta çîyayê xwe de serê xwe, bikaribin her tim bilind bigrin.. Mebesta wan ew bu ku li du xwe, eser u hunerek bihêlin ku nevîyên wan bi çalakîyên wan, kûbarîyê bikin. Bê xîretî ne karê wan bu. Koloza xwe xwar kiribun mina her car u xwe avêtibun baweşa çîyayên gewr.
“Çîyayê Kurda bilindin, / wek koloza kale Kurd / ji min ra wisa ew rindin / çimk koloze nave Kurd / Kurdo li kû bî / li kê derê / qedrê koloz rin bigre / nav xireta çîyayên me / serê xwe bilind bigre
Her yekî ji wan, jîyana xwe kir sed parî u her parîyek pêşkêşî neferek kirin. Her yek ji wan, wekî cîhanek bun. Bi mirazê dilê xwe şa nebun u terke dîyar bun ji vê cîhana bê wefa... Her çend çîya, ne bêbext bun u ji wan re yar jî bun, lê mirata mirînê tu carî rûgerm nebu. Navê mirinê, navek sar bu u ev doza wan ji bo kûtahîya mirinan bu. Mîrin bi navek bêbext derbaz dibu di temarê jîyanê de. Mirin li kêleka jîyanê bu, li ser erd u aqarê jîyanê cîwar bibu u cînarek bêrehm bu.
“Her mirinek / jîyaneke. / her dilopek xwîn / bo ayende xelatek e.’’
Feqîrtî ku navê mayîn ê jîyanê ye, mêhvan bu hemu şeva li mala hejar u nedara. Ew rûyên zer, navnîşana feqirîyê bun. Di xizna serwet u samenek qedîm de, mirovên vir, kûwir u keçên vî aqarî, mabun tazî u birçî... Berî u berîstana navbera herdu çeman ku cîwarê bab u kalan bu, ji hezaran sala u virde,li wê, sedem qetek nan, li serê wan, her tim, gûlebaran u tofan bu. Lewra ku welat, êdî li benda azadîyê bu u çaverêyê lewenda bu. Ew lehengên dilpola, singê xwe dikirin senger li himberê tîrên kevnar... Di kemînên parastina ar u şerefê de, xew bi çavên wan, ne diket, ne bi şev u ne jî, bi rojan.
Şev… Şevên dirêj. Şevên tarî u sar ên zivistanan. Ku sebr u tebatê ji mirov distînin, derd u kûla rastî mirov tînin... Wan şevên tarî ku xewrevînin... Armanc ronîkirina reşîyan bu. Hilkirina rojên bextewer u qamran bu, ji pêsîra zordarîyê. Bar giran bu, hest dûvdirêj... Şev bê kûta u roj kûrt bun. Piaranîya wan, di hisreta xewa şevê de bun. Şorbeyek germ u tasek dew… Kela zilmê bê xwarê, ger weha ne li qontara çîya de, di kemîna xîyanetê de buyana, helbet dikarîyan li mal u menzelek sitar bibin, bi sitrin u di nav nivînek hevrîşîm de, dakevîn derya xeyalên pembehî. Emsal u hemsalên wan, niha wisan dijîyan… Me navê wan bi tîpên zêrîn nivsand li ser rûpelên dirokê.. êdi ew, hew, têne jibîr kirin…
“Em gel in, ji nu ve aj didin di mirina de.‘
Lê cavê min, ji wê rojê u vir de, mina dîwarên xirabuyî man. Çavên min şahidên bêbextî u xiyanetê. Mal u menzelên xirabe, êl u eşîrên şerpeze, bune dîmenên rojane ji wê rojê ve.. Xwîn u agirbaran di gel hev bi ser serê me ve rijiyan.. Welatê min, gulistana min, birindare îro, ji kûr ve dinale…
latifepozdemir@yahoo.com |