Wekî tê zanîn, Kurd li dawîya çîrokén xwe de, tiştek dibêjin. Em bêjin dûayek dikin. Yan nıfrınek. Ka bînin bîra xwe. Çî digotin çîrokbêj u qalker u derwêş: Rehme li babê gûhdara, ji xeynî (xencî) cendirme u tehsîldara… Gelo çima wiha digotin hun dizanin..?
Di jîyana cîvakîya Kurdan de, cendirme u tehsîldar cîyek taybetî digrin. Dayîk, sedem bedengîya zarokan pêk bînin, wan bi cendirma di tirsandin. Digotin hiş be nexwe ezê gazî cendirma bikim. Dema ku zarokan navê cendirma seh dikirin keredeng dibûn, di cîyê xwe de di tevizyan, aşt dibun. Lewra ji bab u kala va hatibu qal kirin ku cendirme çendîn xedar bune. Yanjî zarokan li ber çavê xwe zordarîyê didîtin u di bizdîyan, di tirsîyan. Sedem vê yeke bu ku tu zarokek ne dixwest bibe rav u armanca cendirma.
Tirs u zordestîya cendirma, buye babet u mijara gelek sitran u helbestan. Bi taybetî Homerosê Kurd Şakiro, di gelek kilamên xwe de behsa zilma cendirma kiriye. “Kûl bikeve mala alayi qumandarê.. “ yan ji kilama li ser ‘’Taşxana Bazîdê” ji serî hetanî dawîyê behsa zordestîyê dike. Her weha gelek dengbêj, zilm u zordestîya cendirma ji qonaxên kevin ve hetanî îro vekolane u anîne hetanî îro. Gelek ji wan bune nexşeyên zargoti u edebîyata devkî a Kurdî.
Edo Dêran, rehma xwedê li ser be, di helbesta xwe ya bi navê “REV” de, we dîye ku çî delal dibêje:
Em du bira bun
Di destê me de ji
Du tifengên martînî
Em derketin serê çîya
Lê çîya ne bêbext bun
Mîna cendirma.
Li berî u berîstanên Kurdistanê, hikmê cendirma baş tê zanîn. Ewan li gund u mezrayan gelek zordestîyê kirine. Ev eyan e. Bereket bî ku li hemu gunda qereqol tune bun. Lê dîsa jî, mehê sê çar car hatuçu dikirin, mîna kûlîyên bejî, bi ser deşt u zozanên Kurdistanê ve digirtin. Bi darê zorê, xelkê mecburê sîyanet u rîayete dikirin. Ev hirmeta gûndîyan bê gûman ne ji dil u can bu. Bê rizayê wan bu, lê çî feyde, wekî din tu mecal u mefer tunebu. Cendirme bibun nîşana tirshênerîyê. Lewra tu kesek hetanî niha jî, kêfa xwe ji cendirma re naynê.
Dîyare ne tenê cendirme, her weha hemu dêm u dezgeyên dewleta dagîrker ji alîye xelkê bindest ve, tu carî nayê pejirandin. Ev tişt ne qabile. Gefa gefa dagîrkera xeyalek xam e, ku dibêjin gele navçe bi meraye u ji me u dewleta xwe gelek hez dike. Ev tişt derewek gelek mezin e. Di salên dijwarîyê de, bê gûman her Kurdek buye xwedîyê du ray u ru. Yek rûyê eslî u xas ya din jî, rûyê resenî yanî resmî u dewletgirî..
Dosteke min qal dikir digot rojekî naverojê, cendirme mîna her carî avêtin ser gund u gundîya li meydanê kom kirin u şîreta li wan kirin, darê tirsê nîşanî wan dan ku hergîs alîkarîya gerîlayên PKK ê nekin. Hiso, li himber cendirma xwe davêje meydanê u wekî serek u pêşkêşê gûnd dest bi axaftinê dike: “Qumandar beg xwedê zewala dewletê nede. Ev çî tîror mîrorin. Em ne terefdarê wan in. Em ji dewleta xwe qaîlin, em gelek ji we memnunin. Mereq nekin tu carî em nahêlin ku tîrorîst bene gûnde me. Kes nan u dan nade wan.”
Pîştî ku mifreza cendirma bi paşve radikêşin. Êvarê derengê şeve, gerîlayê PKK ê, tene gûnd. Ew jî gûndîya li meydanê kom dikin u di bin hîvrona şeve dewan derheqê kar u xebatên xwe de agadar dikin, her weha cesaretek didin gûndîya u daxwazîya piştevanîyê li wan dikin. Dîso Hiso xwe davêje meydanê: ’’Xwedê qehra xwe li van zordestan bike, gelo kengê emê ji van rizgar bibin. Hun qet mereqê nekin, em hemu gûndî her tim piştevanê we ne. Hun ewladê mene u ji bome şer dikin. Em we tu carî tene nahêlin.‘’
Li ser vê yeke mixtar, li ber gerîlayan, bi ser Hiso ve dimeşe u jê re dibêje: Gelo tu ji kîjan alîyî? Naverojê, dema ku cendirme hatibun, tu hevalbendê wan buyî. Ez dibînim ku niha ji tu xwe mîna terefdarê van hevala didî nasîn. Min ji te tu tiştek fêm nekir. Gelo tu ji kijan alîyî pismam.?
Hiso dibîne ku kete tengasîyê, bi aqlê xwe yê zîrek, bersîva mixtar dide: “Mixtar, veca min digot qey tu hinek bi aqilî, lê ez dibînim ku mixabe aqlê te kêm e. Erê rast e. Min li ber cendirma got em hevalbendê we ne. Lewra ev fikramin a resmî bu, niha ji ez li ber van hevala jî dibêjim ku ez terefdarê we me, raste ev jî, fîkra min a şexsî u dilînî ye.
Ev mîsalek bu ji herduk rûyên mirovên bindest u neçar. Bi hezaran mîsalên wiha hene ji salên dijwarîyê ku mirov qal bikeî Le mexseda me ji vê nîvîsarê ne qala van mîsalan e. Me divê ku em behsa tiştonekek Kurda bikin ku, li ser tehsîldar u cendirma hatîye çê kirin.
Tehsîldar jî, her wek cendirma, memûrên nexwazin. Kêfa xelkê ji wan re jî qet nayê.. Lê ew her tim bi cendirma re li gûnda digerîyan u bac u vergîyê ji gûndîya di cevandin.Tenê bi serê xwe, ne dikarîyan vî karî bikin. Wextwkî bi navê QEMÇÛR vergîyek hebu kup ez u dewara dihat wergirtin. Pez u dewar dihatin jimartin u li gor serîye wan vergî dabeş dibu. Ev tiştî jî, yanî dabeşkirina vergîyê u cevandina vergîyê, bi destê van kesa pêk dihat.
Dema ku di mila himber gûnde me de, sere tehsîldar u cendirma xuya dikir, kî ewil bi dîta, diçu serê banê mizgefta gûnd u dikir qêrîn digot: Gur haaaaaat... !!!
Dema ku gûndîya vî dengî seh dikirin dizanîyan ku vaye tehsîldar u cendirme têne gûnd. Pêra bi lez u bez diçun hevşe u axûrên xwe, pez u dewarên here bijarê, der dixistin ber bi çolê ve dibirin di veşartin ku tehsîldar nebînin.
Gava ku tehsîldar u cendirme dihatin li nav gom u hevşe u axûran digerîyan, çî bibînin, di her cîyek de, du yan sê heywanên eware tê de ne. Li ser vê yeke, tu tiştek bi deste wan ve ne diket, nafîle bi paşve vedigerîyan. “GUR” navê neyînî (îllegal) ê cendirme u tehsîldaran bu ku ji alîye gûndîyan ve li wan hatibu danîn. Ev nav demek dirêj ma li dinê. Lê hun dizanin di rastîyê de ev nav îltîfatek bu ji bo qewmê Tirkan. Lewra ew bi xwe ji qal dikin ku ew ji têjikê dêlegûrek zêde bune, ku navê xwe ASENA ye. Helbete gûndîyên feqîr, ne ji vî tiştî weha digotin derdê wan veşartina bez u dewarên wan bu ku nedine tehsîldaran.
latifepozdemir@hotmail.com
|