Dema mirim feyde nake, gûla neynin ser qebra min,.
Ger we bivê, hêj ku saxim gûla, bidne destê mîn.
Mın ji kûla dûr bixin, bila şen be dilê min,
Ku aza bim, sipîtir bî ta ku sax bim, bextê min.
Bî vî barê gîran ê vê jîyana bê însaf, em, hatin dinyayê, bune mêvan . Ku roj temam bibin êmê, koçebar bibin u herin.
Kûl dimînin di dilda u gûl di çilmisin li ser çiqlên xwe.
Kûl, bune rêber u rênîşanderê me bextreşan.
Dil tu carî necat nebu ji zincîrên dîlîtîyê.
Kûla xerîbîyê, kûla xizanîyê, kûla bêkesîyê, kûla firqet u cûdabunê, kûla dûrîyê, ya hisretkêşanê. Omrê me bi van kûla derbasbun. Me nedî qet rojek xweş u azade. Li me venebu roja bextewrîyê.
Kûl , ji roja ji dayîkbuyînê, hetanî mirinê, di dil de dimînin. Dil, di şewite, kûl na şewitin, dil ji ber dagîra kûl u derdan, bê mecale, nikare xwe xilas bike ji qeyd u zincîrên keser u xeman.
Dil wargehê kûl u xemane.
Kûl, her tim qesta mala dil dikin.
Xem u mereq, mêvanê mala dil in.
Dil mecbure wan ragire u bi sitrine. Kûl, ji dil bi rihetî nayêne derê. Lewraye ku kûl u xem ger ne dil bî, bi tu cîyeke din qaîl nabin.
Dil, bê riza jî be, kûl tê de dimîne.
Derd u kûl li gel êş u eleman, jîyanê didin ber palan u di herîkînin.
Jîyan di bin barê gîran de, bê rawestan derbas dibe u diçe. Wek sêvek alîsore jîyan. Her çend di bin bar u pîştîyê derd u kûlande, pîştxûz jî be, dîsa mîrata jîyane şîrîn e. Beden pîr dibe, di weste; lê dil pîr nabe.
Dil, di şêmûga mirinê de jî, dîsa li himber bedewîyê xwe germ dike. Tu pîr dibi ew pîr nabe. Tu dimrî ew pîştî te dimre. Dîsa jî, dema dimre, çav vekirîye, xwe ji jîyanê bêhêvî nekîrîye.
Dil pergalê jîyanê ye.
Dil, perestê jîyanê ye.
Dil u dildarî nebe jîyan nameşe. Ku dil kûtayî anî bi jîyana xwe êdî çare nîne, beden dide dû dil. Kûl, barêkê girane li ser pişta mil. Eger dil bi kûl u derda ömrê xwe neborîne, jîyanek xweş u azade biborîne,wê deme, bê gûmane ku çîrokên evînê, serborîyên dilînîyê, romanên dîldarîyê xûrtir dibin.
Evîn u bedewî, dilê êsîr şen dikin, aj didin. Lê jîyan bey êş u kûl u xeman; bey eşq u evînî u dildarîyê nameşe. Ger eşq u evînî u derd u kûl nebin, jîyan derbas nabe dibêjin. Serdarê dildarîyê Luîs Aragon wiha gotîye , neku ez dibêjim.
Evîn kêfxweşî u germanîya dil e.
Dilê ku ji evînê bê par in, mînane zevîya bejî.
Dil, sîtara eşq u evînê ye.
Dil, bê riza, hêlîna kûl u xeman e.
Dilê reben dîl e di destê kûl u evînê de. Heta sax be, ji barê ser pişta xwe xilas nabe.
Dil mecbûrê hezjêkirinê ye.
Dil, hewceyê hezlêkirinê ye.
Dil, evîndarê bedewîyê ye.
Dil, xwegirtîyê evînê ye.
Jîyan bê tevgera dil na meşe. Eger dil bi weste jîyan kûta dibe. Lewraye ku divê jîyan qedrê dil baş bigre. Sîyaneta dil bike, serê xwe li himber xwestek u daxwazîya dil nizim bike. Dil nazike. Divê jîyan wî hergîz bi parêze u neşikêne.
Dil, hesûde. Nabe ku jîyan li ser yaran yareke din hez bike.
Dil bexûde. Dest li ser xwe qebul nake.
Dil zû bi zû nayê rayê. Her kesî u her tiştî qebul nake. Bi her perû u xelatek qaîl nabî .
Lê, dil, tenê, li himberê gûlê, sitûyê xwe xwar dike.
Gûl, bi wî rengê xwe yê sorgevez, bi wî rengê xwe yê alusor, dema çav bi dil dikeve, jê re beşera xwe xweş dike, dil sist dibî, xwe teslîmê gûlê dike. Qesta gûlê nav u cergê dil e. Gûl, ji dil re destê xwe dirêj dike, hazire ku dil bike destgîran yan jî destbirakê xwe hetanî ku jîyan hebî. Dil jî qaîle bi vê pêşnîyarê.
Lê ka fesal. ? Ma jîyan ji dil diqete.? Ma jîyan dihêle ku dilê reben jî , ji xwe re rojekê hêsa u rihet biborîne. Hemu roj derd u kûlên jîyanê, hemu roj êş u azarên cîhanê, hemu roj eşq u evînên nazik u bedewan. Dilê reben, dîle di destê jîyanê de, lewra qedera xwe bi gûlê re nake yek. Her di halê xwe de, di şewite.
Gûl kûbar e, dil nazdar, gûl dildar e, dil xembar.
Gûl nikare dil ji kûlan veqetîne.
Gûl, berdevk u wekîlê dil e. Dixwaze ku dil ji kûl u derda dûr bixe. Gûl wergerê mebest u mexsedên dil e. Divê ku bê axaftin, pêşnîyara dil bîne ziman.
Gûl, dilê himber, germ dike.
Gûl dilê hişk nerm dike.
Qest u mebesta gûle, şahîya dil e. Kûl her çend li ser rêya şahîyê bisekne jî, dîsa gûl xwe bi şîweyek digêjîne dilê hejar.
Kûl nahêlîn ku gûl u dil bi gêjin hev. Keser bi zewaca dil u gûlê ne qaîlin.
Kûl her tim dixwazin ku dil bi xwîn bi. Dil, navê ku hevaltîya derd u kûlan bike. Ew dostê gûlan e. Hevbextê bîlbilan e. Ger kûl ji pêsîra dil veqetin, wê dil firehtir bibe, cîhanek azade u serfiraz çêke. Lê ka. ? Kûlmalê derda di hêlin ku jîyanek serfiraz pêk were.?
Di navbera dil u kûlan de her tim gengeşîyek mezin heye.
Dil li himberê kûla di enîya felatê, de li ber xwe dide. Ev berxwedan ji bo jîyanê ye. Di vê berxwedanê de, pîştgir u pîştevanê dil tenê gûl in. Lê alîgîr u yarîderên kûla gelekin. Derd, azar, êş elem, keser, mereq, dûrî, firqet u cûdahî, xem, hisret u hemu cîhan u temamê jîyanê, li himber dil ê reben, radiwestîn u diçin hewara kûlan .Ew hemî ji dil re dibin mîna kûl.
Dil u gûl , hevalbendîn u di senger u kemîna ênîya berxwedanê de, her tim ji bo serketinê ûmûd u hêvîya xwe di parêzin. Gûl u dil bawermendin. Bi serketinê bawer dikin. Dizanin ku ew biheq in, ne niheq in. Lê kûl u keser zordest u niheq in.
Gûl dermanê dil e.
Kûl neyarê şahîne u seyrana dil e.
Dil , li benda serfirazîya jîyanê ye, dermanê wî, gûl e.
Derd u kûl, keser u elem, xem u êş, jan u azar, bese êdî bes, destê xwe bikşînin ji pêsîra dilê reben. Bihêlin ku dil bî ya xwe şa bibe. Bigêje mirazê xwe. Bikşînin destê xwe, ji hevkarî u hevalbendîya dil u gûlê. Gûl bêgûman vebî, dil himbêz bike. Dil, nekeve fikaran, hêlînek, ji xweşîyê, ji xwe, re çê ke. |