Kula Helebçe ji dil
naçe
Deşta Germîyanê. Beşeke pir mezin ji Başûrê Kurdîstanê ye.
Sîlémanî ku bajêrê berxwedan u gernasîyê ye, Helebçe ku cîyê fermanrakirina Kurdane.
Ji pênc hezara zêdetir kuştî, deh hezar zêdetir birîndar ku herî rojî birîna
nêzîkî deh kesa sax nebuye û li ber çavê dunyayê Omer Xaver ku pîştî şeş keça
xwedê kurek dabuyê u wî jî bomba kimyayî u gaza sîyanurê jê stend. Xawerê bêçare
xwe bi ser kurê xwe ve kubandîye ku lê ji dermanê mirinê biparêze. Lê çî feyde.
Bab u kur di himbêza hev de ketne xewa bê dawî u teklî 180 hezar şehîdên enfalê
bun u terkejîyan bun Kela zordarîyê hate xwarê, lê çî bikin ku qelina vê bûkê
pir giran buîro.
Roja ku Parti çêbû,
Mesud Berzanî hatîye dinyayê
Di sala 1946 an de hatibu damezrandin Partya Demokrata
Kurdîstan aîraqê. Wê roja pîroz Serokê Herêma Kurdîstanê, yêîro Berêz Mesud
Berzanî hatibu dinyayê. Yekem seroke ku emrê wî digel partîya wî yek e. 60 sal
xebatek bê westan. Car şer u car westan u paşvekêşa car lihevhatin u carna ji,
hewcedarî bi zeman. Di vî şerê bê westande şervanek bawermend u şareza. Mela
Mistefayê Berzanî 8 hezar şehîd ji malek. Berzanî. Kuîro êdî ev nav bi navê
Kurda re buye yek, u Kurda bi mexseda dila şa kirî ye. Berê Kurda daye Başur.
Başurê Kurdîstanê kirye qibleyek sîyasî bo hemu Kurdên cîhanê.
Dixwazim
Kurdistanek Azad li du Xwe Bihêlim
Ew partya qedîm u kal u xwedî tecrûbe u ceribandin. U yek
ji endamê here kevnê wê partyayê kuîro serokê dewletaîraqê ye. Celal Telebanî,
zavayê Brahîm Ehmedê nemîr, ji tebaya Kerkukê kuîro, tu, jî kî, bipirsî, wê
bêje ku: ''Kerkûk dilê Kurdîstanê ye.’' Jî yanek bi nirx u gîranbiha. Sîyasetmedarek
bijare, şanazî ya Gelê Kurd kuîro li paytextêîraqê runiştîye, di navbera Ereban
de navçîtîyê dike. Bê gûman dîrok bu arîkarê wî u ewîro gîşte mexseda dilê xwe.
Lewra digot ku ''bi çî kul u derdî hebî, dixwazim Kurdîstanek aza li du xwe
bihêlim ku Kurd têda bi serfirazî bijîn.'' İro Kurdîstanek aza heye êdî Mam
Celal, dewlet li serê we u cefakarên wekî we. Ku me dî xew de jî bidîta me
bawer ne dikir ev perçe rizgar bibe u bikeve destê Kurd a. Lêîro ku şens u
qedera me li me vegerîyaye, di saya we de zordestek din jî, hatîye veşartin di
çopxana dî rokê de. Seddam Hiseyîn, zalimê xaîn.
Welatê xerîb u xurbetê, Serçinar u Dokan u Soran u Çemê
Çetelê, Deşt a PotInê, cî u warê Baban u ziryeta wan Deşt u çîyayê Şêxê Zirav,
Şêx Mehmudê Berzencî ku siwarê hespê reş, wek babelîskdi gerîya li deşt u berîya
wargehê qeymeqamê qedîm yê Çolemêrgê Pîremêrd. 12 siwarê Mêrîwan u ji Hawraman
bigre, hetanî Germî yanê salek duwazde meh bi baz u rav bun. Rav u nêçîra wan,
her dijminên xwînxwar bun.
Alaya
Seddam Nabe Alaya Azadi u Demokrasiye
Pîştî ku salén
desthılata Genaral Arif u her weha Ebdılkerîm Qasım kuta bu, u Partya Baas hate
ser kar, alaya Iraqé ji, hatıbu guhertın. Jı ger u fena, Saddamê xwinréj, lı
ser alaya Iraqé '' Allahuekber '' dabu nivîsandin ku ev işaret zédetir wexta
enfala Kurda- dema qetil helalkirina Kurda – bi kér hatibu. Her tışt guheri.
Seddam çu. Dar u dezgeyên wî ji holé rabun. Ew bi xwe jî, Hate girtin u niha li
péşber dadgehé hesaba wan rojén dijwar dide. Hilbijartin çébu, hıkumetén nu
hatin damezrandin, destur u qanunén taze hatin çékirin ku divîya ew alaya xwînî
jî, bihata guhertin, lé mixabin ku hêj jî, ew kar nehatîye encamdan. Lé lazım
bu ku péş hemu tişti ev tişt çébibuya. Kurda her behsa vé yeké kir lé hıkumeta
Iraqé ne anî cî. Li dawîyé Seroké Kurdistané, bazi lı hemu gelé Kurdıstané u
dar u dezgeyén hıkumeta heréma Kurdistané kir ku ew alaya xwînî ya kevn a Iraqé
lı tu cîyekî li dar nexin. Ev bangewazîyek derengmayî bu. Seroké Kurdistané
dixwest ku li Berzan u Soran u Germıyan u Behdînan, yani lı seranseré
Kurdistana azadkırî ew ala bé xwaré u alaya Kurdistané béte lidarxıstin.
Deşta Germîyané, devera gernasî u qehremanîyé, lazime péş
hemu kes u waran, ew alaya yadxirab li wé deré were xwaré. Ya rast ev e. Ya baş
ev e. Kengê ku ew alaya yadxirab guherî u Kurda jî xwe di ya nu de dît, wé demé
ne giringe bila li hemu deré Kurdistané alaya Iraqé ya nuçékirî bét bidarvekirin.
Zaminé
Serxwebuné Yekiti u Piştgıriye
''Yekî tî ya Kurdan bidne min, ezê azadî ya wan bidme we.
''Dibêje dîroka Mezopotamyayê. Her weha li Kurdîstana Urartuyan jî, ev rastî
heye. Lewra ye ku yekîtî, hevgirtin u pîştevanî, zeminê serketinê ne. Mêrxas u
cengawer u patrewan u qehremanî yê kir bi sal u zemana Kurdên Başûr. Tu kes
nikare bê je ku ew tirsîyan yan xwe dane alî ji enîya şerê rizgarîyê. Na di
şerda ji wan mêrxastir u gernastir kesek nine li wî navçeyî. Lê, kengê cepha
Kurdîstanî damezrandîn, wê demê, rêya azadîyê vebu. Şewq u nurek geş, rêya
serfirazî ya Kurdan ronahî kir
Kurd: Sêwîyê Dîrokê
Kurd. Yekem miletek mezinin ku îro jimara wan ji 50
milyona zêdetire u bê dewlet dijîn, piranîya wan hêj jî, bindest in. Kurd. Sêwîyê
dîrokê, xwedîyê rojhilata navî nin, xwedîyê Mezrabotan u Dîcle u Ferat, lêîro
di welatê xwe de koleyên bîyanî yan, nankor u bê bextan.. Nevî yê Ristem u
Seleheddîn, kurê Medya, qehremanên Nînowa u Germîyanê. 50 milyonin, lê dewletek
wanê serbixwe tuneye.
''Kurdistan jî yana minî, / li ser te dest qebul nakim. /
Azadîxwezîya minî, / wa li bin dar sitar nakim.''
Felekîro çîra xwe daye ser Kurdan u gazî dike: Dibê,
rabin roj, roja we ye. Kurd jî, ê dî ber xwe dibînin, dizanin kî ye dost u kî
ye neyar. Lewra ye siltenet diheje, ji kela zordarîyê kevir têne xwarê.
Germîyan, deştek germ u tazî ye. Kudera wê bê kolan sê
çar metre, yan av yan jî, petrol davê jê. Deştek beyare. Bê ser u bê ber e. Ji
Hewlêr dest pêdike hetanî Hawraman, dirêj dibê. Te çî bivê, li wê axê, tê. Tirî,
sêv u porteqal u zeytun u fistik u sebze u fêkî. Te çî bivê, jê tê. Li ser
behra petrolê runiştî ye. Petrola xwe veşartîye ji bo paşeroja xwe. Her tişt
heye li vî warî. Ya ku kêm e, bê guman, serxwebun e. Dewletek serbixwe ye. Kurdîstan
vê yekê ji mêj de heq kirîye. Germî yan u Berzan u Herran u Mêrîwan hazire. Axa Kurdan wan nahêle tazî u birçî. Weha xuya
dik e.
Birînên Baba Yadgar Ne Kewîyan
Jı Hewlér bigre heta diçî zozané Bîstûn u ta Çîyayê Belek
lı Kirmanşané, çîyayé DALAHO, gelîyé Kamyaran u Afşîna delal. Her weha şunewaré
Dawid Kevsewar, Baba Yadgar, Şah Birahîm ku serkéşén '' Ehlî Heq '' yanî ayîna
Kurd ya bi navé ''YARSAN'' ku Elewîne u beşekîn ji Alewîyén Kurdistana Bakûr,
paytext u cînişîna wan, ew gundé delal u rengîn, ZERDE ku ew jî, para xwe
wergirtibun jı bombeyén kîmyayî, yén sala 1988 u 300 kes jı wan miribun u 1500
kes ji birîndar bibun, ku kes behsa wan nake. Birîndarén Zerde, ku nıha jî,
birîna wan vaye çend sale derman nebuye u sax nebuye. Tofana deşta Germîyanébu
ew sal ku, hemu jînî ketibun ber wé teyrik u tofané.
Ji 8 tan hatta 80
ê yan 8 hezar Qurban: Binemala Barzanî
Enfal, yanî fermana Kurdan, çî fılle, çî mısılman u çî
Yézîdi u çî Alewî. Enfal yanî fituya qetilkırına Kurdan lı gor reng u rûyé îslamî.
Bingeh u temelé vé qira Kurdan hé jî sala 1983 yan ve hatibu avétin. Tené ji
binemala Barzanîyan, heşt hezar kes ku temen u emré wan ji 8 an hetanî 80 é an,
hatibu dîyarkirin, bi desté rejima Baas, hatibun qetil kirin.
''Kurdîstan ger tu
nebî,
Ruh u canêm bo çî ye.
G er te nevê serxwebun,
Tac u text para kî ye.
Kurdıstan tu waré minî,
Koşk u sera bo kîye. ?
Bese bilindke dengé xwe.
Sebr u tebatam nîye. '
Filamenkoya Behra
Spî, Ziryabê Kurd Deranî
Ne em Kurd herkes dizane ku, Flamenkoya İspanyola Kurdek
bi navê Zîryab avakiriye u li wan deran bingehê wê muzîqa xwêş danîye. Ma em dibêjin
ku Hurmîz her ew Hurmize ku Yunanî jê re dibêjin Homeros. Elî Şerîetî ku bi xwe
Farse, ew dibêje di Çand u Şaristanî ya Yunanî de nexşe u xalên Kurd ewarî xuya
dikin. Ji devê min derew lê ew civaknas bo çî li ser navê Kurdan neweyî bike.?
Me digot Kurd Ewrupî ne kesî qebul nedikir. Lê înca fermo ka gelo tarîx kî bi
heq dike u li rastîyê dertîne, lêkolînan bikin, fér bıbın.
Kerkuk
Bo Kurdan Pırsa Man u Nemane ye
Germîyan, ew deşta germe u sermayê ku berî du milyon sal,
tê zanîn ku tev av u derya buye. Her weha îro jî baş tê zanîn ku ev av cîyê xwe
daye neft u petrolê. Lê giringtir tişt ewe ku, Germîyan derîyê qedîm ê jîyana
komelgehî buye. ÇEMÇEMAL qezayeke li deşta germîyanê, 80 kîlometre ji Kerkûk u
60 kî lometre ji Sîlemanîyê re dure. Lê dîsa Seddam ji bona ku demogrefyaya
Kerkûkê bigohire, Çemçemal dabu ser Sîlêmanîyê. Lewra ye ku îro gengeşî li ser
vê yekê ye. Pirsa Kerkûk pirsên wehane ku hikumeta îro dibê je bila herkes vegere
ser red u aqara xwe, ser mal u milkê xwe. Ev heq hatibu stendin. İro tê dayîn.
Her tişt wê bizivire ser esl u astarê xwe, ser kok u binyada xwe. Lewra ku wiha
bu, heq bi cî bu, wê baştir bê dîtin Kerkûk Kurdıstan e. Her wekî ku desthilata
Kurd dibê je : Kerkûk dilê Kurdîstané ye.
Iskeleta
Dînazoreki 8 Milyon Sali, Li Çemccemal Derket
ÇEMÇEMAL, bajarê serbilindîyê deşta germîyanê. Li tenişt
vî bajarî gundîyek cotyar, ku zevîya xwe cot dikir, dît ku tiştek li gêsne
haletê wî aliqî. Paşî rakir gêsin u erdê zêdetir veda ku çî bibîne hestîyê
lewirek bê goşt derkete meydane ku bejna wî 3 metreye. Çu xeber da hikumetê u
heyetek hat li zevî yê lêkolînkirin u pê ra qerarek dan gotin: ''Ev İskeleta Dînazorek
e ku ya hindik 8 milyon sal berê, li vira jîya ye. ''Xuya bu ku jîndarî va ye
10 milyon sale ku li vê deştê hebuye. Her weha belkî insanîyet jî, ji vê herêmê,
ji van erd u aqaran belav buye bi ser dunyayê ve. Ma kî dikare bê je erê yan
na. Ev karê antrepolog u erdnasan u dîrokzana ye. De bila lêkolîna bikin da
bizanin rastî çî. Bila êdî rastî u heqîqet neyêne veşartin.
Mezopotamya: Cîyê
ku Mirovayetîya û wê Aj Daye
Ma herkes nizane ku Şaristanîya Şerqî ango ya Rojhilatê
li Mezopotamyayê hatiye avakirin. Yanî navenda vê medenîyet u şarezahî u
şaristanîyê, her Mezopotamya buye. Yanî axa Medîya, bapîrê Kurd a. Ma derewe ku
Kurd xwedîyê Mezopotamyayê bun paşî li ser axa xwe dîl u êsîrketin mane kole li
ser erda bab u kalên xwe. Bi hezaran ertêş u leşker bi şûr u mertalên xwe ve,
vê axa pîroz pelaxtin, xwedîyê malê ji mal, derbeder kirin u ketne navçe, dest
bi şelandinê kirin. Kî dikare bêje na. Her îro jî şer u gengeşî u nakokî ya
Rojhilata navîn ma ne li ser vî erdê pîroz u av u nefta wederê ye. ? Ava Dicle
u Feratê. Mezrabotan. Navbera herdu çeman. Latînî jî her weha terîf dikin vê
herêmê. Ev der bê gûman warê bab u kalên Kurdaye u xwedîyê vira Kurd in.
Ta ku Kurd Azad Nebin,
Aştîyê ji Bîr Bikin li Rojhilata Navîn
Ma ne şerme ku heqê miletek weha her niha jî nehatibî
dayin. Ev koledar ji babê xwe şerm nakin ku destê xwe ji Kurdîstanê nakêşin.
Gelo çima dostî u biratîyê qebul nakin. Ma ne Kurd buyan her nîha jî Erebên Iraqê
ne dibin zilm u zordestî ya Seddam de bun. Ma ne Kurd bun ku wî girtin u anîn
derxistin ber dadigehê. Ev rik u xezeb ji ku va tê. Ma Kurd hazirin welatê xwe
u heyînên xwe bi cînarên xwe ve payê bikin hê j ew ne qaî lin.? Kurd a ku
stratejîya xwe li ser ''Federasyonê ''ava kirine (bi gîştî) zêdetir ev tişt ne
ji bo cînaran baş e. ? Gere ewan sîpasî kiribuya ji Kurdan re. Her niha jî
minet u nazîya dikin. Wisane ji bo Kurdî stanek hevgirtî u Serbixwe herne pêş. Cehd
bikin ta ku Kurdîstana Mezin a Serbixwe çêbe. Hema di ku de zirave, bila di wê
de biqet e, tiştek nemaye ku Kurd wenda bikin. Lê ew....???
Binemala
Mistefayê Barzani: Rûyê Spîyê Kurdan
Mesud Barzanî, dıbéje: ''Bé minnet, her kes ji babé xwe
bé minet e. Ez vé ala bi xwîn li dar nakim li tu cîyekî Kurdîstané. Herîn paqij
bikin paşî bînin deynin Kurdistané. Em ne hewceyé hîmaye u parastina tu kesî
ne. Em Kurd té ra xwe hene. Kes bila minet u nazîya li me neke. ''
Mesud Barzanî, kuré jéhatî u lewend yé şéré çol u çîyan,
mérxasé Rojhılata nawîn, kuré Mela Mıstefayé nemir. Ruyé sipî yé Kurd an. Hîvî
u umuda bi milyona Kurd é azadîxwaz.
''Kurdistan ger tu nebî
Evîna dilém bo kîye.
Ger nebînim li bircan,
Serxwebuna ala te.
Mal u milkém bo çî ye. ?
Dibînim bindestî îro,
Çima li bin pî de yî,
Rabe ser xwe bi méranî
Taca te li seré kî ye?
latifepozdemir@hotmail.com |