Bulent Ecewît, nîvsedsal bu ku di sîyaseta Turkîyê de xwe di rojevê de hiştibu. Ecevît, pîştî 172 rojan ku di qomayê de, ango di qonaxê mirinê de bu, li dawîyê mir. Ez nizanim xwedê gunehê wî efû dike yan nake, lê ez dikarim ku bêjim Kurda heqê xwe lê helal nekirin û nakin jî… 81 sal li gora şert u zirufên Turkîyê, emrekê gelek dîrêj e. Em Kurd wexta ku ji yekî qaîl bin em jêre dibêjin xwedê emre te dirêj bike. Emre Ecewît dirêj bu lê ne bi duayê miletê wî,.Nizanim kî lê dua kir.?
Ecewît bi esle xwe Kurd bu. Qebra babê wî niha jî li Çeneqelê ye u li ser kêla wî „Kurdîzade Mistefa Efendî“ hatîye nivsandin. Dema ku ji Ecewît pirs dikirin digotin ku babê te Kurd e, tu çî dibê jî ji bo vê mesele re.? Ewî ji digot; „Babê min Kurd jî be, ez ne kurdim“ digot. Di rastîyê de jî Bab u Kalen wî ji binemalek Kurd bun u ji Kurdistanê hatibun sirgunkirin, yanî nef’î bibun. Ecevît vê yeke baş dizanîya. Ya rast Ecewît derd u kul u janên Kurda ji baş dizanîya u nas dikir. Lê ew Kurdek bîyanîperest bu ku neyartîya qewmê xwe, ya esl u asaê xwe dikir. Bi eşkerehî dijayetî u neyartîya qewmê xwe dikir yanî ewî tu carî xwe li ser koka xwe hisab nekir u ji bo Kurda tu rehmek nexiste dilê xwe. Lewra ye ku Kurd îro şîna wî negrin jî, heqê wan e.
Ecewît sê cara bibu şahidê serbirîna demokrasîye li Turkîyê. Cara dawîyê teda u zordestîyek mezin jî dîtibu li Zîncîrbozanê.. Ew zordest u dîktatorê ku li wî u bi hezaran mirovan zilmê dikir îro ez dinêrim ku li ser gora Ecewît digere u beşdarê xwepêşandina cinyazê wî dibe. Ev bê edebî u dûrûtîya wî u ya çapemenî u sîyasetmedarîya Tirkan zor seyre u mirov dihêle heyrî u ecêbmayî… Ez nizanim ku bî çî ruyî ew kesen ku neyartîya wî kirin heta axirin nefesa wî, niha xwe jê re diêşînin. Ewên ku wextekî Ecewît neyar îlan dikirin îro çawa bune hebîbên wî.? Ew rureş u duruyên ku îro li ser gora wî, dibêjin ku Ecewît mirovek rast u paqij u bawerpêkirî bu. Berî sê sala li ku bun, çoma reyên xwe ne dabune
Ecewît.? Ev hebîb u mehbubên mîrinê, ango ev kesen ku ji mirovên mirî hez dikin gelo do çima neyartîyê dikirin. ?
Bele… raste Ecewît ji bo sîyaseta millî a van sî salên vê dawîyê,ya Turkîyê, mirovek gelek bi nirx bu. Mirovek gelek giring bu. Qibrîsê dagir kiribu u xistibu xizmeta Turkîyê. Bingehê Sîyaseta Kizil Elma yê (Sêva Sor) avêtibu ku îro tenya rêya xelaskarîyê tê nîşandan.. Ew aqilmend u şêwirmendê vê dewleta kanbaxbuyî bu. Mîmar u pevajoyê Şovenizm u nîjatperestîyê bu. Kemalist u dijraberek Kurd bu. Helbete ew ji bona dewleta xwe mirovek gelek giring bu. Dîyare ku ev Turkperestê mezin, piştî ku mir qedr u qîmeta wî hat zanîn ku îro bi dehan hezar kes li ser gor u cinyazê wî xwe didin nîşan u şovekî sîyasî dikin. Eger ne ji heza dinê be jî, jî ber ku bejn u bala xwe nişan bidin, beşdarê binax kirina Ecewît bdibin.
Salên 70 yan bu, rehmetî carek hate bajarê me, Bidlîsê. Ji bo temel avêtina karxaneya titunê (Fabrîqeya Cixaran) Em xort ji bi kom u komel u dem u dezgeyên xwe ve çune pêşewazîkirina Ecewît. Li qada temelavêtinê em civîyan hetanî ku Ecewît bê. Wê demê Berêz Şerefedîn Elçî jî wezir bu di hikumeta Ecewît de. Herçend ew hereketê me yê wê rojê, îro ne rast jî bê xuya kirin, lê mexseda me ew bu ku em vî mirovê derewker eşkere bikin u astarê ruyê wî bînin xwarê. Her weha her çend me wê rojê baş nekarî ku em mebsta xwe baş bidne fêm kirin jî, dîsan jî, ew tevger u xwenîşandana me ya wê rojê, nayê ji bîr kirin. Me bi dijwarî li ser temelavêtinê Ecewît riswa kir u şermezar kir. Silogan u diruşmên me yên wê rojê di geyîştin asîmana. Wisan ku wî ne karî axaftina xwe bi qedîne. Dev ji axaftinê bedre bu u bi mera ketibu polemîk u gengeşîyê. Ew li ser kursîyê axaftinê u em j ili erde me siloganan davet. Paşî gelek hêrs bu bernama xwe di nîvî de hişt u vegerîya.
Ecewît u Sedam gelek dostên baş bun. Pêlixandin u çewsandina kurda wan zêdetir nêzîkî hevkiribu. Herdukan ji xwere digotin solcî ango çepger. Navê partya yekî Partya Bês yanî Partîya Ereb a Sosyalist bu navê partîya yê din jî Partya çep a Demokratîk bu. Bele belkî kêşeya Kurd nebuya ew herduk partî jî wê Çepger bihatana hisab kirin. Lê pirsa Kurd bu sebeb ku navê wan nîjatperest u şovenîst kete dîrokê.. Pirsa Kurda sere wan herdukan jî, xwar.. Lewraye ez bêjim ku Xwedê, fermana wan jî, bi hevra rakir. Ew roja ku qerarê îdam kirina Sedam hate dayîn Ecewît jî mir. Sed heyf u mixabe ku, Ecewît, daxilbuna Kerkukê bi ser Kurdistanê ve ne dît u mir.
Dîsan sed heyf u mixabe ku Kurdistanek hevgîrtî u Serbixwe çênebu u ew herduk zalim ji dinyayê koçebar dibin. Di karîkatorek kovarek Başurî de, liser Ecewît weha hatibu gotin. Dîbînin ku vaye Ecevît pir xemgîn e. Jê pirs dikin ka gelo çima wisan xemgîn u bi mereq e. Ecewît jî dibêje ku „Çawa xemgîn nebim , tirsim ku ez nemrim u Kurdistan çêbe“ dibêje. Her kî vê karîkatorê çêkiribe mala wî ava. Birastî jî tirsa Ecewît a herî mezin çêkirina Kurdistanê bu. Vaye salek e ku Kurdistana Başur ber bi serxwebunê ve diçe, ez bêjim ku, lewra Ecewît jî 172 rojan ketibu tayê mirine u di hale qomayê de bu. Lê xwezîya emre wî wefa kiribuya ku vaye Kerkûk jî daxilê Kurdistanê bu. Çî bêjin emre fanî, lêda çû…
Seyre ku çepên Tirk jî, piranîya wan xwe ji dîlana Ecewît nedane ber bipaş, daxuyanî li ser daxuyanî bi hevre kente reqabet u berberekanîyê. Aferîn ji wan ra.. Kurdek bi navê Zîya Gökalp berî çend sala bînyata Turkayetîye danîbu. Kurdek din bi navê Bulent Ecewît ji vê şopê carek din aj dabu.. Ev tişt hetanî vîra tê fêm kirin. Lê, gelo çîz u hate jibîr kirin ku Ecewît baştirin dostê Fethulla Gûlen bu. Fethula jî, serokê tarîkat u şerîetxwazek berçav u bijare bu.
Baş tê zanîn ku jîyana manewî ya Turkayetî her tim Kurda xemilandîye. Her weha jîyana sin’et u hunerîya Turkan jî, her îro jî, bi dest hunermendên ku bi eslê xwe Kurd in, tê xemlandin u xûrt dibe. Ebdulla Cewdet, Ishak Sikutî, Zîya Gökalp, Cemal Kutay, Bulent Ecewît u bi dehan kes Kurdên nasîyar li ser ajdana netewayetîya Turk gelek xebatên bi nirx kirin. Ji wan bê eslan rojekî tu kesî dilê xwe bi Kurdan neşewitandin. (tene A.Cewdet paşî ji vê rêya bêganeperest vegerîya ser rêya şerefe ûr ji wî.) Lê ya seyr u ecêb ewe ku bîr uraya rast u çep a Turkan jî, rojêk ji rojan, ne gotin ku Kurda bi me re gelek qencîyê kirine em jî li wan bene rehmê. Misilman jî dîsan wisa. Seleheddînê Eyubî paşmêrê îslame bu misliman dostê wî bun lê dijminahîyê bi Kurdan re dikin Tirku Ereb u Farsên misliman… Yanî neyarê babê dostê kurê ne hemu ji bere ve…
Ecewît ku ji qedim ve wekî „ Heqxwaz“ tê nîşandan, ma ne dizanî ku Kurd ji milletek in u heqê wan jî heye.? Ma ne mumkune ku ne zanibe..? Her weha xwe tu carî li himber Kurda deyndar hesab nekir u ruyê wî ne êşîya derheqê Kurdan de… Kurda jê re gotibun Qereoxlan. Ji mihiba dilê xwe ji re gotibun Qero.. Lê ewî tu carekî guhdarîya Kurdan nekir. Niha her kes ser saxîyê dide xwegirtî u şagirtên Ecewît. Gelo wê di qebrê de bikaribe baş u bê xem razê yan na.? Xwedê pê dizane.
latifepozdemir@hotmail.com |