Berîya 28 sala , destpÎka Payîza, meha ÎlûnÎ bu. Roja 12 a.. Ew roj li gelÎ TurkîyÎ bu roja heşir u meşrÎ. Bi sedemÎ salyada 12 ÎlunÎ min xwest ku em careke din wÎ wehşetÎ bînin bîra xwe. Fermo temaşa dîmena 12 yÎ ÎlunÎ bikin.:
Di 12 yÎ İlona sala 1980 e yan de, 1 milyon u 680 hezar kes, hatin kivşe kirin ku xeternak in. 650 hezar kes hatin girtin u hepiskirin. DerheqÎ van girtîyan de li dagehÎn eskerî de, 210 hezar dawe hatine vekirin u di van daweyan de, 230 hezar kes hatine mehkeme kirin. Ji wan, 71 hezar, bi şika komînistîyÎ, 9500 kes bi tawanÎn dûrî sîyasetÎ, 99 hezar kes bi şika endametîya rÎxistinÎn nehînî, hatine dadige kirin u ji van 99 hezara, 22 hezar kes bi bawerîya endametîya rÎxistinî, tawanbar bune u ketine zîndana.
Gelek kes ji ber xetara dewletÎ terka welat kirine. Lewra vÎ dewleta ceberud baş nas dikirin u dizanîyan ku çî xedare. Ji wan , ji 30 heazarÎn wî, wekî xetarnak hatin hisab kirin u rejîmÎ bangî wan kir ku bÎn xwe teslîm bikin. YÎn ku bi xeberÎ cuntayÎ nekirin u nehatin, 14 hezar kes bun, cunta wan ji hevwelatîbunÎ dûr xist. 390 hezar kes nekarîn ku pasaport werbigrîn u di wÎ demÎ de derkevine derveyÎ welat. 23 hezar komelÎn sîyasî u civakî hatin daxistin u girtin. Ji wan 650 komel hatin dadge kirin. DerheqÎ 7 hezar kesî de, cezayÎ îdam kirinÎ hat dayîn.
Di zîndanan de ji ber şert u zirûfÎn xirab bi ecelÎ xwe, 230 kes mirin. 150 kes mirina wan bi şik bun. 14 kes di grevÎn xwe birçî hiştinÎ de mirin. 16 kes di dema firar kirinÎ de hatin kuştinÎ. 75 kes di şer u miqabele kirinÎ de hatin kuştin. 73 kes bi emrÎ xwede mirin. 43 kesan jî, ji ber şertÎn dijwar, xwe kuştin. 170 kes jî, sedem îşkence kirinÎ, jîyana xwe ji dest dan u yan jî, bi îşkenceyÎ hatin kuştin.
Rejîmî, gelek kesi jî jî, karîn wan der xîst
Di 12 Î İlonÎ de, îşkence u xirabmiemeleyek hov hate kirin. Pîştî wexta sedem îşkenceyan, ( pîştî rejîma leşkerî, di navbera 1983 u 90 an de ), 550 kes ji karmendÎn cuntayÎ bi zena îşkence kirinÎ, hatin dawe kirin. LÎ 1000 kes jî, ji alîyÎ rejimÎ ve, hatine xelat kirin. Ji hemuyan giringtir ewe ku, 18.500 memur u karmendÎn dewletÎ, bune hedef u armanca sazumana leşkerî u ji kar u şixulÎn xwe bûn.
Jimara MemurÎn ku hatine dawe kirin, 7250, mamosta u dersdaran 3850, ya memurÎn ewlekarîyÎ 980, ya dersdarÎn xwendîna bi lind 120, amîrÎn îdareyÎ 35, hakim u sawcî 45, yÎn ku hatine nefî kirin u şandin sirgûnîyÎ 7500 kes bun u her weha 4900 kes jî, ji karÎn xwe dûr ketin bi fermana sazumana leşkerî.
Mehkemeyîn sazumana leşkerî : Bîdadi u zordari lî gel hev
Di demÎn nÎzik de ez ne bawerim ku ew îşkence u zordarîya ku li îşkencexane u zîndanÎn TûrkîyÎ de dihat kirin li tu cîyÎ dinyayÎ hatibî dîtin. Nemaze ( bi taybetî) zîndana Mamak ( Ankara ) u ya Dîyarbekir. Her du zîndanÎn her du paytexta. . Mamak u Dîyarbekir.
Navnîşana wehşeta hevdemî ku mirovayetî li wan deran tÎk çubu di wan salan de. Dîyarbekir. Jimare çar. Esat Oktay Yildiran. Ax u fixan u hewar u berxwedan. İsyan u berxwedanÎn qehremanîyÎ, nimunejîyanÎn bijare u ser dest. Dîyarbekir şan u şerefa Kurda u KurdayetîyÎ.
Zîndana Dîyarbekir, cîyÎ berxwedan u gernasîyÎ. . Ew canÎn qedirbi lind ku navÎ xwe bi xwînÎ kolan li wan bircan, li wan bircÎn ku bi bun nîşana mÎrxasîyÎ ji sal u zemana hetanî îro. SurÎn Dîyarbekir. Ew sûrÎn ku sirrÎn xwe di veşÎrin vaye çend sale di temarÎn xwe de. Zîndana Dîyarbekir jî, berxwedana Dîyarbekir jî, tu carî nayÎ ji bîr kirin. QonaxÎ 12 Î îlonÎ, li tûrkîyÎ tarixek nuye, destpÎka gelek buyerane.
Di navbera salÎn 1980 u hetanî 1985 an de rewşa rejima sazumana leşkerî çawa bu , em dÎna xwe bidnÎ bi zanin ka gelo amar u reqam u jimare çî dibÎjin ji mera.
Yen ku bi salek ceza xwarin u tawanbar bun 23 hezar kesin. YÎn ku Di navbera salek u pÎnç salan de cezayÎ hepsÎ xwarin 10. 750 kesin. Di vÎ demÎ de, yÎn ku ji 5 salan heta 10 salan ceza wergirtin 6200 kesin, yÎn ku ji 10 sal hetanî 20 salan ceza wergirtine, jimara wan jî 23 hezar kesin. YÎn ku ji 20 sala zÎdetir ceza dîtine ji, 900 kesî zÎdetir in. Her weha 630 kes jî, cezayÎ muebetÎ wergirtine ku heta jiyana wan kuta bibî di zîndanÎ de bimînin.
Karwanî kuştîn u wînda kîrînî lî ser kar bu
Di dema desthilata sazumana leşkerî de, derheqÎ 420 kesan de ferman u qerarÎ îdamÎ ( kuştinÎ ) hatîye dayin u ji wan 50 kes bi destÎ van hovan hatine idam kirin, ango kuştin. Ji bo rojnamevanan cezayÎ ku hate xwestin ji 400 sala zÎdetir bu. Ji wan, yÎn ku ceza wergirtin gelek bun u tomara cezayÎ wan li ser hev gehîşte 3300 sala. 31 kes her niha jî, di hepsÎ de ne. 13 kes, hÎj jî, di nebuna wan de destÎ girtinÎ li ser wane. 3 kes bi hÎrîşÎn gulebaranan hatin kuştin. 40 ton kovar u rojname hatin tomarkirin u paşî jî, hatinşewitandin. 40 hezar kilo çapemenî niha jî di depoyan de li bendaşewatÎ ne. 980 rojname u kovar hatine qedexe kirin. 190 filmÎn sînemayÎ hatine qedexekirin.
Di wan deman de, pÎş sazumana leşkerî u pîştî sazumanÎ rewş jîyana civakî ya aborî jî gelek balkÎş e. Wekî, pÎş vÎ sazumanÎ 5 milyon u 700 hezar kes xwedî sendîka u endamÎ sazumnÎn meslegî bun. Pîştî vÎ cuntayÎ u bi 5 salan jî, hÎ jimara kesÎn xwedî sendîka ne geyîştibu 2 milyona jî, ango 1 milyonek u 700 hezar bu.
Di sala 1979 an de, miaşÎ kargerekî rojane bi qederÎ 9 dolara bu. LÎ, di salÎn 85 an de, nive- nîv kÎm bu u hate dora 4 dolarî rojaneya kargeran.
Hemu dewletan karîn cuntakarîn xwe dadîge bîkîn, lî tûrkîye, hî jî, ne karîye ji zordaran hesabî bipirse
BÎ gûman li gelek cîyÎn dinyayÎ, kudîta u sulta u cuntayÎn leşkerî hatine çÎkirin. SazumanÎn leşkerî, li gelek ciyÎn dinyayÎ kutahî bi demokrasîyÎ anîne u bi vÎ rÎ , xwestine ku pÎşî li tevgera gelÎrî bi grin. Wekî, Şîlî, Portekîz, İspanya, Yunanîstan u heta vÎ dawîyÎ jî İraq tÎne jimartin. Ew hemu dewlet u demokrasîyÎn navbirî, karîne wan zordestÎn xwe dadige bikin u wÎ mohra reş a ser enîya xwe sipî bikin. Ew genaralÎn faşîst li her derÎ dinyayÎ mehkeme bune u cezayÎ xwe dikşînin yan jî kişandine.
LÎ Tûrkîye vaye 28 sale, hÎ jî, zordestÎn dijminÎ demokrasîyÎ nekarîyÎ ku derîne himber edaletÎ u mehkeme bike . VÎ yekÎ jî, bi cî bi hÎlin, piranîya van genarala ku demokrasîyÎ rakiribun u bi bune sedeme kuştin u birindarkirin u malwÎrankirina bi sedan kesî, hatine xelatkirin u eskortÎn wan henin ji bo parastina can u malÎn wan. Yanî her niha jî, qedr u qimeta wan geleke.
Yek ji wan dîktatora Seddam Hiseyin bu. YÎ din jî , ŞahÎ İranÎ bu. Şah omrÎ wî wefa nekir ku bÎ dadge kirin. LÎ jî qatilÎ KurdistanÎ SeddamÎ XwînrÎj, li himber edeletÎ hisab hate xwestin, u geyişte cezayÎ xwe. Wisan xuya dike ku Tûrkîye niha jî, ne hazire ku wan zordestan bi kişîne ser şehîna edalet u dadmendîyÎ.
Ew destura ( zagona gişti, dayasa) k udi 12 Î ÎlunÎde hate derxistin, her niha jî bi tevahî nehatîye guhertin. Kenan Ewren, li MarmarîsÎ wekî “ qehremanan” tÎ xwehî kirin. Kolana ergenekonÎ ( bÎjin kerganekûn çÎtir e), hate seknandin. Demokrasî hÎj jî di xeterÎ deye. ŞûrÎ generalan her niha jî bi destÎ wan e.Kurd her mane bindest u ji hemu heqÎn xwe y3en mirovî bÎ parin.
Ya bi xÎr. |