Nivîskarî, ew tişte ku mirov qala wan tiştan bike ku her kes dizane, lê bi zanebuna xwe ne hisîyaye. Keşfa vê zanîyarîyê u perwerde kirin u dabeş kirina wê, kêfa di gera ecêbmayî a cîhanek pir nasyar de, dide xwendekar. . . Helbet em vê tamê ji wî hûnerê ku , wan hemu tiştên ku em bi hemu rastîyên wan ve dizanin u radixin ser kaxisan jî distinin. Nivîskar ku xwe bi sala di odeyek de di qefêle u hûnerên xwe perwerde dike, u her weha dixwaze ji xwe re gerdûnek çê bike,ji birînên xwe yên xef, ve dest pê dike bi zaneyî yan jî bi nezanî bawerîyek kûr jî pêşkêşê însanan dike. Ez her tim di wê bawerîyê de bum ku, kesên din ji hene ku van êşan u birînan dikşînin, lsedem vê yekê, ez ê zûtir bême fam kirin,lewra, ewz bawer bum ku, insan piranî rengê hev didin. Hemu edebîyata rasteqîn li ser wê bawerîya xweşbîn a zarûkane ku hemu însan rengê hev didin hatîye damezrandin. Lewraye ku ew kesê xwe di qefêle u bi sala di nivsîne, dixwaze ku bang li mirovayetîyek weha u cîhanek ku nawenda wê nîne, bike.
Hemu edebîyata rasteqîn li ser wê bawerîya xweşbîn a zarûkane ku hemu însan rengê hev didin hatîye damezrandin . Lewraye ku ew kesê xwe di qefêle u bi sala di nivsîne, dixwaze ku bang li mirovayetîyek weha u cîhanek ku nawenda wê nîne, bike.
Lê, her wekî ku ji bahola babê min u ji wê jîyana rûzer a ku me li Stenbolê borandibu kivş bu ku,nawendek ji me dûr a cîhanê hebu. Ji vê rastîya esasî a ku bi min re hebu ji alîyek ve ji wê hesta esasî a xûrbetîyê ya bi rengê Çehov, u ji alîyek din ve jî, li akamde ji babeta heqîqîbuynê, min di lkîtêbên xwe de gelek behs kiriye. Min ji ber xwe ve baş dizanîya ku nifûsêk cîhanê a herî mezin, bi van hesta, heta dikarim bêjim ku belku ji van jî girantir ku bi bindestîyê re bi, bixwe nebawerbuyînê re u bi tirsa bîcûk dîtinê re her tim di gengeşîyê dikin. Belê. . her niha jî, pirsa mirovayetîyê ya sereke, bê malî, birçîtî, u bê warî ye. Lê êdî televîzyon u rojname ji edebîyatê gelek baştir van derdên esasî, bi zûyî u hesanî radixin ber çavên me. İro , eger pirsa edebîyatê a esasî şirove kirin u qalkirin u lêkolîna derd u kûlên mirovayetîyê be,mayîna li dûrî wan, tirsa xwe negiring dîtinê, ew hestên bi van ve girêdayî yên xwe bêrûmet hisab kirinê, ew bê sîyanet kirinên ku bi civatî encam didin, xeydandin, şikên kembînîyê, rikên cûrbecûr, dil şikênî,, xeyalên bê payan ên biçûk dîtinê, u her weha ew kubarîya netewî a birayê vê yekê, qurqûrehî. . . Wan xeyalên ku gelek caran bi zimanek bê aqil u bi hesasîyetek tûjin, kengê ku min temaşa tarîtîya nava xwe dikim, ez ji wan fêm dikim. . Di wê cîhana ji derveyê Rojavayê ku ez bi hêsanî dikarim xwe pê re bikim yek de, sedem tirs u şikên bîçûkxistinên qelebalixên mezin, civatên firewan u milletan , car caran, mirov dibe şahidê dînîtîyên wan jî. . Her weha ku ez bi hêsanî dikarim xwe bi wê cîhana rojava ve jî bikim yek de jî, ku ji ber, ewan jî, Rönesansê, rewşenbîrîyê u nûjenîyê keşîf kirine u sedem şanazîya têrbar a dewlemendîyên xwe , ez dizanim ku ew dewlet u milletên van deran jî, hinek caran torîtiyek weha dikin u dibin sermestê ji xwe gelek qaîl buyînê.
Dîyare ku, . ne tenê babê min , lê em hemu, ramana hebuna nawenda cîhanê gelek giring dibînin. Lê ew tiştê ku ji bo nivsandinê, bi salan me qefaltî di hêle,berevacê vê yekê, bawerîyek e,bawerîya wê yekê ye ku em dizanin rojek ew tiştên ku em dinivsînin wê werin xwendin u fêm kirin, lewra ev ew bawerîye ku însan li her derên cîhanê rengê hev didin
Dîyare ku, . ne tenê babê min , lê em hemu, ramana hebuna nawenda cîhanê gelek giring dibînin. Lê ew tiştê ku ji bo nivsandinê, bi salan me qefaltî di hêle,berevacê vê yekê, bawerîyek e,bawerîya wê yekê ye ku em dizanin rojek ew tiştên ku em dinivsînin wê werin xwendin u fêm kirin, lewra ev ew bawerîye ku însan li her derên cîhanê rengê hev didin. Ez ji xwe u ji wan nîvîsarên babê xwe, baş dizanim ku, ev birînek xweşbînîyê ye ku . ji rika li qerex mayîn u li derve mayînê peyda dibe. Min wan hestên Dostoyevskî ku di hemu jîyana xwe de, rik u evînek wergirtîbu li himber Rojavayê, gelek caran di nava xwe de seh dikir. Lê ew tiştê herî baş ku min jê fêm kir, ew serçevîya here giring a xweşbînîyê bu , ku min ji vî nivîskarî girtibu ku, di gel rojavayê, ji pêwendîyên evîn u rikê derdikeve rê u li derveyê wan gerdûnek tiptaze dadmezrîne.
Ew nivîskarên ku hemu jîyana xwe dane vî karî, ve rastîyê, baş dizanin ku,sedemê runiştina me ali ser mêzê u ew cîhana ku bi salan u bi hêvî me di nivîsarên xwe de çê kirîye, li dawîyê, her yek li cîyek cîwar dibî. JÎ wê maseya ku em bi rik u xemgînî lê rudinin , dûrê wan rik u xemgînîyan, em dîgêjine gerdûnek cûda. Ma babê min jî, ne dikarîya ku xwe bigêne gerdûnek weha. ? Ew gerdûna ku pîştî wan rêwengîyên dirêj mirov xwe di gêjîne hê, her mina rewengîtîyek dirêj a deryayî ku pîştî çaxê mij vedibe,bi hemu rengînîya xwe ve, ku giravek xûya dibe u hesta mucîzeyek dide mirov. Yan ji gerokên rojavayî ku ji başûr bi kêştîyan tên u nêzîk di bin, di wê dema ku mîja berbeyanî belav dibe de, ku Stenbol bi berçevê wan dikeve, ev hest wekî hestek wê demê ye. Pîştî dawîya rêwengîyek dûr u dirêj, ku bî mereq u hêvî derketibunê li wê,bajarek têkuz u gerdûnek kamil , bi mizgeft u minareyên xwe ve, bi yeko yeko xanîyên xwe ve, bi kolanên xwe ve, bi girên xwe ve, bi pir u hevrazên xwe ve heye. Mirov dixwaze her wekî xwendekarek baş ku di nav rûpelên kîtêban de winda dibe , bikeve nav vê gerdûna taze u tê de winda bibe. Ji ber ku em Li qerex, li xûrbetê, li derve, bi hêrs yan jî rast u rast hiznî ne,em li ser masê runiştine u me, me gerdûnek nû a wilo kivş kiriye ku van hestan bi me daye jibîr kirin.
Berevacê wan hestên min ên zarukî u ciwanîyê, êdî ji bo na min,nawenda cîhanê Stenbol e. Ne ji ber ku zêdehîya jîyana min li wê derbaz buye, sedem ku ez xwe, vaye sî u sê sale, yeko yeko bi hemu kolanên wê, pirên wê, mirovên wê, seyên wê, xanîyên wê, mizgeftên wê, kanîyên wê, gernasên wê yên ecêb, dikanên wê, kesên wê yên nasîyar, goşeyên wê yên tarî, şev u rojên wê re yek dibînim. Pîştî qonaxekî, ew cîhana ku ez xeyala wê dikim, wê ji destê min derkeve, u bibe rastîyek xastir ji wî bajêrê di nava serê min de. Wî çaxî, ew hemu mirov u kolaln, eşya u xanî, çawa ku di nav xwe de hev dengîyek kiribin, çawa ku pêwendîyên wisan di nav xwe de çekiribin ku min berê qet çênekiribî, çawaku ne di kîtêbên min de u ne di xeyalên min de bin u bi serê xwe dest bi jîyanê bikin. Bi wê sebra ku mirov bi derzîyê bîra dikole, ew gerdûna ku min bi xeyalên xwe ava kirîye,wê demê, ji bo min, ji hemu tiştan rasteqîntir dîyar dike.
Babê min jî, belku, vê cûre serfirazîya wan nîvîskarên ku bi salaye vî karî kiribun dîtibu. Min ne dixwest ku ez derheqê wî de,pêşînqerar bim dema ku min li bahola wî temaşe dikir. Paşî jî, sedem ku ne ji wan babên giştî bu ku, ferman bide, qedexe bike, bi prçiqîne u ceza bike, her wiha ku wî min her tim azad dihişt u her tim sîyaneta min digirt, divê ez sipasên xwe pêşkêşê wî bikim. Berevacê gelek hevalê min ên zarukî u ciwanîyê, sedem ku min tirsa babîtîyê nas nedikir, u min bawer dikir ku hêza xeyalên min hinek caran bi azadî u zarukane di xebite , hinêk caran jî, ji ber ku di ciwanîya min de babê min xwestibu ku ez bibme nivîskar,min ji dil u can fikra nivîskarîyê kiribu. Lazim bu ku ez wî bi weşbînî bixwînim u wan nivîsarên wî ku di odeyên otêlan de nivsandibu, divîya ku ez baş fêm bikim.
Bi fikrên xweşbîn, min wê bahola ku babê min bi rojan bu bi cî hiştibu vekir u hinek defteran, hinek rûpelan bi hemu hêza xwe ve xwend. Babê min çî nivsandibu. . ? Dîmenên otêlên Parîsê têne bîra min, hinek helbest, hinek paradoks, u hinek mihaîle. . Ez xwe niha wekî kesek ku pîştî qezayek trafîkê derbas dike u serborîyên xwe bi zorî tîne bîra xwe, u ,xwe bide zorê jî ku ne xwaze ew bûyer bêne bîra wî, wisan hisab dikim. Di zarukîya min de, dema ku babê min u dîya min dihatin ber şer kirinê,yanî ew dema ku yek ji wan bêdengîyên mirînê dest pê dikir, babê min ji bona ku hewa bi guhire, pêre radyoyê vedikir u mûsîq çî bibu u nebibu zûtir bi me didara jibîr kirinê
Ez jî, niha ji bo we, bi çend peyvan, di şuna musîqê de,sedem ku mijar bê guhertin, dixwazim werim ser tiştek din. Her wekî ku hun jî dizanin ew pirsa ku zêde ji me tê pirs kirin a ku , jê zêdetir tê hez kirin ew e ku, ji me re dibê jin : ‘’ Hun çima dinivsînîn ‘’ Ez ji ber ku ji nava min tê, lewra dinivsînim. . Sedem ku wekî kesên dî, tu karek min ê normal tunene, lewra dinivsînim. Sedem ku kîtêbên bi rengê wan kîtêbê min ên ku min nivisandine ku bêne nivsandin u ez jî bikaribim bixwînim, lewra ez dinivsînim. Sedem ku ez ji were, ji hemu kesan re gelek hêrs dibim lewra dinivsînim. Sedem ku di odeyek de roj ta evarê runiştin li xweşê min diçe ez lewra dinivsînim.
Ez Em, yên din , em hemu li Stenbol, li Tûrkîyê ka em çawa jîyane u dijîn, ji bona ku hemu cîhan pê bizane lewra ez dinivsînim. Sedem ku ez ji hibrê, uji bêna kaxis u defteran hez dikim lewra ez dinivsînim . Ji ber ku ez ji hemu tiştî zêdetir bi edebîyat u sinetê roman nivsandinê bawer dikim, lewra ez dinivsînim. Sedem ku ev hînbuyîn u dildarîyek e, lewraye ku ez dinivsînim. Jiber ku ez ditirsim ku bême ji bîr kirin , lewraye ku ez dinivsînim. Ji ber ku ev tişt ji min re nav u dengek tîne u min kêfxweş dike ez lewra dinivsînim. Sedem ku ez bi tenê bimînim lewraye ku ez dinivsînim. Belku ez bizanim ka gelo çima ez ji herkesî re, ji were ewqas hêrs dibim, lewraye ku ez dinivsînim. Ji ber ku ez ji xwendinê hez dikim lewra dinivsînim. Ez dixwazim ku kutahî bi vê romana di destê min, bi vê nivîsarê , bi vê rûpelê, were, lewraye ku ez dinivsînim. Sedem ku her kes hîvîya nivsandinê ji min dike lewraye ku ez dinivsînim. Ji ber ku ez bawer dikim ku kîtêbxane tu carî namirin, sedemku kîtêbên minli ser dika wek zarukan disekinin, lewraye ku ez dinivsînim. Sedem ku jîyan, cîhan u hemu tişt evqas bêhed bedewmetelmayîne, lewra ez dinivsînim. Ji ber ku raxistina bedewîya dewlemendîya bi ser peyvan ve, min kêfxweş dike , lewra ez dinivsînim. Ne ji bona ku ez çiroka bêjim, lê ji bona ku ez wan çêkim, dinivsînim. Ji bona ku ez xwe ji wê seha ku cîyêk heye u-- çwan mirov di xew de be—mirov nikare xwe bigêjîne wê xelas bikim, ez lewra dinivsînim. Sedem ku ez qet nikarim serfiraz bibim, lewraye ku ez dinivsînim. Ji bona ku ez serfiraz bibim lewra ez dinivsînim.
Babê min, pîştî heftîyek ku hatibu u wê baholê danîbu nivsîngeha min, di destan de pakêtek çîkolata ( ji bir dikir ku ez çil u heşt Salî me ) dîsa hate zîyaretîya min. Wekî her caran me dîsa behsa sîyasetê, behsa laqirdîyên malbatê u behsa jîyanê kir u em li hev kenîyan. Demek min dî ku babê min çav bi baholê ket ku min cîyê wê gûhastîye. Çavên me, rastî hev hatin. Bê dengîyek bi êza u şermoke hasil bu. Min jê re ne got ku vaye min baholê vekiriye u dest bi xwendina ewraqên navê kiriye. Min çave xwe jê revand. Lê ewî fêm kir. Min jî, fêm kir ku ewî fêm kiriye. Ewî jî fêm kir ku min ji fêm kirina wî fêm kiriye. Ev fêm kirin ji di navbera çend sanîyan de çiqas bin hewqas dewam kirin. Lewra babê min mirov rihet u serfiraz u bi xwe bawer bu, wekî her car bîşirî u kenîya. U dema ku ji malê derket u çû, dîsa wekî her caran, wan gotinên şîrin u curetkar mina babek got u paşî lê da çû.
Mina her car, min li pey babê xwe bi hesûdî , temaşa wî halê wî yê serfiraz u bê dert u xem kir. Lê wê rojê, tê bîra min ku, di nava min de, livîna serfirazîyek şermoke jî hasil bibu. Heye ku ez wekî wî, rihet nebim ,mina wî min jîyanek serfiraz bê keder ne ajotibî, lê, ew seha ku mirov heqê nivsînê dabî, we fêm kir. . . sedem ku min wê, li himber babê xwe seh dikir, min şerm dikir. Di halek de ku babê min, di jîyana min de, ne bibu nawndek pêt u min azad hişti bu . Ev hemu tiştên hanê, didin nîşan ku, edebîyat u nivsandin, di nawenda jiyana me de, her yek kêmasîyek in, u bi serfirazî u seha tawanbarîyê re , bi kûrahî girê dahîyê hevin, divê mirov vê yekê, bide bîra xwe.
Lê nivêke vê çîroka min a din jî heye ku , pêtir tawanbarîyê dide min u ji wê rojê ve ku tê bîra min. Berîya bîst u sê salîy ku babê min bahola xwe dabu min, çaxê ku ez bîst u du Salî bum, min terka hemu tiştî dabu u min biryar dabu ku ez bibim romanvan u min xwe li odeyek qefalti bu, u pîştî çar sala ku min romana xwe a yekem, ya bi navê ‘’ Cewdet Beg U Kûrên Xwe. ‘’ kûta kiribu , lê hêj çap nekiribu, ku min nusxeyekê daqtîlo kirî, bi destê xwe yê lerzonek min dabu babê xwe ku bi xwîne u li ser wê dîtinên xwe ji min re bibêje. Ne tene ku ez ji heza wî u fereseta wî bi bawerbum, berevacê dîya min, sedem ku babê min ne bibu asê li ser rêya min ku ez bibim nivîskar, erênî kirina wî ji bo min giring bu. Van çaxan babê min ne bi me re bu. , li dûrîyê bu. Ez bê sebir mame li benda vegerîna wî. Pîştî du hefteya dema ku hat, min bi bez çû jê re derî vekir. Babê min tu tiştekî ne got. Lê, min bi şiklek wisan himbêz kir ku min zanî ku babê min ji kîtêba min gelek hez kirîye. . Demek, ku di halê hestîyarîyek pêt de hasil dibe, wisan em ketin nav alozîya bêdengî u bikêrnehatînê. Paşî ku hinekî ,rihet bu u dest bi axaftinê kir, babê min, bawerbuna xwe a bi min yan jî bi kîtebamin a yekem, bi zêdekarî anî zîmên u her wisan, got ku rojekî tu ê vê xelatê bistînî,vê a ku ez îro bi serfirazîyek mezin kabul dikim
Ez vê gotinê, neku ji ber bawepêkirina xwe, yan jî, neku ez vê xelatê wekî amancek didim nîşan, jê zêdetir, ji bona piştevanîya kûrê xwe u handana wî ku, mîna babêkê Tûrk ku ji kûrê xwe re , gotibu ku : ‘’ rojek tu ê bibî paşa ‘’ Bi salan jî, kengê ku çav bi min diket, ji bona ku cesaretê bide min, vê yekê ji min re dupat kir u got.
Babê min di meha Kanûna sala 2002 de mir.
Gelî endamên bi nirxên Akademîya Siwêdê, yên ku vê xelata mezin , vê şanazîya mezin dane min, Mêhvanên rêzdar. . Min gelek dixwest ku îro babê min jî, li vir, di nava me de buya.
(Dawî )
latifepozdemir@hotmail.com |