(Ev çîrok, axaftina Orhan Pamuk e, ku di roja 7.12 2006 de, li Aqademîya Siwédé, bi minasebeta merasima wergirtina xelata Nobelee, li bajaré Sitokholmé kirîye. Min jî xwest ku ez vé gotaré wergerînime zimané Kurdî ku Kurd jî, jé istîfade bikin. Latif Epözdemir)
Di derheqê cîyê min ê nav malbatê de, her wekî ku di jîyanê de, di edebîyatê de jî, wan çaxan helwesteke min a sereke hebu ku ew jî pirsa „bicî nebuna nawende„ bu. Min dizanîya ku li nawenda cîhanê, ji jîyanama me dewlemendtir u caziptir heyat hebun u ez u hemu İstenbolî u hemu Tûrkîyê yî ji wê bê par bun. Ez îro fikir dikim ku ev seha min bi piranîya cîhanê re hevpar e. Her weha, edebîyatek cîhanê hebu u nawenda wê ji min gelek dur bu. Lê, di rastîyê de, ew tiştê ku min merheze dikir, edebîyata rojavayê bu, neku edebîyata cîhanê.. Lewra em Tûrk li derveyê wê bûn. Kîtêbxaneya babê min jî, vê yekê didara nîşan. Ji alîyek ve, gerdûna jîyana min a herêmî ku min ji çend xalê wê hez dikir u min ne dikarî ku jê hez nekim, her weha kîtêbên Stenbolê u edebîyata vê derê ; ji alîyê din ve jî, kîtêbên edebîyata cîhana rojava hebun ku qet rengê yên me ne didan, ku sedem vê yekêbu em, him di êşîyan u him jî hêvîdar dibuyan Xwendin u nivsandin, her wekî ku mirov ji gerdûnek were der u bikeve nav yekê cûrbecûr, berdilîya halek wisan ecêb u ewqas delal bu. Min seh dikir ku, Babê min jî, her wekî ku min jî di van demên paşî de wisan dikir, sedem ku ji jîyana xwe a rojane ber bi rojavayê ve bireve, romana di xwîne. Yan jî, wan çaxan, xwendina wan kîtêbên ha, çawa ku helwestek be di warê labirdina kêmasîyên çandî de, lewra me dixwend. Bî min wiha bû.. Ne tenê xwendin, her weha nivsandin jî, mîna ji jîyana me a Stenbolê ber bi rojavayê ve hat u çûyek bu. Babê min ji bona ku wan defterên di bahola xwe de tije bike lewra çûye Parîsê u xwe di odeyên otêlande qefaltîye, paşî jî, wan tiştên ku li wanderan nivsandîye bi paş ve anîye Tûrkîyê Lewraye ku, dema ku min çav bi bahola babê xwe di ket ez bêhizûr dibûm. Pîştî ku 25 sal, ji bona ku ez bibim nîvîskar ku min xwe di odeyek de qefaltibu, nivsandin, nivsandina ku ji nava mirov tê ku ji civatê, ji dewletê, ji millet dihate veşartin, çaxa ku min temaşa bahola babê xwe dikir ez dilteng dibum. Heye ku her ji bo vê yekê be ez hêrs dibûyam ji babê xwe re ku çima wekî min ewî jî, niviskarîyê jidil nekirîye.
Ya rast, ez ji babê xwe re hêrs dibûyam, sedem ku, jîyana wî ne wek ya min bu, ji bo tu tiştekî di civatê de, ne diket gengeşîyek, her tim bi heval u hogirên xwe re, bi ken u henekan kêf u seyranê kiribû. Lê rastî ew e ku ez bêjim di şûna „hêrs bûyînê ‘ de ew tişt „hesûdî„ bû, ev peyv êdî rast bu, min dî aqlê xwe de jî, wisan dizanî, lewra ez bê hizûr dîbûyam Wê demê, wekî her caran, bi wî dengê xwe yê asêger, min ji xwe di pirsî: „serfirazî Çîye„. Gelo ew jîyana kûr a bi tnê ku di odeyek de dibore, ma ew e serfirazî? Yan jî, bi civatî bawerpêkirina hemu tiştan, yan jî bi vê zena ajotina jîyanek hêsa ye serfirazî.. Ma qey serfirazî, ew e ku, ji alîyek ve, mirov bide nîşan ku vaye di gel her kesî aşt dijî, u ji alîyê din ve jî, di cîyek xef de ku tu kes mirov nabîne karê nivsînê bike serfirazî ye, yan ev tişt ne serfirazîye? Lê belê, ev pirs zêde bi rik u hêrs bun. Paşî jî, min ji kûve derdixist ku pîvana jîyanek baş serfirazîye? Rojnameyan, mirovan u hemu kesan wer dikir ku çawa serfirazî pîvana here giring a jîyanek başb e. Ev tişt tenê bi serê xwe , ma ne hêja bu ku mirov li ser berevacîya vê mijarê lêkolînê bike? Ma qey min wî babê xwe ku ji me,ji malbatê her tim revîyabu çiqas nas dikir, yan jî min dikarî çiqas bêhizûrî u nerihetîyên wî bibînim.?
Di vîra de, tirsa girantir, ya ku min bê hizûr dikir, ew bu ku di çaxa nivsandinê de, babê min ne babê min bu. Ew tirsa di nava minde ya “ne heqîqîbuyînê„ tirsa ku babê min nivîsarên xwe baş nebîne, her weha ew, ji wê şika ku babê min mabî di bin tesîr u bandûra nîvaskarên cûrbecûr de, bi taybetî çawa ku di ciwanîya min de wisan bu, min hemu heyîna xwe, jîyana xwe, daxwazîya ya xwe a nivsandînê, u nîvîsarên min jî, bi min didaran pirsîyarkirin, ka gelo heqîqî ne yan na, vê yekê min dixist nav alozîyek.
Vaye min cara yekem bi van seha bahola babê xwe vekir. Gelo heye ku di jîyana babê min de setrfirazîyek hebî u ez pê nizanibim, yan esrarek wî hebî ku raxe ser kaxiz u pal bidê? Dema ku min baholê vekir pêre ez bi bêna çanteyê seyehetê hisîyam, min dî ku hinek ji wan ji bo min nas kirîne, min dî ku babê min, hinek ji wana ku ne ewqas mûhîm bun, berî çend sala nîşanî min dabu. Ew defterên ku min yek bi yek destê xwe li wan dixist, ew bun ku babê min me bi cî hiştibu u di xortanîya xwe de çûbu Parîsê, wan nivîsî bu. Lê,her wekî wan nivîskarên din, min jî, dixwest ku ka gelo babê min dema ku di omrê min de buye çî fikir kirîye u çî nivsandîye. Di demek kurt de min zanî ku ez rastî tiştek weha nayêm. Wekî din jî, di nav defterên babê min de ku ez rûbarî denge nivîskara dihatim, pê bê hizûr dibuyam. Min wa fikir dikir ku ew deng ne dengê babê min e. Ev deng, yan ne rast bu, yan jî, ne yê babê minê eslî bu. Çawa ku di wê dema ku babê min dinivisand, ne babê min be, jê bê hizûr kirinek girantir tirsek hebu di vê yekê de. Tirsa di nava min de a ne heqîqîbunê, vedigerîya alozîyek heqîqîbun u neheqîqîbunê. Ew tirsa ku nîvîsarên wî li xweşê min neçin, yan ne baş bin, her weha ew tirsa ku ez bibînim ku vaye babê min zêde maye di bin tesîra nivîskarên cûrbecûr de, çawa ku di ciwanîya min de wisan bu,min hemu hebuna xwe, jîyana xwe, daxwazîya xwe a nivsandinê, u ew heqîqîbuyîna ku wan tiştên ku min nivsandinê bi min dide pirsîyar kirin, di dehsalîya yekem a romannivîsîya xwe de, tirsa min ew bu ku min vê tirsê êdî ji kûr ve seh dikir, li himber bi zehmet radiwestîyam, çawa ku min dev ji çêkirina resman berdabu, gelo rojek hebî ku ez bin kevim u dev ji roman nivsînê jî, berdim
Di wê bahola ku min qefalt u rakir de, du hestên esasî ku di demek kin de li min xûya kirin, min qala wan kir. Hesta xûrbetîbuyînê u ya heqîqî buyînê. Ev ne carta yekem bu ku min van bê hizûrîyên wiha kûr, dikşand, Min van hestan, bi firewanî, bi dawîneyî, ser hêrsî, bi girêya wan ê hûndûrînî, bi rengînîya wan ve, bi sala, bi xwendin u nivsandin, min bi xwe li ser mêzê lêkolin u, keşif kiribu u kûrtir kiribu. Helbet gelek caran min di xortanîya xwe de, wan, di êşên kivş u nekivş de, di hestên barik de, her weha di wan teklîhevîyên di aqilê min de ku ji kîtêban u ji jîyanê bi min ve zeliqîbun, jîyabum. Lê heta xurbetî buyîn u tirsa neheqîqîbuyînê, min kengê ku di van mijaran de kîtêban nivsand (mînak: ji bo xûrbetîbuyînê BERf, STENBOL, ji bo tirsa heqîqîbuyînê, NAVÊ MÎN SOR E, yan jî KİTÊBA REŞ) bi yek carî min wan baş nas kir. Ji bo na min nîviskarî, mîna wan tiştên ku mirov di nava xwe de dikşîne, ku mirov kêm dizane ku wan zêde dikşîne, li ser wan birînan rawestan e, bi tebat naskirina wan e, keşfa wan e, bi başî derxistina wan e, u, ew tişte ku mirov van birîn u êşan bikarîbe bi zanîyarî bixe beşek ji nivîsarên xwe u pênasê xwe.
(Wé bi domîne )
latifepozdemir@hotmail.com |