(Ev çîrok, axaftina Orhan Pamuk e, ku di roja 7.12 2006 de, li Aqademîya Siwédé, bi minasebeta merasima wergirtina xelata Nobelee, li bajaré Sitokholmé kirîye. Min jî xwest ku ez vé gotaré wergerînime zimané Kurdî ku Kurd jî, jé istîfade bikin. Latif Epözdemir)
Lazime ku ez, di nivîskarbuyîna xwe de, ji paşa u oldarên mezin zêdetir tesîra wî babê xwe qebul bikim ku wî di nava malê de behsa nivîskarên cîhanê dikir.
Ez di tirsîyam ku çantê babê xwe vekim u defterên wî bixwînim. Lewra min baş dizanîya ku, ew hergîz naxwaze ku bikeve nava wan zehmetên ku ez têda me, tenêbunê na lê ew ji koma hevalan, qelebalixê, salonan, henekan, daxil buna civatan u şahîyê hez dike. Lê, paşî aqlêkî din tê min. Ev ramanên ha, xeyalên zehmetkêşî u tebata dibûya ku, min ji cerbandinên nivîskariya xwe jî, derhênabuya, her weha ew pêşbînîyên min jî, buyana. Pir gelek nivîskarên birqonek hene ku di nav qelebalixan de, di nav jîyana malbatî de, di nav berq u ronîya civatê de, u di nav çirîskên serfirazîyê de nivsandine. Di halek de ku babê min, di zarukaytîya me de, ku ji jîyana malbatî bêzar bibu, çû bu Parîs’ê, di odeyên otêlan de, -mîna gelek nivîskarên din- defteran dagirtibu. Min dizanîya ku di nava vê baholê de ji wan defteran jî hene, lewra pêş ku babê min wê baholê bîne cem min, qala jîyana xwe ya wan qonaxan jî, ji min re kiribu. Dema ku ez biçuk jî bum, behsa wan salên xwe dikir ji min re, lê qala xeydandinên xwe, qala xwesteka xwe ya helbestvanî u nivîskarîyê, qala zehmetbuyîna ku ji destê pênasê xwe kişandibu di odeyên otêlan de, ne dikir. Qal dikir ku ka gelo çawa li kolanên Parîsê her tim Sartre didît., wan kîtêbên ku xwendibu u wan filmên ku dîtibu mîna nuçevanek ku nûçeyên pir giring pêşkêş dike, wisan bi heyecan bi dilinî qala wan dikir.
Dibuya ku min, defterên babê xwe merheze kirubuya u ka ez çiqas deyndarê wê kîtêbxaneya wî a mezin bum min anîbuya bîra xwe u bi xwenda. Lazim bu ku min wan tiştên ku wî dinivisand ji alîyê edebî ve zor giring negrim u bala xwe bidme wan dema ku babê min di gel me di jîya, -her wekî min- di odeyek de, bi tenê li gel kitêban, li gel ramanan teklihevbûyînê wî dilxweş dikir..
Lê, hema ew tişt bu ku min ne dikarî, min seh dikir dema ku min bê hizûr li wî çanteyê ku babê min bi cî hiştibû temaşe dikir. Babê min hinek caran li himber kitêbxaneya xwe, xwe dirêj dikir, kîtêb yan jî kovara destê xwe datanî u hûr u kûr di ponijya, di ket derya xeyalan. Di rûyê wî de ku jîyana malbata me bi, henekkarî, galte kirin u miqateyên biçûk derbas bibu xêncî wan, rengek cûda u nêrînek ber bi navxwe ve xûya dikir. Bi taybetî di wan salên zarukaytî u ciwanîya xwe a pêşîn de, dema ku ez têdigeyiştim ku babê min xemgîn e ez ji bo wî diketim fikara. Niha pîştî çendîn sala ez baş fêm dikim ku, yek ji wan tiştên here giringê ku mirov dike nivîskar, ew bê hizûrî ye. Ji bo ku mirov bibe nivîskar, divê ku mirov pêş zehmet u tebatê, ji qelebalixa navxweyî, ji civatê, ji jîyana rojane a bêguher, ji wan tiştên ku bi serê hemu kesan ve tên, xwe dûr bixî u bikaribî qesta odeyek bikî ku tu tê da tenê bimînî. Em ji bona ku cîhanek kûr ji xwe re çê kin tebat u hêvîyê dixwazin. Lê ji bona lîvandina me yekem tişt ew xwesteka me a qesta odeya bi tenê mayînê ye. Ew kesê ku van kitêban li gor kêfa xwe xwendîye, tenê ku guhdarîya dengê ujdana xwe kirîye u bi gotinên xelkê gengeşîyê kirîye, u bi axaftina bi kîtêban re ku gerdûna xwe çê kirîye ew nimûneyê nivîskarîya azad u serbixwe, her weha seretaya edebîyata nûjen, bê gûman Montaîgne ye. Babê min jî her tim wî dixwend u salixê xwendîna Montaîgne didara min jî. Li ku dera cîhanê be bila bibe, li rojhilat yan li rojava, ez dixwazim ku xwe parçeyek ji wan nivîskara hesab bikim ku di odey de bi tenê man e. Ji bona min cîyê here rasteqîn yê destpêka edebîyatê ew der e u, kesê ku xwe bi kîtêban ve li wê qefaltîye.
Lê, di wê odaye ku me xwe tê de qefaltîye de, ewqas jî, em tenê nînin. Ji me re, ewil, gotînê kesên din, çîrokên wan, kîtêbên wan, yanî ew tiştê ku jê re kevneşopî tê gotin hevaltîyê dikin. Ez bawerim ku edebîyata ku mirov xûlqandine, di destê mirovan de serwetek here bi nirxe ji bo xwe fêm kirinê. Komên mirovan, qebîle, u millet, seba ku edebîyata xwe giring digrin u bi qederê ku guhdarîya nivîskarên xwe dikin, fereseta wan zêde dibe, dewlemend u bilind dibin, her wekî ku em hemî dizanin, şewtandina kîtêban, bêsîyanet kirina nivîskaran, ji bona milletan, nûçevanîya rojên tarî u bê aqilbuyînê ye. Lê edebîyat, tu carî, tenê babetek millî nî ne. Nîvîskarê ku bi kîtêbên xwe ve, xwe di odeyek de di qeflîne u ewil di nava xwe de derdikeve rêwîtîyek, li wê, bi vê nevê, yasaya edebîyata baş jî nas dike u dibîne. Edebîyat hûnerê wê yekê ye ku mirov bikaribe, çîroka xwe wekî ya yekê din qal bike u çîroka yekê din wekî ku ya xwe bî qal bike ji bona ku em bikaribin vê yekê bicî bînin, em ji çîrok u kîtêbên kesên din, derdikevin ser rê...
Kîtêbxaneyek baş a babê min hebu ku têra nîvîskarek dikir, ew ji hezar u pênçsed kîtêban pêk hatibu. Dema ku ez bîst u du salî bum, belku hêj min van kîtêban hemî ne xwendibu. Lê min hemu kîtêban yek bi yek nas dikir, ka gelo kîjan giringe, kîjan sivik e, kîjan bi rihetî tê xwendinê, kîjan klasîk e, kîjan parçeyek beynabîye ji cîhanê, kîjan şahîdê dîroka herêmî a ber jîbîrbuyîne ye lê şên e, kîjan bu ku babê min gelek mûhîm dgirt ew kîtêba wî nivîskarê Firingsiz, min baş dizanîya. Hinek caran jî, min ji dûr ve temaşa vê kîtêbxaneyê dikir u min ji xwe re digot, rojek di malek cîhê de, heye ku ez kîtêbxaneyek min, mîna vê, heta ji vê baştir çêbikim. ? Carîna ku min ji dûr ve dêna xwe dida kitêbxaneya babê xwe, ew mîna wêneyek biçûk a mala me dihate ber çavê min. Lê ew ji goşeyê me, nêrînek dûnyayê bu ku, me ji Sitenbaol temaşa dikir.. Kîtêbxaneyê jî, vê yekê didara nîşan. Babê min, vê kitêbxaneyê, di rewengîyên xwe ên derveye welat, bi taybetî ji wan kîtêbên ku ji Parîs u Emerîka kirîbu, her weha di ciwanîya xwe de li İstenbolê di salên 1940 u 50 de, ji wan dikanên ku kîtêbên bi zmanê bîyanîyan difrotan, u her yekek ji wan kîtêbfiroşên kevin u nû yên İstenbol ku piranîya wan min jî nas dikir, têkuz kiribu. Cîhana min, ji têkilbuna herêmî a milli u cîhana rojava pêk hatîye. Min jî, ji sala 1970 yan dest bi çêkirina kitêbxaneyek têkuz kir. Hê min bi temamî qerarê nivîskarîyê nedabu. Her wekî ku min di kîtêba xwe a bi navê İstenbol de qal kirîye de, min baş dizanîya ku êdî ez nabim ressam, lê min ne dizanî ka gelo wê jîyana min bikeve ser çî rêyek. Di nava min de mereqek mezin u bê payan li himber fêrbuna hemu tiştan u birçîbunek bêhed u xweşbîn di warê xwendin u hînbunê de hebu. Ji alîyek din ve jî, min dizanîya ku jîyana min wê jîyanek bi kêmasî be u ezê nikaribim wekî kesên din bijîm. Beşêkê vê seha min her wekî mîna wê seha ku min temaşa kitêbxaneya babê xwe dikir, bî wê fikra dûrîtîya nawendan, ku di wan salan de Stenbol bi me teva dabu zanîn ku em li xurbetê dijîn, bi wê sehê re pêwendgîr bu. Fikara dinya min a jîyana kêmasîyê jî ew bu ku, te divê bila çê kirina resma be, yan jî edebîyat be, min baş dizanîya ku ez di welatek wisan de dijîm ku hîvîdar nîne u rumetê jî nade sinet u hunerê. Di salên 1970 yan de, her wekî ku ez bixwazim van kêmasîyên di jîyana xwe de jê bavêjim, bi daxwazîyek agirîn, min ji kîtêbfiroşên kevin yên Stenbolê, bi wî pereyê ku babê min dabu min, çaxê ku min wan kîtêbên ku çilmisîne, hatine xwendin u kevin bune, toz girtine di kirîya, ew halê kîtêbfiroşên wan dikanên sehafan ku, li ber mizgeftan, li tenişta rê, li ber dîwêrên xirabuyî nîşte cî bibun, xêzanî, rezîlî u perîşanîya wan, ku gelek caran bê umudîyê didarana mirov, li min mîna wan kîtêbên ku ezê bi xwînim tesîr dikirin.
(Wé bi domîne )
latifepozdemir@hotmail.com |