(Ev çîrok, axaftina Orhan Pamuk e, ku di roja 7.12 2006 de, li Aqademîya Siwédé, bi minasebeta merasima wergirtina xelata Nobelee, li bajaré Sitokholmé kirîye. Min jî xwest ku ez vé gotaré wergerînime zimané Kurdî ku Kurd jî, jé istîfade bikin. Latif Epözdemir)
Du sal berî mirina xwe babê min baholek biçûk damin ku, bi nîvîsarên xwe, destnivîs u defterên ji je bu. Mîna her car bi henekî daxwazî ji min kir u got, "pîştî min, yanî pîştî ku ez mirim wan bixwîne."
Bi dengek şermoke “ka bi xwîne, bizanin” tiştek bi kêr hatî têde heye yan na. Belkî tu pîştî min jê bibjêrî u li ciyekî çap bikî...
Em li nivsîngeha min di nav kîtêban de bun. Babê min her wekî ku çawa ji bareke ser pişta xwe, xwe bi felitîne, wisan li nivsîngeha min wî alî vî alî çû u hat, ne zanî ka bahola xwe dayne kuderê.. Paşî wî tiştê destê xwe bi ûsûl, danî goşeyek wisa ku bala kesî nekşîne. Li dawîya wê dema ku me her dukan jî, jê şerm dikir, em vegerîyane ser wan rolên xwe u pênasên xwe yên ku, ku jîyanê siviktir hesab dikirin u tinazdar u galtekar bun. Wekî her car me bê xemgînî behsa av u hewayê, kêşeyên sîyasî yên bê payan ên Tûrkîyê, behsa karu barên babê min ê ku tu carî di wande serkeftî nebibu, kir.
Herçend ev bahol, eşyayek balkêş u nasyar u aşîna bu ji bîranînên zarokatîya min u serborî u rabirdûyên min, lê min nedikarî ku ez niha destê xwe bidmê. Çima...? Helbet ji ber wî barê xef u giran ê nava baholê.
Pîştî çûyîna babê xwe tê bîra min ku ez çend carek li dora baholê bi jêr u jor ve, çûm u hatim. Lê min qet destê xwe ne dayê. Min wê bahola çerm a biçuk a reş u mifteyê wê, dora wê ya gilover, hê ji zarokatîya xwe ve dizanîya. Babê min dema ku derdiketa rêwengîyên biçuk u hinek caran jî, dema ku ji mal ber bi cîyê kar ve barek dikşand, wê baholê heldigirt.. Tê bîra min, dema ez zaruk bum, pîştî ku babê min ji rêwengîyan vedigerîya, min wê baholê vedikir u eşyayên babê xwe teklî hev dikir ku jê bêhna welatên bîyanî u bêhna lewanteyê dihat, li xweşê min diçû.
Herçend ev bahol, eşyayek balkêş u nasyar u aşîna bu ji bîranînên zarokatîya min u serborî u rabirdûyên min, lê min nedikarî ku ez niha destê xwe bidmê. Çima...? Helbet ji ber wî barê xef u giran ê nava baholê.
Yanî bi min edebîyat ew kar e ku mirov xwe li odeyek kilît dike u li ser mêzek rudine, xwe dikşîne goşeyek u xwe bi kaxiz u pênusek tîne zimên. Niha ezê behsa gîranîya vê naverokê bikim. Yanî bi zena min naveroka edebîyatê, ew tişte ku mirov xwe li odeyek kilît dike u li ser mêzek rudine, xwe dikşîne goşeyek u dixebite ku, bi kaxiz u pênusê xwe bîne zimên.
Min ne dikarî ez destê xwe bidme bahola babê xwe u vekim, lê min bi çendêk ji defterên têde dizanî. Min dîtibu ku dema babê min di hinêkan de di nivisand. Barê nava baholê ne ew bu ku ez cara yekem bibîzim. Kîtêbxaneyek mezin a babê min hebu, di dema xortanîya wî de, li dawîya salên 1940, xwestîye ku li İstenbol bibe helbestvan, Valéry wergerandîye Tûrkî, lê, ne vaye ku li welatek kêm u xîzan, helbestan bi nivsîne u zehmetîya jîyanek edebî bikşîne. Babê babê min —bapîrê min– karmendek dewlemend bu, babê min zaruktî u ciwanîyek hêsa u rihet borandibu, ji bo edebîyatê, ji bo nivsandinê wî ne diva ku zehmet u dijwarîyê bikşîne. Min fêm dikir ku ew, ji hemu bedewîyên jîyanê hez dike.
Tirsa min a here mezin, ew tiştê ku min ne dixwest ez bizanim u hîn bibim, ew bu ku, babê min bibe nivîskarek mezin.
Tiştê yekem ku min ji bahola babê min dûr dixist, tirsa wê yekê bu ku ez wan bixwînim u bi wan qaîl nebîm, ne pejirînim. Babê min jî, vê yekê zanîbuye ku tevdîra xwe girtîye, u ketîye hewayek ne ji dil sedem wan tiştên nava baholê. Pîştî jîyanek nivîskarîyê a bîstupênçsalî, dîtina vê yekê min xemgîn dikir. Lê sedem ku babê min edebîyatê bes wek şûxlek ji dil ne didît, min ne dixwest ku ez ji babê xwe re hêrs jî bibim. Tirsa min a here mezin, ew tiştê ku min ne dixwest ez bizanim u hîn bibim, ew bu ku, babê min bibe nivîskarek mezin. Bi rastî min bahola babê xwe ji ber vê tirsê ne dikarî ku vekim. Her wiha di ser de jî, min vî sebebî bi eşkerehî ji xwe re jî ne digot. Lewra eger ji nava bahola babê min, edebîyatvanek mezin u rasteqin derketa, hewce bu ez qebul bikim ku di nava babê min de, mirovek mezin u cûdatir heye. Ev tiştek tirshêner bu. Lewra min di wî omrê xwe yê kamil de jî, dixwest ku babê min tenê babê min be, neku nivîskarek be.
Kevîrên me nivîskaran, gotin u peyvikên me ne. Em bi salan wan bêjing dikin, pêwendîyên wan di gel hev seh dikin, carîna ji dûr ve li wan mêze dikin, hinek caran bi tilîkên xwe u bi serê pênusa xwe wan miz didin, u gîranîya wan dikşînin, peyvîkan li pey hev rêz dikin bi salan u bi tebat u hêvî cîhanên nû ava dikin.
Bi ya min, nîvîskar buyîn, keşfa wî kesê xef ê duemînê nava mirov u têgehiştina wê gerduna ku wî kesî bi salan, bi sebir xebitîye u çêkirîye, ye. Dema ku qala nivsînê tê kirin, pêşî roman, helbest u kevneşopîyên edebîyatê na, lê, xwe kilît kirina nava odeyek, rûniştina ser mêzek, tenê bi serê xwe zivrandina di nav xwe ku bi vê yekê di gel peyvan , mirov gerdunek nu ava dikin, tê ber çavê min.. Ev mirov, yan jî ev jin, dikare daktîloyê bi kar bîne, dikare ji hêsanîya kompîtûran îstîfade bike, yan jî wekî min sî sala bî qelemê li ser kaxis bi destnivîsarî dikare nivîskarî bike. Di gel nivsandinê çay u qehwê vexwe, cîxarê bikşîne. Hinek caran jî, dikare, ji cîyê xwe rabe, li ber pencerê temaşa derve bike, li zarokên ku di leyizîn li kolana, eger bi şens u talih be, li dara, li dîmenek, yan jî, di tarîtîyêde li dîwarek mêze bike. Dikare, helbestan, şanoyan yan jî mîna min romana binivsîne. Ev hemu cudahî, ji çalakîyên serekî, ji rûniştandina ser mêzê u bi tebat vegerîna navxweyî paştir tê. Nivsandin, vê nêrîna ber li navxwe raxistina ser peyvan e, derbazbuna di nav xwe a mirove ku bi sebr u înyad u serfirazî lêkolînê dike. Ez li ser mêza xwe rûniştî, ku li rûpela betal, hêdî hêdî, peyvên nû zêde dikim, roj, meh u sal çiqas diborin, dibînim ku ez derhênerê wî mirovê nava xwe me ku ji xwe re gerdûnek nû çê dike, her wek wî mirovê ku pirek yan jî qubbeyek kevir bi kevir bilind dike, kevirên me nivîskaran, gotin u peyvên me ne. Em bi salan wan bêjing dikin, pêwendîyên wan di gel hev seh dikin, carîna ji dûr ve li wan mêze dikin, hinek caran bi tilîkên xwe u bi serê pênusa xwe wan miz didin u gîranîya wan dikşînin, peyvîkan li pey hev rêz dikin bi salan u bi tebat u hêvî cîhanên nû ava dikin
Di wî karê nivîskarîyê de ku min hemu jîyana xwe dayê, ji bona min seha here lerzîn u tiştê ku min zêde serfiraz kirîye, ew zen e ku, min wer zanîye, wan xeyalan, wan peyvan u wan rûpelan ne min, lê, hêzek ji min cûda peyda kirîye u anîye pêşkêşê minkirîye.
Ji bo min esrara nivîskarîyê, ne ew îlham e ku ne kivşe ka ji kuve wê bê, lê, înyad u tebet e. Ew gotina bedew a di Tirkîyê de heye ku dibêjin “bi derzîyê vedana bîrê” li gor min çawa ku ji bo nivîskara hatibî gotin. Ez ji sebra di wê çîroka kevin a ku Ferhad ji bo evîna xwe çîya didrîne hez dikim u jê fêm dikim. Di romana min a bi navê “Navê Min Sore” de, min behsa wan şîwekarên İranî kiriye ku ew bi dilgermî yek hespek bi salan nexşîn dikin u her weha jiber dikin, u bi vê yekê dikarin hespêk delal çavgirtî jî binexşînin de, ez dizanim ku min behsa şixûle nivîskarîyê, behsa jîyana xwe kirîye. Bi min wisane, ji bona ku mirov jîyana xwe bi karibe mina çiroka kesên din hêdî hêdî qal bike, vê hêza qalkirinê di nava xwe de bibîne, lazime ku nivîskar li ser mêzê, bi sebir, salên xwe fedayê vî huner u sinetî bike u bibe xwedîyê xweşbînîyek. Ew meleka îlhamê ku ji hinêkan re qet nayê, u ji hinêkan re jî gelek bi zûyî tê, ji vê xweşvînî u bawerîyê hez dike. Di wan demên ku nivîskar xwe zêde tenê dibîne de, di demên ku nivîskar zêdetir li xeyalên xwe u li nivsînên xwe, li xebata xwe dikeve şikê de, yanî di wan deman de ku pêdihse ku ev tiştên ku ewî nivsîne ev serborîya wî bi xwe ne de, jê re, çîroka, wêne u xeyalan pêşkêş dike u ji wê cîhana ku jê derketîye u ew cîhana ku dixwaze ava bike, yekîtîyek çê dike, di wî karê nivîskarîyê de ku min hemu jîyana xwe dayê ,ji bona min seha here lerzîn u tiştê ku min zêde serfiraz kirîye, ew zen e ku, min wer zanîye, wan xeyalan, wan peyvan u wan rûpelan ne min, lê, hêzek ji min cûda peyda kirîye u anîye pêşkêşê min kirîye.
(Wé bi domîne )
latifepozdemir@hotmail.com |