Sala 1961, zagona esasî hatîbû qebûlkirin û em bawerbûn ku azadî û wekhevî hatîye Turkîya. Min wê demê dibistana mamosteyî li Erxenê dixwend. Li Dîyarbekirê mala apên min Mûş otelî dixebitandin. Katibek wan hebû. Şefîk, cîyê wi buhişt be, merivek gelek welatparez bû. Piştî çend salan di dewa Partîya Demokrata Kurdistana Turkîya da hat girtin û cezakirin.
Ez rojek çom otelê ku rehmetîyê Şefik nameyek ji TRT radyoya Enqerê ra dinivisîne. Dibêje ez li esker fêrî Tirkî bûme û jina min bi Tirkî nizane. Ez ji we kilamek Kurdî dixwazim. Rehmetîyê Şefik name şand. Birojan hêvîya kilama Kurdî ma û radyoyê vekir, guhdarîya program kir. Ne xapin, di cîyê guhdarîkirina kilama Kurdî da rehmetîyê Şefik li qereqolê mecbûr ma îfada nivisandina nameyê xwe da.
Gundê me nehîye bû. Di salên 1960’an da radyo ketin gundê me. Wê demê li Tirkîyayê weşanê TV tunebû û bi tenê 2 Stasyonên radyo hebûn. TRT Stenbol û TRT Enqere...
Radyoya Êrîvanê û Bexdayê her roj bi zimanê Kurdî weşanan dikirin. Gundîyên me bi Tirkî nizanibûn û tim guhdarîya van radyoyan dikirin. Meryem Xan, M. Arif Cizrawî, Hesen Cizrawî, Kawis Axa, Karabêtê Xaço, Efoyê Eset û dengbêjên dî, kilamên gelek dil şewat digotin..
Ez di wan salan da bûm mamoste. Havînêk hatim gund ku kes radyoya xwe venake. Min pirisî, gotin ku qereqolê guhdarîya radyoyên Kurdî û kilamên Kurdî qedexe kirî ye.
Gramafonek me çend plaqên Eyşe Şan, Meryem Xan, M.Arif Cizrawî û Kawis Axa li cem me hebûn. Pirtûkek min “Alfabe û gramera Kurdî” a Kemal Badillî hebû. Ev plak û pirtûk jî, ji nişka va winda bûn. Piştî 30 salan birayê minê mezin got ku ewî wan plaq û we pirtûkê şewitandibû.
Di sala 1967’an da damezir û pêşvebirên Partîya Demokrat Kurdistana Turkîya hatin girtin. Kurapek min dinav van girtîyan da bû. Rojnameyên Turkîya nivisandin: “Bölücüyê PDKT ê hatin girtin.” Di berîyê da digotin “Kürtçü”. Belê wê demê da Peyva “KURD” di rojnaman û rodyoyê da ne dihat pêkanîn. Peyva “Kurd” li ku hebûya dihat rakirin. Klamek bi Tirkî heye wiha dest pêdike: “ Gelinî gelinî Kürt’ün gelinî”. Vê kilamê jî guhartin, kirin “Gelinî gelinî emmî gelinî”.
Ew dewleta ku inkarîya zimanê Kurdî dikir, inkarîya çanda Kurdî dikir, îro tifa xwe dialêsê. Îro dibîne ku sîyaseta 85 salan sîyasetek sexte û li ser temelek inkarîyê hatîye domandin. Îro radibe di televizyona xwe weşana zimanê Kurdî pêk tîne.
Ev tişt li sûretê xwe tokat lêxistin e. Bi weşana telewizyona Kurdî, dewleta Tirk şeqamek li rûyê xweyê reş da ye. Polîtîka dewletê a 85 salan hatîye iflaskirin.
Çawa hinek dibêjin gelo ev rewşa Turkîya tiştek ne qenc e û kesê di vê televizyonê da kar bike xayîn e?..
Ev gotin, ev raman gelek xelet e. Turkîya şeqamek li rûyê xwe da ye, belê ev şeqamek qenc e. Ev ji bo Kurdan pêgavek gelek başe û pêwiste Kurd vê pêgavê destek bikin û bibin alîkar ku Tirkîya di vê pêgavê da jî xeletîyên mezin neke.
Hin kes dibêjin bila Kurdên welatparêz di vê Televizyonê da nexebetin. Hin kes dibêjin bila Şivan Perwer neçe û bi vesîta vê televizyonê alîkarî ne de dewleta Turkîya.
Herkes û insanê Kurd dizane Şivan kî ye û Şivan çî ye. Kilamên şivan bi milyonan Kurd şîyarkirine. Di vî warî da xizmeta Şivan nayê pîvan. Gelo heker Şivan di TRT 6 da kilamên xwe bêje tê welatparîzîya Şivan kêm bibe? Ma Şivan tê dîsa ne Şivan be?.. Gelo tê Şivan di TRT6 da bibe Gavan?..
Na hevalno, Şivan tê dîsa Şivan be û her tim Şivan bimîne. Şivan tê dîsa klamên xweyên welatparêzî bêj e, tê dîsa bi milyonan Kurd şîyar bike, Bi Kurdan ra tê çavên gelek Tirkan jî veke.
Di sala 1989’an da me li Leerê şevek pêk anî. Şivan hat vê şevê û bi dengê xweyê zelal û şîrîn kilamên welatparêjî got. Tirk jî hatibûn vê şevê. Tirk hemû heyranê dengê şivan bûn. Heta îro jî ew Tirk Şivan jibîr nakin. Dema Şivan di TRT6 da kilamên xwe bêj e, tê bi milyonan Tirk sinetkarê Kurd şivan naskin, mûzîk û çanda Kurd kebûl kin. Çewa min got tê Şivan di TRT6 da gelê Kurd û gelê Tirk şîyar ke, xizmeta xweya welatparêzî bi awa û metodên dî berdewam ke. Şivan dîsa Şivan ê û nabe Gavan. Şivan , Şivanê Kurda ye û bi wesîta TRT6 bibê Şivanê Tirka jî...
Di sala 1988’an da, Komkar li Hollanda Nerwroz çêkir. Kesên ku niha dibêjin bila Şivan neçe TRT6, wê deme zaboq û kolanên bajara Den Hakê girtin ku nehêlin Şivan were Newrozê. Em bûn nobetdarên wan ku tiştek nekin. Gelo Newroz ne Newroza Kurdan bû?
Ev kes ji bo çî Şivan dernaxin televizyonên xwe?. Ji bo çî kilamek Şivan di televizyon û radyoyên xwe da naweşînin?. Şivan gelek xizmetan ji wan û partîya wan ra kir, belê ew her tim dijî Şivan in. Pêwiste ewil insan xwe û kiryarên xwe bibîne paşî binêhêre kesên dî...
Gelo weşana TRT6 ji bo Kurdan tiştek xirab e an qenc e?.
Helbete sîyaseta dewleta Tirk di warê Kurdan da sîyasetek ne rast e. Her çiqas jî ev sîyaset were guhartin jî, dîsa sîyasetek rast û durûst nîne. Sîyasetek şoven e. Helbet tê ev sîyaset di nûçê û hinek proxramên TRT6 da bên domandin.
Ev siyaset di TRT 1,2,3,4 û tim qenalên televizyonên dî da jî tên pêkanîn. Di tim qenal û TRTê da jî, bi sedan Kurd dixebitin. Ev sîyaseta şoven di tim nûçe û proxramên dî da jî, tên weşamdin û tim Kurt temaşa van nûçe û proxraman dikin. Çewa Kurd, temaşa qenalên dî dikin tê herwiha temaşa qenalê TRT6 jî bikin.
Belê tiştên gelek qenc jî hene ku feyde bidin Kurdan. Ew dewleta ku 85 sal e inkarîya hebûna Kurdan dikir bi weşanên zimanê Kurdî di TRT6 da şeqamek li xwe da û devê xwe da girtin...
Kurd, zimanê xwe jibîr dikin. TRT6 tê bibe sebebê pêşveçûna zimanê Kurdî û bixwe baweranîna Kurdên bê bawer. Çewa me xwendavanên Kurd di dibistanên Tirkan da xwend û di wan dibistanan da her metodên asîmîlasyônê hatin pêk anîn belê piranîya me xwedewanan asîmîle nebûn her wiha TRT6 çıqas jî, ji bo asîmîlasyonê xebat bike, tê dîsa Kurdên ku hatine asîmîlekirin şîyar bibin û bi Kurdî fêr bibin.
Tê temamîya inkarcîyên Tirk, hebûn û çanda Kurd qebûl bikin. Dijwarîya dijminîya Kurd bê şikênandin. Ez bawerim ku TRT6 bibe sebebê bilindkirina dostîya Tirk û Kurdan.
Tiştê ku herî bi balkişandine jî ev e:
Herkes dizane ku li ser navên Kurdî zagonek heye. Dema yek zarokê xwe bi nav bike li gorîya vê zagonê pêwiste tîpên Q, W û X tunebe. Dewlet bixwe vê zagona xwe di perçiqîne, vê zagonê bê hikim dike. Di weşanên testa TRT6 da ev tîp di TRT6 da tên nivisandin. Proxraman bi navên BAZARA ŞERQÊ, XERÎBÎ tên reklamkirin û ev peyv tên nivisandin. Tirk ji bajara Wanê ra VAN dibêjin. Ev VAN a bi Tirkî, bi Kurdî WAN tê nivisandin. Gelo kesên ku dijî vî qenalî ne wan kiryaran nabînin, li ser netîca wan nikarin fikir bikin, ew çî mesele tînin holê?..
Bi rastî ji Kurdan ra feydeyên TRT6 ji zerarê TRT6 gelektirin. Li gorîya ramana min zerarê TRT6 qed tune an jî gelek hindik e . Belê ji bo me Kurdan feyda TRT6 gelek e.
Kesên dijî TRT6 in gelo qed fikir nakin ku ev ji xeynî xeberên hereketê xwe bêtir xeberên hereketên dî, di qenalên xwe da tucar naynin ziman. Pirsgirêkên Kurdan davêjin alek û pirsgirêken xwe dikin pisgirêkên gelê Kurd.. Ji me Kurdên ne alîkar ra bûne kanîya Stresê..
|