Rehma Xwedê li mirîyên herkesî be, rehmetîyê babê min li ser kesên ku jîyana xwe wek gîya derbazkirine tim pêkenokek digot.
Rojek xortek diçe Cizîra Botan û di rê da digîje kalek. Kalo jî diçe Cizîra Botan. Ji bo di rê da sihbetek dilxweş bikin, zilamê xort ji kalê rî sipî ra dibêje.
- Kalê delal her yek ji me serpêhatîyek xwe qise bike ku rêwengîya me zû derbaz bibe. Ji bo jîyanek te dirêj heye, niha serpêhatîyên te gelek in, dirêj û ecêbin, ewil ezê serpêhatîyek xwe qise bikim û paşî jî tu qise bike. Xortê qenc destpêdike serpêhatîya xwe qise dike. Serpêhatîya xort gelek dijwar, xemgin, bi dert, elem û dirêj e.
Ez serpêhatîya xort li vira nanivisînim. Xort serpêhatîya xwe a bi dert û keder xilaz dike û ji kalê rî sipî ra dibêj e:
- Kalê delal, niha dora te ye. Keremke serpêhatîyek xwe qise bike.
Kalê meyê rî sipî dibê je:
- Ma ezê belengaz çî qise bikim. Wele serpêhatîyên min qet tunin. Dîtina min dît sibe bû hêvar û disa hêvar bû sibe, bi vî awayî jîjana min derbaz bû, min tiştek nedî û fam nekir.
Xort dike, nake kalo tu tiştek qise nake û dibêje ku tiştek bi serê vî va nehatI ye. Xort, ji kalo ra dibêje:
- Kalo emê niha bigihîjin devê çemê Cizîrê. Heke tu serpêhatîyek qise bikî ezê te di çem da bidim pişta xwe û derbazî wîyalî çem bikim û heke tu bêjî na ti serpêhatîyên min tune, mecbûr tu min bidî pişta xwe derbazî wîyalî çem bikî..
Tiştek li dor kalo tune. Kalo nikare tiştek qise bike. Kal bû ye belê jê ra ti agahdarî çênêbûye ku tiştek bi serê vî va hatî ye, li gorîya kalo ewî tiştek nedîtî ye. Bûyêr tunin, serpêhatî tunin, tercûbe tunin. Mecbûr kalo pêşniyarîya xort qebûl dike. Dema tên devê çemê Cizîrê, kalo xort dide pişta xwe û derbazî alê bajara Cizîrê dike.
Mirê Cizîrê, li ber pencera Qesra Belek dibîne ku xortek bi zend û bendên qelew, li pişta kalek rî sipî suwar bû ye û di çemê Cizîrê da derbaz dibin. Mîr, nikarê vê bê heqî û bê edlîyê qebûl bike, bang dike xûlam û xizmetkarên xwe û dibêje ku wî xort û wî kalî bigrin binin Qesra Belek. Xulam û xizmetkar kalo û xort tînin hizûra mîr. Mîr gelek ji xort di qehire û dibêje:
- Xortê bê wicdan, tu şerm û fihêt nakî di nav vî çemê boş û bêfelat da, li pişta vî kalê hevalê bapîrê xwe suwar dibî û di çem da derbaz dibî. Birêne zend û bendên xwe, tu bigrî bi milê kalo dikarî wî sed mêtro dûr bavêjî. Diva ku te di çem da kalo bida pişta xwe, tu bê şerm û bê heya di nava ava çemê bê buhur da li pişta kalo suwar dibî. Niha ezê te bavêjim zîndanê ku tu heta wek kalo bibî nikaribî derkevî.
Xort ji mîr ra dibêj e:
- Fermana mîr li ser serê min, ser çavên min. Mir izin bide ezê bûyêra navbera xwe û kalo bêjim, êdî mîr çi ferman dide li ser serê min.
Mir dibêj e “başe xorto keremke qise bike.”
Xort bûyêra xwe û kalo ji mîr ra qise dike. Di dû da serpêhatîya xwe jî qise dike û ji Mîr ra dibêje:
- Mîrê min ez wiha ciwan û bê tercûbe ev bûyêrên zor û zehmet bi serê min va hatine û kalo dibêje ku dîtina dîtîye sibe bûye hêvar û hêvar bûye sibe, ji xeynî vî tiştek dî nedîtî ye. Min ji şertê xwe jê ra got û di çem da li pişta wî suwar bûm.
Mir, berê xwe dide kalo û jê dipirse tiştên xort dibêje rast e an derewe?. Kalo ji mîr ra dibeje ku xort rast dibêje û ti bûyêr û serpêhatîyên bi serê wî hatine, tune.
Mir , berê xwe dide xort û dibêje:
- Xortê qenc tu ji erdan heta ezmanan heklîyî. Kalo ne wek insanek, wek giya, wek darek, wek heywanek jîyana xwe derbaz kirî ye. Kerên wiha heq kirine ku meriv li wan siwar bibe. Here ez te dibexişînim.
Kesek li ser cîhanê nîne ku jîyana wî wek jîyana kalo derbaz bibe. Her insan di jîyana xwe da gelek bûyêrên qenc û xirab diborîne. Bi serê her insanî va serpêhatîyên bextîyarî û malxirabî tên û herkes bi hezaran serpêhatîyan diborîne ku heta li jîyanê sax be, nikare jibîr bike.
Min jî wek herkesî, di jîyana xwe da gelek serpêhatî û bûyêran borand ku nayên jibîrkirin. Hinek ji van serborîyan di jîyana minê mamostetîyê da hene ku meriv dikare ji wanan êbretan bigre. Hinek dîsa hene ku meriv ji wan gelek aqil digre û hinek jî hene ku meriv dikene, fikir dike, xweşîyan û rezaletîyan ji wan dertîne, qencî û neqencîyan dide pêşîya xwe.
Ez dixwazim, hinek ji van serpêhatîyan ji xwendevanên hêja ra dîyar bikim ku kesên ciwan bizanibin dema borî û ev dem ne wekheve. Çiqas ne wek hev be jî, bûyêrên wekhev di her demî da dibin. Di 43 salên ku min mamosteti kir, gelek bûyer hatin serê min û gelek ne edlayî û bê aqilî hatin holê. Ez çengek ji van serpêhatî û bûyêran ji we xwendevanên hêja ra dîyar dikim.
Ezê wan bûyêr û serpêhatîyan ne li gorîya rêzek qisekim. Ez ji xwendevanan lêborîn dixwazim û van bûyêr û pêkhatîyan niha teklihev qise dikim. Ji bo ku ez gelek giringî didim ziman, ezê li ser ziman dest bi serpêhatîyên xwe bikim.
Şêxoyê Midyadî:
Dema karkerên bîyanî hatin Elmanya, ji bo zarokên wan li Elmanya dersa zimanê dayîkê tune bû. Cara yekem sala 1969’a dewleta Tirk dît ku ne karker bitenê çone Elmanya, zarokên wan jî li Elmanya hene û çend mamostan şand Elmanya. Di du da dewleta Elman jî vê pirsgirêkê dît û di sala 1974’an da ji bo dersa zimanê dayîkê qanûn derxist. Zarokên karkerên dewletên ku karkeran şandine Elmanya wek dewleta Tirk, Yewnan, İtalya, Espanya, Partekiz û Yogoslavya ji bo zarokên karkerên ku ji van dewletan hatine Elmanya dikaribûn herin dersa zimanê dayîkê.
Elman di qanûnê da dersê zimanê dayîkê ne ilmî, belê sîyasî terîf dikir. Di qanûnê da wiha nivisandi bû: “ Zimanê dayîkê; zimanê resmî ê dewwletên ku karkeran şandîne Elmanya ye. “ Gelek çalekî û rexne li ser vê terîfa sîyasî hat kirin. Di dû da Eyaleta Zaqzena Jêrin (Niedersachsen) di sala 1993’an da qanûnek derxist û di vê qanûnê da zelal kir ku zimanê dayîke zimanê di nav malbatê da tê peyîvandin e. Bi vî awayî qanûn hat firekirin û bi vî awayî sala 1993’iyan da zarokên Kurd, Ereb, Faris û ên dî jî dest bi dersa zimanê dayîkê kirin.
Dema ku hê ji bo dersa zimanê Kurdi izin tunebû, min dersa zimanê dayîkê dersa zimanê Tirkî dida zarokên Tirkan û dersa zimanê Elmanî dida zarokên karkerên ku ji Tirkîyê, ji Espanya û ji Portekiz nû hatibûn Elmanya û bi zimanê Elmanî nizani bûn.
Dersa Zimanê dayikê bi daxwaza dê û baban dihata pêkanin. Heker dê û baban bixwest zarokên xwe qeyda dersa zimanê dayikê dikirin û heker nexwestin qeyd nedikirin. Di salên 1980’îyan da gelek kesên Kurd jî ilticacî hatin Elmanya. Hinan ji wan zarokên xwe ji bo dersa zimanê Tirki qeydkirin. Yek ji van jî Şêxoyê Merdînî bû.
Zarokên Kurdan û ên Tirkan di nav hev da di komikek da dersa zimanê Tirkî didîtin. Zarokên Tirk bi kurdî nizanibûn. Hin ji wanan jî bi Tirkî qenc nizanîbûn. Piranîya zarokên Kurd jî bi Tirkî nizanibûn. Hinan ji wan bi Elmanî qenc dizanibûn belê hinan ji binî bi Elmanî nizanibûn. Di komikê da dersdan gelek zor bû. Min civîn ji bo dê û babê zarokan çêkir û wezîyeta komika zarokan ji wan ra qise kir got:
- Ji bo zarokên Tirkan jî û zarokên Kurdan jî bi Tirki qenc fêr bibin û ên ku bi Elmanî nizanin bi Elmanî jî fêr bibin, ez mana peyvan û hevokan bi sê zimanan, bi Elmanî, bi Tirkî û bi Kurdî li texte dinivisînim û zarokên we jî van peyf û hevokan li defterên xwe dinivisînin. Anî em bi sê zimanan ders didomînin. Heker çareyek dî hebe, ji kerema xwe ra bêjin ez wek we bikim.
Temamîya Kurdan û Tirkan vê agahdarîya min qenc dîtin û gotin ku çara herî qenc ev e bila ez bi vî awayî berdewam bikim.
Piştî sê-çar rojan midûrê dibistanê ji min ra got:
- Tu dersa zimanê Kurdî didî an na?
Li gorî kanûnê dersa zimanê Kurdî serbest nebû û qedexe bû ku ez dersa zimanê Kurdî bidim. Min dersa zimanê Kurdî ne dida û ji midur ra got:
- Na ez dersa zimanê Kurdî nadim.
Midur got:
- Dê û bab li ba min gilîya te kirin ku tu dersa zimanê Kurdî didî zarokên wan.
Min ji midur ra got :
- Min bi dê û baban ra civîn çêkir û ji wan ra got ku ez çewa ders didim. Temamê dê û baban jî dersdana min qebûl kirin. Ew Tirkê ku hatîye ba te gilîya min kirî ye, bi rastî bê şerefîyek gelek mezin kirî ye. Pêwist bû ji min ra bigota ku awayê dersdana min qebûl nake.
Midur keniya û got:
- Mamosteyê delal ê ku gilîya te kir, Tirk nîne, Kurd e. Şêxo hat cem min û gilîya te kir, got: “Ez zarokên xwe ji bo zimanê Tirkî dişînim dersa zimanê dayîkê. Dersa zimanê dayîkê jî zimanê Tirkî ye. Belê Mamoste dersa zimanê Kurdî dide zarokên min. Heker wiha dom bike ez zarokên xwe naşînin dersa wî.
Çewa cerek ava cemîdî bi serê min bikin, wisa ez cemidim, mat bûm, şaş bûm. Min ji midur ra got:
- Ez ji te hêvî dikim. Xeber bide vî necuwanmêrî û hema qeydîya zarokên xwe ji dersê xira bike. Ez naxwazim ders bidim zarokên wî. Heker zarokên wî werin dersê ezê wan bişînim mala wan.
Dora rojê zarokên wî êdî nehatin dersa ziman.
Dumahik heye
|