Li Agirîyê (Araratê) cûre cûre sê serhildan çêbûn. Piştî serhildana Şêx Seîd û zilma ku li alîyê Kurdistan hat kirin, Kurdên dora Varto, Erzirom û Agirî Celalî, Cibran, Hesenan û Heyderan di bin seroktîya Bexo da li hev civîyan û ji bo dijî rejîma neyarê Kurdan derkevin hazirîyan kirin. Nûrî Ihsanê ku di ordîya Tirk da zabit bû, xwe gihand Agirî û dersâ eskerî da xortên Kurd. Ihsan Nûrî bû serkumandarê eskêrê eşîran. Merivek jîr, zîrek û bi aqil bû. Bi navê “Agirî” û “Gazîya welat” du rojnaman derxist û biltenek bi navê “Agirî Agir Dibarîne” çap kir, di nav xwendevanan da belav kir.
Eskerê dewletê hawîdorê Agirî girt û hicûm da ser Kurdan. Di roja 16.05.1926`an da şer derket. Dewlet bi esker, top û cebilxane, firokên şer, suwarî û peyayên xwe va girt ser Kurdan. Kurdan eskerê dewletê şikênandin û gelekî sîleh, cebilxane, hesp û hêstirên eskerî û eskeran êsîr girtin. Sedem ve yekê dewletê qewetên nû şand ser Agirîyê. Belê dîsa jî nikaribû şervanên Kurd bişikêne. Çare bi Iranê va lihevhatinek dît. Dêwletê parçeyêk erd ji Agirîyê biçûk da Iranê û di himber da eskerê xwe derbazî erdê Iranê kir. Kurdan hêvî nedikirin ku tê eskerê Tirk ji nav erda Iranê, ji paş va li wan xe. Eskerê Tirk ji alîyê Iranê va paşî li Kurdan girt û ji paş va li wan zivirî. Bi alîkarîya dewleta Iranê Kurdên ku li Agirîyê bi zîrekî berxwe didan û ordîya Tirk dişkandin, ji nişk va man di nîvê eskerê Tirk da û bi vî awayî ev serhildan jî peşkilî. Piştî vê serhildanê du serhildanên din jî li Agirîyê çêbûn.
Serhildana diduyan dîsa bi hicûmkirina eskerên komara nû hat destpêkirin. Di 25..08.1927`an da mifetişê ordîya sisîyan ji serkarê imûmîya eskerîyê ra wiha dinivisand. „Ji bo ji ortêrakirina eşîretên Agirîyê planekê hicûmkirinê tê amadekirin. Li gorîya kifşkirina me li hawîdorê Agirîyê 300 konêreş hene. Tê texmînkirin ku di nav van kesên di konan da 800 kesên çekdar hene. Ji bo ku hereketê me biserkeve pêwiste kolordîya 9`an, alaya Qersê a 29`an û tumena 9`an sewqê Agirîyê bên kirin.“
Di vira da tiştek gelek balkêş heye. Havînan koçer diçin zozanan û konêreş datînin. 300 malên koçerên ku li dora Agirîyê, li zozanan havîna xwe diborandin, ji alîyê mifetişîya ordîya sêisîyan va eşqîya dihatin nîşandan. wek îro çawa kijan Kurd xwedî li heqê xwe derkeve jêra terorîstên PKKê dibêjin, dikujin an zindan dikin. Zilmîyet û teqtîkên dewletê bi sedsalanê nehatine guhartin, dijwartir û xirabtir bûne. Emê di xalek din da li ser van teqtîq, zorî, zordestîyan bisekinin û bidin ber hev.
Kolordîya 9àan di meha Tebaxê sala 1927`an li Agirîyê test bi hereketê ji ortê rakirina Kurdan kir. Li gorîya kumandarê eskerîyê di roja 18.09.1927`an da esker 120 kes zêdetir dikuje, nêzî 5000 heywanan teslîm distîne, gelek heywanan jî dikuje. Çewa li jor çavdêrê (mifetiş) sisîyan di raporê xwe da dinivisîne 300 konên reş ên işqîyane di van konan da 800 eşqîyayên çekdar hene. Em bêjin ev 300 konên rêş ên eşqîyane, başe ev 5000 heywan ên kîne?.. Bi gotina karbidestên dewletê, kesên ku ji wan ra eşqîya digotin û wan eşqîya didîtan şervanên Kurd bûn û ji bo azadîya Kurdan dijî dewletê şer dikirin. Başe ev 5000 heywan jî ên van eşqîya bûn?.. Eşqîya pez û dewar xwedî dikirin an ji bo azadîyê dijî dewletê şer dikirin?.. Ev kes şervan bûn, an şivan bûn?.. Em li vir dibînin ku eskerên dewletê, wan kesên di 300 konên reş da, anî kesên koçer ku li zozana bûn eşqîya di nirxand, wan ji ortê radikir û heywanên wan jî talan dikir. Kumandarê eskerîyê van kiryarên xwe ên ku li dijî koçerên reben bi cî tîne, serkevtinek gelek mezin nîşan dide. Belê şikênandina alaya 29`an tiştek gelek xemgîn di nirxîne.
Belê ev her du serhildan jî bi awayek qirkirin Kurd ji ortê hatin rakirin û agirê van serhildanan bi xwîna Kurdan hatin tefandin û temirandin.
Serhildana sisîyan a Agirî di sala 1930`an da çêdibe. Dewlet di sala 1930`an da wezîyeta eşîr û Kurdên hêla Agirîyê di raporên xwe da wiha nîşan dide: “ Heta niha jimara asêyên (asî) Agirîyê bi temamî nehatîye tesbîtkirin. Hin caran jimara işqîya 250 kes û hin caran jî 3000 kes tê nîşandan. Li gorîya xilazîya sala 1929`an li gorîya agadarîyên ku hatine girtin jimara işqîya 350 suwarî, bi qasî 120 kes jî peya hebûn. Ev kes, kesên eşîreta Heyderan, Milan, Hesenan, Zerkan, Mokor û Cibran in. Ev kes di bin idara Biro Heso Têlî da bûn. Li ser seroktîya temamên van kesan Ihsan Nûrî û Zîlanê Ermenî idare dikin. Li nêzî Agirîyê eşîretên Iranê bi piranî di bin navê eşîreta Celalî eşîretên Cinikan, Melhikan, Sakan û Kurê Kizilbaşan in. Di daxilê Tirkîyê da li hêla Ixdirê eşîretên Zîlan, Kamikan, Şemikan, Delberaniyan û Kellioxlû û li hêla Bazîdê eşîretên Hassas Ören û Keskun hene ku bawerî li van eşîretan nayê kirin. Navbenda van eşîran û eşîrên Keçikan û Kotan qenc nîne. Sedem vê yekê meriv dikare heta dereceyek ji van her du eşîran feyde bigre. Serokên van eşîr û asêyan (asî) Biro Heso Têlî, Avdilqadir, Tîmorê Şemikanî, kurê Evdilkadir Resûl, Şêx Tahir, Şêx Fewzî, [alis, Ferzende, Mûsa Lezgî, [alit Axa Lezgî Sulî, Tozo Axa, Elî Aksu û kesên din in.”
Di roja 28.12.1929`an da koma wezîran di bin seroktîya serokê komarê Mistefa Kemal da dicive û di heqê qirkirina Kurdan da li Agirîyê vî biryar digire. Niha em tiştên ku di rapor, emirname û fermanan da tên nivisandin, li vir bînên zimên û binêrên ku bi çavên rismîyetê di heqê Kurdan da çî tên gotin:
“Roja 28.12.1929`an da di bin seroktîya reysê komarê Atatürk da heyeta hukumatê civîya. Serokê imûmîya sereskerî Mereşal Fewzî Çakmak û mifetişê yekem ê imûmî Ibrahim Talî Beg jî di vê jivînê da hazir bûn. Di civînê da biryar hat girtin ku di Hezîrana sala 1930`an da dijî Agirîyê terbîyetêkê ku şi herkesî ra bibe dersek bê dan û kesên wê derê ji wê bêne dûrkirin. Ev biryar ji berpirsîyaran ra hat şandin.”
Li ser biryara heyeta hikumatê serokê imûmîya eskerî di roja 07.01.1930`an da vî emirnameyî dide kolordîya nehan (9.Kolordu).
“Biryarê heyeta wezîran (heyeta hikûmatê) roja 29.12.1929`an, nimira 8692`an, hereketên ku di sala 1930`an da dijî Awri (Agirî) yê bên kirin, binivîsandî ji we ra hatîye şandin. Li gorîya vî qerarnameyî di navbera Bêlukbaşi û gundê Şihlî da gundên asêyan (asîyan) û cîyên ku ev kes xwe têda digirin tê bên işgalkirin, kesên asê (asî) tê ji nefeqeyên wan bên dûrkirin, tê mintiqê ji işqîyan bên paqijkirin, li van hêla xarnîzonên eskerî bêne çêkirin.”
“Bi vî awayî divê işqîya ji nan û dan û newaleyên xwarinê bi temamî bêne mehrûmkirin. Dema işqîya ji xwe xweyîkirinê bê mehrûmkirin, tê mecbûr bimîne bi temamî ji hev bi peşkilê, bikeve ser derî û dertolan an jî tê bireve Iranê. Heker here Iranê tê doz bi Îranê ra bê safîkirin.”
“Di heftîya dawî a Hezîranê sala 1930`an ku ev hefte heftîya destpêka dexil û dan hilanîyê ye, ji bo nikaribin hertiştên xwe bidin hev, mecbûr hereket destpêke. Tê kumandarê kolordîya nehan hereket sewq û idare bike. Emê firokên şer bidin emrê tûmenan ku ji jorva gund, şikeft û çadiran bimbe bikin.”
Hareket bi emrê kumandarê kolordîyê destpêdike. Eskerên siwarî, topî. peya, jendirme, firokên şer hicûm didin ser gund, mal û warên Kurdan. Li kîja hêl reşek dibînin didin ber tifingan. Herkesên wê hêlê asî û işqîya dinirxînin. Zarokên çilî, jin û kesên kalên 80 salî jî işqîya di hesibônin. Bi çavê işçiyatîyê li her kesî dinêrin. Ne bitenê li insanan, her wiha li heywanan jî bi şavên işçîyatîyê mêze dikin. Demsala ku ji gundîyan ra herî bi xêr û bêre, demsala havînê ye. Dewlet vê demsala havînê ji hevwelatîyên xwe ên Kurd ra dike zivistanek tarî, zelemat, qeşa, tofan û berfûboran.
Kolordîya nehan di 9ê Meha Êlûnê sala 1930`an da ji seroktîya imûmîya sereskerîya ra wiha rapor dide: “Li hêla Elî û Çewirme ku di nava wan da Ihsan Nûrî, Biro, Evdilkadir, temûr, Seyît, Resul. Mihemedê kurê Kor Hiseyin û bi hevalên wanên xayîn ra bi qasî 150 çadir (konên reş) hene. Li başûrê çîyayên Bêçarê 45, li bakûrê çîyayê Bêçarê 12 û li Serdarbûlakê 160 çadir, li bakûrê Takaltîyê 150 çadir, li hêla Ahûrî 50-60 çadir, li navbera çîyayên Aybey û Kamirarikê 45 çadir, li hêla [ulxulê 800 çadirên Xalidê Xelikanî ku hê dijminatî nake hene.”
Li ser raporên ku hatine sitandin di roja 07.09.1930`an seroktiya imûmîya sereskerî ji serokwezîrîyê, wezareta hindirû, wezareta derva, wezareta eskerîyê û çavdêrîya (mifetîşîya) imûmî a yekan ra bi şifre vê agadarîyê dide: “ Eskerê me di roja 07.09.1930`an dest bi hicûma ser işqîyayê Agirîyê kir. Işqîya çiqas jî berxwe dabe, dîsa ji alîyê ordîya me va hat bela wela kirin û revîya.”
Dîsa roja 10.09.1930`an seroktîya sereskerîya imûmî vê teblîxatê belav dike: “ Li meydana hereket işqîya bi sedan mirî hiştîye û li çîyayê Agiriyê mezin ketîye nav çemberê, ketîye tengasîyek bê felat.”
Roja 12.09.1930`an dîsa seroktîya imûmîya sereskerîye vê dixuyanîyê dide: “Rojhilat, başûr û rojavayê Agirîyê ji işqîya hatîye paqijkirin. Bi sedan kes ji işqîya hatine kuştin. Zeyîatek gelek mezin da ye.”
Bi sedan heta bi hezaran kesên ku hatine kuştin çewan min di berê da jî got zarok, jin û kal bûn. Dewletê zarokan jî işqîya didît û kuştina van zarok, jin û kalan wek kuştina kesên çekdar nîşan dida. Hijmarê konênreş ên koçerên ku li zozanan dixwestin havîna xwe derbaz bikin, li jorê bi raporên resmî van konan dewletê konên işqîya bişan di da û jin, zarok û kalên di van konan da asî di hesiband. Temamîya van konan ji jor va bi firokên şer hatin bimbe kirin û bi sedan heta bi hezaran kesên bê guneh hatin kuştin, heywanên wan hatin telef kirin. Ev karên ha bi temamî li ser navê qehremanî û welatperwerî dihat kirin. Kesên van insanên bê guneh dikuştin qehreman dihatin ilanklirin. Mistefa Kemal ji van kesan ra pîrozbahîya dişand wan pîroz dikir, çavên wan maç dikir. Bi awayek zilm û zordestî, xwînrijandin û qetlî her sê serhildanên Agirî hatin tefandin. Ev agirê ku li çîyayê Agirîyê destpêkiribû bi xwîna zarok, jin û kalên Kurdan dan tefandin, temirandin.