Gelek sebebên serhildana Sason hene. Dewlet, piştî serhildana Şêx Seîd, dixwaze hêdî hêdî Kurdistan vala bike, bê Kurd bihêle. Hele du cî di Kurdistan da hene ku dewlet van cîyan serbela dibîne. Ev cî yek Dêrsim e û ê din jî Sason e. Dêrsim û Sason di dema Osmanîyê da jî nebûnê koleyê dewletê, vêrgî nedan e, ji bo şeran esker neşandin e. Di dema komara nû da jî vergî nadin. Sason ne vergî dide û ne jî xortan dişîne esker. Dewlet dixwaze temamîya Kurdistana Bakûr bike bin bandora xwe. Seba vê yekê li Sasonê zorî û zordarî zêdedike. Bi qebûlkirina Zagona Îskanê dixwaze hêl û eşîrên serhişk nefî bike. Sason jî cîyek ji van cîyê serhişk e.
General Cemal Madanoglu di pirtûka xweya bi navê « Anîlar 1911-1838 » da sebebê serhildana Sason wiha dinivisîne :
«Qeymeqamek zaf dirust dibe qeymeqamê Sasonê. Dixwaze bi delalî Sasonîyan bine rê. Bi kesên xwuyayîn ra civînan çêdike, xwe bi wan dide şirînkirin. Memûrên bilind ên qezayê dijî qeymeqam dibin yek, gilîya wî dikin û ji Sasonê didin sirgunkirin.
Dewlet midurê nehîyeyek tayînê cîgirtîya qeymeqam dike. Cîgirê qeymeqam kesek ku ji ordîyê hatîyê avetin e. Dixwaze bibe qeymeqamê esil. Memûrên Sasonê tev dide hev û bi wan ra mişêwram dike, wan li hev tîne, temaman dike alîkarên xwe. Yuzbaşîyê cindirman, reysê cemîyeta teyarê, miftî, midurê postê û kî heye tevan li dora xwe dicivîne, li gundan qereqolan digirin û cindirman tînin qezayê ji wan bêlûkek eskerên cindirme çêdikin. Dibêje heta niha kesî li Sasonê vergî ne civandî ye. Ezê vergîyê bicivinîm ku herkes bêjê kesê ku li Sasonê pêşî vergî civand filankes e. Bêlûka esker hiltîne, bi memûrên qezayê yuzbaşî, reysê teyarê, miftî, midûrê poste û ên din ra hereketê gundan dike ku vergîyê bicvîn ê. Berê xwe didin gelîyê Xirbekê. Di gelîyê [irbekêda gundê Xirbekê gundê ewil e. Axayê gund jî Tererê Badik e. Teterêî Badik merivek bi aqil e. Ji kesên eşîra xwe ra dibêje :
- Ez dikarim van eskeran di vî gelî da winda bikim. Belê tê dewlet di cîyê bêlûkek da tabûrek bişîne ser me. Tê gelek insan telef bibin. Ya qenc ev e ku ez hinek pere bicivînim, bidim wan bila herin û serê me jî nekevê belayê.
Diçe cem qeymeqam û kesên pê ra, wan dewetê gund dike û dibêze çend roj bibin mêvanên me, emê di van çend rojan da ji gundan vergî bicivînin, bidin we û herin oxir be. ~in memûr werin gund, li ser seran li ser çavan. Bila esker nekevin gund. Li dervayê gund çadirên xwe deynin. Qeymeqam vê pêşniyazîya axa qebûl dike. Esker li jorîyagund çadiran datînin û memûr di çin gund. Gundî wan di nav xwe da par dikin û her malek memûrek an du memûran dibe mala xwe mêvanîyê. Qeymeqam û yuzbaşî jî dibin mêvanê Teterê Badik. Axa gundîyan dişîne gundên din ku pere bidin hev. Encax îşek çewt çêdibe.
Jinên hêla Sasonê gelek delal in. Bûka Teterê Badik jî ciwan û gelek delal e. Yuzbaşî li fersendê diger e. Di demekê ku qedymeqam û Teterê Badik diçin cem memûrên din û di male da kesê din namîn e yuzbaşî dest davêje bûka Teterê Badik. Bûk qîr dike. Kurê Tetar li der va çîrên û hewara jina xwe dibihîse dike. Di gund da dibe qîyamet. Herkes sîlehê xwe hildide û hicûmê mala axa ser yuzbaşî dike. Yuzbaşi derdikeve serê ban û xwe davêje alîyê paşî, direve. Ji alîkî va direve, ji alîyê din va bi sîlehê xwe li gundîyan dixe, xwe digihîjîne esker. Esker jî berikan li ser gund direşînin. Gundî dîn û har dibin, hicûmê memûrên di gund da dikin. Qeymeqam, miftî, reysê teyarê, midurê postê û memûrên din tev dikujin. Serhildan jî bi vî awayê destpê dike.
Serhildanên Sasonê ji sala 1925`an heta sala 1937`an dom kirine û ev serhildan em dikarin bêjin ku 4 car çêbûn e. Serhildana pêşîn bi serhildana Şêx Seîd ra dest pêkir. Piştî şikênandina Şêx Seîd Sason jî, ji insanan hatîye vala kirin. Belê hawîdorê Sason çîyayên hişkin û rê nadin. Kesên ku ji hêla Sason hatin e nefîkirin û belawelakirin, di demek kin da dîsa zivirîn e gundên xwe. Sedem serhildana Araratê (Agirîyê) di sala 1930`an da li Sasonê dîsa serhildanek destpêkirî ye. Di qeydîyên rismê ê dewletê da dibêje ku di meha Êlûnê sala 1932`an da 4 tabûrên suwarî şandin ser Sasonê. Sedem ku zivistan nêzik e esker nikare di çîyan da cî bigire mecbûre zu bi paş va dizivire. Belê gund, xanî û mal bi temamî hatine tehrîbkirin, kavilkirin û wêrankirin. Ev gotinên ha bi temamî gotinên dewletê ne ên ku di ewraqên resmî da cî girtin e.
Cemal Madanoglu jî di hereketê 1932’ yan di cî girtî ye. Ew jî di pirtûka xwe a bi navê “Anilar 1911-1938 – Bîranîn 1911-1938 “ da “ dibêj e: “Piştî çar-pênc heftîyan hewa xira bû, sarî ket. Esker bi baş va zivirî. Seyar tabûra me cindirman li wê ma. Zivistan z0r kir, em jî bi paş va zivirîn.”
Cemal Madanoglu di pirtikû xwe da gelek dirêj li ser vî hereketî disekine. Kelek kiryar û bîranînan dinivisîne. Bi zimanêkê xweş, qise dike û pirtûka xwe kirîyê şiklê romanek. Zaf nêzî qirkirina milet nabe yanî li ser qirkirinê nasekine, belê wekî Muhsin Batûr jî, ji xwendavanan bexişandin naxwaze. Tumena wan li ser maseyê pilanek qirkirinê amade dike û emir didin esker, ku esker vî pilanê pêkbîne. Cemal Madanoglu wiha dibêje:
“Pilanê ku kurmayên tumenê li ser masê hazirkiribûn, heke bikaribiya bi rastî bihita pêkanîn, zêç, zarûk, ciwan, pir-kal temamîya hevçend insanan di serda jî, bi cil û libasên xwe, bi kincik û potikên xwe, bi mirîşk, bizin, mî, terş û talanan xwe va tê bi çî awayî, bi kuva bibran kes nizan e.”
“ ... Bi min ra bi dayîmî pere hebûn. ~inê bêjin ku te vî preryî ji ku tanî?.. Gundên esker digirt ser, Kurd ji gund direvîyan. Eskeran heywanên wan tev didan hev û teslîmî tabûrê dikirin. Belê min wisa nedikir. Çimki, li Sasonê xelkê mintiqa qedexeyê û mintiqa serbest di nav hev da bûn. Pismamên hev bûn. Hinek bûne hevalbendên hikumatê, hinek bûne dijî hikûmatê. Çima?. Ji bo qismek wan di mintiqa serbest da û qismek di mintiqa qedexekirî da mane. Belê çi he ye ku xelk eynî xelk e. Ên ku di mintiqa qedexekirî da mane, dema esker dikeve gundên wan terş û talanên xwe dihêlên û direvin, piştî esker ji gund derdikeve dîsa dizivirin gîndên xwe. Min heywanên wan teslîmî tabûrê nedikir. Kerek, hêtirek bi 20, mîyek bi 15, bizinek bi 10 kuruş difrote kesên ku li mintiqa serbest diman. Dema kesên di revîyan piştî ku esker ji gundên wan derdiketin dîsa bi paş va dihatin gundên xwe. Kesên ku heywanên wan kirî bûn, pereyê xwe ji wan distanindin û heywanên wan didan wan. Bi vî pereyî min ji esker ra xwarin, vexwarin dikirî. Zabitên bêlûkên din vî nizanibûn û jî min ra digotin tu miaşê xwe tev didî esker.”
“Me li nava daristanek da çend heywan dîtin. Pêwist bû li wan deran heyvan tinebûna, ji bo ku mintiqa qedexe bû kes û heywan nebabûn. Eskerên kifşê, jinek û du zarokan anîn. Min ji jinikê pirisî ku li vira çidike? Jinike got ku ji bo xwarinê li loxîn (gulik) û soryaskê digere. Min pisrkir gelo mêrê wê li kû ye. Got di gund da ye. Ez mecbûr bûm vê jinikê û zarokan teslîm bikim. Tê wan bişandin tabûrê, ji wê jî bişandan Xerza, qaymeqam jî tê wan bi şanda Diyarbekir û ji wê jî bişandan bajararek Anadolê. Mecbûr mêrê wê jî dema bibihîsta tê teslîm bibûya. Eynî mi`emele tê pê ra jî bikran û wî jî bişandan Anadolê bajarek din. Êdî jin û mêr, bav û zarok nikaribûn bigihîştan hev. Jinik bi zarokên xwe va tê perîşan bibûya. Min parîkî fikir kir û jê ra got hadî here, zû ji vir dûr bibin. ...... Ez gihîştim gundê Norşên ku li ber devê çemê Xerza bû. Gundi tev revîya bûn, gund vala bibû. Ji xeynî pişîkan ruhberî di gund da tune bû. Pişîk jî piştî midetek tê ji birçîya bimran.”
Cemal Madanoglu di pirtîka xwe da li ser bext û sozên Kurdan jî disekin e. Di nava agir û alava qirkirina Kurdên Sasonê da jî dema Kurdan soz û bextek bi dan heta nirinê li ser vî soz û bextî di sekinîyan. Belê hin zabitên Tirk soz û bextê Kurdan bi awayek xirabî di`emilandin. Madanîwlu di pirtûka xwe da dibêj e:
“Em û Kurd bi hev ra ketibûn şerek giran. Ew di girek, em di girên din da bi qasî 200 mitro ji hev dûr û hev didin ber tifingan. Du birîndarên min çêbûn. Mecbûr van birîndaran bikşînin pişt cepe, bigihînin tixtor. Nexwe tê bimrin. Bêlûka min tam di cepe da ye. Bêlûkên din li pişt bêlûka min in. Kumandarê tabûrê li paşîya cepe ye. Min bangê Kurdan kir, got ez dixwazim em bext bidin hev, demek kin agirbest bikin. Serokê Kurdan bersiv da û pêşnîyarîya min qebûl kir. Me birîndarên xwe bi paş va kişand. Çend Kurd derketin serê kevirek rûniştin. Jixwe her alîyên me kevir û zinar bûn. Ez jî derketin hafa wan, li serê kevirek rûniştim. Kurdek, Kevirek girt destê xwe û li kevirê ser rûniştibû da, bangê min kir got:
- Ev kevir e. Evder her cî kevir û zinar e? Hin ji vir çî dixwazin. Herin Hezo mihelebî bixwin.
Yekê dn derket cem û bangê min ki, got:
- Îsmet Paşa we dişînê vir. Ev çewa çêdibe? Îsmet Paşa jî yek jime ye. Gelo ev çi ecêb e?
Min ji wan ra got ku em jî kesên di bin emir da ne. Em ne bi dilê xwe hatine vir. Em demek bi hev ra ketin sohbetê. Kumandarê tabûrê hat nav bêlûka min, got çidibe, çima win sekinî ne? Min got ji bo ez birîndarên xwe bi baş va bidim kişandin, min agirbest kirî ye. Ew zivirî û min jî agirbesta di nav me û Kurdan da rakîr. Dîsa rojek min û serokêk Kurdan bext da hev û ew hatin cem min ku em li ser teslîmbûna wan bipeyivin. Ji nişk va kumandarê tabûrê hat, ji min pirisî ku em çidikin. Min beselê jê ra got. Emir da got vî mirovî derhal bibin zindanê. Mirov birin. Heta min wî car din xilaz kir ruhê min derket.”
Cemal Madanoglu li ser emrê qirkirin û talankirina Kurdan da wiha dibêj e:
“Ji kumandarê tûmamê Osman Tufan şifreyek hat. Di şifreyê da wiha digot: „Ez teblûxatê we dikim, eker heta sibê hêvarê li Harbakê ([irbek) kevir li ser kevir bimînê ezî di serî da kumandarê xirûbê û temamîya heyeta zabitan bidime Diwanê Herbê. “
“ ... Em rojek derketin serê girê Eyingozik. Erdekî qiyandî li binê gir, bi qasî 300 mitro ji me dur e. Mêrek û 2 jin di nava erd da kardikin. Komutanê tabûrê nîşancîyê makînelî tifingên bêlûka min li ber nîşanê razand û emir da ku li van sê kesan bide. Nîşancî him guhdarîya kumandarê tabûrê dike û him dinêre min. Min brûyên xwe hevrazî hilda û got “ateş”. Nîşancî fêrkir. Berê makînelîyê da bi alê wan va û tilîya xwe li ser tetikê lebitand, cercûr vala kir. Berik tev li hewa çon. Mêrik û du jinik jî revîyan xwe xilaz kirin..”
“Wezîfa minê şerqê xilaz bû. Çûme Sitenbolê. Çûme cîhanek din. Li Tirkîye du cîhanên ku qet eleqa wan bi hev ra tune. Ez ji cîhanek derketin û hatim cîhana din. Ji şerê çiyayên Sasonê diçim zabitîya torena cedên Sitenbolê... »
Hereketê sisîyan di sala 1935àan da dîsa bi tehrîqa dewletê destpêdike. Dewlet dîsa di roja 16.10 1935`an da 6 tabûr erkerê suwarî û seyar dişîne ser Sasonê. Hetanî vê salê çend caran esker girtibû ser Sasonê û insanan qirkiribû. Belê dîsa jî hin kes mabûn û dewletê dixwest wan jî ji holê rake. Dema esker dikeve gundê Sasonê, gundî bi zaro û zêçên xwe va dikevin çîyan û berxwedan dikin. Zivistana Sason dijwar e, sir e, seçem e, ba ye bapêç e, boran e. Zivistanê jiyan li Sason û gundên Sason zor e, derd e, xem û keder ê. Eskerê dewletê vê carê bi hazirî digire ser Sason ê. Zivistanê jî nazivir e, dimîn e di gund û çîyayên Sasonê da. Gundî newêrin li gundên xwe bimînin. Dikevin çîya nava berf û tofanê, di şikeftan da xwe vedişêrin. Belê esker şikeftan jî ji wan ra heram dike. Gundî di şikeftan da li serê çîyan heta bihar tê ji nîvên wan zêdetir telef dibin. Ên ku sax dimînin jî nîv mirov dibin. Dizivirin gundên xwe teslîmê eskeran dibin. Esker û wijdana xwe. Heke wijdan bi wan ra hebe gundîyan nakujin. Belê ka wijdan. Esker û wijdan ne nêzî hevin. Kêm zilam difilitin.
Dewlet, di roja 10.07.1936`an dîsa bi tabûrên cendirman ên siwaeî û seyar, ên heftan, heştan û dehan, bi 10 alayîyên esker va dest bi hereketê ji Sason piqijkirina insanan kir. Nihêrîn ku nikarin bi awayê şer Sason ji insan bi temamî paqij bikin, dest avêtin projeyên din. Mifetişê eskerîyê ji hikumatê ra reklîfa nefîkirina insanên Sason dîyar kir. Hikumetê sinorek kifş kir ku kesên di nav vî sinorî da nehêlê. Ji çîyayê Meleto (Mereto) xetek kişand ku girên başûrê rojavaya Sason di nava xwe da hişt, 4 km di rojhilata gundê Goneno da derbaz bibe, di çîyaye Çelqişê da bibore bigihîje gundên Gov, Xirbik, Şata Jorîn û Jêrin di bakurê gundê Norşên da derbazî ava Xerzan bibe û dîsa bigihîje çîyayê Mereto. Gundî û insanên vî açarî nefîyê bajarên Çankiri, Eskişehir, Bursa, Bilecik, Kocaeli, Zonguldak, Bolu, Afyon, Îsparta, Burdur, Denizli, Aydin, Muwla, Kütahya, Balîkesir û Manisa bike. Dijî vê projeyê car din sehildana Sason çêbû. Gundîyan bi can û rih berxwedan kirin. Belê dîsa wek hercaran şikestin. Mifetişê ordîya sisîyan ji wezîrê hindir ra wiha dinivisîn e: “Di meha Gulanê sala 1937`an da leşkerê me temamîya işçiyan ji holê rakirî ye. Îşçîya bi hêjmarek mezin mirî dan, malên wan hatin musaderekirin, gund û xanîyên wan hatin şewitandin û kavilkirin.”