Gelên dewletên ku Kurdistan di bin nîrê wan da ye bi piranîyek gelek giran Misilman in. Kurd jî Misilman in. Her çiqas jî di nav Kurdan da ji alîyê dînê xwe va Êzîdî, File û gelek hindik Yahûdî hebin jî bi piranîyek gelek mezin Elewî û Sûnî ne. Temamîya Kurdên ku ne Misilman in tu carî ji 2 milyonan naborin.
Bilî Tirkîyê di her sê dewletên dî da şerî’et hakim e. Hîmê qanûnên wan Şerî’et e. Ji van dewletan Îran navê xwe kirîye „Komara Îslamî“. Hevwelatîyên Tirkîyayê ji %98 Misilman in. Her çiqas jî dewlet xwe layîq di nirixîne, dîsa birêvebirên dewletê di nav gel da, ji bo xapandina gel bi kiryarên xwe, nêzî şertên Îslamîyê xwe nîşandidin. Rojî negirin, nimêj nekin jî, xwe Îslam nîşandidin. Heker em bi rastî li ser dewleta Tirk bisekinin û bi kurtegotin bêjin, dewlet xwe layîk nîşanbide jî, layîk nîne û ji layiktîyê gelek dûr e. Layîktîyê jî, Misilmanîyêjî li gorîya fetlûfêlen xwe terîfdikin û ji bo sîyaseta xwe pêktînin. Karbidestên dewletê, çarşeva Misilminîyê li xwe dipêqin, di bin çarşeva Misilmanîyê da kiryarên Guran dikin. Eker bi rastî Misilman bin, tê di rêya Misilmanîyê da bimeşin û tiştên xirab, neheqî û zilmîyê li birayên xwe ên Misilman nakin. Madem piranîya Kurdan Misilman in ev zilm û zordestîya ku Misilmanên Tirk, Ecem û Ereb li wan dikin, di kîjan şert û xalên Misilmanîyê da hene?..
Niha em binêrin Komara Îslamîya Îranê, bi rastî di rêya Îslamîyê da ye?. Dewleta ku Ereben Iraq û a ku Erebên Sûrî dimeşînin eleqa kiryarên wanan bi Îslamîyê va heye anî na? Kiryarên karbidestên dewleta Tirk nêzî Misilmanîyê ne anî na?..
Di rêya dîn da heke meriv li ser bûyerêk bixwaz e tiştên herî rast û dirust fêr bibe pêwiste ku meriv berî her tiştî û her çavkanî li Kur`anê binêre û ji Kur`anê fêr bibe. Ji Misilmanîyê ra çavkanîya herî mezin Kur`an e û tu kes nikare gotinên Kur`anê inkar bike, an li gorîya xwe mane bike. Niha em jî di vî warî da binêrin Kur`ana pîroz ka li ser vê meselê çî dibêje ? :
Kûr`an, di Ferkera Mozahin giv (Sura Nahl), di ayeta 93`an da wiha dibêj e: „ Welew şa Ellahû lece`elekûm ûmmeten vahîdeten, welakin yûdillû men yeşaû we yehdî men yeşaû wele tus`elûnne ‘emma kuntûm t’emelûn „
Kurte wergerandina bi zimanê Kurdî : „Heke Yezdan (Xweda) biva, wê hun hemîşka bixistina komekê bi tenê; Lê Yezdan ji kîjanî ra bivê ewî tîne rîyarast û kîjanî bivê ewî ji rîyarast wunda dike. Bi sond! Hûn ê ji kirinên xwe bêne pirskirin.“
Têgihîştina vê ayetê: Heke Xwedê bixwest dikarîbû insanan tev bike umetek, ji temamîya insanan ra dînek bitenê ji wan ra dane pêşîya wan. Belê Xwedê temamîya insanan ji bo dînek nekir komek û dînên cûre cûre da pêşîya wan. Pêwiste ku insan sîyaneta heqên hev bikin û komek li koma dî zilm û zordestîyê neke.
Çavkanî: 1) Ku` ana Pîroz û Arşa wêya Bilind, Abdullah Varli, Cîhan Ofset-Istanbul,
pel 276
2) Kur`anê Kerim ve Yüce Mealî, Elmalili Hamdi Yazir, Şenyildiz Yayinevi
Istanbul, sayfa 278
- Büyük Kuà an Tefsiri, Hüllâsatül Beyan, Konyali Mehmet Vehbi, cilt 7-8, sayfa 2890-2891, Üçdal Neşriyat-Istanbul
Kur`an dibêje ku [wedê insanan cûre cûre, milet milet efirand. Hemî insan ne miletek xûlq kir (efirand). Pêwiste ku milet rûmet û qîmet bidin heqên hev û inkarîya heqên hev nekin. Dewletên Kurdistan kirine bin bandora xwe inkarîya temamîya heqê Kurdan dikin. Pêwiste ku milet ji hev ra sîyanet bigrin û miletek li miletê din neheqî, zilm û zordarî neke, Me di serhildanên Kurdan da û di dîroka Kurdan da li jorê jî zelal dît ku ji alîyê kesên Misilman va çî zilmîyek li Kurdan tê kirin. Kesên xwe Misilman dibînin û nîşan didin inkarîya hebûna Kurdan dikin. Tiştê [wedê efirandî ye ew inkar dikin. Bi rastî di Misilmantîyê da ev hereket inkarkirina [wedê ye. Belê ew kesên inkarkirina [wedê dikin xwe Misilmanê rast nîşan didin. Ev jî inkarkirana Misilmanîyê ye…
Ferkera Rom (Sura Rom), ayet 22: “ We min ayetîhî xelqû-ssemavatî wel erdî wextîlafû el sinetîkûm we elwanîkûm inne fîzalîke le ayatin lilalemîn.“
Kurte wergerandina bi zimanê Kurdî : „ … Û aferandina azman û zemin û newekhevbûna ziman, rengên we bi (xeber jî) beratene şîn û hêz hebûna Yezdanin. Ji bona zanan (û cîhan ê) di van (kirinan da) beratene (derhoze) hene.
Ravekirin (vekolînkirin, tê gihîştin) a vê ayetê: ezman û ronahîya sitêrkên li ezmanan ne wek hevin, dijî hev in ji alîyê [weda (Yezdan) va hatine xulqkirin. Ev cîhana rengîn ku çîya, newal, çemên mezin, derya, darên fêkî û bêfêkî, tin texlîtên mehlukat û hebûnan, heywan û tiştên ji alê insanan va tên zanîn û nezanîn, ku nexsaim ev alem ji bo insanan hatîye efirandin û ziman û rengên wan cûda cûda û ne wekhev, çewtên hev hatiye efirandin. Çimkî ne wekhevbûna ziman û reng û hetanî dengên insanan efirandin işareta mukemelî, xweşî û delalîyê ye. Di vê qudretê da bi hezaran delîl hene. Ne wekhevbûna rengên insanan, ne ya zimanên miletan, ji kesên di rîya [wedê da, ji kesên zana, momin û alim ra gelek elametên kudret û delaleta îlahî hene. Zimanên û rengên cûre cûre dewlemendîya mirovan e û kesên zana û alim dikarin ji van aqil bigrin û bikevin rîya qencîyê. Rîya xêrê ev e ku kesên xwedîyê zimanek an kesên xwedîyê rengek xwe nêzîkî kesên xwedîyê ziman, reng û dengên dî bikin. Pêwiste kesek sedem reng û zimanên cûda zor û zordarî li kesên dî nekin. Koma ku ziman û rengên wan ji koma dî, a ku cûda ye, ne caîz û babete ku sedem reng û zimanên wan neheqî, xurtî û bê edlayî bike. Kesên di rîya Yezdan da, bi ên din ra bi qencî hereket dike û Yezdanê xwe qed (hîç) jibîr nake. Yezdan ji kesên xwedî ilmê, kesên ji Yezdan ditirisin û di rîya wî da diçin ra alîkar e.
Çavkanî :
1) Qur`ana Pîroz û Arşa wêya Bilind, Abdullah Varli, Pel 404, Cihan Ofset-
Istanbul
2) Kur`an-i Kerim ve Yüce Mealî, Elmalili Hamdi Yazir, pel 407, Şenyildiz
Yayinevi- Istanbul
- Büyük Kur`an Tefsiri – Hülasatül Beyan- Konyali Mehmed Vahit, cilt 11-12, sayfa 4265-4266, Üçdal Neşriyat- Istanbul
Niha dema em li vê ayeta Kur`anê mezekin, emê baş fam bikin dewletên ku Kurdistan kirine bin bandora xwe di rêya Islamîyê da hereket dikin an na? Ev dewlet şert û babetên Kur`anê ji binî naynin cî û emrên Xwedê pêk naynin, dikin bin lingên xwe. Evan her çar dewletan jî zimanê Kurdî qedexe kirine, nahêlin zarokên Kurd bi zimanê xwe perwerde bibin. Nahêlin Kurd zimanê xwe bi pêş va bibin. Dewleta Tirk û Sûrî navê peyva “Kurd” û “Kurdistan” bi temamî rakirînê. Dema rastî vê peyvê dibin, wisa diveceniqin herwek rastî cin û maran bibin. Xwedayê mezin insanan cûre cûre efirandî ye û her miletek zimanêk dayî yê. Belê ev tiştê ku Rebilalîmîn da ye, dewletên Îslam, kesên Misilman ji wan distînin û inkarîya tiştên Xwedê da ye dikin. Dewleta Tirk û a Sûrî inkarîya Kurd û Kurdistan jî dikin, Gelê Tirk û Erebên Sûrî van kiryarên dewletên xwe ên bê Xwedayî çedbûl dikin û qed dengên xwe nakin û dibêjin “Em Misilman in”. Gelî Misilmanên di rêya Xwedê da win ji van kesan ra çî dibêjin gelo?...
Ferkera Pêwrandin(sura Şûra), Ayet 8: “Welew şa ellahu le ce`elehûm ummeten wahîden . We lakin yûdxîlû men yeşaû fi rehmetihi. ~e- zzalîmûne malehûm min welîyyîn wela nesîr.
Kurte wergerandina bi zimanê Kurdî: “Heke Yezdan bi va wê ewan (kesan hemî) bixistana yek komeke bitenê. Lê (Yezdan) ji bona kîjanî ra bivê, ewî dixe nava dilovanîya xwe. Ji bona cewrkaran ra, çe tu dost û arîkar tuneye.”
Ravekirin (vekolînkirin-têgihîştin) a vê ayetê : Eker Xwedê bixwesta tê temamîya insanan bikira yek komek, yek qewmek. Belê insanan komik komik û qewm qewm efirand. Her komik û her qewm îrade da wan ku bi hev ra bi xweşî û qencî derbaz bikin. Belê her komik û her qewm irada xwe bi destê xwe pêk tîne. Komên di rîya Yezdan da tiştên qenc dikin, ji rîya Yezdan dernakevin. Komên zalim jî xirabî, neqencî û zalimti dikin, ji zordarîyê xwe dûr nakin. Ji van koman yek bi dil û rizayê xwe di rîya Yezdan de diçe û koma din jî bi dil û rizayê xwe di riya zordarîyê da diçe. Ji hal, hereket û kiryarên xwe berpirsîyarin û tê li gorîya kiryarên xwe ceza an xelatan bigrin. Çimki ji bo kesên bê sûc û bê guneh izab, ezîyet û cefa zilm e. Dost û yarên zaliman tune. Sebeba tunebûna dostên zaliman di vê ayetê da zalimbûna wan nîşandide. Ji bo ku zilm iletêkê gelek neqenc e, dibe sebebê bê dostîtîyê û bê kesîyê. Yezdan ji alê xwe va kesên zalim dihêle bitenê û ceza û cefayê wan ji cem xwe dide. Sedem zalimtîya zaliman dibe sebebê ku dostê wan çênabin, û alîkarên wan jî li ba Yezdan tunin.
Çavkanî :
1) Qur`ana Pîroz û Arşa wêye Bilind, Andullah Varli, pel 482, Cîhan Ofset-
Istanbul
2) Kur`an-î Kerîm ve Yüce Mealî, Elmalili Hamdi Yazir, pel 484, Şenyildiz
Yayineci- Istanbul,
3) Büyük Kur`an Tefsîrî – Hülasat’ül Beyan-, Konyali Mehmed Vehbi, cild 13-14 sayfa 5108,5109, 5110, Üçdal Neşriyat- Istanbul
Ferkera Servahatin ( Sura Hucurat), Ayet 11: « Ya eyuhhel-lezîne amenû la yesxer qewmûn min qewmin. `Esa en yekûnû xeyren minhûm..........”
Kurte wergerandina bi zimanê Kurdî : “ Gelî ewanê ku we bawerkirîye! Bira hozek bi hozeke mayî tîrana (tinazan-yarîyan, kêmdîtinîyan) neke. Dibe ku ewa hoza pê tê tirane kirine ji wê hoza tiranekar çêtirbe.......”
„ Ravekirin (vekolînkirin, têgihîştin) a vê ayetê: Ey kesên ku bawerîya xwe anîn e! Bila qewmek yarîyên (tinazên) xwe bi qewmê din neke, wî kêmî xwe nebîne. Dibe ku ew qewmê pê yarîkirin (tinazkirin) tê kirin, ji qewmê ku yarîyên (tinazên) xwe dikê qenctir, bi xêrtir û çêtir be, li cem [wedê cîyê wî li jorîntir be. Gelî insanan! Bila milleten- miletê –gelê- din kêm nebîn e, biçûk nebîn e û xwe mezin û bi qedir nebîn e. Bila qewmê(gelê) dî eyîbdar neke. Kesê ku bi kesên din tinazên xwe bike, şexsîyeta wî bişkên e, ew kes tinazan bi xwe dike û şexsîyeta xwe dişkên e. Çimkî di islamîyê da kesê ku kesek bişkên e, heqaret bik e, kêm bibîn e, temamîya insanetîyê dişkên e û kêm dibîn e. Madem ev kes jî bixwe insan e û di nava insanan da ye, şexsê xwe jî kêm dibîn e û dişkên e. Ne ku bitenê kesek kêm bibînin û şexsîyeta wî bişkênin, heke ew kesên win jê heznekin jî, pêwiste win wî bi navekê ku jê heznake bang nekin. Her qewemek, her miletek, her kesek navêk wî heye. Bi navên wan bangî wan bikin û bi navek ku ew jê heznake û naxwaz e bang nekin. Çimkî kesên momin, kesên alim û zana bi insaf û bi wicdan in. Kesên bê wicdan û bê insav heqaret li kesên din dikin. Kesên bê insaf û bê wicdan zalim in, zilimdar in.Kesên zalim li nefsa xwe jî heqaret dikin belê ne hayîdar in. Di vê ayetê de tê emirkirin ku tim insan ji alîyê insanetîyê va wek hevin û Yezdan temaman wek hev efirandiî ye û temam bê xeta, bê guneh oryan hatinê cîhanê. Piştî ku mezin bûne şert û mercan hin tiştên zêdetir ji wan ra çêkirine. Ew kes, heke kesên din kêmketî û ji xwe ne birûmettir bibînin, xwe gunehkar dikin û dikevin nav zilmê. Tiştên ku win layiqî xwe, layiqî nefsa xwe nebînin, layiqî kesek din û nefsa kesek din jî nebîn in. Tiştên win himkûfî xwe nebîn in belê himjûfî kesên din bibîn in, win xwe bi vî awayî gunehkar dikin, dikev in nav refên zaliman.
Çavkanî:
1) Qur`an Pîroz û Arşa wêye Bilind, Abdullah Varli, pel 515, Cihan Ofset-Istanbul
- Kur`an-î Kerim ve Yüce Meali, Elmalili Hamdi Yazir, sayfa 517, Şenyildiz Yayinevi-Istanbul
- Büyük Kur`an Tefsiri -Hülasat`ül Beyan, Konyali Mehmed Vehbi, cild 13-14, sayfa 5499,5500,5501,5502
Dema em binêrin sîyaseta dewleta Tirk di heqê Kurdan da tiştekê ku bidest bê girtin tune. Ji her alî va bi temamî çewtê şert û babetên Qur`anê hereket tê kirin. Temamîya Misilmanên Tirkên hevwelatên Tirkîyê tinaz, yarî û hakeretên herî giran li Kurdan dikin. Di nav zimanê Tirkan da bi sedan gotinên heqaretîya Kurdan hene. Eker ez li vir van gotinên haqaretê û kiryarên wan binivisînim ezê serê xwendevanên hêja gelek biêşînim. Ez li vir minakên wek “Qiro”, “maxare (şikeft)” û dûv” bidim bese û zafe jî. Bitenê ev gotin heqaretên herî giran in. Di sehildanan da raporên ji alîyê kumandar, wezîr û karbidestên dewletê va di hatin nivisandin û ji cîyên herî bilind ra (bi bewerîya min ew cîyên ku van raporan distandin, cîyên herî nizim bûn) dişandin, me di pêşîyê da dît û min bala xwendevanên hêja kişand ku ji bo Kurdan tim peyva “wehş” di emilandin (pêk tanîn).
Ev kêmdîtin û heqaretîyên ku dijî Îslamîyê ne û li Kurdan tên kirin, di dema rejîma komarê da roj bi roj zêdetir bûn. Armanc ev e ku ezîtîya (şexsîyeta) Kurdan bê tinekirin û bi vî awayî Kurd bêne asîmîlekirin. Bi hezaran Kurd li Tirkîyê ji Kurdîtîya xwe şerm dikin, zimanê Kurdî bi zarokên xwe didin jibîrkirin û inkara eslê xwe dikin, dibin bê esil. Ev tişt di Misilmanîyê da gelek tiştek xirab e û kesê van tiştan bike ne Misilman ê. Belê ez çî bêjim bê feyde ye. Ew kesên guhdarîya Qur`anê nekin, tê inca guhdarîya min bikin?.. Ew kesên van tiştan dikin, xwe ji herkesî Misilmantir dibînin. Bila ev Misilmanîya sexte ji wan ra pîroz be.
Qavkanîyên hazirkirina vê nivîsê:
- Kurdistan û Kurd, Evdirhman Qasemlu
- Şerefname, Şerefxanê Bedlîsî
- Jînenîgara min, Cîgerxwîn
- Di Arşîvên Rûs de Mustafa Barzanî, Zîya Avci
- Kovara Jîn, Cild I-II- III- IV- V, Mehmed Emîn Bozarsöan
- Roja Nû, Weşanên JÎNA NÛ
- Dîroka Kurdistan bi Kurtebirî
- Dîmenên Ji Dîroka Winda, Ehmed Namî
- Unter dem Halbmond-Erlebnisse in der Alten Türkei- 1835-1839, Helmut von Moltke
- Aga, Scheyh,Staat, M.M. Bruinessen
- Durch Freie Kurdistan, Hell Schlumberger
- Aufstand im Wilden Kurdistan, Jürgen Roth
- Land im Aufstand, Erlendur Heraldssen
- Von der keiner Spricht, Tilmann Zülh
- Dîroka Kurdistan bi Kurtebirî, Ekrem Vemil Paşa
- Tarîxa Kurdistan, Cîgerxwîn
- Kürtler, Bazil Nîkîtîn
- Barzanî ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketi , Mesût Bezanî
- Kürtler ve Kurdistan, Kemal Burkay
- Dowu Gerqewi ve Müsülman Kürtler, Hüseyin Yilmaz
- Kurdista`in Sömürgeleştirilmesi ve Kürt Ulusal Hareketleri, C. Aladax
- Devletin Gözüyle Türkiye`de Kürt Isyanlari, Faik Bulut
- Emperyalizm ve Kürt Sorunu, M.M. Lazarev
- Yeni ve Yakin cawda Kürt Hareketleri, Sovyetler Birliwi Bilimler Akademisi Dowu Bilimler Enstitüsü ile Ermenistan Sovyet Sosyalist Cumhuriyeti Bilimler Akadeisi Dowu Bilimler Enstitüsü
- Suriye Dosyasi, Ömer Faruk Abdullah
- Koqgirî Ulusal Hareketi, Evin Aydar Çiçek
- Bitlisli Feczi Kemal ve Kürt Örgütlri Içindeki Yeri, Malmîsanij
- Qur`ana Pîroz û Arşa wêya Bilind, Abdullah Varli
- Qur`anê Kerim ve Yüce Meali, Elmalili Hamdi Yazir
- Büyük Kur`an Tefsiri –Hulasat`ül Beyan, Konyali Mehmet Vehbi
- Dersim Isyanindan Diyarbakir`a, Şükrü Laçin
- Dersim Tarihi, Nuri Dersimi
- XIX Yüzyil Osmanli Imparatorluwu`nda Kürtler, Dr. Cemilê Celil,
- 1925 Kürt Ayaklanmasi (Şeyh Sait Hareketi), Prof. M.A.Hasretyan, Dr.K.M.Ahmad, M. Ciwan)
|