|
“Roja 20.08.1938`a kolordîyên ku hereketê cîyê sefha didûyan dikirin, di berîyê da qefîleyên ji bo nefîkirinê sewqî cîyên hatibûn emirkirin kirin. Di vê sewqîyatê da kesên dixwestin birevin hatin imhekirin.”
“31.08.1938, Ji bo lêgerîna cara diduyan emrê ordîyê ye:
- a) Di hereketê pêşîn da kesen ji eşîra Koçû revîyane çiyayê Mizurê pêwiste bêne imhekirin.............
- Ordî; kolordîya heştan, tumena sisîyan a peya, alayiya 57`an a tumena 17`an yekîtîyên cindirmeyên seyar ên Dêrsimê, tê li cîyên ku di krokîya 6`an da hatine nîşandan carek din lêgerin bikin.
- Vê carê meqsed û armanca lêgerînê di dereca ewil da girtina wehşên Koçuşaxîyane û baqişkirina temamîya mintiqa Koçuşaxî ye û li vê mintiqa yasaxkirî tu kesekê Koçuşaxî nemî ne, mintiqe bi temamî ji wan bê temîkirin. Ev wezîfa kolordîya heştan ye.
- Mintiqa ku hatîye qedexe kirin, tê bi temamî ji insanan bê paqijkirin. Temamîya kesên ve mintiqê bilumûm tê bêne nefîkirin. Ji bo kesek êdî nikaribe li vê mintiqê cî bigre, tê xanî, gom û avayîyên din bi temamî bêne şewitandin, wêrankirin. Bila yek avayîyek di mintiqê da nemîne.
- Kesên ku cîrûniştin û cîwarên wan di dervayê mintiqa qedexe da ne, ên serok, rêzan, şêx, seyît, serwer, rêber û serhişkên nayên rê, tê bi zarok û zêçên wan va, bidine hev û neqlê rajava binekirin.”
“08.09.1938, Li rojhilata newala Tagarê 13 mêr, 30 jin û zarok hatine girtin. Di vê navberê da li newala Bezanê 5 kes hatin kuştin. Li xeta Kanîsork û Sînê 6 wehş hatin kuştin.”
“09.09.1938, Alayiya 56`an a tumena 15`an li daristanên Kizilwêranê 37 kêsên wehş imhekir, 15 kesan jî girt. Serokê eşîra Şamûşaxî Şêx Hesn jî di nav kesên ku hatine imhakirin da ye. Dîsa tumen û alayiyên ku lêgerin dikin gelek wehşan imhekirin.”
“15.09.1938, Eskeran bi top û tifingên makînelî mintiqê lêgerîn kirin. Di vê lêgerînê da bi sedan wehş hatin imhekirin û hewçend jî qefleyên jin û zarokan hatin girtin. Dîsa bi sedan heywan ketin dest. Gund, gom, xanî û heta daristanên wehşan bi temamî hatin şewitandin. Bi vî awayî ev pêkanîna minawra dawî xilaz bû.”
Çavlêdêrîya (mifetişîya) sisîyan li ser lêgerînên dawî ku carê 17 roj. Du caran li Dêrsimê hat pêkanîn vî raporî dide:
“Li mintiqa lêgerînê hijmara kesên hatin kuştin 7954 in. Li Dêrsimê serok, şêx, seyît û kesên pêşketî hatine girtin û ji mintiqê hatine dûrkirin. Ji niha û şunda kesên ku li Dêrsimê serhildan, an ji serhildanê ra rêzanî bike, cere`et û cesareta xelkê tûjkirin di xwe da bibîne û ji bo serhildanê insanan tûj bike nema ne. Kesên ketine dest ji dexaletê zêdetir tu çare ji wan ra nema ye. Nifuz û hakimîyeta hikumatê li Dersimê hatîye bi cî kirin. “
“Ihtimal heye ku çend kesên fesat derkevin. Çêdibe ku ev kes midetek di çîyayên Dersimê da xwe veşêrin. Ev kes dikarin heta zivistan bê di çîyan da bi cî bibin. Bi istihbaratê û herekêtên zivistanê ev kes jî tê bêne imhekirin. Bi vî avayî Dêrsim di dawîyê da, di nav 2 salan da bi temamî hatîye paqjkirin. Kesek bê izna dewletê êdî nikarê bihna xwe derîne, nefes bide.”
Dewlet bixwe dibêje ku Dersim di nav du salan da hatîye paqijkirin kesek bê imza dewletê nikare bîhna xwe jî derîne. Derya hatîye ziwakirin û masî hatine qirkirin. Kesê xwe Kurd bibîne nikare bihna xw jî berde. Serhildan, bi zorîya dewletê di sala 1937`an da çêbû. Dewletê dxwest Kurdên Dêrsim nefîyê Anadolê bike, Dêrsim vala bihêle. Kurdên dersim seba vê yekê mecbûr man serhildan kirin. Serhildan hat şikênandin. Sala 1938`an li Dêrsimê hereketê qirkirinê dest pêkir. Dewletê xwest kesek Kurd li Dêrsimê nehêle. Me van li jorê di raporên kumandar, wezîr û hikûmatê da xwend. Tiştên ku li jor hatin nivîsandin bi temamî bi gorîya raporên karbidestên dewletê hatin nivisandin. Kelek kêm, belê peyvek jî zêde nehat nivîsandin.
Niha ez dixwazim hin bîranîn û dîtinên çend kesên din jî binivisînim. Şükrü Laçin insanek Dêrsimî ye. Di hereketê paqijkirina Dêrsimê da 13 salî ye û ji gundê Manekirekê ye. Gundê wî bi Dêrsim-Mazgirtê va girêdayî ye. Gundê wan nêzî hereketê Serhildanê nebû ye. Serhildan li gundê ji wan dûr çêbû ye. Ji serhildana sala 1937`an gelek hayîdar nîninn. Belê agir û alava hereketê sala 1938`an avêtîye gundê wan jî. Şükrü Laçin di pirtuka xwe bi navê “Ji serhildana Dêrsimê heta Dîyarbekirê- Dersim Isyanindan Dîyarbakir`a” da serborîyên xwe dibêl e. Ew bi şexsê xwe şahidek zindî ye û gelek tiştan bi çavên xwe dîtî ye. Dema hereketê qirkirinê di buhara jîyana xwe da ye. Bihara jîyana wî nû destpêkirî ye. Hatîye devê derîyê destpêka xortanîyê. Lingê xweyê pêşî avêtîyê hindirûyê jîyana xortayîya xwe û lingê paşî hê di jîyana zarûktîyê da ye. Di demeke jîyanê da ye ku ev dem ji bo jîyanê gelek nazik, girîng û bextîyarî ye. Meriv nikare kiryar û bûyêrên vê demê qed jibîr bike. Ev dem demek paqij û zelal e, bê polîtîk, bê derew û nîyetên xirabî ye. Şükrü Laçîn ketîyê serê vê dema ku ji bo jîyanê zêrine. Ev dema zêrîn jê ra, ji hevalûhogir û gelî wî ra dibe agir, pêt, alav û cehnima herî xiraba bê eman û yeman. Şükrü Laçîn di pirtûka xwe da wiha qise dike:
“Em rojek rabûn ku li devê çay newala ber gundê me eskeran çadir danîne. Gundî gelek tirsîyan. Dizanibûn tê tiştek çêbe, belê nizanibûn çi dibe. Mixtar, bi çend kesan va çû cem wan xwest bizanibe mihtacîyek wan he ye an na. Mixtar qebûl nekirin. Em zaftir tirsîyan. Çend roj di çadirên xwe da li devê çayê man.
Li gundê me merivek 80-90 salî hebû. Navê wî Mehmûd bû. Herkes jê ra digot apê Mehmûd. Rîyê Apê Mehmûd sipî û gelek dirêj bûn. Rojek me dît ku Apê Mehmût rîyê xwe kurkirî ye. Gundî tev man şaş. Kesên jê dipirisî vê bersivê dida: “Heta çend rojan winê bibînin tê çibibe.”
Apê Mehmût bi salan li Çiqurovayê mabû û li wê bi jina xwe Ezîmê [animê ra zewicî bû. Ew jina xwe rojek diçin nav rezê xwe. Çadirên eskeran nêzî rezê wan bû. Du esker tên ji wan tirî dixwazin. Tirî didin eskeran. Eskerek ji Ercincane ye û bi wan ra sihbet dike. Ezîme [anim jî Erzincanî ye û bi salane bi alîyê mala bavê xwe va neçû yê. Esker kurê birayê Ezîme xanim derdikeve. Ji Apê Mehmûd ra dibêje : “ Derhal rîyê xwe kurbike. Ev esker hatine vir ku beg, axa, şêx, seyît, sofî û kesên zana bibin bikujin. Seba vê yekê Apê Mehmûd rîyê xwe kurkiribû, belê ji tirsa, meselê ji kesî ra nedigot. Bitenê digot “ winê bibînin tê çi bibe.”.
Rojek min hespê bir li mêrgê girê da. Zabitek bi hinek eskeran va dihatin gund. Bangî min kir. Navê min pirisî û pirs kir “ Tu xwendin û nivisandinê û bi Tirkî dizanim anî na?” Min bersiv da ku ez dizanim. Ewî ji eskerên du xwe ra got. „ Ji van ra dibêjin wehşî. Binêrin çewa qenc bi Tirkî dizane“. Dîsa ji min pirs kir ku di gund da sîlahê kî he ye. Min bersiv da ku sîlehê kesî tune. Hat nava gund, ber kanîyê, binê dara tûyê. Kursîyek xwest û li ser rûnişt. Emir da ku gundî bicivin. Gundî tev hatin. Sîlehên wan ji wan xwest got herin sîlehên xwe bînin. Gundî çûn, biştî demek sileh mîlehên kevin anîn. Zilaman tev xiste rêzê, bi wan ra peyîvî. Ji nava wan 9 kesên ku cil û libasên wan nû bûn deranî, got: “Sîlehê we heye, win bi min ra werin. “. ~an bi xwe ra bir. Dora rojê çadirên xwe rakirin çûn.
Ev hereketê eskerî di berîya da bi plan hatibû hazirkirin. Çimkî me paşî bihîst ku di eynî rojê da bi gundê me ra, avêtin ser hemî gundên Dêrsimê. Ji her cî insanan civandin û dibirin qişleyên eskerîyê. Insanên ku dibirin dikuştin û xanîyên wan, gundên wan dişewitandin. Ji gundîyên me 9 kes birin. Ji gundê me kesek neketibû serhildanê. Belê dîsa hatin van kesan birin. Di nava van kesan da Ehmed Korkmaz jî hebû.
Ehmed Korkmaz dema zarok bû ye, çoye dibistana nehîyeyê, li wê xwendî ye û telebeyek jîr bû ye. Dema gundîyên me di nav nehîyeyê da diborînin, mamosteyê Ehmed Korkmaz Selîm beg wî di nav gundîyan da nas dike. Selim beg bi salane li nehîyê mamostetî dike û di nav gundîyên me da hin kesên din jî nas dike. Diçe ji kumandar ra dibêje, belê kumandar Ehmed Korkmaz berna de. Mamoste diçe Mazgirtê ji qaymeqam ra dibêje ku Ehmed Korkmaz telebeyê wî bû û eleqa wî û gundîyên wî bi kesên serhildankirine va nî ne. Qaymeqam jî wezîyetê ji general Galip Deniz ra dibêje. Piştî gundîyên me birin, şîn û girînek kete nava gund. Kesek nikare ji gund jî derkeve. Ji gund derketin hatibû qedexekirin. Jî bi serê gundîyên me va hat em nizanin. Dema zivirîn Ehmed Korkmaz ji me ra wiha qise kir:”:
“- Tekman me ev şev bir nahîya Mihûdîyê. Gelek çadir li wê hatibûn danîn. Bi sedan insan xistin çadiran. Ev insanên gundên dorterafê me ne. Em hev nasdikin. Ji herkesî dipirsim gelo ji bo çi wî anîne. Dibêjin, ji min ra gotin “Sîlehê te heye.”, “Tu işqiyayî”, “Tu axayî”. “ Tu dedeyî, tu şêxî, seyîdî...” Ji min ra jî gotibûn “Sîlehê te heye”. Di nav me da şêx, axayên eşîran, dede, seyît, û kesên berpirsîyarên qebîle û gundan hebûn. Min nihêrê ew kesên ku gelek erdê wan hebûn, kesên ji axayê eşîra Perîyan ên xwedî erd û ax tinebû. Dora rojê me ji nehîyeyê birin Mazgirtê. Me kirin qişleyên esker. ~ek heywanan em tev li ser hevin. Cî nîne em rûnen. Me teva xwe sipartîye hev û li ser lingan disekinin. Germa tebaxê me di nava qişla eskerî da di fetisîne. Du roj û du şev ne nan ne av, ne dan me. Birçî bûn ne zor e. Belê di vê germê da tîn bûn me di qehirîne, lêvên me terikin. Roja sisîyan navan xwendin, insanan qefle qefle destên wan bi heva girêdan û birin. Piştî birina qefleyek dengên tifingan dihatin me û me dizanî ku êdî me dibin kuştinê. Heta vê demê me nizanîya çima me anîne vir. Dema me anîn em dikaribûn di rê da birevîyan. Me nizanibû û em nerevîn. Niha êdî mecala revê jî nebû. Qetlîam roja 14.08.1938`an destpêkir. Qetlîamê kumandarê kolordîya heftan Galip Denizli (di nav gundîyan da bi navê Baki Vandemir dihat nasîn) idare dikir. Navê min û gundîyen me jî hat xwendin. Me deranîn destê me bi heva girêdan. Listeyê navan di destên General Galip Denizlî da bû. Qeymeqam Fahri Tokmakçi jî li cem rûnişti bû. Dema em derketin general Halip Denizli xwest bi qelema xwe li ser lîstê tiştek bike. Qeymeqam destê xwe li qelema wî da, ji lîste dûr kir. Ewî xwest dîsa binivisîne. Dîsa qeymeqam destê xwe li qelema wî xist. Pariki aciz bû û xwest binivisîne. Qeymeqak rabû çû. Ji general dûr bû. General bang kirê got “Hele were qeymeqam”. Qeymeqam guhdarî nekir û meşa xwe domand. General car din bang kir got “Qeymeqam, were bila wek tebe.” Qeymeqam zivirî. Min û gundîyên me dan alek û ên din birin, kuştin. Ji me ra gotin win dikarin herin gundên xwe, lê belê heta 2 rojan li vir bin, çimkî derketin yasaxe, heke win herin tê esker we di rê da bikujin. Piştî 2 rojan em hatin gund.”
Dema ez van serbihatîyan dixwînim, Yahûdîyên Elmanya tên bîra min. Rejîma Hitlerê faşîst Yahudîyan qefle qefle dida civandin û dibirin çembên kuştinê. Kesên bi qewet didan xebitandin heta ji qewetê diketin û di dû da dikuştin. [warin û vexwarin didan wan. Em li vira dibînin ku parîkî nan û tasek av jî ne da ne Kurdan. Kesên bi qewet nexebitandine, di nava çend rojan da kuştine. Ji rejîma Hitler jî xirabtir kirine û ji vê rejîmê ra hêjajî dibêjin rejîma demoqratîk, rejîma hiqûqê. Serokê vê rejîmê, ji pêxember bilintir kirine û hêja jî wî di hebînin.
“14 ê meha Tebaxê destpêka qetlîamê bû. Bi sedan insan hatin qetilkirin. Mal, xanî, gund, bax û baxçê wan hatin şewitandin. Dexil û danên wan man bê dirûtin, bê gêrekirin, bê hikanîn. Fêkîyê wan, dexil û danên wan hatin şewitandin. Heywanên ku nehatibûn misederekirin man bê xwedî. Bi hezaran zarûk man sêwî. Jin man bê mêr, kal û pîr man bê ewlad. Bi sedan insan di newal û çolan da hatin kuştin, qetilkirin. Havîn li Dêrsimîyan bû zivistan”
General Muhsîn Batur, di pirtûka xwe bi navê „Anilar ce Görüşler- Biranînan û Ditînan- da li ser qirkirina Dêrsimê jî dinivisîne. Belê meseleyê venake. Çona xweyê bi tirênê û hin tiştên din dinivisînê. Piştî van nivisaran wiha dibêje :
„Ji 2 meh zêdetir me wezifeyek xisûsî kir. Bila xwendevanên min, min bibexişînin. Ez bexişandina xwe ji xwendewananên xwe dixwazim û ji nivisandina vê sefha jîyana xwe direvim, nanivisînim.“
Eker Genaral Muhsin Batur insanek dirust û bi namûs bûya tê vi 2 mehê sefha jîyana xwe bi rastî binivisanda. Belê ewî cesûrîya nivisandina zilma dewletê û zilma xwe ne dît û nikaribû fesla vê zilmê bike. Ez dixwazim, bûyêrên derbaz bûne ji bo agahdarîya xwendevanan û nesla piştî me ra bînim zimên. Ez van bûyêran ne ji bo dijminîyek dinivisînim. Herkes her milet mecbûre dîroka xwe qenc bizanibe. Ez ji kesî ne acizim. Dîsa jî dikarim bêjim [wedê rehma xwe li Muhsin Batur bike. Ew dîsa insanek qenc bû ye ku ji bo ne nivisandina 2 mehên li Dêrsimê borandina jîyana xwe, bexişandina xwe dixwaze. Ev jî şertekê mirovatîyê ye. Tu şik û şibe tune ku Muhsin Batur bûye şahidê zilmên wisa giran ku nikarbû car din bîne bîra xwe, şerm û fihêt dike ji kesên din ra bêje. Di jîyana herkesî da tiştên ku bi dizî dimînin û pê ra diçin qebrê hene. Di jîyana Muhsin Batur da jî tiştên ku li Dêrsimê ditî ye hewçend giran bûn ku bi xwe ra bir qebrê.
|