|
Ev her du hereketên ku dewletê di sala 1938`an li Dersimê pêkanî, em dikarên bêjin ku peyvendîya wan bi serhildanek va girêdayî ne bû. Dewletê dixwest insanên Dêrsimê qirbike û Dêrsimê ji holê rake. Navê Dêrsimê jî kiribû Tuncelî û Dêrsimê ji dîrokê radikir. Dewlete navê hereketên di sala 1938`an da danîbû hereketê paqijkirinê. Ev hereket, hereketên Dêrsimê ji insanan baqijkirin bû. Dewletê inkarîya paqijkirina insanan ne dikir û bixwe navê vî hereketî danî bû.
Kurdan di sala 1938`an da êdî nikaribûn li Dêrsimê serhildan bikin. Serokê serhildanê Seyîd Riza û hevalên wî, serok û axayên eşîran ên ku serhildan kiribûn û kesên rêzanê serhildanê di roja 18.11.1937`an da li Elezîzê hadin dardakirin. Dîsa serokê şêwr û şewremendîya serhildanê Alîşan bi jina xwe va ji alîyê birazîyê xwe Rehberê xayîn va di sala 1937`an da hat şehîtkirin. Rêzan û fikirkarê serhildanê Beytar Nûrî ji Dêrsime derketibû, çobû Sûrîye. Kesek nema bû ku seroktî û rêzanîya serhildanê bike.
Ez dixwazim wesîyetek Nûrî Dêsimî jî li vir dîsa bînim zimên. Nûrî Dêrsimî di Pirtûka xweya bi navê Tarîxa Dêrsimê da wesîyet dike ku tu kesek, tu Kurdek navê “Rehber” li zarokên xwe neke. Birazîyê Alîşan Rêhber, li mamê xwe xayîntî kir, wî û jina wî bi xayîntî şehitkir. Nûrî Dêrsimî dixwest ku ev navê xayîn ji nav Kurda rabe. Belê binêrin vê ecêbê ku navê nevîyek min jî Rêhber e. Heta ez pê hisîyam keça min navê kurê xwe danîbû Rehber. Edî min jî nikaribû ji bîrozbayîyê pêtir tiştek bikim.
Dewletê dîsa jî bi temamîya qeweta xwe girtibû ser Dêrsime û Dêrsimê talan û kambax dikir. Bi sedan gund şewitand, bi hezaran insan kuşt. Bi deh hezaran insanan mal wêran kir, nefî kir, berê wan da ser derî û dertolan. Kumandarên eskererên ku Dêrsimê kambax dikirin di raporên xwe da ji serokatîya sereskerîya imûmî ra dinivisandin wiha digotin:
“Li mintiqa kolordîyan roja 13.08.1938` an bi vî awayî lêgerîn meşîya:
Mintiqa kolordîya heftan li rojhilat, başûrê rojhilat û rojava û bakûrê rojavayê çîyayê Sor (Kirmizi dag) bi cehşan ra misedeme hat kirin û di vê misedemê da bi qasî 300 cehş hatin kuştin. Çembera ku di nav mintiqa lêgerînê nebû hat lêgerandin û kesên xwe veşartibûn hatin takîpkirin. Li mintiqa tumena siwarî, alayiyan lêgerînê dom kirin. 10 cehşên Heyderan, 2 wehşên Dedemanan hatin imhekirin, 6 tifing û 15 temance hatin civandin.”
“Mintiqa kolordîya heştan, 10 roj lêgerîn çêbû û gelek kerîyên heywanan ketin dest. Alayiya 63`an li xeta Koçlu û girê Çilan (Kirklar tepesi) bi pêş va çoyî ye û gomên ku ketine ber wan şewitandi ye.”
“Kolordîya nehan, lêgerîna xwe domkiri ye, gundên ketine ber şewitandî ye û gelek cehşan imha kirî ye. Hinek sîleh û heywanan jî xistine dest.”
“Wezîyeta heta nîvro ya roja 14.08.1938`an; Mintiqa kolordîya heftan, ji eşîra Heyderan û Dedeman 83 kes hatine imhakirin. Gom û gundên li ser rîya wan hatin şewitandin.”
“Mintiqa kolordîya heştan, li mintiqa tumena 12`an xeber hat girtin ku wehş bi serokên xwe va di rêza neh şikeftan da xwe veşartin e. Li ser vî xeberî bi meqseda ku wan bigirin ji alaya cindirman bêlukek bi cehşan ra kete misademeyê, di vê misademeyê da mifrezeyên alayiya 57`an bi alîkarîya topan kete şer. Ji alayîya 34`an ardim hate girtin. Tumena 15`an, alayiya 38`an kete mintiqê û dora du şikeftan girdin, şikeftan dan ber berikê top û tifingan û bimbe kirin. Di misedemeyê da cehşan gelek zeyîat dan. Ji alayiya 63`an, tabûra diduwan di newala Tagarê da meşîyan, pêşîya newalê girtin û tabûra yekan jî şikeftên newalê eblûqe kir. Dîsa tabûra yekan pêşîya newala Koçulu sidimand û şikeftên newalê berikbarandin kirin.”
“Mintiqa kolordîya nehan; eskerên tumena 17`an di hereketên xwe ên vê sibê da 7 cehşan kuştin. Tabûra yekan a alayiya 62`an li Kaçkerekbabayê lêgerin kir û di vê lêgerînê da 32 cehşan imhekir. Alaliya 143`an 13 cehşan kuşt, tumena sisîyan 28 jinan teslîm girt.”
“Di eynî rojê 14.08.1938 da hêvarê;
Mintiqa kolordîya heftan, 38 cehşan imhe kir, gundên tê da derbaz bûn şewitand. Kolordîya heştan di lêgerîna xwe da gelek cehşan imhe kir.”
Wezîyeta roja 15.08.1938`an; Mintiqa kolordîya heftan tumena 41`an li hêla deştê 13 cehşan ji ortê rakir. Di lêgerîna hêla Deştê, Mezra Zimbik, gundên Halwarî, Mezra Sor da wehş bi temamî hatin imhe kirin û gundên wan hatin şewitandin. Li newala Laçê di lêgerandinê da hate dîtin ku hinek wehş bi alîya rojava Munzirê va diçin. Qismek ji wan hatin kuştin û hinek jî bi alîyê newala Iksorê va revîyan. Siwarî alayiya 14`an 181 cehşên Heyderan û Dedeman ku xwe sipartibûn newala Tenk hatin imhekirin.”
“Alayiya 56`an şikeftên ku lêgerîn kir bi makenîyan atêş kir. Siwarî tumana 14`an, tabûra didauwan a alayîya 63`an newala Tagarê carek din lêgerîn kir û 12 cehşan imhekir. Mintiqa kolordîya nehan, Tumena 17 `an rojhilata Harçîyê girt û di şikeftek da 58 cehşan kuşt. 15 ê meha Tebaxê sala 1938`an piştî nîvro li mintiqa kolordîya heftan, tabura sisiyan a alayiya 93`an kesên ji eşîra Usivan (Yusuf) dabûn hev û wan dibirin Mamekê. Mirovekê bi navê Mehmet Ali di rê da unbaşîyek me dikuje û misedeme derdikeve. Di vê misedemê da 49 kesên wehş hatin imhekirin. Ji gundên mintiqa Deştê wehş dijî esker derketin. Ji ewil va tê zanîn ku gundên Zimbik, Hiç, Kimik û Bomak alîkarîya cehşan dikirin. Eskerê me ji van gundan 395 cehşan mirî xistin dest.”
Gelek ne hewce ye em li ser van kiryaran bisekinin. Her tişt li hole ye û bi zelalî eşkere dibe. Kesê parîkî bikaribe fikir bike, dibîne ku eskeran çî kirin e û çî nekirin e. Di raporên xwe da dibêjin ku eskerên ji gundan hin kesan top kirine û dibin Mamekê. Xwedê giravî yekê bi navê Mehmet Elî unbaşîyek dikuje û sedem vî misedeme çêdibe. Hey Xwedê agir berde mala we, ma win nizanin kesên ku ji alîyê esker va hatibe girtin û esker wek êsîran wî bibe cîyê zîndanxanê, sîleh pê ra tune. Ji gotina we 49 kes hatine kuştin. Başe ev 49 kes sîleh bi wan ra çidikir?.. Win dibêjin misedeme çêbû. Gelo êdî derewên hevçend bi dûv jî, kesê meriv be dikare çêke?.. Ma, we wan êsîr negirtibû û ne dibir nefîyê?.. An we wan bi sîlehên wan va dişand nefîyê?.. Bi van derewan win nikarin xwe jî bixapînin...
Em diîsa bizivirin ser raporên wanê bi çekûdolab.
“16.08.1938; Siwarî tabûzra yazdan li mêla Muhundu lêgerin kir, hinek wehşên Dedeman ataşê esker dike û esker qismek wehşên Dedeman imhekir. Wehşên Heyderan bi tabûra cindermeyên seyar a diduwan ra ket misedemê û bi temamî hatin imhekirin.”
“Mintiqa kolordîya heştan, iro piştî nîvro eskerên me li nêzî Siçan Gedigî rastê bi qasî 100 cehşan bûn û bi wanra ketin misademeyê. Ji Kemahê mifrezên cinderme jî hatin alîkarîyê. Di vê misademeyê da bi qasî 20 wehş hatin kuştin.”
“Mintiqa kolordîya nehan, li lêgerîna hêlê car car bi cehşan ra misademe çêbû ye û gelek ji cehşan hatine imhekirin.”
“Mintiqa kolordîya heftan, tumena 41`an lêgerînê dom dikin. Siwarî alayiya 14`an a tumena siwarî di dema lêgerînê da 79 wehşên bi sîlah dijî derketine û li hêla Pahê tabura cindirman a seyar jî 37 cehşan imhekirine. Dîsa li mintiqa kolordîya heştan fîloyek firok li çîyayê Zuwa mintiqa qereqola Xirabe bi qasî 500 kesî bimbe kir û bi tifingên makînelî li ser wan berikbarandin kir.”
Em li vira dibinîn ku bi sedan kes ji Kurdan têne kuştin, belê tiştek bi tilîya eskerek jî nabe. Dîsa 500 kes têne bimbekirin û bi makînelî tifingan têne gulebarandin, belê nabêjin ku çend kes ji van 500 kesan sax filîtîne. Tu şik û şipe tune ku ev 500 kes tev jin, zarok û kesên kal bûn. Çawa sala 1991`an bi sedan kes ji ber Sedamê zalim revîyan, hatin Turkîyayê û televizyon û rojnameyên Tirk, karbidestên dewletê, walî û generala ji van Kurdên Başûr ra, jin zarok, kal an mêr bê firqîyetî ji kesên di dergûşê da jî “Pêşmêrge” digotin, her wiha di we demê da jî ji herkesî, jin, zarokêh dergûşê ra jî wehş digotin. Kesên ku dikuştin ne digotin zarok bû, jin bû an jî kesê çekdar bû, digotin “me hevşend wehş guştin”. Di sala 1938`an da li Dêrsimê insan tunebûn, jin, mêr, zarok, kal û pîr tev ne insan bûn û bi gotina rismî weşs bûn. Di sala 1989`an da Kurdên başûr ên ku li welatê xwe bakûrê Kurdistan bibûn penaber jî bi temamî “pêşmêrge bûn. Di nav wan da jin û zarok nebûn, jin û zarok jî pêşmêrge bûn..” Kîna dewletek çewa zimanê xwe jî serobin dike, perîşan û belengaz dike.
Disa em bizivirin raporên eskerî:
“Roja 17.08.1938`an li mintiqa kolordîya heftan tumana 41`an, alayîya 93`an û alayîya diduwan li bakûrê newala Balosanê di dema lêgerînê da bi qasî 50 wehş hatine kuştin, 16 tifing û 16 demance hatine civandin.”
“Mintiqa kolordîya he#tan, tumena 12`an lêgerinê berdewam kirîye û di mintiqa qedexekirî da temamîya xanî û zevîyan hatine şewitandin. Ji gundên Oskek û Boxazê 245 kes hatine civandin û wan ji bo ku nefîyê cîyên din bikin, şandin Çemişkezekê. “
“Mintiqa kolordîya nehan Tumena 17`an û alayîya cindirman a seyar di nav lêgerîna xwe da 89 cehşan imhekirin.”
“Heta roja 10.08.1938`an di menewreyên ordîyê da , insanê ku navên wan hê di berîyê da ji alîyê çevdêrîya imûmî a çaran (4. Genel Müfettişlik) hatibûn tesbîtkirin hatine girtin û qefle qefle hatinê sewqê mintiqeyên emirkirî anî cîyê nefîyê. Cî bi cî bi cehşan ra misedeme çêbû ye û bi hezaran wehş hatine imhekirin. Ew gund, gom, heta darûber, devî, zevî û buwaneyên ku evên xirab xwe tê da veşartine hatine şewitandin û kavilkirin.”
“18.08.1938, mintiqa kolordîya nehan, di mintiqa tumana sisîyan da 42, tumeana 17`an da 30 kes hatine imhekirin.” (Kesê rapor nivisandî ye li vira xwe xelitandîya û ji van cehşan(!) ra kes gotî ye. Gelo ev ne ecêbek giran e.)
“Li mintiqa Tuncelîyê (Dêrsimê) cindirmeyên ku bimînin bi vî awayî hatine kifşkirin: Seyar tabûra diduya a cindirman li Nazimiyeyê, seyar tabûra nehan a cindirman Mamekê, seyar tabûra sisîyan a cindirman li Pilumirê, seyar alayîya cindirman, meqer û bi du tabûren xwe va li Hozatê, bêlûkek vê tabûrê li Karaoxlanê, tabûrek a seyar alayîya cindirman li Çemişgezekê, Mihafiz çit`eyên Tuncelî û bêluka istihkamê bi du tankan va li Petekê, nexweşxana seyar li Hozatê tê bimînin.”
“!9.08.1938`an ji yekîtîyên kolordîya heftan tumena 41`an li herema Kalasor û Sînê 290 wehşên ku berxwedan dikirin imhekirin û ji qefîla dawî a ku li Mazgirtê hatibûn civandin 32 wehş sedem revîyan hatin kuştin.”
“Li mintiqa cîyê civandinê ji kolordîya heştan tumana 41`an ji 12ê Tebaxê û virda li mintiqa qedexekirî lêgerin dike û cî bi cî dijî cehşan kete misedemeyê û gelekî wehş imhekirin, 170 kes berxwedana xwe ya dawî kirin û ew jî hatin imhekirin û gund û zevîyên wê hêlê bi temamî hatin şewitandin. Tumana 15`an jî li gelek gundên ku lêgerin kir 150 cehşan imhekir, gund û zevîyên wan şewitand. Di vê navberê da alayîya 63`an û alayîya seyar a cindirman 6-7 gundên din jî şewitandin. “
“Tumena Siwarî a 14`an di paqijkirina mintiqa xwe da 69 kesên din jî imhekir. Qefîleyêk ji 381 kesên din ku ji jin, zarûzêçan tên holê, ji bo wan bişînin rojavayê hatin civandin û sewqê Elezîzê bûn.” |