|
„Çewa tê zanîn, hedefa hereketê Tuncelîyê reysên 6 eşîran bû ku bi hev ra hereket dikirin û sebebê van bûyêran bûn, bêne girtin û cezakirin. Ev kes hatine girtin belê Seyît Riza û eşîra Bextîyaran revîyane û esker li du wan e.“
Çavdêrîya çaran di roja 18.01.1938`an da raporek ji meqamên jorîn ra amade dike. Di xala (a) da wiha dibêje:
„Divê axa (axayên eşîran) bêne sirgunkirin û kuştin ku jiyan û namûsa xelkê ku bê serî bimîne ji holê bê rakirin.“
Çavdêrêya çaran a imûmî roja 10..06.1938àan da vî emrî dide:
„1. Mintiqa ku bê valakirin: cîyên di navbera nixteyên Bobyezbaba, Gelîyê Mahmunut . Gelîyê Birman, Koma Kelê, Koçaserêgolê, Badikan, Karasakal da dimînin. Dema tabûra bihereket a cindirman derdikeve çîyayê Zelê işqîya hicûmê wan dikin. Sedem vê yekê xeta başûrê çîyayê Zelê û çîyayê Sor jî hat daxilkirina mintiqa kû tê bê baqijkirin û valakirin.“
„ 2. Işqîya newal, gelî û rîyên ku dikevin mintiqa Kalanê girtine û dixwazin xwe di şikeftên Kalan û gelîyê }otîyê (Kutu deresi) da biveşêrin. Xeber hatîye girtin ku qewetên xwe li mintiqeyên Mahmunut, Birman, Zeynê û gelîyê Katir, xeta newala Heram, Pîrikuşaxi û gundê Merho û mintiqeyên Badikan, Axpanos, Karasakal û Ezîtabad û herema gelîyê }otîyê sekinandine. „
Di vî şerî da kumandarên eskerîyê her roj li ser bûyêran raporan girtine û ji serkumandarên xwe ra şandine. Em bi kurtî dîsa binêrin van raporan:
„13.06.1938; eskerên tumena hivdeyan dijî derketinan şikênand, gundên Axzonik, Veloyan, Goma Gulşen û hinek gundên din hatin şewitandin û tumenê xeta Sosvenk, Axzonik, Veloyan Goma Gulşenê û Serêgolakoç zeft kir.“
„Roja 14.06.1938; mifrezeyek bi tifingên makînelîyê giran ji alayiya cimdirman a gerê hat teqwîyekirin û gundên Rostana Jorîn, Rostana Jêrîn û Dergê şewitandan.“
„Roja 15.06.1938`an Tumena 17`an a Tuxaya Mamekî Daw agirpêta işqîya temirand û hin gundan şewitand.“
„Roja 16.06.1938`an; alayîya 57`an gihîştîye xeta Mezra Gukxan û gelîyê Katir, gundên Zaruk, Misafiralmaz û Xanuşaxi şewitandî ye.“
„Roja 21.06.1938`an hereketê ku alayiyê destpêker, fîloyek teyare alîkarî kir gundên Amutka û Tagarê û girê Zeynel hatin bimbekirin. Dema gundê Amutkan hat işgalkirin işqîya bi alîyê Gelîyê Elî va revîyan û firokên şer wan bimbe kirin. Dîsa iro 23.06.1938, fîloyek teyare gundên Tagar û Bozan bimbe kirin û bi tifingên makînelîyan li kerîyên pezên ku li hêlê bûn dan, wan qelandin. Roja 24.06.1938`an fîloyekê ji 2 firokên şer li mintiqa Kalanê gundên Nazikan, Birikî û Mereşê binbe kirin. Roja 27.06.1938`an bi qasî 500 insan û 1000 heywan bi hêla xeta girê Bozbeybaba va revîyan. Bi qasî 30-40 işqîya li rojava Bozbeybaba cîyê şer girtin. Roja 28.06.1938`an li mintiqa tumena 17`an alayîya 62`an çîyayê Koz işgal kir. Tuxaya Erzincanê Mereşa û Bozbeybabayi işgal kir, bele mintiqa Kirgar û Bodukê bi berxwedana işqîya harîyêk derket. Şer heta hêvarê dom kir û li ber rojavayê ev şer şidettir bû. Hinekan bi çekan û hinek din bi bêr û biviran şer dikirin. Bi qasî 70 işqîya gelek bi nêzîkayî şerdikirin. Esker gelek zeyîat dan işqîyan. Gundên derûdor Elî, Midrik, Mitgel, Xotar, Arikî, Tenkalî, Mereş, Hazirîyayê Hikû û Keçelan hatin kavilkirin û şewitandin. Heta niha 60 gund hatine şewitandin.“
„Li herema serhildina roja 01.07.1938`an wezîyeta işqîya wiha bû: Bi qasî 100 işqîya ji eşîretên Heyderan û Korabasan girê Timnasê û gelîyê Roşnakê girtine. Zar, zêç û dewarên wan li zozan û newalên başûrê Hinzarê ne.“
„Bi qasî 50 wehşên (haydut) eşîra Dedemanî li dora girên Dolubaba û Kerengo ne. Heywan, zar û zêçên wan di şikeftên newala Piter, Kafat û Laqê ne.“
„Bi qasî 100 çekdarên wehşên Keçelan li hêla zozanên Karasakal in û 50 çekdar ji wehşên Baluşaxî li bakûrê Tujikbaba ne.“
„Ji eşîrên Abbasan, Aşuran û Beytan bi qasî 50 çekdar li başûrê berwarên Tujikbaba ne. Kesên malbatên van wehşan bi qasî 5-6 hezar kes tên texmîkirin û ev zarûzêç di newal û şikeftên hêla Iskîsor, Axpanos û Horan û di şikeftên Sirpatê da xwe vedişêrin.“
„Çekdarên wehşên Koç, Reşik û Şamuşaxî di wezîyeta xwe a kevin da ne û kesên famîla – malbata- wan bi dewarên xwe va kişîyane gelîyê Elî ….. Topçîyên ku li nêzî Karasakal mewzîyan girtine kerîyên insan û heywanên ku li hêla Axpanosê hatine dîtin, dane ber topan û berikê topan li ser wan barandine. Gelekî zeyîat dane wanan.“
„Roja 02.07.1938`an bi işqîyan ra şerek hatîye kirin. Di vî şerî da me 4 şehid da ye û 1i vir nefer û zabitek jî birîdar bûne. Ji wehşan 40 kê zêdetir hatine kuştin. 3 wehş jî teslîm bûne. Heta roja 08.07.1938`an yekîtîyên eskerîyê li hêlê hereketên lêgerandin û girtinê hatîye domkirin. Me hinek şehîd û birîdaran da ye. Derbek gelek giran li wehşan hatîye dan, ji insan û heywanan zeyîatek zaf mezin dan e. Li hinek cîyan heywanên wan hatine civandin, bi firokên şer gundên wan hatine bimbekirin û şewitandin.“
Roja 14.07.1938`an bi meqseda bi temamî ji binîrakirina Kurdên hêlê, cavdêrîya çaran (4. müfettişlik) vî emrî dide:
„1. Serokên komên (kolbaşlari) wehşan (haydutan) li navbera Kafat-Pîterê , di şikeftên Derwêş da û qismekê mezin li hêla zozanên Meydanê hatine dîtin.
2. Esker tê di roja 15.07.1938`an da serê sibê zû, siet di 04,00 da hicûm bike û wehşên Kalan û Heyderan imha bike, ji ortê rake.“
„Roja 21 ê Temuzê sala 1938`an li hêla gelîyê Laçê ji alîyê bakûr va Tuxayiya Erzincanê, ji alîyê başûr va Tuxayiya Mamekî, Mifreza Laçê ji alîyê rojhilatê va dijî wehşan dest bi hicûmê û berikbarandinê kirin. Berxwedana wehşan şikênandin û işqîya bi şaşî û tevlihevî revîyan, xwestin xwe di daristanan qûlên daran da, di nav zinaran da beveşêrin. Şikeftên ku wehş ketinê ji alîyê eskerê me ên qehreman va hatin gulebarandin, ji alîyê mifreza istihkamê alayîya 25`an va devên şikeftan hatin sidimandin û dîwarkirin. 216 kesên ji şikeftan derketin hatin kuştin. Termê 12 wehşan jî li ser çemê Munzurê hate dîtin. Hevçend şerek bixwîn çêbû belê hê dîsa kesên di şikeftek da berxwe didan. Di navbera mufrezeyên alayiya 63`an û wehşên ku li ber devê şikefta rojhilata Munzurê da şerek hatîye çêkirin û ji wehşan 20 kes hatine kuştin, 2 kes jî xwe avêtine çemê Munzur û bi vî awayî xwe guştin. „
Çewa min berê jî nivisand ji bo keç û jinên Kurd nekevin destên kesên zalimên bê iman, xwe di zinaran da davêtin, xwe davêtin çeman dikuştin. Ketina dest ji mirinê wêdarir û xirabtir bû. Li vira jî çewa tê dîtin komara nû bi devên kumandar û berpirsîyarên xwe, bi raporên xwe dide eşkerekirin ku bi rastî keç û jinên Kurd xwe avêtine çemê Munzir. Ew bi tenê di şerê rojek da dinivisînin ku 12 termên insana li ser ava çemê Munzir hatine dîtin û 2 kes jî li ber çavên wan xwe avêtine avê. Ev 14 kes, yanî ev 14 keç û jinên Kurd di rojêk da xwe kuştine. Hereketê Dêrsimê 2 sal dom kir û di vî du salî da her Xwedê dizane çend sed, an çend hezar keç û jinên Kurd ji bo nekevin destên eskeran xwe teslîmê destê mirinê kirin e. Li vir gelek xweşik zelal dibe ku ji keç û jinên Kurd ra mirin gelek ji ketina destên eskeran xweştir e.
Wezîrê hindir di bersiva pirsa çavdêrîya imûmî a çaran (4. Genel Müfetişlik) da wiha dibêje:
„Isal, mintiqa ku ji wehşatîyê (haydutluk) ra bûye meydan (Karakale (Kelareş), Kurk, Hinzarî û rojava Darbowaz, Seyîtxan, xeta girên çîyayê Sor (li vira kirine Kirmizi daw), devê newala Haçili, Mezra Bali, Mala Riza, Ava Munzir, Ana Komu, xeta girên navbera çîyayê Harçî û Karacakale û hawîdorê van hêlan û vê heremê ji alîyê we va ji bo qedexekirina cîgirtinê hatîye teklîfkirin û qedewekirina cîgirtinê gelek qenc hatîye nirxandin. Ev pêşniyarî û mitale ji alîyê wezareta hindur va hat qebûlkirin.
Ji bilî van cîyan di mintiqa çavdêrîya ordîya sisîyan da; ji bilî qedexekirina cîgirtina heremaKalanê hin cîyên ku li dervayê qedexekirina cîgirtinê mane, wek mintiqa ku eşîra Koç (Koçan) hawîdorê war û newalên Emirgan û Tagarê jî bila bikeve ser cîyên qedexekirinê.“
Di raporên eskerî da ku ji serkumandarîya eskerî û wezareta hindur ra hat şandin weha
dinivisîne:
„24.07.1938, wek her car,hereketê, heremê ji paqijkirina insanan dom dikir. Li hêlê wehş ketibûn şikeftan û 40 şikeftên ku di bin meheserê da bûn dema hatin dînamêtkirin, 42 wehş ji tirsa ku tê bi dînam^êtê bêne kuştin ji tirsa teslîm bûn.“
Dîsa li vir, di bin mana van gotinan da zalimtîyekî bê hisab û bê terîf heye. Li vir 40 şikeft hatine işgalkirin. Hawîdorên wan hatine girtin. Şikeft tijî jin, zarok, mêr û kal in. Ji zarokên çilî heta kalên sed salî ketine şikeftan. Dora şikeftan hatiye girtin. Di devê şikeftan da berik li nava şikeftan tên barandin. Ne bi tifingan bi tenê li kesên nava şikeftan didin. Berikên makenelî û topan jî li şikeftan tên barandin. Belê ev barana top û tifingan kesên di şekeftan da ne nikarin bidin teslîmkirin. Divê ji alîyê eskerîyê va çareyên din bêne dîtin, tetbîkkirin. Ji zaliman ra her dayîm çareyên zalimtir û dijwartir hene. Çare hatîye dîtin. Divê şikeft bêne dînamîtkirin û paşî jî devê wan bi çîmanto û bêtonê bêne asêkirin. Dînamêtan davêjin nav şikeftan û kesên di şikeftan da bi derbekî wek masîyên nava avê têne qirkirin. Dil rehetnabe, devê şikeftan tên bêtonkirin. Ez neçome wê hêlê. Belê kesên wê hêlê nasdikin, dibêjin hêjajî devê hin şikeftan bêtonkirîne. Ev çî wijdane, çî insanî û çî Îslamî ye?. Insan, devê şileftên ku insanên din tê da ne bêton dikin. Misilman, dînamêtan davêjin şikeftên ku jin, zarok, kal û pîrên ku Misilman tê da ne.
Di raporên 24 ê meha Temûzê sala 1938`an da, kumandarên esker bixwe ji serkumandar û wezîrê xwe ra bi awayek rismî dinivisînin û dibêjin 42 kes ji tirsa dînamêt avêtina şikeftan ku tê bi dînamêtan bihatin kuştin teslîm bûne. Vê teslîmîyetê qehremanîyek serbilind nîşan didin.
Kumandarîya sereskerîya imûmî di emrek xwe da wiha dibêje:
„Di rojên 2 û 3`yen meha Tebaxê sala 1938`an da bi eynî şiklî paqijkirina şikeft û qulên dar û zinaran hatin domkirin. Gelek wehş ketin dest û hatin imhakirin. Di nav bera eskerê me û wehşan da cî bi cî şer domdikir. Xeberek hat girtin ku serokê eşîra Heyderan Xidir li Mezra Suharîyê ye. Sedem vê yekê alaya cindirman a bicî û du bêlûkên tabûra diduyan a alayiya heftan a Pilûmirê ji bo ji holê rakirina vî wehşî ji taqîbatê ra hatin wezîfedarkirin. Li vira bi wehşan ra misademe hat kirin û divî şerî da gelek wehş hatin imhakirin. Dora rojê hawîdorê gundê Suharî hat girtin, di du da gund bi temamî hat şewitandin, lê belê hat zanîn ku Hidir û kesên dorê bi şev bi alîyê Mezra Miçi va revîyan e. Di 5 ê Tebaxê da esker di zivirandina çîyê xwe da rastî gelek wehşan hatîn û wan ji ortê rakirin. Heywan, tişt û firaqên wan misaderekirin û gundên wan bi temamî şewîtandin.“ Dîsa tê zanin ku li gorîya kumandar, esker û berpirsîyarên dewletê, ev hevwelatîyên wanê ku ji wan ra hevwelatîyên sinifa yekan dibêjin û tu ferqîyet nakin nav xwe û wan hevwelatîyên xwe ên sinifa yekan ra di rapor û mijûlayên xwe da ji bo wan tim û tim „haydut=wehş“, eşkîya= işqîya“ „asi= asê,asî“ dibêjin. Li gorîya wan zarokên dergûşê jî „haydut = wehş“ in. Li gorîya wan jin, zarok, kal û pîr „wehş“ in. Halbikî dema tê peyivandin, dibêjin ku Kurd Tirk in. Madem Tirk in ev çî qelandine ku li van Tirkên birayên xwe kirine û dikin?.. Em dîsa bizivirin ser raporên qirkirina Kurdan li Dêrsimê. Tiştên heta niha me li ser hereketê Dêrsimê qisekir, hereketên sehfa yekan bûn. Niha hereketên sefha diduyan detpêdike. |