Kurdistan, berî demazirandina komara Tirkîyayê di nav xwe da ji alîyê beg, mîr û axan va dihat idarekirin û gelê Kurd ji îro gelek azadtir bû. Bi temamî, mîrek, beg, axayên eşîran dijî dewletê berpirsîyar bûn. Bitenê dema esker û vêrgî ji wan dihat xwestin didan. Peyvendîya gel û dewletê em dikarin bêjin ku ji hev tunebû. Belê gele Dêrsim di karê nav xwe da tucar nekete bin bandora Dewleta Osmanî. Mîrek, beg û eşîretan jî gelek carnan esker û vergî jî nedidan dewletê. Dewleta Osmanî bi çavên bîyanîyan dinihêrî Kurdistan. Dêrsim ji bo dewletê hê bîyanîtir jî bû. Di dema dewrê nûkirinê (Tanzimat devri) da Dêrsim di bin hakimîya Şah Huseyn da bû û dewletê bi çavêkê ferqe li Dêrsimê mêzedikir. Dewletê di dewrê nûkirina Osmanîyê da xwest Dêrsimê jî bike bin bandora xwe. Beg û axayên eşîran li Erziromê civand, belê dîsa biser neket. Dêrsim her tim xwedanê ordîyek biçûk bû ku dema bixwesta 5000-6000 hezar çekdaran amade dikir. Di dema meşrûtîyetê da sala 1908`an Hemîdîye suwarî alayîyek û tabûrek esker ketîyê Dêrsimê û di 15 rojan da 17 eşîran ji Dêrsimê deranîye. Belê di demek kurt da dîsa ev eşîr zivirîne ser erd û axên xwe.
Di dewra komarê da, komara nû her tim û tim bi çavên neyartîyê li Kurdan mêzekirî ye. Sedem serhildana Koçgirî û a Şêx Seîd Dêrsim jî wek her cîyên Kurdistanê ji komara nû ra bû
ye wek biok. Armanca komara nû her tim ew bû ku Kurdan ji holê rake, Kurdistan ji insanên Kurd vala bike. 500 sal zêdetir li Dêrsimê hakimîya hikûmetê çênebû ye û otorîta Osmanîyê pêk nehatî ye.
Di dîroka Kurdistan da serhildana dersimê bi girîngîyek mezin cî girtî ye. Ordîya sisîyan têrê nekirî ye, dewletê ordîya didûyan şandî ye ser gundîyên Dersimê. Emê di gotin, bêje, rapor û biryarên rismî da jî bibînin û fambikin ku qetlîamekê wisa giran û zalim li Dêrsimê hatîye çêkirin, ne imkane mirov êş û jana vê qetlîamê bikaribe bîne zimên. Ji mirinê wêdatir û xirabtir tiştek tune. Belê eskerên ku Dêrsimê istîla kiribûn ji mirinê jî xirabtir bûn. Ji bo keç û jinên Kurd nekevin destên van zaliman xwe di zinaran da davêtin, xwe davêtên çemê Munzurê, heyata xwe dawî lê tanîn, xwe intihardikir, dikuştin. Kuştin û mirinê ji destketina eskeran çeptir didûtin. Mirinê ji xwe ra xilazî, azadî didîtin. Zilma van eskeran ji mirinê jî wedatir bû. Halbiki herkes dizane ku ji mirinê wêdatir tiştek namîne.
Nûrî Dêrsimê di pirtûka xwe ya bi navê Tarîxa Dersim da dinivisûne ku bi sedan keçên xamê, jin û bûkên ciwan xwe dikuştin ku nekevin destên eskerê komara demoqrat(!). Nûrî Dersimî dinivisînê ku keça wî bixwe a xame di zinarek da xwe davêje çemê Munzurê û intihar dike. Dema em rapor û bêjeyên kumandarên eskerî ku ji kumandar, wezîr û kumandarê imûmîya sereskerî ra nivisandinê binêrin, emê bibinin ku di van rapor û bêjeyên xwe da, kesên ji bo nekevin dest xwe di zinaran da avêtine çemê Munzir, kesên xwe intihar kirine bibînin. Belê ji xeynî van kesan, eskeran jî bixwe ne li miqam di zinaran da kesên bê guneh avêtine û kuştine.
Li gorîya dewletê Dêrsim, ji gelîyê çemê Pêlemirê, xeta çîyayê nevbera gelî û çem Bobyezbaba û xeta bakûrê çîyayê Kaçgerekbaba û heta ciyê ava Pêlemir û Munzurê digihîje hev başûrê dersimê tinê meydanê û gelek çîyayên asê, zinar û kendal tê da hene. Di vira da bi hezaran şikeft, gelîyên teng, newalên, zinar û kendalên asê hene. Ev hêl ji berê va cîyê hewargihîştina Dêrsimîya ye. Dema serê Dêsimîyan dikeve tengîyê hewara xwe digihîjinin vî açarî û bi mehan di vir da xwe diveşêrin, xwe diparêzin. Kalan, Ebasan, Kirgan, Bahtiyaran, Uşaxê Beytan û eşîrên din dema dikevin tengî û talokeyê bi hezaran kes xwe di vê mintiqê da di şekeftên newal û gelîyê Qotîyê da mihefeze dikin.
Çayê ku di rojavayê Dersimê da û di Çemişgezekê da derbaz dibe jê ra dibêjin newala Tagarê. Ev 10 km. Ji Çemîşgezekê dûr li bakûrê Çemişgezekê li navbera gundê Koçûlû û li alîyê bakûrê rojhilatê gundê Avgolê Gelîyê Elî (Alî Bawazi) tê meydanê ku ev jî eynî wek gelîyê Qotîyê (Kutu deresî) ye.
Di sala 1937`an da hikûmetê ji xeynî Dêrsimê her alîyê Kurdistan êdî kiribû metîngeha (sömürge) xwe. Dixwest bikeve Dêrsimê û Dêrsimê jî wekî tim mintiçeyên Kurdistana bakûr ji insananvala bike, gundan bi şewitîne weran û kambax bike, kesê biminin jî perîşan û bê mal û war nike. Ji sala 1925`an heta sala 1937`an dewletê Kurdistana bakûr seranser zeft kiribû. Belê hê Dêrsim nehatibû talankirin. Sedem talankirina Dêrsimê dewletê 500 cindirme (ez li vir cendirme nanivisînim, bi zanebûn cindirme cin- dirr – me =cin e û dirrê me ye.) bi tumana hivdan ra hereketê Dêrsimê dike. Sedem vê yekê eşîrên Dedeman û Heyderan pira li ser ava Xarçikê xira dikin û xetên têlefonê li navbera Kahmût û pirê da di çetînin. Firokên şer ji Elezîzê radibin, gund û mala Seyît Riza bimbe dikin. Di roja 28.04.1937`an da dîsa firokên şer gundên ku serokê Kurdan li wêne bimbe dikin. Li gorîya raporên rismî di roja 01.05.1927`an da di emiê çavdêrîya (mifetişîya) yekan da ev qewet hazir e:
„ 122 zabit, 36 memûrên eskerî, 4683 nefer, 234 neferên dervayên şerker, 828 heywan, 545 erebeyên texlît texlît, 259 melzemeyên (erebeyên) bimotor, 4323 tifing, 261 tifingên makînelîyên sivik, 32 tifingên makînelîyên giran, 12 topê çîya û 709965 berikên tifingan“
„ Roja 03.05.1927`an, siet di 20.00`an da bi qasî 150 işqîya li bakûrêrojhilata Mazgirtê hicûmê ser eskerê me dike û dijî wan eskerê me atêş dike. Dîsa hinek işqîyayên ku jimara wan kifşnebû ye hicûmê pira Mazgirtê dikin û biqasî 25 işqîyayên din jî hicûmê tabûra yekan ji alayiya 25. an dike. Himberî vanan jî hat şerkirin û hatin bê tesîrkirin.“
„ Di vê navberê da reysê eşîran di bin seroktîya reysê eşîra Dedemanan da ku di çivê da bûn, ji alîyê kumandarê alayîya teyara va bi 15 firokan, çîyayê Çilan, gelîyê Teng, bakûrê çîyayê Zel, çîyayê sor û Kosorê gundê Keçizeken (Yukari Bor) hatin bimbekirin. Di vê bimbekirinê da sabiha Gökçek xanim bimbeyek 50 kîlo avete ser işqîya û ev işqîyayên ku ji gundê Keçîzeken bi alîyê bakûr va direvîyan di lê nêrînê da xuya bû ku gelek moralên wan şikest.“
Herwek pîlotên mêr nemabin, vê carê pîlota jin Sebihe Gokçek, jin û zarokên Kurdan bi firokan dide ber bimban. Jin, li her alîyê cîhanê bi piranî ji mêran bi merhemettirin. Belê ev jina ha Sebîha Gokçe ku ne eskere, ji mêran bê wicdantir e û bi rizayê xwe ketîye şerê dijî keç û dayîkên Kurdan, bimbeyên 50 kîlo berdide ser dayîkên Kurd. Merhemeta dayiktîyê jî bi vê jina bê wicdan ra tune. Bi rastî Sebîha Gokçe bi sedan jin, zarok, kal û pîrên Kurd qetilkirî ye, qatilek dev bi xwîne.
Li gorîya raporên ku digirê seroktîya imûmîya sereskerî di roja 05.05.1927`an da, di heqê qewetên di bin emrê mifetişîya çaran da vê agahdarîyê dide:
„ 310 zabit, 8313 neferên şerdar û xeyrî şerdar, 1422 heywan, 16 erebê hespan, 63 qamyon, 14 erbên keşfê ên zirhkirî, 6705 tifingên peyayîyan, 411 tifingên makînelîyên sivik, 74 tifingên makînelîyên giran, 176 demance, 28 topên çîyan, 1 501 120 berikên peyayîyan, 1684 berikên topan.“
Dema em binêrên qeweta roja yekê Gulan û qeweta roja bêncê Gulanê sala 1937`an emê bibînin ku di nav çar rojan da çiqasî qewet hatîye zêdikirin. Dewletê bi qeweta roja yekê Gulanê newêribû hicûm bike û di midefeyê da bû. Bitenê bi firokan ji jor va gundan bimbe dikir. Bi qeweta roja pêncê gulanê jî dîsa hicûm nedikir. Ordîya sisîyan di emrê şer da bû. belê ev têrê nedikir ordîya didûyan jî daxilê şer kirin. Esker heta 10 qet, 20 qet bi qewet nebû, lêkolîn û lênêrîn kir. Berî hicûmê kesên serhildanê dane bike, insanên bê guneh kuşt. Em disa bizivirin ser raporan:
„ Li bakûrê Halvorî û çîyayê Quling bi qasî 25 işqîya hatin texmînkirin û ji bo girtina van kesan bi tifingên makînelîyên giran û topek va 2 bêlûkên peya roja 25.05.1937àan, sibê dema fecrê bi sê ji alîyan va hicûm dan ser wan, û hawîdor li wan hate girtin. Işqîyayên bi sîleh mikabil dan esker û ên bê sîleh jin, zarok û dewarên xwe bi hêla Vankê va revandin. Belê tam di vê demê da alayîya 62.’an bi topan li wan xistin. Kesên direvîyan dîsa bi paş va zivirîn, ewil ketin şikeftan. Belê dîtin ku ji çar alîyê wan va berik dibarin, derketin bi alîyê çîyayê Quling û newala açik va di nav zinar û daristanan da bela wela bûn xwe windakirin. Firokan wan ji jorva bimbebarandin kirin. Mifreze heta hêvarê li wan gerîya, belê wan ne dît. Di vê navberê da alayiya mihefiz roja 26.05.1937`an, siet di 05.00`an da girte ser gundên eşîra Bextîyaran Reşikan, Gozzerek, Varuşlar, Çokerek, û Çatê. Belê gund berî çend rojan hatibûn valakirin. Van gundan bi temamî şewitand. Aynî roj alaya 25.àan alayiya mihafiz, alayiya 62.’an û yekîtîyên cindirman li nêrina gundan gerîyan, li hin gundan ketin şerên biçûk û firokan gundên işqîyan dan ber bimban, hemîyan şewitandin. „
„ Roja 24 ê Hezîranê sala 1937`an sibê zû temamîya yekîtîyên eskerî di mintiqêyên xwe da dest bi lêgerînê kirin. Di vê lêgerînê da gundên asîyan hatin şewitandin, bi işqîyan ra hat misedemekirin, zeyîatekê gelek mezin dan işqîyan, bi jimarek giran garanên dewaran, kerîyên mî û pez hatin civandin û teslîmê qeymeqaman hatin kirin.“
„ Di rojên 16/17.06.1937`an da dîsa yekîtîyên eskerîyê dest bi hereketek kirin. Bi ronahîya sibê ra sêgoşeyîya Titenik, girê Tikmakbaba û Sarioxlanê hat zeftkirin. Li vira lêgerîn çêbû. Beredayî û mişemirên dor Seyît Riza xwe li navbera Birdo û Sarioxlan veşartibûn. Bi wan ra misedeme çêbû bi qasî sî kes ji işqîyan hatin kuştin. Heta 18 ê meha Tebaxê lêgerîn domkir. Ji bo Seyît Riza û bi ewareyên dor xwe va nikaribin birevin tertîbat û çareyên ku ji alîyê çavdêrîya (mifetişîya) çaran hatine girtin wiha ne:
„ * Tabûrek ji alayîya mihafizan di xeta Bilgeç, Tokmakbaba û Suribaba,“
„ * Tabûrek ji alaya cindirman a seyar li xeta Karaoxlan, Hoşan û dirika Jêrîn,“
„ * Tabûrek ji alayîya 62.`an 2 km bakûrê Tortê li serê Sevgê, tabûrek din ji alayîya mihafizan li Susuvankê,“
„ Ji bilî van jî li sê koşeya Titenik, Tokmakbaba û Sarioxlanê 2 bêluk jî, ji tabûra cindirmeyên seyar a sisîyan,“
„ ji bêluka cindirmeyên bi cî a Ovacikê mifrezeyek ji 60 kesan ,“
„ Mifreza Hozatê lêgerin dike.“