Dîsa ezê li ser gotin û raporên karbidestên komara Tirkîyayê ên rismî bisekinim. Heke ez gotinên kesên din bînim ziman hin xwendevanên hêja belkî bikevin şiphê. Belê gotinên rismî ji devên kesên dewletê derkitine û kes nikare van gotinan inkar bike. Pêwiste em ewil gotinên rismî bizanibin ku em bikaribin xwe bigîhîjinin fikrek bê tiraf.
„Sebebê serhildinê ev bû ku hêzên çekdar ji alîyek va serhildanên Zîlan, Çaldiran, Agirî dixwestin bi tefînin û ji alîyê din va li Hêla Dîyarbekir, Silîvan, Sason, Lice, Çapakçur, Xarzan û Muşê xebatên kurdçîtîyê dom dikirin.“
„Hin serokên eşîretên Kurd ji derva va alîkarî digirtin û dijî dewletê propoxanda dîndarîyê dikirin. Gelê wan hêlan dijî dewletê tûj û sîxur dikirin. ~anan ji bo doza Kurdçîtîyê ji xelkê dixwestin ku dest bavêjin çekan û serhildanî bikin. Armanc û hedefek dabûn pêşîya xwe ku serhildana Agirîyê li tim bajarên rojhilatên fire bibe.“
„Işqiyayên ji hidudê Îranê diketin welat bi eynê meqsedê dihatin hazirkirin û dihatin idarekirin. Serhildana Oramarê jî di vê dema ku Şêx Berzanî bi 500 kesên xwe va hicumê ser Oramarê kir derket.“
„Armanca ve serhildanê ev bû ku hinek ji qewetên dijî serhildana Agirîyê bi baş va bidinkişandin û zorîya ser işqîya bidin sivikkirin û di nav welat da ji bo Kurdîtîyê xebatan bidin zêdekirin.“
„Oramar, li mintiqa Şat, Şemdînan û Herkî ye. Bilindîya hêlê 2000-2500 mîtro ye. Çîya û zinarên ku rê di wan da derbaz nabe hene. Serhildan di roja 22`yê meha Temûzê sala 1930`an da bi hazirkirin ûn hicumkirina Şêxê Berzanî dest pê hatkirin.“
„Roja 28. ê Temûzê, firokên meyên şer işqîyayên ku dortirafê Oramarê helqe kiribûn bimbe kirin. Nêzî hêvarê qewetên eskerî û milîsên bi wan ra hicûmê Oramarê kirin û siet di 19.00`an da ketin nav bajêr.“
„Eskerên koma Oramarê di sê şaxan da hicûm kir û li şaxê rastê rastî 50 kesên işqîya hat. Bi wan ra ket şerek giran. Gundê Zîrî teslîm girt û bi vî awayî gihîştê girên rojavaya Toramarê.. Işqîya revîyan. Eskeran li wan xistin û wan imha kirin. Di erazîyê çetîn û ku rê nade da derbazî Oramarê bûn.“
„Heta îro roja 01.10.1930`an ji agahdarîyên ku di dest da ne bi zemamî ûrastî hatîyê eşkerekirin ku serhildana Hêla Oramar, Eruh û Herkî bi teklîhevî û teşwîqa Şêxê Berzanî hatîyê çêkirin.“
„Roja 09.10.1930`an di mintiqa Herkîyê da kesên gundên Zîran bi temamî revîyane, kesên gundên Bezelî, Gulikan û Nugêlan ji hikumetê dexalet xwestine. Sedem vê yekê koma eskerê Şemdînan berê xwe da hêla Eruh.“
„Koma eskerê Şemdînan; dema hatin Berbejar rastî işqîya bûn û ketin şer. Ev şer sê siet dom kir û işqîya bi başûr va revîya. Koma Omara nû li nêzî Keletan dijî işqîya ket şer. Ev şer 5 siet dom kir. Işqîya 13 kes kuştî dan û bi bakûr va revîyan.“
„Gundên vê hêlê ên ku alîkarîya işqîya kirin, hatin nbmbe kirin û şewitandin. Kesên sax mane teslîm bûn. Işqîya jî bi alîyê başûr va revîya û ev serhildan hat peşkilandin.“
Di vê serhildanê da dîsa bi sedan insan, jin, zarok û kal hatin kuştin. Gund hatin şewitandin û kavilkirin. Xwarin, newale û hebûna gundîyan tev kirin nav hev, nav ax û herîyê, şikênandin û perçiqandin. Gundîyan hiştin tazî û pirçî. Beyder, bax û baxçên gundîyan şewitandin. Wan perîşan û zelûllkirin. Belê li vir hov û bêwicdanê Derwêş Begê zalim tunebû û zilm û zordestî wek Gelîyê Zîlan şedît nebû.
Hereketê Pilûmirê:
Di dû serhildana Agirîyê a sisîyan da serokê imûmîya sereskerîyê Fevzî Çakmak li wilayetên bakûrê Kurdistan teftêşan dike. Dema dizivire di roja 18.09.1930`an da li ser bajara Ercincanê roporek ji wezareta Hindur ra dîyardike. Di vî raporî da wiha dinivisîne:
„1. Di gera mina Erzincanê da min bi awayek zelal dît ku sebeba xirabûna aborîya Erzincanê gundên Aşkirik, Gurk, Dawbey û Haryi ne. Pêwiste dersek wisa bidin van gundan ku nikaribin jibîr bikin û bo ji herkesî ra bibe mînakekê kesên nesekinîn çî tê serê wan û divê ev gund bêne valakirin. „
„Sedem kêmasîyên qeweta cendirmeyên welayetê kesên van gundan tolazî dikin û heker ev gund dersekê bi cidîyet nestînin tiştên ku dikin tê bi serê xelkê Tirkên welat va belayek mezin bînin û Kurdên gundên hêlê bidin isyankirin.“
„Temamîya Kurdên gundên hêlê gelek qure û bitir bû ne, guhdarîya qanûn û berpirsîyarên dewletê nakin, bi serê xwe hereket dikin. Ji bo ku tesîrek li ser gundîyên Kurd bê kirin, pêwiste fîloyekê hewayê neqlê Ercincanênê bê kirin û ev gund bêne bimbe kirin û tehrîbkirin.“
„2. Li merkeza Erzincanê 10.000 Kurd hene. Ev ji Elewîtîyê feyde dibînin û dixebitin ku gundîyên Tirk bikin Kurd û zimanê Kurdî fire dikin. Ez gelek dilbixemim ku di nav çend salan da Kurd û Kurdîtî Erzincanê istila bike. Gelek kesên ku bi irf û adetên xwe Tirkin, gundên Elewîyên Tirkin, belê ji bo ku li vê hêlê Elewîtî Kurdîtîyê ifade, dike bi vê fikrê (zihnîyetê) zimanê dayîka xwe terkirine û bi zimanê Kurdî di peyivin. Gundên Rûsarayî, Mitinî, Sincixî, Kurdkendî û Kelarikî di vê rîyê da her kar û xebat û xirabîyan dikin. Divê van kesan bişînin Tirakyayê, hin mezinên wan bigrin bin ewlewîyê. Divê ji bona bi Tirkî peyvandina gundîyên Elewîyên Tirk xebatên hêja bên kirin. û ji bo li hêlê firekirin, belavkirin û hakimîyeta zimanê Tirkî karûbarên esasî bên pêkanîn. Pêwiste zimanê Tirkî li temamîya hêlê bê firekirin û belavkirin. „
„3. Li mintiqa wîlayetê hinek memûrên ji irqê Kurd hene. Minak: Hakimê Erzincanê Şewkî Efendîyê Pilûmûrî alîkarîya Kurdan dike û di mala xwe da bi Kurdan ra civînan çêdike. Bi çî awayî be bila bibe divê ev mirov ji vê bajarê bê derxistin. Memûrên wekî vî mirovî pêwiste di heqê wan da jî eynî miemele bê pêkanîn.“
„4. Ev gundên ku min fesla wan kir û ên bi vî awayî divê bên cezakirin û nefîkirin. Memûrên ku ayidê irqê Kurd in pêwiste di demek zûtir da ji cîyên wan bên hilanîn. Ji bo tedbîrgirtinê hêvîdarim ji alîyê hikûmetê va zaf acele biryargirtinek çêbe. „
Di roja 08.10.1930`an da serokwezîr Ismet Inono ve bersivê dide serokê imûmîya sereskerîyê:
„1. Gundên ku te di rapora xwe da dabû zanîn ku vergî nadin û eskerî nakin, di heqê wan da biryara cezakirin û nefîkirinê hat girtin. „
„2. Him gundên ku bên nefîkirin û him jî kesên ku tecawuzê ji xwe ra kirîne adet û Kurdîtîyê bi darê zorê fire û belavdikin tê bi awayêk fireyî nefîyê bajarên rojavayê bêne kirin.“
„3. Memûrên ku meyla wan li ser Kurdîtîyê ye ji wezaretên wan ra hatîye nivisandin ku destên wan ji wezîfeyê bên kişandin.“
Li ser van qeraran seroktîya imûmîya sereskerîyê di roja 12.10.1930`an da vî emrî dide:
„Di daxilê wilayeta Elezîê qezayê Nazmîyê da serokê eşîra Heyderan Xidir Axa û pismamê wî Kamer Axa mecbûr bên girtin. Pêwiste ji wilayeta Elezîzê 200 esker û 100 cendirme herin ser van axan û ser Plumûrê. Heker Xidir Axa û Kamer Axa teslim nebin, serhildan bikin bi fîloya firokan gundên van mirovan Taqino, Dosdanên Jêrin, Dostanên Jorîn û gundên din ji jor va bêne bimbe kirin…. „
Heke em li vir û li serhildanên din mêze kin bi sedan hetanî bi hezaran gund wekî di beyankirina vî emirê jorîn da bi firokan hatine bimbe kirin. Kesên ku di van gundan da bûn ne zilamên ku serhildan dikirin bûn. Zilamên di serhildanê da li gundan nediman û diketin çîyan. Di vam gundan û bi sedan gundên wek van gundan da kî bûn diman?.. Jin, zarok, nexweş, seqet, kal û pîr ku haya wan ji emrê jorîn hê tinebû. Ev kesên bê guneh û belangaz dihatin bimbe kirin û bi kuştina wan, kesên wek Derwêş Beg an Muwlalî Mistefa dibûn qehreman û ji alîyê serokê komarê Mistefe Kemal va dihatin pîrozkirin. Ne hewce ye meriv li vira tiştek bêje. Meriv nikare tiştek bêje jî. Hertişt di emirnaman da, di biryarên hikûmetê da, di fermanan da zelal têne gotin. Heker em tiştek bêjin belkî hin kes me li derevînê derînin. Belê ne hewce ye, emirnameyên eskerî û hikûmetê li jorin in û her tişt eşkere dikin. Heker derew bin, ew biryarên xwe wan derewan dikin.
Em dîsan bizivirin ser gotinên berpirsîyarên dewletê û ên raporên wan
„28 ê Cotmehê (Ekim), siet di 06.00`an da hicûm destpêkir. Tabûra yekem êrîşî ser Dawbek kir. Axaateş, Hasan Alî û mezra Aslan ku di navbera van herdûyan da bû teslîm girt. Işqîya bê tesîr kir û van dera tehrîp kir.“
Serokê imûmîya sereskerîyê di daxwîyanîya emirê ku di roja 01.11.1930`an da wiha digot:
„Di hereketê Pilûmirê da mifreze zor hereket dikir ji bo ku erazîyê dora gundê Kurk gelek çîya û nezar bû. Di hicûma ser işqîya da cepxaneyên mifrezê xilaz dibin, av peydakirin û cepxane anîn, di nav erazîyê bê rê û bend da gelek zor dikev e. Bimbeyên firokan jî xilaz dibin. Sedem vê yekê mifreze ewil bi paş va kişîyaye bakûrê Danzîgê û paşê ji bo cepxaneyê xwe tedarik bike zivirîye Plûmirê.“
Dîsa heke em li vir parîk li ser vî emirî bisekinin emê bizanibin ku şervanên Kurd çewan şer dikirin. Em dibînin ku li vir firokan hewçend bimban berdane ku bimbeyên wan xilaz bûne. Ev hevçend bimbe li ku ketin?. Helbet li gundên Kurdan û li Kurdan ketin. Em dîsa bizivirin ser raporan:
Kumandarîya kolordîya nehan (9.) raporê ku ji seroktîya imûmîya sereskerîyê ra di roja 13.11.1930`an da dinivisîne wiha dibêje:
„Sedem mijdarîya hewayê hicûma ser gundê Kurk texîrî roja 13.11.1930`an hatibû kirin. Di vê rojê da esker hicûm kir. Işqîyayê di cepeyê Tumena sisîyan da Baluşawi, Lulali, Ovali ……. û ên ku îro hatin eşîrên Abasuşawi, ji Nazmîyeyê eşîra Heyderan, ji Mazgirtê eşîra Dekan û kesên ku gundên wan hatine şewitandin tev gihiştin hev û jimara wan nêzî 500 kes tên texmînkirin. Qismen mezin ji işqîya li bakûrê gundê Kurk civîya bû. Di roja 13.11.1930`an da esker hicûm da ser işqîya û işqîya peşkilî. Esker gelîyê Qotîyê girt ku işqîya bi wê va nereve. Alayiya yazdan kete gundê Kurkê, işqîya di gelîyê Kurkê da asê kir û bi temamî qeland ji binî rakir.
Li gorîya fikra kumandarîya kolordîya nehan, sibe (14.11.1930) işqîyayên ku tek tûk li viyalî wiyalî mane tê ji binî bêne rakirin û hereket bê sekinandin. Li vê hêlê kes namîne ku bikaribe serhildan bike.“
Bi vê qirkirinê serhildana Pilûmirê jî tê peşkiland, temamîya gundan tên bimbekirin û şewitandin. Kesên ku li mintiqeyê ji ber qirkirinê û kuştinê difilitin nefî dikin bajararên Anedolê û Tiraqyayê.