Kumanderê cendirman li Dihê (Eruh) neyartîya Resûl axayê Tilmişarî bû û dixwest fersendek bibîne wî û birayê wî Egît ra bigir e. Li ser ku ixbarek digire, kaymeqamê Dihê jî digire cem xwe, diçe nehîya Lodî, ji we jî dîsa gelek cendirman bi xwe ra dibe Tilmişarê. Ji bo ku di heqê Resûl Axa, birayê wî Egît û hin kesên din emrî tewkîfê derêxe û li çar gundên ku ev kes dimînin li sîlehan diger e. Di mala Resûl axa da tiştek nabîne, belê dîsa jî Resûl axa digire. Di gundên din da tiştek nabîne. Li Govaşil gundê ku Egît dimîne, li gundîyan hekaret û zordarî dike. Li ser vê zordarîyê Egît û alîkarên wî dest davêjin çekan. Di vê bi hevçonê da unbaşîyek û çar nefer tên kuştin. Dema ku kumandarê cendirman dixwaze Resûl axa ji Tilmişarê derîne, alîkarên Resûl axa hicûm dikin û Resûl axa ji testên eskeran dertînin. Gundîyên wê hêlê dizanin tê çî bê serê wan û ji tirsa xwe gundîyên 15 gundan dev ji gundê xwe berdidin bi alîyê qezayên din û Midyadê va diçin. Bi vî awayî serhildan destpêdike.
Sedem vê yekê kumandarîya kolordîya heftan emrêk dide. Hinek xalên vî emî wihane :
„ …… 4/ e) Gelek girînge ku ev hereket acele dawî lê bê anîn. Taqîbat û derbe divê gelek şedîd û bê eman be. “
„ …… g) Tê fîloyek ji sê firokên şer bikevin vî hereketî. “
„ ….. 5/ b) Kesên cindirman şehîtbikin û kesên hikumet girtina wan dixwaze, Resûl û birayê wî Egît tê bêne girtin.“
„ …. c) Heker ev neyêne girtin pêwiste kesên asê (asî) bêne qirlkirin, gundên wan bên şewitandin, mal û heywanên wan bêne musaderekirin. Kesên bêne girtin bi qet`î ji wan ra neyê misedekirin ku birevin.“
„ …. d) kesên bixwazin teslîm bibin tê miseda pazarîyê ji binî nedin wan.“
Li ser vî emirî tumena didûyan di roja 03.07.1929`an da dest bi hereket kir û van emran da:
„ 59 zabit, 1525 nefer, 356 heywan, 176 heywanên kirêkirî, 1014 tifing, 59 makînelî tifingên sivik, 22 makînelî tifingên giran, 4 krupdax topên 7,5, 355105 berikên tifangan, 101 bimbeyên destan, 334 berikên topan dikevin vê hereketê.“
Di roja 06.07.1929`an da bihurên çemê Dicleyê ji alîyê esker va tên girtin. Roja 09.07.1929`an da girên ku nêzî Tilmaşarê ne tên işgalkirin û gundê kesên ku alîkarîya Resûl axa û Egît dikin bi temamî tên şewitandin.
Li gorîya rapora roja 03.08,1929`an a tumena diduyan gelek zaf işqîya hatine girtin, Bi qasî wan zaftir jî, jin û zarok hatine girtin. Temamîya gundên hêlê hatine şewitandin. Kolordîya heftem zorspasîya xwe ji zabit û eskerên ketine vî hereketî ra dîyar dike.
Hereketê Tendûrekê:
Ev hereket dijî Şêx Evdilkadir û eşîreta wî, dijî eşîreta Kotanli û Sakanli û eşîretên hêla Bazîdê hatîye çêkirin. Kumandarê taqîbata hêlê di roja 14.09.1929`an da emrê perçiqandina eşêret û Kurdên hêlê dide. Kumandarîya taqîbatê di emirê xwe da dibêje :
„Divê Evdilqadir û eşîreta ku li hêla Qendîl, Tutekê Ulya û Hacî Xalidê ne, bi temamî ji hev bê belav kirin û di du da bê perçiqandin, Divê misede nedin reva tu kesî û temamîya sîlehan ji wan bê sitandin. Mecbûr roja 20.09.1929`an da daxwuyanê hikumetê bidine Evdilqadir û eşîreta wî ku sîlehên hemî qebîleyên xwe bê qeyd û şert teslîm bikin. Divê heywanên ji bo suwarîyê jî hemî qebîleyan bên civandin û bişînin Dîyadînê, ew, xelkê qebîla wî bi kerîyên pezên xwe va herin Qerekoseyê. Heke Şêx guhdrîya vî emrî neke tê bi şidetê bi temamî bêne imhakirin. „
„Divê firokên şer di roja 20.09.1929`an, siet 07.00`an da hereket bikin, çadirên Şêx û kerîyên pezî wî ku li hêla gundên Qendîl-Hacî Xalid in bên bimbekirin. „
Ev tiştên li vir hatine nivisandin, ji devê kumandarên eskerî hatine nivisandin. Çî ecebêk girane ku kumandar dibêje „divê dixwuyanîya hikumatê di roja 20.09.1929`da bidene Şêx Evdilqadir û kesên qebîleyên wî, ku bê qeyd û şert sîleh bêne civandin û heke şêx guhdraîya vî emrî neke bi şidetê temam bêne inhakirin.“, lê belê ji alîyê din va jî dibêje „firokên şer tê roja 20,09,1929`an, siet di 07.00’an da çadir û heywan bên bimbekirin.“ Tê di roja 20ê meha Êlûnê herin teblîxatê hikumetê bidin gundîyan û bêjin bila sîlehên xwe teslîm bikin, belê di eynî roj serê sibê zû siet di 07.00`an da tê firokên şer çadiran bimbe bikin. Hê teblîxata hikumetê nekeve destê wan, tê bêne bimbekirin. Ev jî edaleta komara nû ye.
Di vî hereketî da jî wek hereketên din zorî, zordestî, girîn û şîn, axîn û xwîn, mal şewat û dil şewat, mal û war kavil û kambaxkirin, esaretî û rezaletî, kîn û xayîtî hakim e.
Hereketê Sitewrê
Disa em devên resmîyetê bidin peyivandin. „ Teşkîlata derva xebatên xwe ên ji bo mixtarîyet an serxwebûna Kurdan zêditir kiribûn. Di nav xelkê hindir da jî ev propoxanda berdewam dikir. Tealî Cemîyeta Kurdan ji Inglîzan firokên şer, top û gelek sîlehan girtibûn. Hinek ji van firok, top û sîlehan derbazî Iraqê kiribûn. Xeber dihatin ku Cemîyeta Kurdan Xoybûn, a Ermenîyan Taşnak bûne yek. Ihtimalek mezin bû ku bi alîkarîya ajanên Ingilîzan û ihtîlalcîyên Ermrnîyan Kurd di meha Nîsan an Gulanê da serhildan bikin.“
„Di meha Gulanê sala 1930`an da li gundê Midyat û Sitewrê û hinek gundên Cizîrê gundî dijî eskeran derketin. Di roja 13. 05.1930`an da li gundê Sitewrê Baloş ku 22 km ji Sitewrê dûre li ser teklîhevî û galagalîya partîcîtîyê ( Ez nizanim gelo ev çî partî ne. ~ê demê bilî partîya Mistefa Kemal partî hebû?.. K.Ö.) bûyêrek çêdibe. Bêlûka cendirman a gerê ji bo insanan aş bike, diçe gund. Bi qasî 100 kesên çekdar bi sîlehên xwe tifingan berdidin cendirman û paşê firar dikin. Sedem vê yekê ev hereket destpêdike.“
Dewlet êdî tu bawerî bi Kurdan nedikir. Li hêla Midyat, Cizîr, Dêrik, Misêbîn û Sitewrê gelek eşîretên ku neyartîya hev dikirin hebûn. Ji alîyek va mala Haco, ji alîyê din va mala Sarûxanan, Elîyê Betê û kesên din di pêsîra hev da bûn. Axayên hêlê ji bo hakimîyeta xwe carnan dibûn alîkarên dewletê, dijî eşîreta din ajanî dikir û carnan jî dibûn dijminê dewletê. Dewletê jî vî halê wan baş dizanibû û heta ji dest dihat wan dikir pêsîra jev, perçe perçe dikir. Ji alîyê din va gelek jî bi dizî karê xwe dikir ku hereketek dijî gel çêke û hêlê bike bin bandora xwe.
Firokên li ser gundan difirin û gundî gundên xwe terk dikin dikevin çîyan. Esker dikevin gundan û dîsa hin gundan dişewitînin. Nurî Hemo, Ezîz, Emolî û hin kesên din dikevin çîya lê belê dijî eskeran şerek giran nakin. Esker gundên hêlê bi temamî digrin. Di dûda ev kesên serê çîyan jî dizivirin. Kesên welatparêz û dilxwazên Kurdewarîyê direvin Sûrîyayê û digihîjin ronakbîrîn din ên Kurd.
Serhildana Gelîyê Zîlan û Fetisandina Zîlan:
Li gorîya dewletê rojên 19 û 20ê Hezîran sala 1930`an kurên Kor Hiseyin Paşa û Emîn Paşa li Cildiran û Bazîdê ji hidût derbazê Tirkîyayê dibin xetên Telxrafê di çetînin û têne gelîyê Zîlanê, davêjin ser nehîya Zîlanê. Esker ji Erdîşê hereketê gelîyê Zîlan dike. Navbera Erdîşê û Gelîyê Zîlan 20 km ye. Kurên Kor Hiseyîn Paşa û Emîn Paşa davêjin ser Erdîşê.
Şer di navbera eskerên komara Tikîyayê û Kurdan da derdikeve. Em dîsa çewa berpirsîyarê dewletê dibêjin bi wî awayî qise bikin:
„Di roja 29.06.1930`an da, siet 02.45`an da qefleyek işqîya, bi qasî 200 siwarî û 80 peya davêjin ser qereqolên Surbaxan û Norşên. Bi qasî 25 esker winda bû ne. Işqîya makînelî tifingek sivik, 2 sandoq cepxane, 2 heywan û telefonek dibin.“
Kolorduya nehan li gora emrê serdarê umûmîya sereskerîyê roja 02.07.1930`an vî emrî dide: „ Işqîya di bin idara lawên Kor Hiseyîn Paşa û Emîn Paşa da bi qasî 350-400 kes li hêla gundên Sofî Mistefa, Kanî, Romika Jorî, Çaqirbeg, Gurgure, Xaçli, Koru, Xirabêbiçûk û Çawîş da ne.“
„Hêla Gelîyê Zîlan, işqîya di bin idara Seyît Resul da bi qasî 400 kes tê texmîn kirin. Di Gelîyê Zilan da li dora gundên Şûrik, Susok, Kadir, Esker, Minewer, Sivik, Axi, Dedelî û Şeytanava ne. Si gund û temamîyê gundên hêlê alîkarê işqîya ne.“
„Hêla Çildiran, Di bin idara Usiv Evdal ku ji Iranê ketiye welatê me, çend kes hene hê nayê zanîn. Ev koma işqîya jî li dora gundên Çilîyajerîn, Şêxromî, Alîkelê, Xaçan, Qeymez û Şêxsicû da ne. Kifş û eşkere bû ye ku li bakûrê hêlê di navbera hidûd û Tendûrekê da Xalidê Xelikanî û Tozoyê Melikanî cî girtine. Mexseda wan eve ku alîkarîya işqîyayê gelîyê Zîlan bikin.“
„Işqîya ji dûr va bi tifingan berik dibarînin û direvin. Gundên li hêla mintiqa serhildanê ku alîkariya van işqîyan dikin tê bi temamî bêne şewitandin, kavil û kambaxkirin. Hizretê Mereşal emir daye û dixwaze ku işqîya sax were girtin.“
„02.07.1930àan da li mintiqa kolordîyê ev hereket hatin kirin: Gundên Kaymez, Xaçan, Kolesor, Çilî û Osmanî ji jor va bi firokên şer hatin bimbe kirin. Gundên Patnosê bi bimbe û tifingên makîneli têne berik barandin.“
„Roja çarê Temûzê sala 1930`an, siet di navbera 02,50 û 07.00`an da işqîya hicûmê qereqolên Bêlukbaşî, Qerebûrûn û Qeyabûrun û hawîdorê gundê Tacbûrûn kirin. Di nava van işqîyan da Ihsan Nûrî, Bro Heso Têlî û Evdilqadir hene. „
„ !5 ê Temûzê li cepeyê Eşref Beg ji 500 kesan zêdetir işqîya hetine imha kirin û kuştin. Li mintiqa alaya suwarî, işqîya iltica kiri ye. Li vê hêlê ji gundîyan ji sedan zêdetir mêr, jin û zarok û 150 àyan zêdetir heywan , 6 hesp ketine dest. Bi temamîya heywanên vê hêle hatine civandin.“
„ !8 ê Temuzê firokên şer eşîreta Xelikan ji jor va bimbe kirin. Ji eşîreta Xelikan 18 insan û heywanek, ji eşîreta Tozo 6 mêr, mirî û 5 jin birindar, 7 heywan hatine telefkirin. „
„21 ê meha Temîzê, di nav du rojan da eşîreta Xelikan ji jor va bi firokan hatin bimbe kirin. 25 mirî, hewçend jî birîndar û gelek heywanên xwe windakirin.“
„25 ê Temuzê, Mifreza Derwêş Beg li dora Erdîşê hinek kesên ku xwe di nav dar û keviran da veşartibûn girt, belê ji kesên girtî zaftir kes jî sedem xwestin birevin hatin kuştin. Bi qasî 200 heywan jî hatine sitandin û li Erdîşê teslîmê komisyonê kirin.“
„29 ê Temuzê, Derwêş Beg bi mifreza xwe va ku li Gelîyê Zîlan ji bo paqijkirinê wezîfe girtî ye melayê gundê Papûşkin ku yekê sebebê serhildanê bû û pê ra 4 kesên dî mirî girtî ye. Ji xeynê wan 9 tifing û bi qasî 700 heywan hatine civandin.“
„2 ê meha Tebaxê, Mifreza Derwêş Beg li gundên Koçköprü, Gurgurbaba û Pertaqê nihêrî û di şikeftên dora van gundan da bi Heso ra kesek nenas kuştî xiste destan. Dîsa jinên ku di van şikeftan da xwe veşarti bûn xiste dest.“
„Zozanên Oramarê ji jor va hatin bimbe kirin. Di dehê meha Tebaxê da Mifreza Derwêş Beg işqîyayên bi nav û deng Siltan, Usiv, Kasim, Tahir, kurmamê Kor Hiseyîn Kasim û Mihyedîn kuştî kirîye dest. Gundên Şereflî û Meral şewitand û bi qasî 30 sîlehan xiste dest.“
Çewa em li dibînin ku tiştên berpirsîyar û kumandarên dewletê bixwe dibêjin li hêla Gelîyê Zîlan, Patnos, Erdiş, Çildiran, Bazî û Diyadînê çira insanan tê kirin, gund tev têne şewitabdin û wêrankirin, mal û heywan têne talankirin. ~ê talankirin û qirkirinê dewlet dibêje û ne kesek din. Bi rastî zilm û zordestî, bê wijdanî û bê imanî hê gelek xirabtir bû ye.
Em niha parîyek ji gotinên resmî derkevin û kurt li ser qetlîama Gelîyê Zîlan bisekinin. Kumandarêk esker bi navê Deriêş Beg me di gotinên rismî de jî dît ku çewan ji insanetîyê derketîyê, di Gelîyê Zîlan da zarok û zêç, jin û kesên kal, xort û zilaman qetil kirî ye, tazî û birçî, li ser berf û baranê, li ber xezeb û tofanê hiştî ye. Malên wan, xanî û qîyandinîyên wan talan kirî ye, heywanên wan bi zorê sitandîyê, bi qetlîama insanan têr nebû ye, heywanan jî qetil kirî ye. Gundan şewîtandî ye, kavil û wêran kirî ye, dilê wî rihet nebû ye ji jorva bimbe daye kirin, kevir li ser kevirê nehiştî ye. Insanên zarok, jin û kal, kesên bê sîleh, bê guneh û bê mecal, heywanên bê zar û ziman ku ji alîyê vî sereskerê hov û wehş va hatine kuştin kesek jimara wan nizane. Jimarên ku ji alîyên berpirsîyarên komara nû va hatine eşkerekirin û raporkirin min hin ji wanan li jor nivîsand. Belê ev jimar ji deveyê guh e. Jimarên rastî kes nizane. Kes nizane çend zarok , jin û kal di şikeftan da hatin bimbe kirin. Kes nizane li serê çol û çîyayên Gelîyê Zîlan, di newal û daristanên Gelîyê Zîlan da çend kesên Kurd hatin qirkirin. Leşê wan bûn qismetê gur, hirç û heywanên hovên wek seresker Derwş Beg. Li ser her bostek axa Gelîyê Zilan nalîna hestîyan bilind dibe. Her bostêk axa Gelîyê Zîlan bi xwîna jin, zarok, kal û xortên Kurd hatîye avdan. Ava newala Gelîyê zîlan ji xwîna Kurdan sor bû ye. Îro di gelîyê Zîlan da gundên gelîyê Zîlan şahîdê zindî ne kû li gelîyê zîlan çî bû ye. Kesên ku ji wê demê hê sax mane kêmin. Belê kesên ku mane ji hêja jî ji tirsa Derwêş Begê bê îman newêrin kula dilê xwe û qetlîama Derweş Beg bînin zimên. Kudera gelîyê zîlan bête kolan ji bin axê, hestîyê insanan, barut û berikên Derwş Beg derdikevin.
Gelîyê Zîlan ji alîyê komarê va hat tarûmarkirin. Kêsên sax man ji Gelîyê Zîlan hatin nefîkirin. Gelîyê Zîlan ji insanan hat valakirin. Gelîyê Zîlan û hawîdor ma ji gur, hirç, beraz û heywanên hovên ra ku ev heywanên hov ji Derwêş Beg bi wicdantir û gelek qanctir û aştir li ser erd û axa gelî disekinîn û disekinin.