Hereketê Bêcar, ji rojhilata ava Muradê, heta bakûrê Mifarqin (Silvan), Hezro, Ekil û dîsa heta ava Muradê hate çêkirin. Dewletê serhildana Şêx Seîd, Sason, Reşkotan-[erzan-Raman û Motka kir hicet û xwest hereketê Bêcarê pêkbîne. Dewletê alaya 25.àan, tabûra diduyan û alayiya cendirman a seyar kir takîbatê. Dema ev hêz ketin taqîbatê û zordarî li gundîyên bê guneh kirin, gundîyan serhildan kir û dor van hêzan girtin, şikênandinek giran dan wan. Li ser vê şikênandinê çavdêrîya (mifetişîya) sisîyan, kumandarê hêla Elezîzê Mustefa Muwlalîyê ku bi qatilbûna Kurdan kesek bi nav û denge kir kumandarê hereketê Bêcarê (Her Kurdek dizane Mistefa Mûwlalî kî ye çî qatilek dijwar bû ji bo Kurdan.).
Mistefa Mûğlalî berî dest bi hereket bike li hêla Licê, Bêcar, Cîrbir, Gênc, Goldere û Paloyê diger e. Armanca wî ev bû ku wan deran nasbike. Piştî vê gera xwe, li gorîya nijadperestîya xwe temamîya Kurdên van hêlan xayîn di nerxîne. Ji zarokan, heta kalan, ji mêran heta jinan herkesî dijmin dibîne û tê ser vê biryarê ku kesên van der û doran bi temamî bên qirkirin. Dîsa li gorîya xwe dertîne holê ku li vê hêlê nêzî 20 serokên Kurd hene û tev eşqîyane. Dîsa Mistefa Mûğlalî li ser hêla sinorê Sûrîyê ji Cizîrê heta Mêrdînê û Heranê disekine û li gorîya xwe di wê hêlê da Şêx Evdirhîm, Yado, Şêx Tahir, Haco Axa, Emînê Perîxanê û heval û hogirên wan gelek talûke dibîne.
Wê demê gelek zana, mîr, axa, rewşenbîr û ronakbîrên Kurd derbazî Sûrîyayê bibûn û li wê xebatên qenc ji bo Kurdan dikirin. Mistefa Mûğlalî ji alîyê xwe va seranserê Kurdistanê Kurtçî ilan dike û di vê fikrê da ye ku Kurd dixwazin dewletek Kurd damezirînin. Belê ji alîyê din va ji bo xapandinê van hereketên Kurdan dînî û paşverû nişan dide. Her wiha Mistefa Mûğlalî memûrên bi eslên xwe Kurd ên ên li hêlê dike sê qisim.
1) Memûrên rewşenbîr ku berî her tiştî eşqa Kurdîtîyê di dilê wan da ye.
2) Memûrên ku dibin aletên memûrên di xala yekem da ne.
3) Memûrên ku ne ji bo hikûmetê û komarê kar dikin, ên ku sirf ji bo idara xwe, xwedîkirina zar û zêçên xwe kar dikin.
Mistefa Mûğlalî dixwaze van memûrên Kurd jî ji holê rake. Berî dest bi hereket bike li her alî digere, gund û bajarên ku talan û wêran bike kifş dike, lîstê memûrên Kurd bi temamî çêdike û di roja 07.10.1927`an da dest bi hereketê qirkirinê dike, esker bi ser gundan va digirin. Li gorîya wan ji bo selameta welat, pêwisre kesên vê hêlê û memûrên Kurd tev nefîyê Anadolê bibin. Insanên ji dergûşê heta sed salî ji welatê wan dirxistin, bi ser rê û dirban va belavkirin û navê vî hereketî danîn hereketê selametêkê. Ev selametek bi çî awayîyê sirf Mistefa Mûğlalî û dewleta wî dizani bûn.
Dîsa di raporên xwe da wiha dinivisînin:
„Hinekê gund hê mifrezêyên eskerî neketibûnê, gund hatibû valakirin. Seba vê yekê esker
mecbûr ma her alî bigere ku gundî ji gundan nerevin û gundan vala nekin. Li nava zevî û buwanan, dar û daristanan, komên gîya û daran, xanîyên vala, kom, axur û kadînan, nav kevir, zinar û şikeftan hat mêzekirin. Kesên xwe li van deran veşartibûn, mêr, hêjmarek zaf jin û zarok komik komik hatin girtin. Ji nav kesan jin hatin tecrîtkirin û ên dinên ên ku eleqa xwe bi işqîya anîbûn ( li gorîya wan zarokan jî eleqa xwe bi işqiya va anîbûn û kesên ku bi işqîya va eleqedar nedibûn tunebûn) bi temamî hatin qirşûkirin. Paşî gundên ku li hêla Boytan, Mirtezan û Zengazorê ji alîyê gundîyan va hatibûn valakirin hêjmara wan 22 gund bûn. Hate tesbîtkirin ku evan gundan bi temamî bi işqîya ra eleqedar bibûn ( li gorîya wan ji xwe herkes û her gund işqîya bûn K.Ö.), agir berdane van gundan û bi temamî şewitandin. Gundên ku di şewîtyan fişek û bimne di nav şewatê da diteqîyan.“
Gelo li serê van çîyan û ew bixwe dibêjin rê nedidan, gundîyan van bimban ji ku anîbên ecêb?.. An di wê dema ku hê fabrîqa bimban a Tirkîyê tunebî, wan gundîyan di şikeftên xwe da fabrîqa bimban çêkiribûn?.. Gelo ev hayîdarîyên zabitê Tirkan tiştek sosret nîne?.. Roporê wan dom dike:
„Gomê kayê û kadin bibûn xwelî. Di nava komên xwelîya kayê da termên kesên vê qederê heqkiribûn û termên xismên işqîya derdiketin. Hin kesên ku sax mabûn û xwe bê gune û belengaz nîşan didan, xwe zelûl û melûl dikirin, bexişandin dixwestin derhal ji holê dihatin rakirin, imhakirin. Dîsa ji çetê Emer 49 kesên bê sîleh, ji çeteyê Emîn Miko 6 kesên bi sîleh, 39 kesên bê sîleh, di daristanên kanqewarîda disa ji çeteyê Emîn Miko 4 kesên bi çek û 12 kesên bê çek hatin girtin û di cî da hatin kuştin. Heywanên işqîya hatin musaderekirin, qismek ji van heywanan ji bo goşt tedarikkirinê dane eskeran û ên din şandine Elezîz û Diyarbekirê teslîmî karbidestên bajar kirin. Bi vî awayî hereketê ewil dawî lê hat“
Hereketê diduyan roja 13.10.1927`an destpêkir û roja 22.10.1927`an xilaz bû. Di vî hereketî da ezê dîsa bi gotin, ropor û nivisandinên zabit, kumandar û kesên berpirsîyar nivisa xwe bi domînim. Ev tiştên ez li vira bînim ziman ji binî ne fikrê min in. Ev bi temamî gotinên kesên di wê demê da berpirsîyar û kumandarên vî hereki ne. Yanî gotinên roporan in, gotinên rismî ne. Kumandarê hereket Mistefa Muwlalî raporê xwe da wiha dinivisîne.:
„Di nava daristanê da esker rastî 19 kesan ji xelkê işqîya Mistefayê Bêcarî tên. Van kesan derhal dikujin. Heta serê çîyayê Çetelo her cî hat kontrol kirin û bi bawerî hat tesbîkirin ku bi qasî 60 gund alîkarîya işqîya kirine . Ev 60 gund bi temamî hatin şewitandin. Di van gundan da nêzî 450 işqîya bi kuştinê hatin cezakirin. Heywanên van gundan jî ketine dest. Bi vî awayî hereketê diduyan jî dawî lê hat.“
Hekeketê sisîyan roja 24.100.1927`an li hawîdorê Kulpê û gelîyê Zilqernên destpê dike. Mifreza eskerîyê dikeve gundê Xêrta û gundên din. Gundên li vê hêlê bi temamî tên şewitandin. 38 kes tên girtin û derhal tên gulebarandin. Dîsa 31 kesan digrin û dişînin mehkemê. Belê di rê da van kesan jî dikujin û dibêjin xwestin sîlehên me ji me bistînin. Di du da dikevin hêla [uweydan û temamîya gundên hêlê dişewitînin, kavil dikin. Ji we diçin çîyayê Eshabêkêf û dikevin vê bawerîyê ku gundên dora van çîyan jî alîkarîya kesên di çîyê da dikin. Dema dikevin gundan dibînin ku kesên di gund da bi tema jjin, zarok û kal in. Temamîya gundan di şewitînin û van kesên bê gugeh jî ceza dikin. Dîsa em li vir binêrin ku zordar di raporên eskerî da çî dibêjin:
„Piştî paqijkirina Licê û Xanê emir hat dan ku esker li Xanê bicive. Piştî gera eskeran di mintiqeyek zaf fire da, her cî bi temamî hat qontrolkirin û gundên hêlê tev hatin şewitandin, insanên gundan bi temamî hatin imhakirin û di dû da esker di roja 03.11.1927`an da hêvarê gihîşte [anê. Di roja 27.11.1927`an da esker hate Diyarbekirê û ji wê jî çû Elezîzê.„
„Netîca vî hereketî: Heta davîya vî hereketî 280 gund hatine şewitandin, Işqîya û kesên wan ên ku li gunda, daristanan, newal û çîyan hatine girtin û hatine kuştin ji 2000 kes zêdetirin. Di vî hereketî da tiştên ku ji alîyê eskerê me yê qehreman va hatîye kirin,tirs û xewfek kirîye dilê kesên vê hêlê û ji wan ra bû ye dersek gelek mezin. Kesên ku mal û warê wî, xanîyê wî hatiye şewitandin, wêran û kavilkirin êdî nikarin alîkarîya işqîya bikin. Işqîya êdî nikare ji gundan û ji kesan alîkarî bistîne, çimkî esker dersek gelek mezin daye û temamîya gundan şewitandî ye, kavil û wêran kirî ye. Gundî nemane ku bibin alîkar. Gurz û remil, tîr û kevan ji bo işqîya nema ye.“