Walîyê Bedlîsê nefîkirina 35 gundên Motka dixwaze. Bi zorîya eskerîyê dest bi nefîkirina van gundan dikin. Di navbera xeta çîyayê Sêleş, çîyayê Kanîpir, çîyayê Kermelêx û çîyayê Arzîyo da 8 eşîret hebûn. Hêjmara van eşîretan bi qasî 6250 kes bûn. Li bakûrê rojavayê Motka hêla [wêtê jî çar eşîret hebûn ku hêjmara wan ji 8800 kes bûn. Bi texmîna dewletê li Motka bi temamî 1880 çek hebûn. Bi destpêkirina valakirin û kambaxkirina gundan, gundî dest bi serhildanê dikin.
Di serhildana Sasonê da Elîyê Unis bi qehremanî şer dike û piştî şikestinê dikeve çîyayên Motka. Kesê we hêlê hêja jî, ji Elîyê Unis ra dibêjin „Elîyê Unis qehremanê qewmê çîyan.“
Mehmet Elîyê Unis dijî esker di çîyayên Motka da berxwedanek mezin dike. Esker dikeve nav gundên Zorikan û gundan talan dike. Kumandarên esker di raporê xwe da dibêje ku dikevin gundê Mişkedar û gund bi temamî dişevitînin. Piştî vî gundî dikevin gundê Kuskut û agir berdidin vî gundî jî, gund bi temamî dişewitînin.
Kumandarê tumena ddiduyan ku meqerê wê li bajara Sêrtê bû di roja 09.06.1927`an da emirek dide û dibêje: „ Ew kundên ku ji alîyê eskerê me va bê sitandin, heke gundî dexalet jî bixwazin, divê neyê qebûlkirin, guhdarîya zarezara gundîyan neyê kirin û bi temamî gundî ji binî bên qirkirin.
Çimkî dexalet û zarazara wan ne ji dile û tu çareyek wan nemaye loma dexalet dixwazin, zarazar dikin. Ji bo ku ev kes di demên pêşîya me da dîsa ji me ra nebin bela divê tev bên kuştin, ji holê bên rakirin. Evan kesan eskerê me kuştine. Kesên ku ketine destê eskerên alayîya 18`an di dema sewqîyata xwe da revîyane û sedem vê yekê hatine kuştin“
Dîsa raporên resmî da wiha tê nêvisandin: „Hêzên me bi fedakarî şerkirine û bi hêjmarek zafî eşqîya ji ortê rakirine, heywanên wan misaderekirine. Gundê wan û şikeftên ku xwe tê da veşartine bi temamî hatine tehrîbkirin. Di vê navberê da zar, zêç û pismamên Mehmet Elîyê Unis di şikefta ku xwe tê da veşartibûn da ketine dest, Şêx Evdirhman û ji eşîreta Zorik Selim, Mihyedin, Mato û Emer hin kesên din hatine kuştin. Belê Mehmet Elîyê Unis mirî an sax nehatîye girtin.“
Kumandarê Tuxaya ku li Hezo bû di roja 17.06.1927`an da emrêk dide ku hawîdor bê tarûmarkirin. Li gorîya vî emrî hereket berdewam dike û kiryarên eskerî dîsa di raporên wan da wiha cî digirin:
„Esker bi fedakarî dijî eşqîyan şer dike, gelek ji eşqîya kes hatine kuştin, gundên wan hatine tehrîbkirin, kerîyê mîyên wan û eşyayên wan hatine misederekirin.“
Roja 05.07.1927`an kumandarê tumena diduyan (2. Tümen) vî fermanî dide: „Kesên dijî esker derketîye, tê gundên wan bê kambaxkirin, heywan û malên wan bêne misederekirin. Kesên ji ber esker bireve tê bên teqîpkirin û ji ortê rakirin.“
Mintiqa çîyayê Mereto, Kerxo, Arzîyo, [erbî, Penik, Rabî, Kozik, Kopega û Mikedar hêla qedexe (yasak bölge) tê ilankirin. Di vê hêlê da çî tê kirin her [wedê dizane.
Di roja 05. 08.1927`an da kumandarê Tuxayê di heqê hereketê dijî Kurdan da fermanek
dide. Kumandarê tuxayê di vî fermanî da wiha dibêje:
„Esker, cî û gundên ku tê da biborin, bila xanîyan xirabikin û qiyandinîyan bi perçiqînin.“
Di nava insan qirkirin, heywan girtin û kuştin, gund kavilkirin û şewitandin, qîyandinîyan perçiqandin, mal û milk talankirin û wêrankirin da eskerê komara demoqrat di roja 25 ê meha Tebaxê sala 1927`an da Motka jî, kir bin destên xwe, gundan şewitand, kesên hêlê nefîyê Anadolê kir û mintiqeyê, mintiqa qedexe ilan kir.