Dewlet, çawa ji temamîya Kurdan aciz bû û ji hebûna wan nerihet dibû, herwiha ji Kurdên hawîdorê Dersimê zaftir aciz, û ne rihet bû.
Dêrsim ser danetanî û nedihişt eskerê dewletê bikeve nav erd û axa Dersimê. Kurdên li dora Dersimê dewletê nasnedikirin û bi azadî jîyana xwe di domandin.
Ji vê azadîya Dersimîyan dewlet gelek di qehirî û xwest Dêrsimê jî êsir bigir e.
Dewletê xwest eşîreta Qoçiûşaxi ji Dêrsimê derîne û nefîyê bajaran Anadolê bike. Hazirîyên xwe kir û di roja 19.09.1926`an da di bin komûtanîya meşhûr qatil Mistefa Muwlali da girt ser eşîreta Qoçûşaxi ku wan ji welat, mal û warên wan dûr bike. Eşîreta Qoçûşaxi û ên dinê dest bi serhildanê kirin.
Esker girt ser gundan û kê di gundan da didît, zarok, jin, kal temaman dikuşt. Eşîretên hêlê sedem vê zilm û zordestîyê jin, zarok, kal, terş û talanên xwe, heywan, pez û dewarên xwe jî bi xwe ra derxistin serê çîyan. Ketin newal û gelîyan, ketin nav daristan û şikeftan.
Eskeran agir berdidan daristanan, bi daran va insan û heywanan jî dişewitandin. Di gelî û newalan da ji jor va bi firokan bimba berdidan ser heywan û insanan. Insan û heywanan di şikeftan da digirtin, ne dihiştin derkevin û ji derva va berikên top û xeşxanan di barandin nava şikeftan. Em li vira hinek gotinên kumandaran ku ji serkumandaran an ji hikûmetê ra raporan dinivisandin, bi zimanê resmî bidin eşkerekirin.
Komandarê alayîyek Alî Riza roja 27.10. 1926`an da wiha dinivisîne „Li gund u koman, kes û heywanên tên dîtin, berik li wan tên barandin û ji ortê tên paqişkirin.“
„ Di roja 18.11.1926`an da eşqîya li Gelîyê Elî di şikefta ku tê da diman da 400 mî, pezê reş, û bi hezaran kîlo xwarin û 150 dewar hiştin ê û revîyan e. Siet di 15.00’an da firokan kerîyê heywanan bimbe kirin“
„ Roja 22.11.1926`an da emir hat dan u di gelîyê Teşarê da yek tiştekê zêndî nemîne û tiştên bi can bin tev bêne kuştin.“
„ Roja 23.11. 1926`an da mifrezeyên alayiyê her çiqas li dora girê Çilan (Kirklar Tepesi) gerîyabin û qontol kiribin jî di şikeftek da bilî du jinên birîndar rastî tu kesî nehatîne û tu kesî nedîtin e,“
„ Di roja 20.11.1926`an da Şikeftên newala Taxar ku eşqîya xwe tê da veşartibûn ketin dest. Eskeran nava şikeftên newalê da berikên top û tifingan barandin eşqîyayên di şikeftan da qirkir. Dora rojê 27.11.1926`an da kesên ku ji ber berikan filîtîbûn bi temamî hatin kuştin.“
„ Roja 27.11.1926`an da li cenahê bakûr newala Kilabûz hat zeftkirin. Eşqîya di navbera keviran û zinaran da mabûn asê. Ji bo ku tev bêne kuştin pêwist bû ew hêl ji rojhilatê heta rojavayê, ji bakûr heta başûr ji alîyê temamîya eskeran va bihat gerandin û mêzekirin. Ji bo vî karî rojek lazim bû. Mecbûr dora rojê ev kar hat pêk anîn û kesên hatin dîtin, ji alîyê eskeran va ji ortê hat rakirin.“
„ Roja 01.12.1925`an da eşqîya gelek telefat dan û bi temamî şikestin. Kes nema bû ku êdî bikaribe serê xwe hilde. 1084 pez û mî û 342 dewar hatibûn xenîmetkirin.“
Di vira da xuya dike ku komara ciwan ne bitenê Kurdan qir dikir, çavên wan ne bitenê li qirkirina Kurdan bû her wîha çavên wan li mal û xenîmeta Kurdan jî bû. Mal û tiştên ku bi qirkirina Kurdan dixistin destên xwe, ji wan tiştan ra dewletê bi awayek resmî digot „xenîmet!“. Nijdevan davêjin pêşîya karwanan wan dikûjin û malên wan xenîmet dikin destên xwe. Ji hal û pergalê komara ciwan ra êdî gelo em dikarin çî bêjin?..