Li gorîya hazirîya teşkîlata “Azadî” serhildan tê di meha Hezîranê sala 1925`an dest bihata pêkirin. Profesor Dr. Manuel Amaneviq Hasretyan jî dibêje ku cemîyeta Azadî di civînên xweyên Helebê û Diyarbekir da biryar girt ku serhildan di Newozê da roja 21`ê meha Adarê destpêbike. Sazûmana Azadî hazirîyên xwe bi awayek tendirûstî dimaşand. Belê hinek bêçarî derketin pêşîya serhildanê. Ev bêqareyên derketin, bûne sebebên bizûtir ji bo dest pêka serhildanê. Ev sebebên bêçareyî evin: Serokê Azadî ê beşa Bilîsê Usif Zîya Beg ji şifra têlxerafek xelet mane deranî, çewt fêmkir û bê agadarîya sazûmana Azadî li hêla Bilis û Hîzanê zû dest pêkir. Dîsa şaşîyek din çêbû ku di Serhildana Beytulşebabê û Hekarîyê da li vanderan da hinek pelgeyên hazirîya serhildanê ketin destên dewletê, kesên ku rêzanî ji serhildanê ra dikirin, kesên wek Usif Zîya Beg, Xalid Beg zû hatin zîndankirin. Di du wan da Musa Begê Xwêtî jî hat girtin. Eker serhildanê wek çewa hatibû pilankirin destpêbikir, ewil tê ev serokên ku hatibûn girtin û di hepisxana Bilîsê da bûn, bihatina azadkirin. Bi vî awayî serhildan bi alîkariya van kesan bihat domandin.
Mehkema van kesan li Bilîsê destpêkir. Dewletê bangê Şêx Seîd Şahid kir ku were Mehmekê şahidî bike. Armanc girtina Şêx Seîd û hevalên wî bû. Şêx Seîd bersiva vê bangê neda û ne çû dadgehê. Kurê Şêx Seîd Alî Riza Beg di meha Mijdarê sala 1924`an da ço Diyarbekir û Helebê, civînan çêkir. Di van civînan da hat biryardan ku azadî, serxwebûn û heqen netewa Kurd encax bi şerek çekdarî dikare bê sitandin.
Di van rojan da Şêx Seîd diçe Pîranê (navê îro Dicle), û li wê jî di mizgeftê da civîn çêdike, milet agahdar dike. Li mala birayê xwe Şêx Evdirehîm mêvan e. Dewlet vî takîb dike. Dixwaze piravakasyonan çêke û Şêx Seîd zîndan bike an bide kuştin. Di roja 13.02.1925`an da 15 cindirme di bin emirdarîya zabitên Tirk Hüsnü Efendî û Mistefa Qasim da diçin Pîranê û dibêjin ku kesên qaçax li wir hene hatine wan bibin. Kesên ku esker navên wan dibêjin li malekin û xwedîyê malê û pismamên xwe wan kesan teslîm nakin. Şêx agahdar dibe û wan teslîmê zabitê Tirk dike. Şêx naxwaze bûyêr çêbin û hazirîya wî bi peşkile. Şêx û hevalên xwe hê ji serhildanê ra amade nînin. Di nav tedarikên xwe da ne. Esker kesên qaçax dibin. Belê bê haya Şêx Seid hin kesên nezan davêjin pêşîya esker û qaçaxan ji wan distînin, du eskeran jî birîndar dikin.
Dîsa li ser vê meselê Prof. Dr. M. A. Hesratyan dibêje ku esker di roja 08.02.1925`an da diçin Pîranê. 10 kesên qaçax dixwazin. Ev kesên qaçax li cem Şêx Seid in û Şêx naxwaze xirabî çêbe. Ji zabitên Tirk hêvî dike, dibêje:
- Ez ji we hêvî dikim, heta ez li vir bim wan nebin, bi wan ra miemeleyek ne qenc nekin.
Dema ez ji vir çûm win çidikin bi kêfa xwe ne.
Zabit dibêjin:
- Em ji xeynî zagonên Tirk, rûmet nadin tu kesî û tu tiştî. Emê van kesan bibin. Em
mecbûrin di çarçova zagonên Tirk da hereket bikin û ji xeynî vî tu tiştek nadin ber çavan.
Sedem vê yekê di navbera xelk û kumandarê cindirman Hüsnü Efendî da bihevçon çêdibe. Hin esker tên kuştin, ê din jî tên êsitkirin.”
Mesele ne ev e ku cindirman kesên qaçax ji gund deranî ne an na? Ev kes li cem Şêx Seîd bû ne an an? Jindirme hatine birîndarkirin an hatine kuştin? Mele ev e ku dewletê bi zanebûn ji alîyê zabitên xwe va pirovokasyon da ye çêkirin û vê bûyêrê ji xwe ra lirîye hicet û fersendek qenc, eskerê xwe dajo ser talankirina Kurdistan.
Mistefa Kemal û karbidestên komara Tirkîya dibêjin ku Şêx Seîd bi zanebûn bûyêra Pîranê bi kar anî û dest bi serhildanê kir. Ev derewek gelek mezin e. Dîsa ew anî karbidestên dewleta Tirk bixwe, bi kiryar û gotinên xwe, derewên xwe derdêxin holê. Dîsa di pirtûka “Bi Çavên Dewletê li Tirkîyê Serhildanên Kurdan – Dewletin Gözüyle Türkîye`de Kürt Isyanlari” rûpela 21 - 22`an, da telîmata 15/16`yê meha Sibatê sala 1925`an (15/16.02.1925) da wezîrê hindir telîmatek bidizî belav dike û di xala 7`an da wiha dibêj e: “Ji tabûra estersuwara Erzincanê di bin komûtanîya Yuzbaşi Mistefa da, bi teqwîya makine tifingan 120 suwarî, di 12`e meha Sibatê 1925`an da di ser Egin-Arapkirê da hereketê Elezîzê kirî ye. Ev qewet tê bikevê bin emrê Kazim Paşa.” Serhildan kengê hat destpêkirin?.. Dîsa li gorîya rismîyeta Komara Tirk esrhildan di roja 13.02.1925`an da li Pîranê hat destpêkirin. Komara Tirk û wezîrê hundir kengê eskerê bi tifingên makînelî dişîne Elezîzê?.. Roja 12.02.1925`an... Yanî hê serhildan dest pê nekirî ye. Rojek berî destpêka serhildanê esker hereketê Elezîzê dike. Li vir tê xuyakirin ku dewlet dizanibû tê di roja 13.02.1925`an li Pîran bûyer çêbe. Berî çêbûna bûyêrê hazirîya xwe kirî ye û bûyêrê li Pîranê bi pirovokasyonan daye çêkirin.
Pêveçûna Serhildanê:
14 ê meha Sibatê Şêx Seîd û kesên pêra Gêncê zeftkirin. Qeymeqam û memûran êsîr girtin. Serhildan di demek kin da li her alî fire û xurt bû, çar wilayet ketin bin hakimîya Kurdan. Di 20 ê meha Sibatê da Salih Begê Xanêyî dest danî ser Lice û Xanê, berê xwe da Diyarbekirê. Li nêzî Diyarbekirê qewetên Şêx Şemsedîn gihîştin qewetên wî. 29 ê Sibatê birayê Şêx Seîd Evdirhman li Madenê serhilda. Şêx Eyup bi 500 şervanên xwe va li Çêrmûkê gihîşte Şêx Evdirhman û pêra bû yek. Her du bi hevra bera xwe dan ser Erxenê. Şêx Seîd di roja 28 ê meha Sibatê da Paloyê kir meqerê (karargah) xwe. Di wê demê da jimara şervanan gihîştibû 20 hezar kesan. Şêx Seîd dixwest Dîyarbekir bike paytextê Kurdistanek serbixwe.
Qewetên dewleta Tirk roja 26 ê Sibatê bi sîlehên giran hicûmê ser Diyarbekir, Eleziz û Vartoyê kirin. Qolordîya yekan kete Vartoyê. Hin eşîrên hêla Elezîzê xwe dan alê Tirkan. Di nav serokên eşîrên di serhildanê da hê bi temamî yekîtîyek bi qewet nehatibû pêkanîn, peyvendî û mixeberata wan gelek sist bû. Serokê eşîra Hoxû Necîb Beg, û hin begên Elezîzê, eşîrên rojhilata Dêrsime Kiferan, Lolan. Ebûzalan, û Soran di bin seroktîya Huseyin Dumandioxlû da, bûn alîkarî dewletê û bi xîyanetî dilê qewetên Şêx Seîd xencer kirin. Seba vê yekê eskerê Tirk êdî bi hêsayî dimeşîyan. Bi qasî 5 hezar şervanê Kurd li gelîyê Mindo bi paşva kişîyan û li pêşîya tabûra pêncan ku di bin kumandarîya Kazin Paşa da bû dafik -xefik- (pisi) danîn. Di navbera her du alîyan da şerek giran çêbû. Kurd dijî çekên giran mecbûr bi paşva kişôyan nav daristanan. Şêx Şerîf ji bo bigihîje Şêx Seîd bi çekdarên xwe va berê xwe da hêla Çebexçûrê. Roja 6 ê Nîsanê qewetên dewletê ketin Çebexçûrê Şêx Seîd bi 300 şervanên xwe va, mecbûr ma bi hêla Solxanê va paşkî kişîya. Eşîra Xormikê alîkarîya karbidestên dewletê kir. Serokê eşîrê Mihemed Xilûsî Efendî 100 çekdarên xwe kir xizmeta dewletê. Eskerên Tirk bi alîkarîya eşîrên Kurd li Qarliowayê qewetên eşîra Cbran şikênandin. Bûbo û Xido bi 50 siwarîyên xwe bi paş va şikestin û li Aşmîdanê gihîştin Şêx Seîd. Di xilazîya meha Adarê sala 1925`an da Xalidê Hesen, Alî Riza, biayê Xalid Begê Cibranî û hin rêzanên Kurd piştî şerê Xinûsê bi 1000 sîyarîyên xwe va bi hêla rojhilatê va kişîyan. Di vê navberê da qewetên dewletê ên ku li Qereqûşê bûn, bi alîkarîya eşîra reysê Heyderan Kurdan mecbûrî şerek gelek zorkirin. Piştî vî şerî Xalidê Begê Hesenanî û kesên pê ra mecbûr man hidûdê Iranê derbaz kirin. Eskerê hikûmetê Iranê di hidûd da xwe ji şer ra hazirkiri bû. Eskerên Iranê jî vê fersendê ne revandin û hicûm dan ser Kurdên ku ji ber teyrikê di revîyan. Kurd ji teyrikê revîyan ketin ber tofanê. Mecbûr man bi eskerê Irane ra ketin şerek giran. Di vî şerî da Şemsedînê hurê Xalid Begê Hesenanî, kurê Şêx Seîd şêx Ebas, serokê eşîra Zirkan Kerem û gelek kesên din şehît ketin. Xalid Begê Hesenan, kurê Şêx Seîd Elî Riza (Elî Riza Septioxlu) û kesên bi wan ra xwe gihandin Simko.
Ji bo perçiqandina serhildane çareyen eskerî û qanûnên ku dewletê derxist:
Di roja 22 ê Sibatê sala 1925`an hikûmat di bin seroktîya Mistefa Kemal da û bi teklîbûna kumandarî sereskerîya imûmî Fevzî Çakmak civîya û ji bo herema serhildanê biryarê idara awarte (sikiyönetim) girt. Ev biryar ji alîyê meclisê va hat qebûlkirin. Di biryarê da wiha dinivisîne:
« Li hêlekê wilayeta Erxenê dijî qewetên çekdarên dewletê serhildanek çekdarî derketiîye û ev serhildan wilayetên Diyarbekir, Elezîz û Gencê jî daye berxwe. Seba vê yekê li wilayetên Genc, Muş, Erganî, Dersim, Diyarbakir, Mardin, Urfa, Siverek, Siirt, Bitlis, Van, Hakkarî û qezayên Erzurumê Kixi û Hinisê mehek idara ewarte harîye ilankirin.»
Pişti derbazbûna mehek idara ewarte hat dirêjkirin û êdî zûbizû ranebû. 24`ê Sibatê Fikra (partîya) Komara Xelkê a Mistefa Kemal a ku îro Cumhurîyet Halk Partîsî ye civîya û li ser mesela serhildanê sekinî. Wezîrê edaletê Mahmut Esat Beg teklîfa qanunek kir kesên ku ketibin serhildanê, an propoxende kiribin bên idamkirin. Di civînê da biryar dan ku Şêx Seîd bi propoxenda dîn dixwaze dewletek Kurd damezirîne. Ji bo vê yekê propoxenda dîn jî xistin bin hikmê idamê. Fethî Beg di civînê da wiha dibêje :
«Ev serhildan ne tiştek işqiyatî ye, tiştek irticayî ye. Şêx Seîd dixwaze Kurdistanek serbixwe bi alîkarîya propoxenda dîn damezirîne û paşveanîna xelîfetîyê pêkbîne. Şerî`etê hakim bike. Sedem vê yekê ji dewletên derva alîkarî digre. »
Ji wê rojê û virda partî û dewletê serhildana Şêx Seîd paşverû, dînî û irticayî nişandan û hêj jî li ser vê sîyaseta pûç dimeşin. Dibêjin ku ji dewletên derva alîkarî distinîn. Dema meriv li gotinên biryarên partîyê binêre, meriv zelal dibîne ku bilî damezirandina dewletek Kurd ev gotin derew û pûç in. Di dema Osmanîyê da xelîfe heqek netewî ne dida Kurdan û bi dehan serhildan dijî xelîfetîyê çêbû ne. Kesê dewletek Kurd a serbixwe damezirîne çewa çêdibe ku xelîfetîyê bi baş va bîne û xwe dîsa bike bin bandora Osmanîyan? Gelo di vê fikrê da aqil û mentiq he ye? Dewletên biyanî dixwestin ku xelîfeyî ji binî rabe. Seba vê yekê alîkarîya komara nû dikirin û xelîfeyîyê dan rakirin. Ew dewletên ku dixwestin xelîfeyî rabe, dewletên wek Ingilîz, Firingsiz, Rûs û ên din gelo alîkarî dikirin ku carek din xelîfeyî bi paş va were? Imkan heye ku eb dewlet alîkarîya Kurdan bikin? Ya rastî ev e ku dewleta Tirk van propoxendan ji bo bitenêhiştina Kurdan dikir. Ev propoxenda dewleta Tirk, alîkarîya dewletên biyanî ji Kurdan dan dûr kirin. Kurd manê bitenê. Di vê civînê partîyê da da gelek zelalîyek derket kû di nava partîyê da kesê herî milîyetçîye Ismet Paşa ye. Ismet Paşa (Ismet Inönü) qewet ji Mistefa Kemal sitand û bi milîyetçîtîya xwe derket pêş. Di 03.03.1925`an da hikûmeta Fethî Beg istifa kir û Ismet Paşa bû serokwezîr. Ez vî jî bêjim ku biryarên partîyê dibûn biryarên hikûmatê. Çimkî diktatorîya miravek û partîyek hebû. Ismet Paşa hikûmeta nû danî û proxramê hikûmetê anî meclisê. Di proxramê Hikûmetê da wiha dihat gotin:
«Emê welat ji fitnan biparêzin. Ewlewî û hakimiyê bi serbixin. Emê tedbîrên xisûsî ku em mecbûrî dibînin bigrin û dewletê bi çewt bikin, hakimê her tiştî bikin.»
Meclisê di roja 04.03.1925`an da qanûna « Teqrîrê Sikût » deranî. Zagonê selahîyetek gelek fire da hikûmatê ku kesên dijî dewlet, hikumat û partîyê derdikevin ceza bike. Meclisê biryar girt ku du dadgehên Istiqlalê (Istiklal Mahkemesî) bê damezirandin. Yek li Enqerê û a din li Dîyarbekirê. Meclisê selahiyeta idama kesên serhildanê da van dadgehan ku bê biryara meclisê kesan bi imzeyê kumandarê hêlê idam bikin. Mehkema Istiqlalê a Dîyarbekirê ku navê wê Nehkema Istiqlalê a Wilayetê Şerqîye (Vilayetî Şerkîye Istiklal Mahkemesi) bû bi hezaran Kurdên ji her tiştî bê hayîdar da idamkir.
Hikûmatê devê kesên mixalif û çapemenîya mixalif da girtin, wan fetisand. Rojname û kowarên bi navê Tevhîdî Efkar, Sebilürreşat, Istiklal, Sair Telgiraf, Sihiye, Aydinlik, Orak Çekik ku li Sitenbol, Emqerê û bajarên din derdiket qedexe kir.
Hikûmatê ordîyên xwe li Kurdistanê civand. Kemaledin Samî Paşa kir kumandarê ordîya qetlîamê. Kemaledin Samî Paşa got ku sê meseleyên esasî li pêşîya hikûmate ne.
- Ji bo perçiqandina serhildanê pêwiste gelekî bi şidet bê hereket kirin, kesek gunah xwe bi Kurdan neyne. Divê hicûmkirina perçiqandinê bi xwîn û êş be. Ev hicûm tê di serê meha Nîsan da destpêbike.
- Ketibin serhildanê an neketibin serhildanê ezê temamîya Kurdan bê sîleh bikim.
- Kurd mecbûr nefîyê bajarên Anadalên ben kirin û di cîyên bi cîbibûnan da kêmasî bimînin. Di cîyê Kurdan da Tirk bêne bi cîkirin.
Hikumatê van sê xalan anî cî. Di dawîya meha Adarê da hikumatê daxuyanîyek li karbidestên dewletê û eskeran bela kir, got:
„Li heremên Erzurum, Erzincan, Dersim, Elazix, Malatya, Urfa, Van, Siirt, Muş û Gêncê, ordîya paqijkirinê ( hêlê ji insana paqijkirin) hazirîya xwe temam kirî ye. Kesê dijî hikûmatê derkeve kî dibe bila be, tê bi awayek gelek xidar bê cezakirin. Mecbûre xelk bê sûcîya xwe isbat bike. Mecbûre ilan bike ku alîkarî û desteka komarê dike. Ji bo ku ji cezayê bifitile divê dijî kesên serhildanê şer bike. Seba vê yekê divê kesên van hêlan di demekî gelek kurt da li cem karbidestên dewletê serlêdana xwe qeyitkirina eskerîyê bike û ji eskerîyê ra hazir be.“
Li vira hikumet temamîya Kurdên bajarên ku ilan dike sûcdar dibîne. Kesê Kurd be li gorîya hikûmatê sûcdar ê û divê besûcîya (bêsûcdarîya) xwe ispat bike. Li her alîyê cîhanê kesên sûc dikin heta sûcdarîya wan neyê ispatkirin bê sûc in. Belê li vir, li gorîya daxuyanîya hikûmatê xelkê Kurd bi temamî sûcdar e û divê bê sûcîya xwe ispat bike. Di cîhanê da tiştek bi vî awayî encax di rejîma Mistefa Kemal da tê dîtin û Tirk wî bavê xwe qebîl dikin. Rejîma wî rexne nakin. Îro jî dema tiştek ne li xweşê wan çêdibê hewara xwe digihînin Mistefa Kemal û ji tirbê rabûna wî dixwazin. Dîsa di daxuyanîya hikûmatê da pêwiste herkes xwe qeydê eskerîyê bike, bibî esker û li birayê xwe yê Kurd bide. Ez çi bêjim, ev tiştên ha edaleta komara nû ye!... Hikûmeta Tirk her rê û bend da pêşîya xwe. Ji bo kuştina Şêx Seîd, an jî girtîdabûna wî 1000 zêrên zer bexşîş danî. Bi vî awayî insanan dikirîya ku armancên wan bêne pêkanîn.
Nîvê meha Nîsanê bi xayîntînya Qasimê Cibranî li deşta Gêncê hawîdorê qewetên Şêx Seîd hat çepaqekirin, Şêx Seîd, bi hevalên xwe va xwest ji ava Mûradê derbaz bibe û xwe bigihîne çîyan. Di derbazbûna ava Mûradê da Şêx Seîd bi hevalên xwe Şêx Evdila, Seyît Elî, Şêx Xalip, Reşît Axa, Temir Axa û hin şervanên xwe va kete destên eskerê Tirkan. Piştî girtina Şêx Seîd şer hinek dom kir. Şervan xeleqa hawîdorê xwe qetkirin û xwe avêtin çîyayê Şerefdînê. Esker çîyayê Şerefdînê jî girti bû. Li dor Şervanên Kurd dîsa hat xeleqekirin û serhildan bi temamî hat pelixandin. Belê eskerê dewletê û dewlet ne sekinîn. Gundan talan û weran kirin. Kesên neketibûn serhildanê jî hatin girtin, hatin kuştin. Ez di karim li vir mînanek ji malnata xwe bidim. Bavê min neketibû serhildanê belê wî û çend pismamên me digirin, bi tadeyî û îşkencê dikin davên zîndanê. Dîya min tim qisedikir. Digot:
„Piştî ser hildana Şêx Seîd eskerê reş kete gundê me, nav malan. Çîyê me hebû hemî rijandin, şikênandin, li nav hev xistin. Kuwarên genim berdan erdê, cewalên ar vekirin berdan ser genim, tenoka rûn berdan ser arvan, dimsê berdan ser van tiştên erdê, cil û berikên me, qazik û kodikên me li nav wan dan û hemîyan di nav hev da perçiqandin. Ji me ra gotin werin li ser van govendê bigrin. Bi darêzorê bi me govend dan girtin.”
Di vî şerê dawî da, şerê dijî PKKê da jî cindirme diçin gundê mala xwuşka min û eynî tiştî dikin. Metod nehatine guhartin, metodên işkenceyê, medodên maltalankirinê eynî metod in. Belê teknik gelek bi pêş va çoye, işkence û maltalamkirin jî bi tekniktirin tên çêkirin.