Gelek sebebên şikênandina Şêx Seîd hene. Sebebên dervayî û sebebên hindirûyî. Bi kurtî hinek ji van sebeban li vir bînim zimên:
- Ji derva alîkarîya serhildanê ne bû. Dewleta Tirk propoxendeyek gelek dijwar dijî serhildanê kir, serhildanê paşverû nîşan da. Paşveanîna xelîfeyîyê nîşan da. Dijî nûbûnan (reform û devriman) û irticayî nîşan da. Seba vê yekê dewletên sosyalîst xwe nîzîkî serhildanê ne dîtin. Dewletên emperyalîst jî, dijî van tiştan bi dewleta Osmanî ra ketibûn şer û alîkarîya komara nû kiribûn. Ewan jî ji xeynî hinek sozan tu alîkarî nekirin.
- Şêx Seîd dixwest dewletek Kurd damezirîne. Belê bi siloganên dînî ço milet. Kesên nezan jî sirf di bin siloganên dînî da ketin serhildanê. Armanca wan ev bû ku zorê kafiran ji ser dîn rakiran. Eşqa neteweyî di dilê wan da geş ne bibû. Ev meyil jî firsetek dida propoxenda dewletê û dewletên biyanî ne dibûn alîkarê serhildanê.
- Serhildana azadîya her gelî mihtacê alîkarîya dewletên derva ye. Serhildana Şêx Seîd jî mihtacê alîkarîya dewletên bîyanî bû. Belê nikaribû alîkarîyek qenc bidin benda xwe.
- Dewletê xwe bi esker û sîleh qenc hazir kir. Esker û sîlehên dewletê qet qên ji ê Kurdan zaftir bûn. Dewletê hema hema temamîya eskerên xwe kişand Kurdistanê. Firokên şer hebûn ji jor va dikarîyan şervanên Kurd bimbe bikin. Top û mîtralyozên dewletê hebûn. Ev çekên Kurdan tune bûn û Kurdan nikarîyan qekên nû bikirin, peyda bikin. Kurdan xwe bi temamî hazir nekiri bûn û mecbûr man bê wext dest bi serhildanê kirin.
- Dewletê provakasyon kir û serhildane zûtir destpê da kirin. Kurdan xwe ji serhildanê ra hê amade nekiribûn. Dixwestin meha Hezîranê destpêbikin. Belê bûyêra Pîranê serhildanê zû anî.
- Kurdan di nav eşîran da yekîtîyê saz nekiribûn. Hin eşîr bê teraf sekinîn û hin eşîr bûn alîkarê dewletê. Hin serokên Kurdan zu hatin girtin û bi awayek çewtî li Bilisê serhildan çêbû. Hin eşîrên dora Sêwerek, Sêrt û Mûşê ji meclisa Tirkîyê ra têlxirafan şandin û xwe dijî Şêx Seîd nîşan dan. Eşîrên Dêrsimê bi piranê eşîrên Elewî alîkarîya Şêx Seîd nekirin.
- Di serhildabê da satumanek saxlem û di nav yekîtîyê da tune bû ku pêşengîya serhildanê bike. Çiqasî sazûmana Azadî serhildanê hazir kir jî, dîsa partî ne bû û cemîyet, anî komelek bû. Bi tenê partî dikare bibe pêşengê serhildanê. Kurd ji partîyekê bi pilan û bi proxram mehrûm bûn.
Sebebên şikestina serhildanê em dikarin li vir gelek dirêj bikin. Belê ev sebebên jorîn jimera şikênandinê zelal didin ber çavan.
Dadgehkirina Serok û rêzanên serhildane:
Dewlet ji xebatên cemîyeta Azadî û hazirîya serhildanê hayîdar bû. Li fetlûfêla digerîya û fetlûfêla çêdikir. Prf, M, A. Hasretyan di vî warî da dibêje ku di berî destpêka serhildanê da Kemalîstan ajanek xwe hazirkirin û ajan bi serokê Kurd Tealî Cemîyetî Seyît Evdilqadir ra rêya hevdîtinek pêkanî û çû cem. Ajan xwe bi Seyit Evdilqadir, temsîcîyê imûm midûrê Şerqê ê wezareta dervayê Birîtanyayê da nasîn. Ji Seyît Evdilqadir ra got ku wezareta dervayê Ingilîztanê wî bi hazirkirina serhildanekê Kurd ji bo serxwebûna Kurdistan wezîfedar kirî ye. Peymanekê li hevhatinê hazir kiri ye û ji bo haziriya serhildanê çekêk 80 milyon dane wî ku bide Seyit Evdilqadir. Di vê hevpeyvandinê da Seyît Evdilqadir çek nagir e û itîfaqa ku hatîye hazirkirin jî imze nake.
Piştî şikestina serhildana Şêx Seîd, dewleta Tirk Seyît Evdilqadir tevqîf dike û dertîne Dadgeha Istiqlalê. Dadgeh wî bi imzekirina itifaqa navbera wî û Ingilîzan û bi sitandina çekê 80 milyonan sûcdar dike. Belê Seyît Evdilqadir ne çek sitandî ye û ne jî itifaqê imze kirî ye ema dîsa jî bi qavên Kemalîstan sûcdar e. Savcîyê Dadgeha Istiqlalê dibêj e ku Seyît Evdilqadir û kesên pê ra hazirîya destpêka serhildana ku dewa Kurdistan dajo, kirî ye û vê xebatê heta meha Nîsanê domkirî ye.
Mehkema Istiqlalê a Dîyarbekir di roja 23’yê meha Gulane sala 1925`an da Seyit Evdilqadir, kurê wî Seyît Mihemed, rojnamevan Kemal Fewzîyê Bilîsî, Ebûqat Haci Ahdî, Kor Evdila Saadî û Hacî Eskerî fermana idamê dide û di roja 27`ê meha Gulanê sala 1925`an van şexsîyetên Kurd li meydana Dîyarbekir idam dike. Li ser kursîyê idame Abûqat Hacî Ahdî dibêj e: “ Bijî ideala Kurdîtîyê, Bijî Kurdistan!.” Seyît Evdilqadir jî dibêj e:
“Ez hêvîdarim ku ev idam, xizmeta qewetkirina micadela ku di rêya azadîya netewyî da tê dan bike. “
Di nav bajara Dîyarbekrê da berdestikê Şêx Seîd û alîkarê wî yê herî qenc Tixtor Fûat e. Tixtor Fûat di nava bajêr da xebatek gelek hêja dimeşîne. Tixtor Fûat jî hate girtin û di dadgehê da wî bi nameyên ku ji wezîrê Herbîyê (Harbîye Nazirî) ê kevin Ferît Paşayê Kurd ra nivisandîyê sûcdar kir, name hatin xwendin û delîlên sûcê hatin nîşan dan . Di meha Nîsanê da dadgeha Istiqlalê Tixtor Fûat bi sûcê xebata ji bo damezirandina dewleta Kurdistan mehkûmê idamê kir. Serokê Dadgehê Mezher Mufît dema qerar xend, got:
“Ev qerar netîca xebata serhildana şerek bi xwîn e. Te xebata vê serhildana bixwîn kir û vê serhildanê hazir kir, pêwiste tu netîca vê xebatê qebûl bikî.”
Tixtor Fûat bi denkek acizî ji serokê dadgehê ra got: “Ez xwedîyê vê cesûrîyê me û xwedî lê derdikevim.” Dema Tixtor Fûat hat dardakirin li ser kursî wiha got:
„Min sond xwaribû ku ez jîyana xwe rojek di rêya weten de feda bikim. Em di rêya ala serxwebûnê da li ser vî erdî tên idamkirin. Ez bê şik û gumanim, tu şiphê tuneme ku li ser vî erdê ku em tên idamkirin, tê rojek ala serxwebûne bê daeliqandin û biheje.“
Ji bo rêzanên serhildanê, dadgeh di dawîya Gulanê da dest pêkir û di roja 29`ê meha Hezîranê sala 1825`an xilaz bû. Dadgeha Istiqlalê a Dîyarbekirê, di heqê Şêx Seîd, Şêx Evdilahê Melikanî, Şêx Simeîlê Cizîrî, Şêx Evdiletîfê Cizîrî, emeklî Zabit Qasimê Vartoyî, Hacî Xalid Evdilhemîd, Kamil, Qerkez Reşît, Emeklî Zabit Simeîl, Mela Emîn, Şêx Elî, Baba Beg, Reşît, Temûr, Mihemed, Silêman, Zabît Behrî, Emîn, Şewket, Meksûd, Hemîd, Savcîyê Melezgirtê Evdilmecît, Şêx Şerîf, Silêmanê Çebexqûrî, Elî, Usiv, Hiseyîn, Mamoste Mela Cemal, Nemet, Ehmed, Zabitê cindirman Mihemed Mihrî, Memûrî Saxîyê Nîyazî, Hacî Sadik û kesên din ku bi temamî 87 kes bûn qerarê idamê da. Di roja 30.06.1925`an da Şêx Seîd û 87 hevalên wî, hatin idamkirin. (Prf. M.A. Hasretyan dibêj e ku 47 kes hatin idamkirin.)
Serokê dadgehê Mezher Mufît, piştî qerarê idamê dide di heqê armanca serhildanê da ji kesên mehkûm ra wiha dibêje:
“Hun bi armanca serxwebûna Kurdistan meşîyan. Ordîya komarê we perîşan û mehfkir. Bila herkes bizanibe ku hikûmeta komara ciwan vê destûrê nade tu kesî. Niha hikmê qehirkirî, belê bi edalet ê zagona komarê ev e. Mehkûman bibin.”
Ew dewleta ku berpirsîyarên we li her warî û mekanî dixwazin vê serhildanê, serhildanek dînî, feodalî û paşverû nîşan bidin, herkes dibîne, serokê dadgehê ê ku qerarê idamê da ye, armanca serhildinê qewa eşkere û zelal tîne zimên. Dibêje ku ev serhildan ji bo serxwebûna Kurdistan bû. Gelo dijî van gotinan meriv êdî dikare tiştek din bêje? Ma ev dewlet û perpirsîyarên wê, xwe bixwe li derewînê dertînin anî na?..
Şêx Seîd li ser kursîyê idamê wiha dibêj e:
“Dawî li jîyana tabi`î hat. Ez bi vî awayî û tucarî ne poşmanim ku min xwe di rêya miletê xwe da feda kir. Di rojên pêşîya me da, tê nevîyên me dijî dijmin, seba me tucar şerm nekin û bime serbilind bin. Ev ji me ra bese!..“
Ne bi tenê kesên ketibûn serhildanê hatin girtin, işkencekirin û kuştin. Kesên ku alîkarîya dewletê û Kemalîstan jî dikirin hatin girtin, kuştin û idamkirin. Yek ji van jî Hesen Xêrîyê Dêrsimî ye. Hesen Xêrî di dewra yekan da meb`ûsê meclisa Tirkîye (RBMM) bû. Nûrî Dêrsimî di pirtûka xweya „Di Dîroka Kurdistanê da Dersim“ da bi awayek dirêj û fire behsa Hesen Xêrî dike.
Dema li ser peymana Lozanê giftûgo berdewam dike, li ser mesela Kurdistanê Ismet Paşa dikeve tengîyê û ji Mistefa Kemal ra têlxerafek dişîne. Mistefa Kemal bangê Hesen Xêrî dike, dibêje bila ew û hevalên wî bi cîlên netewî ên Kurdî bêne meclisê û bêjin ku Kurd û Tirk bira ne. Hesen Xêrî hevalên xwe ên meb`ûs ku alîkarîya Kemalîstan dikin, bi şal û şapên Kurdî tîne meclisê. Li ser kursîyê meclisê dibêjin ku eleqa dewletên bîyanî ji Kurdan tune, dewleta Tirkîyayê ji Tirk û Kurdan hatîyê damezirandin, Tirk û Kurd biran e û tê meseleyên xwe, di nav xwe da safî bikin. Hesen Xêrî ji konferansa Lozane ra jî têlxerafan dişîne ku meslea Kurd û Tirkan di nav xwe da safîkirine. Seba van beyan û têlxerafan Ismet Paşa jî nefesek distîne û dawa Kurdan li Lozanê dimir e. Sedem vê meselê Nûrî Dersimî ji Hesen Xêrî ra dibêje „Ez hêvidarîm ku win rojek sedem vê meselê neyên idamkirin.“ Hesen Xêrî bi temamî bawrîya xwe bi sozên Mistefa Kemal anî ye ku tê dewlet, dewleta Tirk û Kurdan be û dikene. Hesen Xêrîyê ku di sala 1925`an da derxistin Dadgeha Istiqlalê ev Hesen Xêrî ye.
Serokê Dadgeha Istiqlalê Elî Saîb ji Hesen Xêrî ra dibêj e:
„Te çima li Enqerê di civîna meclisê da milî qiyafetên Kurd li xwe dikir.“
Hesen Xêrî bersiv dide, dibêj e:
„Min bi telîmata Mistefa Kemal cilên netewîya Kurdî li xwe dikirin, Dîsa bi telîmatên Mistefa Kemal min anî ziman ku Kurd û Tirk naxwazin ji hev biqetin û min têlxerafan şand Lozanê ku me mesela xwe di nav xwe da safîkirî ye.“
Belê ev bersiv nikaribûn Hesen Xêrî xilaz bikran. Hevalê wîyê ku telîmata didayê işê xwe pê xilazkiribû û fermana idama wî da bû. Dema Nûrî Dersimî jê ra digot ku tê ev kiryarên wî rojek bibin belayê serê wî, ewî bawer nedikir û dikenîya, belê îro rastî zelal derketîye holê, ê feyde nîne. Dadgehê fermanê idama Hesen Xêrî û hevalên wî da. Li ser kursîyê idamê be jî, Hesen Xêrî rastîyê dît û wiha got:
„Her bijî miletê Kurd!.. Ey şehîdên Kurd, niha Hesen Xêrî jî digihîje we!..“
Prf. M.A. Hasretyan di heqê dadgeha Istiqlalê da van agahdarîyan dide:
„Li gorîya qapemenîya Tirk, Dadgeha Istiqlalê heta dawîya meha Êlûnê tê 379 dosyan veke ku daweyên 1855 kean tê da ne. Heta niha jî dawa 690 kesan bi 138 dosyan xilazkirî ye, di heqê 120 kesan da qerarê idamê hat dan. Belê li gorîya agahdarîyên Dêrsimî 400 Kurd hatine idamkirin. Kurdên ku di ordîya Tirk da zabit bûn, Şêx, Kurdên ku di meclisa Osmanî da meb`ûs bûn, kesên axa, kesên tacir, rojnamevan, ebûqat, mamoste, beytar û entektuelên Kurd hatin idamkirin.“
Piştî pelîşandina serhildanê û idamkirina serok û rêzanên serhildanê dewletê berê xwe da gelê bindest û belengaz. Eskeran malan talan dikirin, gundan di şewitandin, jin, zarok, ciwan, kal kî biketa ber wan işkence dikirin, dikuştin. Li ser vî halî Amstrong wiha dinivisîne:
„Kurdan dabûn ber alava agir û tûjayîya qilinc û xenceran. Gund û qiyandî dihatin şewitandin. Jin û zarokan li ser erdê kaşdikirin, dikuştin. Ji bo gerewê ji Kurdan bigrin Tirkan her cî kiribûn qesabxane. Him jî qesabxaneyek qewan?.. Di dema padîşahtîyê da bi wehşet û xwînrêjîya ku Ermanî û Bilxar dihatin qetilkirin, kêmtir nebû. Ji Tirkên we demê va paştir nediman. Mehkeme, wek zemanê seferberlikê Kurdan idam dike, dişîne nefîyê, hepis dike.“