10- Serhildana Osman Bedirxan Beg:
Dema serhildanên
Mûş, Bilîs, Wan, Hekarî û Behdînan dom dikirin li Botan jî di bin seroktîya
Osman Bedirxan Beg da serhildan çêbibûn. Li hêla Şêrwan, Qapilcewz û Sason jî
serhildan destpêkir. Osman Bedirxan Beg van serhildana tev gihaşt hev û
serwerîya serhildanê ajot. Emir Osman Bedirxan Zaxo, Imadîye, Merdîn, Midyat û
Nisêrbînê ji kir bin destên xwe. Dewleta Osmanî bi qewetek giran hat ser Osman Bedirxan Beg û di dawîyê da Osman Bedirxan
Beg şikest.
11- Serhildana Mîr Emir Elî Beg û Mîr Mithet Beg: Di sala 1899`an da Serhildanek ji
alîyê kurên Mîr Bedirxan
Beg Mîr Elî Emir Beg û Mîr Mithet Beg va çêbû. Di destpêka Serhildanê da Kurd bi
serkevtî şerê xwe ajotin. Belê ev serhildan jî piştî demek ji alîyê dewleta
Osmanî va hat pelişandin.
12- Serhildana Ibrahîm Paşayê eşîreta Millî û hin serhildanê
din: Di dîroka Kurd û
Osmanîyan da bi sedan serhildan çêbûne. Heke em temaman li vira binivisînin dawî li van serhildana nayê. Min
bi kurtî anî ziman û ez dixwzim hin serhildanên ku berî peşilandina dewleta
Osmanî çêbûne bi kurti li vir binivisînim.
a- Di sala 1897`an da li Motka serhildan
çêbû.
b- Di sala 1905`an da li Bedlîs,
Dêrsim û Beyazîtê serhildan çêbûn.
c- Di sala 1906`da li Erzeromê Serhildan
çêbûn.
d- Dîsa di sala 1906`an da li Sêrtê
û Xerza serokê eşîra Mala Faro Bişarê Çeto serhildan kir. Bişarê Çeto, ji Ereb,
File, Ermenî û Êzîdîyên Kurd jî alîkarî girt û qeweta xwe xurt kir. Tim bi hev ra bûn yek û dibin
rêbazîya Bişarê Çeto`da serhildanek dijwar kirin. Dîsa bi fetlûfêlên dewleta
Osmanî hin kesên Kurd bûn alîkarê dewletê bi xayîntîya van Kurdan Bişar di vê
serhildanê da şikest.
e- Di sala 1907 û 1908`an da Serokê Alayên Hemîdîyê Ibrahim Paşayê
Millî serhildan kir. Ibrahim Paşa feramdarê alayên Hemîdîyê bû û ji aliyê Siltanê
Osmanî Evdilhemid va dihat piştgirtin. Ji bajarê Dîyarbekirê heta çîyayê Evdilezîzê,
ji Misêrbînê heta hidûdê Berzan di bin destê Ibrahim Paşayê Milî da bû. Belê
dîsa jî Ibrahîm Paşa di sala 1907`an û 1908`an da berî meşrutîyeta diduyan serhikdan
kir. Hicûmî ser Diyarbekir kir û di dû da hicûmê ser Mosilê kir.. Piştî ji
sertexketina Siltan Evdilhemid ev serhildan
hat şikênandin. Sultan Evdilhemîd dîsajî rûmet dida Ibrahîm Paşa. Ibrahîm Paşa
kumandarîya alayîyên Henîdî berdwam kir. Siltan Evdilhemîd wî bexişand. Di sala
1908`an da dema meşrîtîyeta diduyan çêbû Siltan Evdilhemîd xeber ji Ibrahîm
Paşa ra şand ku bi eskerê xwe va bi gemîyê ecele bê Istenbol. Ibrahim Paşa bi
eskerê xwe va çû Şamê ku ji wê jî here ber deryayê bi gemîyê here Istenbolê. Walîyê
Şamê hevalbendên azadîxwazên Tirk bû û ne dixwest Ibrahîm Paşa here Istenbolê
alîkarîya Siltan Evdilhemîd. Dixwest wî bixapîne, bigre bike zîndanê. Evdirhiman
Paşayê Kurd li Şamê xeber da Ibrahîm Paşa ku walî dixwaze wî bigre. Sedem vê
yekê Ibrahim Paşa eskerê xwe ji Şamê derxist derva. Eskerê dewletê hicûm dan
ser Ibrahîm Paşa. Paşa berê xwe da Çîyayê Şengalê. Belê erebên eşîreta Şemaran
pêşî li Ibrahîm Paşa girtin. Mecbûr çadirên xwe danî û dest bi şer kir. Belê
paşa nexweş bû û di nav vî şerî da çû ser heqîya xwe. Bi vî awayî zarokên paşa
zivirîn Vêranşarê paytextê eşîreta Mili û teslîmî Tirkan bûn.
f- Di sala 1908à an da li Bexda û Kerkokê bi alikariya
eşîreta Berzan û Zibarî serhildan çebû.
g- Di sala 1909`an da li Silêmanîyê
di bin rêzanîya MAHMUD Berzencî va serhildan çêbû. Dewletê dijî vê serhildanê mamê Mahmut Berzencî Şêx
Merûf kir serokê Silêmanî û bi vî awayî ev sirhildan jî sekinî.
h- Di sala 1909`an da li mintiqa
Berzan, eşîreta Berzan, serhildan kir. Serhildan heta Mosilê fire bû. Di dawîyê
da ev serhildan jî pelişî.
13- Serhildana Dêrsimê 1907-1908: Dêrsim heta serê qirnê 20àan ji alîyê dewleta Osmanî va nehatibû fetihkirin.
Dewleta Osmanî nikaribû hikmê xwe li ser Dersimê bi meşîn e. Dêrsim bac û çemçûra
xwe nedida, alîkarîya eskerîyê nedikir, lawên xwe nedişan şeran. Gelê Dêrsimê dewletê nasnedikir. Bitenê Seyit û axayên
xwe nasdikirin, himberî wanan berpirsîyarbûn. Sedem vê yekê dewlet dixwest bikeve
Dersimê. Dewleta Osmanî di sala 1907`an
da eskerê xwe şand ser Dêrsimê. Sedem vê yekê eşîrên Dêrsimê Heyderan, Koç, Şemikan,
Reşikan, Demenan, Aslan Beytan û ên din dijî esker serîhildan. Li hawîdorê
Dersimê şerên giran hatin çêkirin. Temamîya sencex û qezayên dêrsimê man di
nava şer da. Hicûma eskerê Osmanî feyde neda û bi caran şikestin. Paşayên
Osmanîyan dest dîsa bi fetlûfêlên xwe kirin. Serokên eşîretan xelatkirin û wan
xapandin, kişandin alîyê xwe. Bi vî awayî vê serhildanê jî peşilandin.
14- Serhildana Bedlîs û Hîzanê 1914: Berî
şerê cîhanê ê yekem serhildana Bedlîsê gelek girîng e. Di ser salîya qirnê
bîstan da li her alîyê Kurdistanê serhildan çêbûn. Belê ev serhildan hêl bi hêl
hatin çêkirin û Kurdan ne bihev ra hereketkirin. Ji 1900 heta sala 1912`an bi
dehan serhildan li Kurdistanê ji hev cûda cûda çêbûn. Heke ev serhildanên
cûdatî bikariban yekîtîya xwe pêk anîna, bê guman tê bikariyan dewleta Kurdistan
dimezirandin. Belê naxapin wek her demî dîsa yekîtîyê nikaribûn pêk bînin û
herkes bi serê xwe hereket dikir. Çewan tê gotin „ Her pêxember dua ji umeta
xwe ra kirî ye“ her wiha her beg, şêx û axa dua ji xwe û eşîra xwe ra dikir û
pêyvendîyên xwe bi eşîreta din ra pêk netanî.
Ji alîyê din va
Kurdan rojname deranî, hin sazîyên xwe çêkirin. Di sala 1912`an da dewletê
qanûnek deranî ku li Kurdistanê di mehkema da jî kesên Kurd û Ermenî zimanê xwe
pêk bînin. Zimanê Kurdî û Ermenî li Kurdistanê bûn zimanên fermî. Di navbera salên
1912 û 1914`an da li Kurdistan mecala serhildanek imûmî hatibû dîyarkirin.
Kurdan dixwest ji bin nîrê bîyanîyan derkevin. Sedem vê yeke Kurdan dixwest ku
dest danin ser Diyarbekir, Bedlîs, Wan, Mêrdîn, Mosil, Zaxo, Xerzan, Botan,
Hîzan, Motkan, Misêrbîn, Midyad, Cizîr, Mefarqin, Sulêmanîyê, Kerkok û Başqelê û dewletek damezirînin. Emir Bedirxan
jî bikin serokê vê dewletê.
Serokên Kurdan li
Şêrwanê gihîştin hev û planên xwe çêkirin. Dewleta Osmanî ji planê Kurdan
hayîdar bû û gelek kesên ku ji bo vî planî xebatdikirin girt, kir zîndanan. Li
Bedlîsê û Hîzanê jî kesên welatparêz ên ku di nava karê serhildanê da bûn girt.
Yek ji van kesan jî Mele Selim bû. Mele Selim bi paşîya hespek va girêdan û
xwestin bibin Bedlîsê. Gelê Kurd vê ne insanîyê çebûk nekir, isyan kir û Mele
Selim azad kir. Girtin ser Hîzanê. Qaymeqam Hîzanê revîya. Berpirsiyarên Serhildanê
li gundê Qumaş ala xwe kişandin û xelkê bangî serhildanê kirin. Di demek kurt
da gel kêşîya alîkarîya serhildanê û serhildan fire bû. Milet hicûmê ser
Bedlîsê kir û esker mecbûr man ketin kela Nedlîsê, xwe di keleyê da asê kirin. Ji her alî va alîkarên serhildanê zêde bûn.
Şex Şabedîn û Seyît Elî jî rêzanîya serhildanê dikirin. Ermenîyan jî alîkarîya
serhildanê kirin. Dewleta Osmanî ji Wanê, Erdîşe, Muşê û Erzeromê erkere xwe di
bin kumandarîya Ihsan Paşa da şand Bedlîsê. Dema esker gihîşte Bedlîsê
Ermenîyan jî peymana nav xwe û Kurdan xirakirin, xwe dan alîyê Osmanîyan. Serhildan
şikest û gelek kes hatin dardakirin. Rêzanên Serhildanê Seyit Elî û Şex Şabedin
jî hatin dardakirin.
Kamîran Inan û
Zeynelabidin Gaydalî nevîyên Seyît Elî û Şêx Şabediîn in. Ew çiqas jî xwe ji
dewletê ra sadik nîşan bidin û inkarîya xwe bikin jî, dîsa karbidestên dewletê
ji wan ne bawerin. Ew bibin wezîr û xwe ji problema Kurdan dûr bikin, xwe ji
dewletê ra şîrîn bikin jî, ew di çavê dewletê da nevîyên Şêx Şabedîn û Seyît
Elî ne û xayin in.
Mezarê Seît Elî û
Şêx Şabedin li Bedlîsê li xilazîya Berwarê Bêno bûn. Di dema Edalet Partîyê da
rîya ku di Berwarê Bêna da diçû Sêrt û Dîyarbekirê di sala 1968`an da hat firekirin.
Goristanê ku mezarê Şêx Şabedin û Seyit Elî li wir bû bi temamî ket nav rê.
Hestîyê Şex Şabedîn û Seyît Elî ji we derxistin, birin Hîzan.
Di nav Kurdên hêla
Bedlîsê da li ser van her du welatparêzan gelek efsane tên gotin. Kesên wê hêlê
qise dikin ku dema Seyît Elî eliqandinê sê caran şerît qetîya yê. Cara çaran
Şêx Şabedîn dibêje; „Birayê min ev
qedera Xwedê yê. Pêwiste tu jî qebûl bikî.” Piştî vê gotinê cara qatan şerît ne qetîya ye.
Dîsa dibêjin dema qebra wan veda ne ku cenazêyê wan bibin Hîzanê, cesedên wan bi
temamî saxlem bû ne û ne rizîyan e. Belê sitûyê Seyît Elî cîyê şerîtê reş û şîn
bû ye. Diya min qise dikir ku ew kesê Şêx Şabedîn û Seyît Elî eliqandinê yanî
qesabên wan Xwedê êşêk li wan da ye, werimîn e û teqîyan e. Hakimên ku qerarê idaman
wan dan e êşek li wan jî da ye di davîya vê êşê da wek kuçikan reyîyan e heta
ruhê wan hatî ye sitandin.
15- Serhildana Berzan: Dema serhildana Bedlîsê çêdibe, Şêx Evdilselam
Berzanî jî bi dil alîkarê vê serhildanê ye. Belê di nav Şêx Evdilselam û serhildana
Bedlîsê da peyvendîyek heye an na ne zelal e. Dewleta Osmanî ji Şêx Evdilselam
fikaran dike. Eskerê xwe li Rewandiz, Akra, Amedîye û Mosilê bi zêdetirî dicîne.
Eşîretên Hamewendan, Cef û Dizayî bi Şêx Evdilselam ra dibin yek. Şêx Evdilselam
bi konsolosê Rûs ra ê li Mosilê peyvendî datîn e û alîkarî dixwaz e. Eskerên
Osmanî hicûm dide ser Şêx Evdilselam. Şêx Evdilselam di vî şerî da dişkê û bi
hêla Urmîyeyê va diçe. Li ser serhildan û kiryarên Şêx Evdilselam di bin xala
dewleta Iraq, Ereb û Kurdên Iraqê, beşa hereketê Berzanîyan da hatîye qisekirin.
Helbet hereketê Berzanîyan û serhildana Şêx Mehmût Berzencî hê di dema
Osmanîyan da hatine destpêkirin. Ev serhildan bi piranî li ser erda qismê Iraq
û Iranê qewimîn e. Ev serhildan di piştî dema damezirandina komara Tirkîyê da bi
awayek zor û giran hatine domandin. Ji bo vê yekê min van serhildanan di bin
xala dewleta Iraqê da nivisand û li ser
sekinîm.
Serhildan Qoçgirî:
Heta niha min serhildanên dema Osmanî bi kurtî bîranîn. Dikarin bên gotin
ku bi sedan serhildanên Kurdan ên helî ên biçûk di dema Osmanîyan da çêbûne.
Mecal nîne ku ev serhildan tev bêne nivisandin. Niha dixwazim bi kurtewayî li
ser serhildana Qoçgirî ku di navbera her du dewran da, anî di navbera dewra
Osmanîyan û Kemalîstan da çêbûye bisekinim.
Piştî şerê yekem ê cîhanê gelek komel û sazûmanên Tirkan hatin demazirandin.
Di vê demê da komel û sazumaên Kurdan jî wek Kurdîstan Tealî Cemîyetî,
Teşkîlatê Içtimaîye û ên din hatin demazirandin. Eleqa Kurdistan Tealî Cemîyetî
bi kesên Hela Qoçgirî ra jî hebûn û li wê hêlê xebat dikirin. Welatparêz, şêx û
axayên hêla Qoçgirî û Dêrsimê li hev civîyan û xwestin pirsgirêka Kurdan çareser
bikin.
Belkî hin xwendevanên ciwan nizanibin Qoçgirî li kîjan hêla Kurdistan dikeve.
Qoçgirî li hêla rojavayê bakûrê Kurdistan ê. Eşîretên Qoçgirî li ser erdek fire
cîgirtibûn û heke gelek ji wan eşîratan hatibine nefîkirin jî, dîsa îro piranîya
van eşîretan li ser erda bav û kalan in. Em dikarin bêjin ku eşîretên Qoçgirî di
navbera wîlayeta Sêwaz, Erzincan û Dêrsimê da cî û war girtine. Navê Qoçgirî niha
Zara ye. Ev qeza û wilayet Qoçgirî (Zara), Maciran ( Imranli), Qoyûlhîsar ( Hafik),
Zerenîk ( Ovacik), Germîşex ( Suşeehrî), Refahîya, Deverik (Divriwi), Kemah,
Kangal, Kuruçay û Xozat (Hozat) li sinorê Qoçgirî dihatin zanîn û bi temamî
2000 km2 ye.
Elîşan Beg, Elîşêr, Dr. Nurî Dersimî, Misto (Mistefa Paşa), birayê wî Izet
û Mehmût, lawên Gulaxa Izet, Nakî û Hesen Eskerî, Paşo, Mista, Mistefa Axa, Seyît Ebas, Huseyn,
Hasan, Ezamet, Takî, Bekoyê Hiseyn û Rifet sewq û idara hazirîya vê serhildanê
kirin.
Di roja 01.10.1920`an da di bin seroktîya Alîşêr da bi servegirtina Kemahê
û temamîya gundê Kemahê va serhildan destpêkir. Daxwaza serhildana Qoçgiri
azadîya Kurdan û serxwebûna Kurdistan bû. Ev hereket du car çê bû. Cara pêşîn ji
26.09.1920`an heta 03.12.1920àan, cara diduyan jî, ji 24.02.1921`an heta 03.06. 1921`an. Di vî hereketî da
hukumeta Kurd a muweqez jî tê danîn. Ev hereket jî bi xwînrijandin, malkambaxkirin,
nefîkirin. Zîndankirin, dardaxistin, kuştin û welatwêrankirina Kurdan tê peçiqandin.
Evîn
Aydar Çîçek di pirtûka
xwe bi navê „Koçgirî Ulusal Kurtuluş Harereketî“ û Dr. Nurî Dêrsimî di pirtûga xwe ya „Hatiratim“
da gelek fire li ser hereketê Qoçgirî
sekinî ne.