Ji sala ku komara Tirkîyê
hatîye damezirandin û heta îro dîsa gelek serhildanê Kurd çêbûn e. Armancên van serhildanan ji alîyê berpirsîyar
û karbidestên komarê va bi awayekî, ji alîyê kesên demoqrat va bi avayekê din û
ji alîyê gesên Kurd va jî bi çend avayên din tê şirovekirin. Herkes çawa jê ra
xweş were bi wî avayî armancên van serhildanan tîne ziman. Evdila Ocalan jî ku em dikarin bêjin serokê
serhildana herî mezin û fire ye dibêj e „Ev serhildan, serhildanên feodalî û
dînî bûn. Dijî reform û şoreşên Mistefa Kemal bûn“. Dewleta Tirk jî van serhildanan
feodalî, dînî û dijî şoreşên Mistefa Kemal di nêrixîne. Nirxandina dewleta Tirk
û a Apo wekhev e. Heke piranîya serokên van serhildanan şêx û axa bin jî dîsa
ev serhildan milî bûn û armanca wan azadîya gelê Kurd û welatê wan Kurdistan
bû. Sebebê van serhildanan ne Kurd bûn, karbidestê dewleta Tirk û kiryarên Mistefa
Kemal rola herî ewil di van serhildanan da lîstin.
Dema Mistefa Kemal
dest bi rêzanîya şerê azadîya Tirkan kir, hê li Amasrayê beyan kir ku
tê dewleta nû ji Tirkan
û Kurdan bê holê. Dema hê li Stenbolê bû dizanîya ku ev şer bê
alîkarîya Kurdan naçe serî. Ji bo vê yekê berê xwe ne da rojava, başurê Tirkîyê. Neçû nûçeya Anadolê. Rast û rast çû rojhilatê,
Erzirom û Sêwasê. Bangî Şêx, beg û axayên Kurdan kir. Di destpêkê da sozê biratîyê
da Kurdan ku tê dewleta nû ji Tirk û Kurdan bê meydanê û di nav her du alîyan
da wekhevî hebe. Li gorîya Mistefa Kemal tê her du alî wek hev di nava vê
dewletê da cî bigrin, heq-hiqûq bi temamî ji her du alîyan ra wek hev be, zimanê
resmî Tirkî û Kurdî be. Kurd jî wek Tirkan Misilman bûn û pêwist bû birayên Misilman
alîkarîya hev bikin, gawiran ji welat derînin û li ser vî welatî di nav edlayî,
xweşî, biratî û wekhevîyê da jîyana xwe bidomînin. Şik û şibe neket dilê Kurdan
û bi dilek paqij ketin şer, alîkarîya birayên xweyên Tirk kirin. Kurdan gelek
bajarên xwe wek Entab, Urfa û Mereşê bê alîkarîya eskerê dewletê azad kirin. Di
azadkirana van bajarên Kurd û bajarên din da ordîya Tirk qet alîkarî nekirî ye,
Kurdan bi berxwedana xwe van bajaran azad kirî ye. Kurd bi rojan mane tazî,
mane birçî, mane bê çek û sîleh, bi hezaran ji birçîya mirine, di şer da hatine
şehîdkirin belê dest danenîne û bi serfirazî bajarên xwe azad kirin e. Dewleta
Tirk paşî çikir?. Tiştekî ji xeynî xapandinê ne da Kurdan. Bi tenê Kurdan
xapand. Vê xapandina xwe heta îro jî didomîne. Ew bajarên Kurd ku bi mecalên
xwe, xwe azad kirin bi pêşîya navê wan va „qazî“ „şanli“ û „qehreman“ eliqand, navê van bajaran kirin „Qazîentab“,
„Qehremanmereş“ û „Şanlîurfa“. Bi tenê binê
çengê Kurdan çê be kir.
Di şerê azadîya Tirkan
da Kurd jî alîkarî kirin, hê şer domdikir, hin Kurdên dora Qocgirî pê hisîyan
ku Mistefa Kemal wan dixapîne, dest bi serhildana Qoçgirî kirin. Komar
hê nehatibû damezirandin. Sedem vê ye kê min vê serhildanê, serhildana navberê çebûl kir. Serhildana di dema navbera hilweşandina
dewleta Osmanî û damezirandina komara Tirkîyê da hat pêkanîn. Piştî ku Tirk bi
serketin û 24 ê meha Temûzê sala
1923`an da peymana Lozanê imze kirin. Di du da jî di 29.10.1923`an da komara Tirkîyê ilan kirin.
Bi vî awayî danezirandina komarê temam bû. Belê ji Kurdan ra tiştek tine bû.
Soz û bextên ji alîyê Mistefa Kemal va hatibû dan, roj bi roj ji bîr bû û di
sala 1924`an da bi temamî hate inkarkirin. Di çanûna esasî da ku di 1924`an da
hat qebûl kirin, tu heqek ji Kurdan ra natibû sazkirin. Kurd ji alîyê Mistefa
Kemal va hatin inkarkirin.
Kurd, nikaribûn li
dijî vê bêbextîyê bê deng bisekinin. Nihêrîn ku bi gotin û nameyên xwe ji Mistefa
Kemal û meclisa nû ra nikarin tiştek ji tiştek derînin. Mistefa Kemal û hevalên
xwe yek çareyek ji Kurdan ra hiştibûn, danîbûn pêşîya wan. Çara serhildanê… Kurdan jî xwe ji serhildanê ra hazir kirin. Ji
alîyê Kurdan va bilî hinek serhildanên biçûk, ev serhildanên girîng dijî komara
Tirkîyayê hatine çêkirin.
1) Serhildina Nestûrîyan (12.28.09.1924)
2) Serhildan Şêx Seid (13. 02. – 31.05.1925)
3) Hereketê Reşkotan û Raman
( 9-12.08.1925)
4) Serhildanên Sason ( 1925
û1837)
5) Serhildanên Araratê-Agirîyê
(26.05.1925-17.06.1926, 13.-20.09.1929 û 07.-14.09.1930
6) Serhildana Qoçûşaxi
(07.10.- 30.11.1926)
7) Serhildana Motka
(20.05.1925- 25.08.1927
8) Hereketê Bêçar (
07.10.-27.11.1927)
9) Serhildana Resûl
(22.05.-03.08.1929)
10) Hereketê Tendûrekê
(14.27.09.1929)
11) Hareketê Sitewrê (26.04.-09-06.1930)
12) Serhildana gelîyê Zîlan (20.06.-
09.1930)
13) Serhildana Oramarê
(16.07.10.01.1930)
14) Hereketê Pilûmirê (08.10.
04.11.1930)
15) Serhildana Dêrsimê
(1937-1938)