Min Selimê Kurdolox li Elmanya naskir. Selîm, di nav gel da kesek xebatker, welatparêz, ronakbîr û sîyasetmedar dihat naskirin an jî xwe bi vî awayî dida nasîn. Ji bo rizgarîya gelê Kurd û Kurdistan dixebitî. Xebatên çandî biçûk didît. Armanca wî mezin bû û seba vê yekê xebatên mezin dikir(!).
Di desrpêka naskirîna me da, min gelek qîmet û rûmet dida Selîmê Kurdolox. Ez ne li ser fikra polîtîka Selîmê Kurdolox û a partîya wî bûm. Belê me gelek xebatan bi hev ra dikir.
Selîmê Kurdolox, sosyalîst bû, komunist bû. Xwe gelek insanhez, dil paqij û dirist nîşan dida. Alîkarê feqîr fiqaran, kêmketîyan bû. Ji kêf û sefayê, ji dîskotek û jinan dûr bû. Gelek ji zarokan hezdikir. Zana bû, rêzan bû, pêşîya nezanan ronayî dikir. Selîmê Kurdolox, bi hindikayî xwe wilo nîşan dida. Meriv inasan nikare zû nasbike..
Selim û hevalên xwe li bajara Osnabrückê komelek sazkirin, min û hevala min jî dawetê vekirina vê komelê kirin. Osnabrück 140 km ji me dû re û em çon vekirina komela Selîm û hevalên wî.
Li komelê şayîyek gelek geş hat çêkirin. Gelek welatparêz, jin, mêr û zarok hatibûn coşa vekirina komelê. Ji zarokan ra cîyê listikê amade kiribûn û zarok bi kêf û coş li wir dilîstin.
Selim, di nav mêvanan da digerî, wan silavdikir, kêfa xwe ji zarokan ra tanî, wan maç dikir û bi wan ra dilîst.
Derengî şevê jinek Elman bi dergûşa xwe va hat komelê bi Selîm û hevalên Selîm ra peyîvî û bi qasî çend deqa bi Selim va derket derva. Piştî demek Selîm hat hundir û jinika Elman winda bû.
Piştî nîvê şefê ez û hevala xwe bi Selîm, hevalên Selîm û çend kesên Elman va çon mala hevalê Selîm. Hevalê Selim wilo eyar kiribû ku em ew şev bibin mêvanê wî. Piştî vekirina komelê herin mala vî, bi dost û hevalên nêzîk ra sihbet bikin. Seba vê yekê kesên welatparêz û çend kesên demoqratên Elman bi hev ra çon mala hevalê Selim.
Em hê derbazî hundir bûn, merivek hat ji me ra got ku tifalek li ser cadê digirî. Em çend kes bi hev ra derketin çon cem tifalê ser rê. Selîm jî bi me ra derket, hat cem zarok. Zarokek 4-5 mehî di ereboka derguş da qiyamet derdixist, qîr û hevar digirî. Girînek wisa ji kezebê dikir ku dil û kezebê merif jê ra di peritî.
Hevalê Selim got ku ev zarokê dergûşê lawikê Selîm e. Selîm bê zewaç bû û jina Selîm tunebû. Belê zarokê Selîm hebû. Dem, ne ew dem bû ku li ser vê bûyêrê bisekinin. Zivistan bû û her alî qeşa û cemed girtîbû. Hewayek wisa sar dihat ku neriv tif bikir tifa meriv li hewa diqerisî, dibû qeşa. Zarokê dergûşê ji serma di qefilî û heta qeweta wî hebû dikir qîr û hewar. Pewist bû em demek kintir vî tifalî bibin cîyek germ. Ji kengê va li ser rê danî bûn em nizanin. Hevalek Selîm qapûtê xwe derxist û ji Selîm ra got ku ew jî ecele kapûtê xwe derxe, zarok di nava kapûtan da bipêçin bibin hundir. Selîm got:
- Ez Qapûtê xwe dernaxim. Dimre bila bimire. Ma min ji dîya wî ra got zarok bînê dinê.
Selîm van gotinan got û zivirî, dîsa ço mala hevalê xwe. Me zarok di nav cilan da pêça û bir hundir. Dixtorek jî bi me ra bû. Havala min, dixtor û hevalek Selim, zarok birin menzelek xanî û bi zarok va meşgûl û eleqedar bûn. Em li odeyek mezin rûniştin û peyîvîn. Min got:
- Selim ev zarok ji ku va çêbû?. Tiştên te ji min ra digot tu bê zawacî û tu hevalak te tunebû. Te dîya vî zarokê li ku naskir û ev zarok çewa hevçen zû
çêbû?
Di cîyê wî da hevalek Selimê Kurdolox bersiv da:
- Selim va nêzî 2 sale dîya vî zarokî nasdike û demek pê ra jiyana xwe domand. Di berî da jî bi yek dî ra dima. Niha jî bi jinek dî ra dimîne. Selîm dîya vî zarokî li diskotekê naskir. Bûne heval û demek bi hev ra man. Selîm, naxwaze êdî bi dîya vî zarokû ra bimîne. Îro dîya zarok hat komelê û xwest car dî bi Selîm ra hevaltî bike. Belê dosteka Selîm heye û ew dosta Selim dîya vî zarokî qebûl nake. Dîya zarok jî, zarok anîyê nêzî mala me danîyê ser rê û çoye. Gotîye madem tu nahêlî bêm cem te aha zarokê te ji te ra.
Bi rastî Selîm ji vî alî va tiştên ne qenc dike. Jinan, keçan ji dîskotekan, ji meyxanan digir e û piştî demek dev ji wan berdide.
Ez nizanibûm çi bêjim. Min ji Selîmê Kurdolox ra got:
- Gelo ev kiryarên teyên ne qenc ji alîyê gel va nayên dîtin? Ev derguş ma ne zarokê te ye? Madem te vê şaşîyê kirî ye, ti gunehên vî zarokî tune û tu mecbûr xwedî lê derkevî.
Selim bersiv da, got:
- Ez merivek polîtîkim, ji bo azadîya gelê Kurd dixebitim. Nikarim xwe bi vî zarokî û dîya vî va bi engilînim.
Ez qehirîm û min got:
- Madem tu kesek polîtîkî û ji bo azadîya gelê Kurd dixebitî, nikarî xwe bi zarok û jinan va bi engilînî, gelo işê te li dîskotek û meyxanan çîye ku tu bi van jinên ne qenc ra dimînî û zarokan ji wan peyda dikî û van zarokan davêjî ser rê û dirban?
Seba van gotinên min Selîmê Kurdolox gelek qehirî û derkek ço. Em jî heta sibê ranezan û bi dergûşa Selîmî Kurdolox va man girêdayî. Sibê hevalan, dîya zarokê Selîm dîtin û zarok birin dixtor.
Piştî demek Newroz hatin pîrozkirin û hin hevalbendên partîya çekdar avêtin ser pîrozkirina Newroza partîya Selim û hevalên Selîm birîndar bûn. Selîm ji tirsa hema ji hevalên xwe qetîya û gihîşte partîya çekdar.
Selim niha di partîya çekdar da li cîyek bilind e. Di çapemenîyan da cî girtî ye. Di televizyonan û civînan da gotebêj derdikeve himber gelê Kurd... Gelê Kurd, wî niviskarek mezin, rojnamevan nasdike. Partîyê, Selîm kirî ye Kurdolox. Kurdîtî ketîye destê Selîmê Kurdolox û kesên wek wî.
Xwelî li serê me Kurdan...
(dumayîk heye) |