Selîmê Kurdolox, xwe insanek Kurdolox, welatparêz, rokanbîr, îdelox, sîyasetvan, rojnamevan û niviskar dihesiband, li bajara Osnabrückê rûdinişt û berpirsîyarê partîyek Kurd bû ku ji bo rizgarîya Kurdistan dixebitî. Ez li vira ji Selîmek bahsdikim ku gelek Selîmên wek Selîmê Kurdolox di nav partî û sazûmanên me Kurdan da hene û her li pêş disekinin.
Min bi hevalek Elman ra projeyek ji bo Ziman, çand û dîroka Kurdî û Kurdistan amade kir û bi alîkarîya Dibistana Xelk a Bilind bi Elmanî Volkshochschule (VHS) li Hannoverê ji bo rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd, kursa zimanê Kurdî vekir, ev Kurs 3 sal dom kir. Gelek rewşenbirên Kurd ji partî û sazumanên Kurd wek Partîya Sosyalista Kurdistan (PSK), KAWA, Partîya Rizgarîya Kurdistan (Rizgarî), Ala Rizgarî, Partîya Pêşengê Karkerên Kurdistan (PPKK), sazûmana Komkar û ên dî hatin vê Kursê.. Di vê kursê da hevalê Ronak ders dida.
Selîmê Kurdolox jî bi 2 hevalên xwe va hat Kursê. Kurs her 2 heyv carek heftîkî dom dikir û carnan jî dawîya heftê dihat pêkanîn. Gelek kes ji her alîyên Elman dihatin Kursê. Kesên dihatin kursê mecbûr heftîyek li Hannoverê diman û bi şev jî li cîyek radiketin. Me hêvara li ser gelek bûyêr, astengî û pirsgirêkan gengeşe dikir. Me bi Kurdî dest bi gengeşê dikir belê piştî demek kin, Selîmê Kurdolox digot ku ew bi Kurdî nikare li ser polîtîkayê gengeşe bike û Kurdî ne zimanê gengeşa polîtîkayê ye. Ziman dizivirand Tirkî û gengeşe bi Tirkî dom dikir. Dema Selîmê Kurdolox digot ku Kurdî ne zimanê gengeşa polîtîkayê ye û zimanê gengeşê diguhast Tirkî, ez ji gengeşê dûr dibûm. Selîmê Kurdolox, him xwe Kurdolox dinirixand û him jî digot ku Kurdî ne zimanê gengeşa polîtîkayê ye. Min li ser vê ramana Selîmê Kurdolox bi Selim ra gelek gengeşe kir, belê nikaribû bi serê wî bixe.
Di wan salan da kesî li Elmanya Newroz pîroz ne dikir û şevên gelerî pêknetanî. Komkar bi tenê Newrozan pîroz dikir û şevên gelek bi coş ji bo herkes amadedikir, jîyan, sîyaset, çand û civaka Kurd dida nasîn, pirsgirêka Kurd tanî ziman. Dema me li ser sîyasetê gengeşe dikir û digot pêwiste her partî û sazûman Newrozê bi coş pîroz bike, Selîmê Kurdolox digot:
- Newroz pîroz kirin, çand, ziman, govend û muzîqa Kurdî ne karê min û partîya min e. Ez û partî xwe sîyaset dikin. Karê çandê, ziman, govend, mûzîqa Kurdî û Newroz pîrozkirinê, karê Komkar e û ev kar ne karê min û partîya min e. Me van tiştan ji Komkar ra berda ye û bila Komkar xwe bi van tiştan meşgul bike, bixapîn e û bêj e “Ez xizmet ji Kurdan ra dikim.”. Dema em Kurdistanek azad û serbixwe damezirînin, wê demê emê sazûmanan jî bînin holê ku li ser van karan bisekinin.
Selîmê Kurdolox tinaz û yarîyên xwe bi xebata Komkarê dikir û hevalên wî jî piştgirêka wî dikirin. Bi rastî wê demê me nikaribû girîngîya ziman û çandê bi Selîmê Kurdolox bida qebûlkirin.
Sal zû derbaz bûn.. Selîmê Kurdolox, hevalên wî, tim partî û zasûmanên Kurd li Elmanya girîngîya pîrozkirina Newrozê fam kirin û dest bi pîrozkirina Newrozê kirin, şevçêkirin û şayîyan amadekirin. Partîya Selîmê Kurdolox jî wek tim partîyên dî, li Elmanya û Ewropayê şevçêkirinên Newrozê amade kir.
Di sala 1987’an da partîya Kurd, a ku şerê çekdarî dikir û di nav gelê Kurd da, roj biroj fire û mezin dibû, di sala 1987’an da wisa bawer dikir ku ji xeynî wan heqê partî û sazûmanên Kurd tune Newrojê pîroz bikin û ji bo gel şevan amade bikin. Seba vê fikra xweya xelet di newroza sala 1987’an da ev partîya çekdar û welatparêz hicûm da ser şevên pirozkirina Newrozên ku partîyên dî amade dikin. Hicûm da ser şevê newrozpîrozkirina Komkarê û di van hicûman da 2 kesên gelek welatparêz ji herdu alîyan, -li Hannoverê Ali Xoce (Ramazan Adıgüzel) û li Munchenê (Münih)Ahmet Aydın- hatin qetilkirin, hin komelên Komkar hatin agirberdan û di van agirberdanan da bê hisab pirtûkên Kurdî hatin şewitandin.
Partîya Selîmê Kurdolox jî, li Hollanda şeva Newrozê pîroz dikir. Partîya çekdar avêt ser şeva Newroz pîrozkirina partîya Selîmê Kurdolox û bi demancan 2 hevalên Selîmê Kurdolox birîndar bûn. Selîmê Kurdolox jî, di vê êrîşê da lêdanek giran xwar.
Piştî Selîmê Kurdolox ji hevalbendên partîya çekdar lêdan xwar û 2 hevalên vî bi sîleh birîndar bûn, tirsek mezin ket dilê Selîmê Kurdolox. Hê birînên bedena wî qenc sax nebûn û hevalên vî ji nexweşxanê dernetibûn, Selîmê Kurdolox li cem kesên partîya çekdar nefes sitand. Bi derbek partîya xwe, heval û hogirên xweyên bi salan jibîr kir û bû hevalbandê partîya çektar, partîya ku li Selimê Kurdolox û hevalên wî xist.
Rehmetîyê Azîz Nesin seba paşnavê xwe NESÎN dibêje dema zagona paşnavan derket herkes ji xwe ra paşnavek girt. Kesên derewçî paşnavkê xwe RAST, kesên ne Tirk paşnavkên xwe TİRK, HEQÎQÎTİRK, KURÊTİRK, kesên tirsonek paşnavkê xwe QEREMAN, kesên bêqewet paşnavkên xwe PELEWAN, AGÎT danin. Ji min ra tiştek nema û min ji xwe got “Azîz tu çî yî?” Bi vî awayî paşnavkê min ma “NESÎN =TU ÇÎ YÎ?”
Di vê mesela Ezîz Nesîn da, kesên ne Tirk xwe kirin kurê Tirk, heqîqî Tirk... Selîmê Kurdolox jî, pisştî partîya xwe guhast û bû ji partîya çekdar, ji herkesî bêtir şerdarî kir û tûjtir bû. Wek agir û pizotek hicûm da ser hevalên xweyên kevin, wan xayîn ilan kir. Di rojnama partîya çekdar da cî girt û tim hicûmê wan, ê welatparêzên dî kir. Selîmê Kurdolox ji nişk va bû niviskar, rojnamevan û Kurdolox merivek gelek zana û mezin(!)... Halkî di kursvekirana li Hannoverê, Selîmê Kurdolox dihat kursa zimanê Kurdî û digot ku ew nikare bi zimanê Kurdî gengeşa polîtîl bike û zimanê Kurdî ne zimanê gengeşekirina polîtîk e.... Ev kesê ku di vê ramanê da bû, ji nişk va bû KURDOLOX...
Dema hê partî ne guhartibû, xeberên gelek giran di heqê serokê partîya çekdar da digot. Bi hezaran car Selîmê Kurdolox gotinên wisa ne qenc ji bo serokê partîya çekdar ra li ber me gotî ye ku me fihêt dikir û wî şermezar dikir. Piştî Selîmê Kurdolox bû hevalbendê partîya çekdar, çend car min wî dît. Dema min cara ewil wî dît kiryarên wî û gotinên wî anî bîra wî. Belê xeberek heye dibêjin ” Meriv tif(tu) dike rûyê bêşerm, dibêj e baran tê.”. Selîmê Kurdolox jî yek ji van kesa ye. Dema min an jî heval û hogirên xweyên kevin dibîn e, gelo ew gotinên wî nayên bîra wî?
Selîmê Kurdolox niha di nav civaka Kurd da insanek gelek bi rûmet û hêja tê hesibandin(!).
|